Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 30 March 2008

Bîranîna Çerkezê Reş

Eskerê BOYÎK

Wêne:arsiva lalis.org

BÎRANÎNA ÇERKRZÊ REŞ

Min Întêrnêt vekir him ji nivîsarê û him jî ji çavê xwe bawar nekir...

Bê bifikirim çi bûye ji çavê min hêsir barîn li ser kaxêzê ser texte...

Vê carê jî Çerkezê meyî REŞ, helbestvan, edebyetzan, werger û endemê malbeta me ya rewşembîrî, ya Kurdên Ermenistanê, ewlede malbetêyî herî gênc, yê herî hizkirî, yê herî bi şuret, herî bi culet, zane û welatperwer...

Di nava salekî da Şekroyê Xudo, Ordîxanê Celîl, Mîroyê Esed û niha jî Çerkezê Reş (Mistoyan).

Wede Çerkezê Reş nîbû...

53 salyê da, temenê ji bo efrandaryê dema here geş da...Malxiravî koça xwe bêwext bar kir...

Dilê me heval-hoger, nas û dostê xwe şewitand.

Edebyet û rewşembîrya gelê Kurd bi serê Çerkez ewledekî xweyî jêhatî, xweyî gotin unda kir.

Bîranîna ez berbi salên buhurî birim. Çerkez hê şagirtê dibistana gund bû, edî helbest û gotarê wî rojnema RÎYA TEZE û hinek rojnemê ermenya da dihatin weşandin, hatin-çûyîna wî li nav rewşenbîrên Êrêvanê yên Kurd da hebû, teva lê hiz dikir, gumaneke mezin wîva girê didan.Gerekê bi heqî bê gotin wek şexsyet cîyê xwe li nava wê komê da girtin ewqas jî rehet nîbû. Çerkez di zarotya xwe da bû endemê wê malbetêyî hizkirî.

Wê demê paşnavê wî jî hate guherîn Çerkez Mistoyan bû Çerkezê REŞ.

Zanîngeha Êrêvanê ya pêdagogyê da beşa ziman û edebyetê qedand, pey ra jî hema wurda têza xwe ya doktoryêye ewlin bi serokatya, çawa ewî hiz dikir bêje: Bavê zargotina Kurda Hecîyê Cindî, li ser pêwendyêm pismamtya Kurdan û Ermenyan di nava edebyetê da hazir kir û dereca zanyaryê ya kandîdatê zanyarya fîlologyê wergirt.

Zanebûnên ziman û edebyetêye berfire (him ermenî, him kurdî) têgihîştin û şureta analîzkirnêye kur, culet û kûltûra rexnekirin û fikira xweye rast di cîda gotin Çerkez ji rewşembîrên meye dinê cuda dikirin...

Ew li maleke Kurdên êzdî ya qedîm da mezin bûbû, rind haj erf-edet, çûyîn-hatina kurdeweryê, jîyana gundîtyê û koçeryê, diroka penaberya kal-bavên xwe hebû, zargotina me zanibû.

Ji boy wê jî nivîsarê wî bala mêriv dikşandin, ji xwera reng û ruhekî nû tanîn.

Helbestên wî berevokên nivîskarên Kurdên Ermenistanê yên salane BAHARê da çap dibûn. (BAHAR-8 bi hazirkirin û berpirsarya min, wî û Karlênê Çaçanî sala 1989 a hatye weşandin).

Wê berevokê da rêzehelbestên wî bi navê LI KATAKOBME BELGHEWÊSÊ ji alyê gotin û felsefa xwe da balkêşin.

Salên heyştêyî pirtûka wî ya helbestan ŞORIŞA PEYVAN li Êrêvanê hate weşendin. Pirtûk bi rastî jî şorişek bû û bilind hate qîmetlirin. Ez gumanim wededa ewê bi tîpê latînî jî bê weşandin bi rastî bê qîmetkirin û bibe hebûna xwedevanê Kurd.

Çerkezê Reş rêdaktorî gelek pirtûkên nivîskar û zanyarên me kirye, pêşxeber pirtûkên wan ra nivîsye, tev wan goter nivîsîye, emekê qelema wî ya bi hêz ser wan heye, gelek gotarê wî yên ser zimên, edebyetê, dîrokê kovar û rojnemên cuda da hatine weşendin.

Sala 1975 a pirtûka mine helbesta KULÎLKÊ ÇÎYA hate weşandin. Rojnema RÎYA TEZE da gotara wîye rexnegeryê-edebyetzanê derheqa wê pirtûkê da hate weşandin. Wê gotara biçûk da rexnegir-xwedevanê zanîngehê gihîştibû kûrayîke edebyetzanyêye usa, ku eva devedevî 50 salên efrandarya min e lê hê kesî usa kûr û dûr dilê min nexwendye û rexnê xweye cîda nekirye.

Emekê wî usa jî di hazirkirna kadrada jî pire. Demeke dirêj zanîngeha ku lê xwendibû dersbêjî kir, paşê hema li wê zanîngehê da beşa Kutdzanyê vekir (ya xwendina bi peretî). Paşê, dema hal li Ermenistanê xerab bû xwendkarê wê beşê bir û li Moskivayê zanîngehê nav û deng da da qebûlkirin.

Çerkez welatperwer bû, milethiz. Çiqas tê bîra min, tu karekî kurdewarî tune bû ku Çerkez navda nîbya.

Demne dijwer hatin. Çerkez jî têra xwe kete li nav wê gêjgerînga neheq, ku dora Kurden Ermenistanê hatibû çêkirin. Neyar û xweyînên der û hundur, carna jî hinek ji bo kara xwe li ser hestên rewşenbîran dilîstin. Cudatya bawaryê, ku tucar fikira kesîra derbaz nedibû, bi carekê va herd alya da jî xwe nîşan da. Geleka, nav wanda usa jî Çerkez ew helaqetyên çêbûyî pir nêzîkî dilê xwe digirtin. Rewşenbîrê me dîtin, ku gelek tişt ji qewata wan dere ji hev bela bûn.Çerkez jî demekî çû bajarê Moskivayê, lê paşê dîsa vegerya û heta roja xweye dewyê li wur, Ermenistanê şerkarya xwe, kar û xebatên xweye welathizyê domand...Ewî berpirsyarî rojnema BOTAN, serokatî komîtêya KURDISTAN kirye, cîgirê serokê „Şêwra ronakbîrên Kurdê Ermenistanê bûye...“ Her cîya navê Çerkez dihate gotin.

Van salê dewyê gelek kar di wergerê da kirye. Gelek pirtûkên Kurdaye sîyasî ji kurmancî wergerandye zimanê ermenî. Li ber destê mine wergera wîye bi zimanê ermenî „ Rola hebûna Êzdiyan Kurdistanê da“. Pirtûk sala 2002 hatye weşandin. Ez nizanim nivîskarê wê nivîsê kêne û kurmancî hatye weşandin yan na (texmîna min na!) lê zimanê wergera wê gelekî bilinde. Ez bawar nakim wegerekî ermenî, çiqas jî ew zimanê ermenî û wergerê da jêhatî û şereza bûya usa karibya pirtûkê xweşik wergeranda.Helbet ez gelek fikir û pirsgirêkê pirtûkê da hatine analîzkirin ra nînim, lê ew ne sûcê wergere...Gotina min pêkanîna hostatya zimanê ermenîye.

Pirtûkê da usa jî bi qelema wî çend qewl û duayên Êzdyan û hinek helbest ji Elî Herîrî, Mele Ciziri, Feqîyê Teyran hatine wergerandin û weşendin... Wergera wan bi îskûstva here bilind hatye kirin.

Vê dewye dota Hecîyê Cindî, pîreka helbestvan Fêrîkê Ûsiv: Firîda Cewarî, karekî pir mezin dike. Wê gelek berhemên herdi remetya weşendîye. Bawarkî gişk jî bi rêdaktorya Çerkezê Reş hatine pêkanîn. Îza qelema wî gelek cîya rind tê xanê.

Derheqa kar û emekê Çerkez da meriv kare pir binivîse, ez gumanim, paşwextyê da, di nav edebyetzanya meda wê gelek besa vî ronakbirî bê kirin.

Dewyê da biranîneke kurt. Cend meha berî wefetbûnê, dîrokzanê bi nav û deng Şekroyê Xudo hatibû cem me. Dema me derheqa pirsgirêkên dîroka me da xeber dida got: „Gerekê alî Çerkez bikin û berê wî bidine MATENADARANA Êrêvanê. Gelek girêfûtk, surr û sêrên dîroka me kitêbên wur e kevnar da veşartîne. Wî karî tek Çerkez kare bike,- got,- ez çûme Êrevanê, Çerkez qayîle, gerekê alî bikin ku her tiştî bihêle derbazî wî karî be ...“

Ez nizanim paşê çi bû, çi nebû... Îro herd jî tunene.

Wan gelê xwe pir hiz dikir.

Bira serê gelê wan saxbe.

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.