Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 27 March 2008

Nivîskar Çerkezê Reş wefat kir

Nivîskar Çerkezê Reş

Cavkani:Yeziden. de

Têmûrê Xelîl

Piştî hilweşîna Sovyeta berê, ku tê da ordîya ronakbîrên kurd yên bi nav û deng saz bûbû, li Ermenîstanê kêm kes mabûn, ku me bi rûyekî sipî dikaribû hêvîya xwe danîya li ser wan. Di nav wan kêm kesan da yê herî zane û welatparêz bê şik Çerkezê Reş bû, ku sala 1955an di gundê Zvartnosa nêzîkî Rewanê çavên xwe li cihanê vekir û di roja Newrozê da, 21ê adarê sala 2008an li mala xwe ya li bajarê Abovyanê, komara Ermenîstanê çavên xwe li cihanê girt.

Welatparêzîya wî digihîşte dereceya fantastîkîyê, zanebûnên wî yên kûr profêsorên Ermenîstanê yên bi nav û deng mecbûr dikirin li xwe mukur bên, ku li Ermenîstanê kesê ku ji hemûyan çêtir ermenî zane, kesekî kurd e û nave wî Çerkezê Reş e.

Ewî di salên xwe yên ne gelekî dirêj da gelek kar pê ra gîhand kir. Bû serekê Komela Xwendekarên kurdên Ermenîstanê ya bi nave RO, berpirsyarê rojnameya BOTAN, ku li Ermenîstanê bi ermenî derdiket, serokê komîtêya KURDISTAN li Ermenîstanê, cîgirê "Şêwra Ronakbîrên Kurd li Ermenîstanê", wek doktorê zmanzanîyê salên dirêj bûye lêktorê (dersbêjê) Înstîtûta Pêdagogîyê ya ser nave Xaçatûr Abovyan, di wê Înstîtûtê da beşa kurdzanîyê vekir û gelek kurd wê beşê da hîn bûn, pişt ra xwe gîhande serokatîya Sovyetê û destûr sitend, ku ji xwendekarên wî 25 kes di Ûnîvêrsîtêta Moskvayê ya ser nave Patrîs Lûmûmba da bêne qebûlkirin. Li vê Ûnîvêrsîtêtê da xwendkarên wî ji gelek komarên Sovyeta berê hebûn. Xênji gelek nivîsên ulmî, ewî pirtûkeke helbestan ya bi sernavê "Şorişa xeberan" ya bi fîlosofîya kûr dagirtî nivîsî, ku ez wisa bawer im, ku piştî dem û dewranan zaneyên kurd wê lê vegerin, ji ber ku her helbesteke wî nimûneyeke sertaca edebîyeta me ye.

Çerkez bi hizkirineke paqij qedirê ronakbîr û zaneyên miletê xwe zanibû, qedirê wan bilind digirt. Ewî Hecîyê Cindî wek "Bavê folkora kurdî" bi nav dikir, ser serokê radyoya kurdî ya Rewanê Xelîlê Çaçan helbesteke dilşewat ya bi sernavê "Zar-zimanê min nagere" nivîsî, ku di paşdemê da sazbendê mezin Xelîlê Evdile ew kire kilam.

Kurmancîya wî ya axaftinê û ya literaturayê wisa xweş li hev hatibûn hûnandinê, ku di hêla zanyarî da tu qisûr û derz tê da ne mabû.

Çerkez têra xwe li miletê xwe xwedî derket. Dimîne, ku miletê wî jî li keda wî, li berhemên wî yên çapnebûyî, li malbeta wî xwedî derkeve, ku niha jin, du zar û sê nebîyên wî situxwar mane.

Min û Çerkez me çend gotar bi hev ra nivîsîye û di salên cuda-cuda da bi kurdî, ermenî û rûsî çap kirîye. Yek ji wan beşeke ji hevpeyvîna min a bi Cegerxwînê Mezin ra ne, ku ewî li wir behsa dîne êzdîtîyê kirîye. Me jî rola wê beşê ya zanyarîyê anîye ber çavan.

Kerem bikin, wê gotara min û Çerkez li jêr bixûnin.

Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da

Têmûrê XELIL

Çerkezê REŞ

Di nava dîroka tevgera kurdî ya sedsala bîstî da Cegerxwîn (1903-1984) ronakbîrekî berbiçav e. Ew bi rastî şervanekî azadîya neteweyî ya kurda ye. Nava temamîya poêzîya wî ya romantîkîyê da agir-alava hişyarbûna kurd û Kurdistanê pêl dide. Helbestvanê welatparêz hey kula dila ra dizare, hey bi teqilên zerp gefa li neyarên kurda dixwe, hey bi kel-bîn ruh û çavê gelê xwe yê mêrxas da xewn-xeyalên azadî û serbestîya pîroz vêdixe... Ew herweha nakokî, dutîretîyên nav gelê xwe da yên malxirab rexne dike. Bi vê armancê wî bilî 8 dîwanên helbesta, gelek gotar û lêgerînên zanyarî jî nivîsîne.

Helbestvanê bi nav û deng bi her awayî xwestîye bide kivşê, ku gelê kurd bi kok û binyata xwe ya êtnîkîyê va yek e, yekîtîke dîrokî-çandî ye. Bi vê aspêktê xebata wî ya "Tarîxa Kurdistan" (cild 1, Stockholm, 1985, weşanên Roja Nû) pir hewaskar e. Lê li Cegerxwîn keder tê, ku di nav gelê kurd da cudatîyên dîndarîyê-olî carina dibine sebebê ji hev dûrketinê, parçebûnê. Bi raya wî, ew yek ji nezanîyê û nexwendîtîyê tê. Nav hîç miletekî da û tu dema dîn bi tenê ne bûye bingehê miletkivşkirinê. Cegerxwîn bi xwe jî dînê kurd û Kurdistanê yê kevnare-êzîdîtîyê va kubar û firnax bûye. Lema dîwana helbestên xwe ya 5-a (sala 1981-ê) nav kirîye "Zend-Avista". Dîyar e, ku pirtûka dînê zerdeştîyê (herwaha-êzîdîtîyê) "Avista" li ba şairê mezin gelekî bi qîmet û pîroz e. Di hêna şahên ‹ranê yên Sasanî da, hinek şirovekirinên "Avista"-yê hatine amadekirinê û ev beş bi tevayî hate navkirinê "Zend". "Avista" û "Zend" tevayî bûne "Zend-Avista". Ango, Cegerxwîn bi vê yekê berê xwe daye çavkanîyên miletîyê yên ruhanîyê-êtnîkîyê û berbi êzîdîtîyê "dilive". Ev xeberdana wî ya ku em li jêrê raberî xwendevana dikin, şadetîke wê yekê ye. Dema Cegerxwîn di sala 1982-a da hate Sovyetê, ez li Lênîngradê, di mala Qanatê Kurdo da rastî wî hatim û min ev xebera wî ser qeytana dengnivîsokê nivîsî. Dûra min û zimanzan Çerkezê Reş bi hevra li ser van agahdarîyên mamosta Cegerxwîn nivîseke şirovekirinê amade kir û wê jî li vir pêşkêşî xwendevanan dikin.

Xeberdana helbestvanê mezin

Dînê kurda yê kevnar gelek bûne. Ji bo nimûne, ew dînê somarîya (1) û yê mîtanîya (2) va tê girêdanê. Ola kurda ya kevnare perçekî dînê zerdeştîyê ye (3), ku yê pêşin bû, ku got - xwedê qiwateke, lê kes nabîne (4). Ew ne dîyarî çava ye, veşartî ye. Wir tê gotinê, ku li cihanê destê wî dirêj e, yanî ew hemî karî dikare bike. Piştî wî ra ‹sa, Mûsa û Mehemed jî di çaxê xwe da gotine, ku xwedê yek e (5) û hemû karê dinyayê, xêr û şer tevda xwedê çê dike. Her yek ji wan dibêje, ku xwedê ji wî însanî xweş e, yê ku alîkarîya xêrê dike û ji wî mirovî ne xweş e, yê ku alîkarîya şerê dike. Ola zerdeştî da jî xwedê yek e, lê çend alîkarê wî-berdestê wî hene. Meselen, Zerdeşt dibêje, ku hevt berdestên xudayê xêrê hebûn. Navê wan jî hene, lê bîra min çûne (pirtûkekê da hene) (6). Berdestîyên xudayê qencîyê xêrê di nav dinyayê da dixwezin û dikin, lê berdestîyên xudayê şerê (xirabîyê) şer dinyayê da dixwezin vêxin û pevçûna, dijwarîya û neqencîya dikin (7). Û xwedê ser hemûyan ra ne.

Lê piştî êrîşkirina ereba ra dînê îslamê kete welatê me. Pareke gelê kurd-yezîdî ser dînê xwe man. Lê ne bi doz û daxaza dilxwezê Yezîdê kurê Muawî-Amawî (8), wek ku hinek dibêjin. Yezîdî yazdanî ne, yanî xwedêparêz, yên ku xwedayê Şems diparêzin (9). Ewana ser meshebê zerdeştî bûn. Paşê hinek ji ola mesîhî (dînê xaçparêzîyê) û ola îslamî xistine nava bîr-bawerî û awira xwe (10), lê koka ola yezîdîya ola zerdeştî ye. Berê kurd hemû zerdeştî bûn. Di hatina dînê musulmanîyê da leşkerên îslamê ketne welatê me. Ewên, ku gunda da bûn, cîyê wan deşt bûn, bi mecbûrî bûne musulman. Ewê li serê çiya bi gernasî şerê xwe kirin û ber xwe dan, ser ola yezîdî man (11).

Çar-pênc îmaretên yezîdîya pêşîyê zor şer kirine. Ceferê kurê Mîr Hesen, ku di çiyayê Dasinê da padîşahekî mezin bû, ereba ra şerekî mezin kirîye. Dawî wî xwe kuştîye, ji ber ku ne xwestîye têkeve destê dijmin. ‹mareta Mehmûdî yezîdî bûn, lê paşê, piştî şerekî giran bûn musulman. ‹mareta Bextîya li Bota dîsa yezîdî bûn, ew jî pey cenga ra bûn musulman. Eşîra Xaldî, ku dora Bitlîsê dima û nav da Rojkîya hebûn, eşîreke mezin û nav û deng bû. ‹mareta Becnewî yezîdî bûn, lê vê dawîyê bûn musulman. Heta Dimbilî jî yezîdî bûn, lê paşê bûne elewî (12). Evana hemî di kûraya Kurdistanê, di bin ola zerdeştî da mabûn. Lê hêdî-hêdî dîtin, ku ser wan zor û setem tê kirin û nikarin berepêş herin, mecbûrî bûne musulman. Hinek dibêjin, ku 200 hezar yezîdî mane. Lê bi bawerîya min, belkî zêdeyî mîlyonekê yezîdî hê di Kurdistanê da û ji wê der hene. Ew ne li ser hev in. Hinek li Sovyetistanê ne, hinek li nav Xerza ne, hinek li çiyayê Hevêrka ne, hinek li Şengalê ne. Hukumeta ‹raqê 500 mal niha ji Şengalê derxistine. Nava êla Milla da gelek eşîrên yezîdîya hene, meselen, nava êla Xidir axa da Şerqîya, Dina, Sohana hene. Çend eşîrên yezîdîyan yên mezin jî hene, lê navê wan gişka ne di bîra min da nin. Belkî yezîdîyên Şerqî jî hebin, ji ber ku Dewrêşê Evdî, yê ku gernasê sitirana bi nav û deng e, mezinekî yezîdîya bû. Wî dixwest paşayê Milla keça xwe bidayê, lê paşayê Milla bi fen û xapa ew da kuştin. Li deşta Dîyarbekir jî ez rastî çend gundên yezîdîya hatime.

Hinek dibêjin, ku yezîdî jî musulman in, lê derew e. Yezîdî kevnare ne, berî musulmana hebûne. Lema yezîdîya dibêjin: "Bi ela kim, tiştek ji feqîrtîyê pîstir tune, xêrî musulmanîyê". Belkî Mehemed hine gotin ji ola yezîdîya derxistibe (13).

Nasî - şirovekirina me

(1). Somarîya neteweke Rohilatê ya pir kevnare ye. Ewana hê hezarsalîya 5-a destpêkirî (berî dewrana me) li Mêsopotamîyayê jîyîne (di navbera çemên Dicle û Feratê). Hindava danûsitandinên somarîya û pêşîyên kurda da lêgerînên zanyarî yên zor ne hatine kirinê. Lê bi logîkî jî ji şikberîyê der e, ku di navbera wan da tevgirêdanên cihê-cihê gerekê hebana. Ewana bi temamî sînor-tixûbên xwe yên rohilatê û bakûr-rohilatê va tevî pêşîyên kurda gerekê ji sedî sed têketana nava danûsitandina. Herwaha îzbatîke dîrokî ya qebûlkirî ye, ku kudîya (pareke pêşîyên kurda yên hîmlî, ji navê kîjana êtnonîma "kurd" çê bûye) nîveka hezarsalîya 3-a ya berî dewrana me sed salî zêdetir padşatî li somara û akada kirine. Xweber femdarî ye, ku nav şertên awa da somara û pêşîyên kurda gerekê gelek tişt ji hevdu hildana. Hindava dînhebandinê da rastî jî pir mînanîhevtî dîhar dibin. Navbera qewil-beyt, dua-dirozge û edetên êzîdîtîyê û heykelên somarîya yên lîtêratûrîyê-dîndarîyê nolahevtîyên berçav hene. Ew yek him derecên nava da (Samas-Şemis, Dûmûz-Tamûz-Tawis), dinêfemkirina mîfolojîyê da (ji bo nimûne, mîfa erş û erdxuliqandinê) û xebernasîyê da (sîarû-sîyar, Tamûz-temiz) zelal xuya dibe. Hinek motîv têma û femdarîyên poêma somarîya ya "Gilgamêş" nav zargotina gelê me da têne parastinê.

(2). Bi navê "mîtanîya" Cegerxwîn "xurîya" (horî) tîne ber çavan. Ew gel nava dîrokzanîyê da herwaha bi navkirina "xurî-mîtanî" navdar e. Dewleta Mîtanî (Xurî, Nexreyna, Xanîgelbet) sedsalên 16-14-a da (berî dewrana me) li bakûra Mêsopotamîyayê saz bûye. Piranîya binecîyên wê xurî bûn, yên ku hê hezarsalîyên 4-3-a da (berî dewrana me) li ser axên Asîya Pêş dijîtin. Tu şik tune, ku danûsitandinên pêşîyên kurda û binecîyên Mîtanîyê six û pir awahî bûne. Hewaskar e, ku "‹ncîl"-ê da xurî û binecîyên dewleta Xêta yên hêla bakûr-roavayê cînarê wan têne navkirinê "kud" (heleqetîya "kudî-kud-kurd" hewceyî lêgerînên xusûsî ye). Nav çavkanîyên tîrnivîsar da tê gotinê, ku xêt (kud) ji cîkî mayîn hatine û dewleta wan jî tê navkirinê "Hatî" (raste-rast li xeber-femdarîya kurdî ya "hatî" digre). Navbera çavkanîyên xurî-mîtanîya û dînê xêta mîfologîya êzîdîtîyê da heqzande pir tevgirêdan dîhar dibin. Ji bo nimûnê: birq-birûsk wek "obyêkt"-qewmandina hebandinê nav xurîya da (û xêta da) hatîye qebûlkirin û qîmetkirinê û wek xwedêtî hatîye navkirin Teşûb (gelo gotina kurdî ya "teşî", ku mîna birqê zirav û dirêj e, ji vî navî nayê?). Hebandina birq-birûskê, tiştekî eyan e, heta roja îroyîn nav gelê me da hatîye xwedîkirin-parastinê ("bimbarekî", "bimbarekîyê hingavt"). Jina Teşûb tê hesibandinê xwedêya "malkir"- Xebat (Xêbat). Bi bawerîya me, gotina kurdî ya "xebat", ku zimanên sêmîtîyê da jî heye, hema xût ji wî navî tê. Dîyar e, ku gelek navên xwedêya dawî bûne gotinên sade. Navbera naverok û stîlîstîkayên têkstên xurî-xêta û yên êzîdîtîyê da jî nolahevtîyên "zexm" têne texmînkirinê.

(3). Dînê zerdeştîyê sedsalên 7-6-a da (berî dewrana me) li Mîdîyayê hatîye qeyde-qanûnkirinê. Sazkir-"teşkîldarê" wî dînî Zerdeştê kurê Porşev e (Puraşasta). Pirtûka dînê zerdeştîyê ya buhurtî "Avêsta" ye. Pir parên wê pirtûkê heta roja îroyîn hatine parastinê. Xwedîyê têkstên wê yên here kevnare , ku navê wan "gat", "gatha" ye (bi kurdîya niha-"gotin"), Zerdeşt bi xwe ye. Bingeha dînê zerdeştîyê ya sereke mazdêyî ye, kîjan hê ji sedsala 9-a (berî dewrana me) hatîye hesabkirinê wek dînê Mîdîyayê yê resmî. Dînê êzîdîtîyê (ola kurda ya kevnare) bi rastî pêl-"tamareke" dînê zerdeştîyê ye. Ev herdu dîn wek "kerên sêvekê" mînanî hevdu ne. Hemû komponêntên dinênasîyê, "îdêolojîyê" û ebûbetîyê va ser hevdu "dikalin". Em ser da zêde kin, ku alîyê lêksîkolojîyê da "zexîra" "Avêsta"-yê digihîje 4000 gotina, û ji wan tu gotin tune, ku zimanê kurda yê îroyîn da jî bi vî an wî awahî ne hatibe parastinê. Aha ev îzbatî ya here zor û bingehîn e, ya ku mak dike, ku dînê êzîdîtîyê pir kevnare ye, dîroka Mîdîyayê jî dîroka kurd û Kurdistanê ye .

(4) û (5). Gilî derheqa katêgorîya dînê yekxwedêtîyê da ne (monotêyîzm). Lê rastîya zanyarîyê ew e, ku nav tu dînî da yekxwedêtî tune. Timê jî hemû dînên hemcihanê da (îsayî, bûdayîzm, îslam) û ol-dînên cî da (yên lokal) rex xwedayên sereke usa jî hine xwedayên cihê-cihê û hebandinên wan dîhar dibin. Vêderê ‹sa-Kirîstos e, Mehemed-bingevanê dînê musulmanîyê ye, lê Mûsa (Movsês) rikindarê dînê yahûdîya ye .

(6). Navên wan xwedêtîyên dor Ahûra Mazda (xwedayê pêşin yê mezin) ev in: Vohû Manah (ruhê tarş), Aşa Vahîşta (heqîya baş), Xşatra Vaîyra (padşatîya qenc), Spenta Ermaîtî (milûkîya ziyaretî), Hewrwatat (tomerîtî), Emîrdat (enzelî). Evana gişk tevî Ahûra Mazda têne hesabkirinê hevt "Tiberkên nemirî". Û tiştekî text-bext nîne, ku goveka dînê êzîdîtîyê da jî "hevt mêrê (siyarê) dîwanê" hene.

(7). Vêderê gilî derheqa "dijminê" Ahûra Mazda (xudayê qencîyê yê sereke) Angra Manyû (Ahrîman, xwedayê xirabîyê û neheqîyê) û her sê êmanasîyayên wî da ne (Mitala xerîb, Rik û Qelpî). Ahrîman yekser heyetîya Ahûra Mazda ra ketîye qal û cengê. Bi gotina "Avêsta"-yê ev şer-dew wê bi serketina xwedayê qencîyê-Ahûra Mazda-ji dema Zerdeşt 3000 sala şûndatir xilaz be.

(8) û (9). Cegerxwîn zef rast texmîn kirîye, ku di navbera navê Yêzîd (Yazîd) û êtnonîma (xwenavkirina) Êzdî da (Yezîdî da) hîç heleqetîke dîrokîyê-gênêalogîyê tune. Nolehevtîya wan tiştekî text-bext, tewekelî ye, kîjan berê-paşê da alîyê şexsên dîndar yên qulixdar da hatîye karanînê wek firsenda "testîqkirina" esil-esasê êzîdîyê kurda yê erebîyê. Lê ev yek feşkirina îzbatîya ya eşkere ye. Ereb dikevine nava mala zimana ya sêmîtîyê, lê kurdên êzîdî û yên musulman ji mala zimana ya hindawropî ne. Tîpologîyayên ereba û kurda ya antropologîyê (merivzanîyê), miletzanîyê-êtnîkîyê jî yekser ji hevdu têne cihêkirinê. Navkirina "êzîdî" ji navê xwedêtîyên zerdeştîyê yê rem "yazad" pêşda hatîye (yazad-yazd-yazdî-êzîdî). Belê, "êzîdî yazdanî ne". Yazdan navekî xwedayê zerdeştîyêyî sereke-Ahûra-Mazda ye, kîjanî jî, bi îlankirina "Avêsta"-yê, yazad sêwirandîye. Navê dîn-hebandinê yê "êzîdî" sedsalên navîn da derkete meydanê wek êtnonîma êtnîkîyê, ji ber ku wan dema şerê dîn diçû. Bi vî awahî dînê xwexwetîyê (êzdîtî) derdikete dijî dînê ereba (musulmanî). Wakî mayîn gotî-peydabûna têrmîna "musulman" bi adêkvatîya moralî-psîkolojî têrmîna "êzdî" rakire himberî xwe.

(10). Cînartîya kurdên êzîdî ya dewr û zemana tevî xaçparêza û musulmana xweber hine êlêmênt-taqên dînên wan nav dînê êzîdîtîyê "xistine". Em wê jî bêjin, ku hê sedsala 3-a da nav gelê kurda da xaçparêzî belabûyî bûye. Bi gotîna dîrokzana heta sedsalên navîn jî li Kurdistanê dêrên kurda yên xaçparêzîyê hebûn.

(11). Vêderê Cegerxwîn pirseke dîrokî ya sext bi awayê sade şirove dike. Rastî gotî, ev pirsa motacê lêgerîna zanyarî ya hêja ye.

(12). Van malûmatîya Cegerxwîn ji pirtûka dîroknivîsê kurdî sedsala 16-a Şerefxan Bîtlîsî ya "Şeref-Namê" tîne (binhêr Şarafxan îbin Şamsaddîn Bîdlîsî. Şaraf-Namê, cild 1. Moskow, 1967, rûpelên 206, 327, 350, 406 û yên mayîn). Kurdên dumbulî yên hêla Dêrsimê xwe nav dikin zaza, an jî dimilî.

(13). Hine kurdzanên bi nav û deng (N. Mar, V. Mînorskî û yên mayîn) didine kivşê, ku rastî jî dînê êzîdîtîyê berê paşê da li Rohilatê tesîreke hêle ser hejên sêktantîyê û sîstêmên dîn-olî hîştîye. Belê komplêksa dinênasîya musulmanîyê da êlêmêntên êzîdîtîyê jî dikarin bêne cihêkirin-lênihêrandinê.

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.