Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 22 November 2008

Di cihanê de û bi teybetî li Rojhilata navîn buyerên Mezin berbi rûpelên dîrokê ve dicin, Kesên bi sê herfan mahlasan yekdu pîrozdikin, têkiliyawê bi siyasetêvejî nîne.

Madem Kurdî navê xwe dane û bi dilovanî doza gelê xwe bixwazin. Madem doza gelê Kurd dozekî xwezayî(dogal)ye wîdemî bi cesaret jî wî heqî bixwaze.

Ev Forum jî wekî yên pêsî vê dibe û ev heftiyeke ev Foruma Kurdistan buye endam hon cidibêjin bo vê dîtina min?

Anonymous (not verified)

Sat, 2008-11-22 13:22

bira min ji te fêm nekir,ka ez li vir navê xwe bi sê tîpan deynim chiye,bi sîûsê tîpan deynim chiye? Na mebesta te pê ewe ku ez bi navê rastîn binivîsim,divê ez ji birayê xwe re vekirî bêjim ku ez vê yekê nakim! Bo chi nakim? Ne ku berjewendiyê min û pêwendiyên min dikevin xeterê, ji ber ku min ne berjewendî ne jî têkilî bi tirkiyê ra nîne.Bi xizim û mirovan re,bi komunikasiona elektronik em têkildardibin. Na xwe bo chi ez bi nick an jî mahlas dinivîsim? Ji ber ku ev der forume û ez ne nivîskarim,berovajî shîrove û nerînên xwe li ser themayan derdibirim. Mîna li hemû forûm û cîhshîroveyên website ên alemê ez jî li vê derê ne navê xwe,lê nick bikartînim. Biche li New york times binêre li Die Welt a almanan binêre,li ciyên din binêre hemû kes di forum anjî ciyê shîrovan de bi "nîck" ango bi mahlas dinivîsînî. Dûr neche,li sererûpela Newroz com binêre û li navên nivîskaran binêre. Tu chima di vê pirsêde tengezar dibî tênagihêm! Heger tu dibêje ji mahlas re erê,lê ji 3 tîpan re na wê chaxê bihêle ez bêjim,îcar ev di destê min de ye,kîjan navî ez deynim ser xwe! Te wextê min îroj bi vê pirsa neheq kujt!

نەناسراو (not verified)

Sat, 2008-11-22 14:20

Forum her foruma bere ye. Bes hin kesen nu hatine forume. Kesen nu te wateya ramenen nu. Bo ve yeke ji hin guftugoyen nu ten kirin. her ewe hale forume. Ez dibejim her kes (hetta sixuren tirkan ji) dikarin ramanen xwe di forume de binivisinin. Eme ji bersiva wan bidin. Raman dive azad be. Xeber dan dive be qedexekirin. Eve ramana min li ser nivisa te ya jorin..

نەناسراو (not verified)

Sat, 2008-11-22 14:45

sgr û Hemdo jî bersiva te dane.. Pêwîst nebû ez jî sêbare bikim.. Lê çi bikim we dema we destpêkir bi zimanê şêrînê Kurd, gengeşe bikin, min jî xwast beşdarî bikim.. Ev Forum her a berê ye.. Eger hin beşdarî nû hatin xeta vê derê naye guherîn.. Piçek bala bi xwe bide nivîskarên forumê te vê yekê bi asanî bibine.. Ev forum Kurdistanî ye û her wisa dimîne.. Heke guherînek piçûk jî li ser da bê em bêdeng nabin.. Ew pirsa nav û nasnavan gellek kûre.. Belku rojek tê em bi asanî li ser wê radiwestin.. Silav Ferzende Serhedi

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.