Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 21 August 2008

GAVA EM ŞEHÎDÊN KOMKUJÎ Û FERMANAN BI TIFAQÎ, DÎPLOMASÎ Û LOBIYAN BI BÎRNEYNIN, EWÊ BÊNE JI BÎRKIRIN

Weke gelek ji we xwandevanan dizanin û wexta ez jî bala xwe didime pêdivî, şîn, şayî, urf û adetên civaka me Kurd-Êzdiyan, ez dibînim gelek derfetên ku piştgirî, dîplomasî û lobiyên me xurt bikin hene. Wexta em van derfetan bi zanîn û rêxistinî nasbikin û wan di nav dîplomasî û lobiyên xwe de ji bo berjiwendiyên endam û saziyên civaka xwe bikarbînin, wê hingê komkujî, ferman û gelek pirsgirêkên civakên Kurdî ji bîrnebin, heta emê hinek zahmetiyên aborî çareser bikin û gelek birînan jî bi destên xwe bikewînin.

Ji ber vê jî dibêjim, li ser me endam û saziyên civaka Êzdiyan ferze, em derfetên ku tifaq, piştgirî, dîplomasî û lobiyên me xurt dikin baş nasbikin.

Ez jî gelek ji van cûrên çalekiyên dîplomasî û lobiyan nasnakim, lê ez dikarim niha ji we re bahsa çalakiyeke ku di cî de piştgirî da birîndarên Şengalê bikim.

Kekê min Dawidê Bişar di 19.07.08 de daweta kurê xwe (binêren li wêneyan: Zave Erhan û bûk Zehra(keça Dawidê Xelil). Dawid Gören û Asiya Keso) kir. Birê Dawid ez jî vexwandibûme ser vê şahiya zarokên xwe.

Gava me berbûriyan hinek govend, reqs û dîlanên li ber sazbend, def û zirnê kir pêve, me nanê xwe xwar û şûnde, êdî endamên dîwana komkirina xeltên bûk û zavê rûniştin. Dûre min dît birêz Dawid qîzeke 8-9 salî ku qîtika lingê wê hîna pêçayî bû jî anî li kêleka endamên dîwanê da runiştandin. Bi dengekî bilind lave ji pismam, zerî, heval û dostên xwe kir, ku heryekî li goriya mecalên xwe alîkariyekê bi vê Asiya keça Keso ya ku di wextê komkujiya Şengalê de birîndar bubû re bike.

Ez rabûm çûme cem birê Dawid û min jê re got, bila bûk û zavê me li hevûdinê pîroz bin. Mala we gelekî ava be û ez bi vê dîplomasî û lobiya te û malbata te zahf kêf xweş bûm ku we weha di cîda alîkarî û pişgirî bi vê xuşka me ya ciwan re kir.

Hêvîdarim berpirsyarên, mal, komel, sazî, partî û ruhaniyên enedamê meclîsa Êzdiyan, hemû parlementer, qeymeqam û şaredarên Hukumeta Herêma Kurdistanê û nûnerên Neteweyên Yekbûyî jî bikaribin weha di cîde alîkarî bidine belengaz, birîndar û cangoriyên komkujîya Şengal, Şêxan û hemû deverên Kurdisatanê.

Ez îro dîsa serê xwe li ber keç, law, dê, bav û kalên me Kurdan, yên ku di bin destên zilm û zora padîşah, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, jendirme, nijadperest, paşverû, hemû kevneperestên Kurdistanê û berpirsyarên baylozxanên dewletên metîngehkar de hatine kuştin, ditewînim û dibêjim bila rahma Xwedê li ser hemû cangoriyên Kurd û Kurdisatanê be(http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/cagori-roj.html ).

Kemal Tolan
16.08.2008

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.