Skip to main content

TÊKÇÛNA PEYMANA LOZANÊ NÊZÎK E ...

Berîya 82 sala di tîrmeha 1923 de li bajarê Lozanê li ser qedera gelê kurd neheqîyek dîrokî ya bi navê “Peymana Lozanê” hate îmze kirin.
Bi vê “peymanê” ku 82 sal li ser derbas bû, mafê gelê kurd yên neteweyî hate înkar kirin û ji bo asîmîlekirina gelê kurd siyaseta þoven û nijadperest hate fermî kirin. Cihê daxêye ku ev siyaseta, bi çavdêrîya hin welatên Ewrûpî hate pejirandin.

Bi vê peymanê û bi piþtgirîya hin welatên Ewrûpî, zilm û zordarî û êrîþên dewleta Tirkîyeyê ya li hemberî gelê kurd dijwartir bûye.

Peymana Lozanê neheqîyeke dîrokîye ku yek ji peymanên ku ne tenê perçekirin û dabeþ-kirina Kurdistanê herweha wek siyaset, înkarkirina gelê kurd bi fermî hate pejirandin.
Li dij derketin û Serîhildanên gelê kurd, bi þîddet û qetlîaman hate ”rawestandin”.

Dagirkerên Kurdistanê bi taybetî jî Komara Tirkîye, di demên cuda de li hemberî gelê kurd hin caran bi siyaseta zordarîyê, hin caran jî bi navê ”demokrasîyê” siyaseta xwe ya nijadperest meþandîye. Bingeha vê siyaseta jî her dem asîmîlasyon û înkarkirina gelê kurd bûye. Ev siyaseta qirêj ya Kemalîstan e ku, heta vê rojê mohra xwe li Komara Tirkîyeyê xistîye.

Nûnerên vê siyasetê ango yên Komara Tirkîyeyê her sal li bajarê Lozanê qaþo ”tunebûn an jî têkçûna Kurdan” pîroz dikin. Lê ew rastîyê naxwazin bibînin ku Gelê Kurd li ser pîyane û tu caran teslîm nebûye û herweha bi xebat û têkoþîna xwe li Kurdistana xwe xwedî derketîye. Mînaka herî zindî jî Azadîya gelê Kurd li Baþûrê Kurdistanê ye.

Ev xebat û têkoþîna Kurdistanîyan û deskeftîyên Baþûrê Kurdistanê ji dijminên Kurdistanê re dibe bersiveke fermî û ji raya giþtî re dide dîyar kirin ku ”Peymana Lozanê” jî nikarîbû doza gelê kurd ji holê rake. Me do jî vê Peymanê ne pejirandîye û îro jî em napejirînin û nas nakin.

Em wek PKE – Platform, Komîteya HEVKARÎ-Swêd û Komîteya HEVKARÎ-Almanya biryarên wusa yên li ser qedera Kurdistanê têne dayin protesto dikin û dibêjin ku, aþtî û aramîya Rojhilata Navîn bi destxistina mafên Neteweyî yên gelê kurd ve grêdayî ye.

2005.07.11
PKE - Platform
HEVKARÎ-Swêd
HEVKARÎ-Almanya

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.