Skip to main content

Di pist a qelsta hevîya sikestî...!!!

Havîne u germe.Di germ a havînêda xwîdan ji enîya merova diniqite.Lê zozan di hunikîya xwede cîye jîyanêye ku her insanek dixwaze li wir bîjî.Di bin konê resta dem xwes derbaz dibe.Li ber kaniyên ku ava sar jê dikise bal sivik dibe.

Gelo di rojevêda jî xwîdan li ser enîya sîyasetmedara kom buye a na?

Bersiv a vî pirsê gelek zahmete ku merov bidin.

Di hêlekîda êrisên Evdillah,di alîyê dinda êrisên tirka li bakur carek din bi pêk tê u rê u dibar li ber kurda di warê kar de tê birîn.Wek merov dikare li ser KURD-DER bisekîne.Cima ku di bîryar a dadgeha tirkande bi kurtî qerar hat standin ku kurd bila êdî di ruhê netewîtîyêde berfireh nebin.

Eskereye ku ji bo ê careserîya pirs a kurd legalîte nayê qebulkirin.KURD-DER karê xweye legal(eskere)nikare berdewamke.

Sîyaset jî wek partiyek xurt ne amadeye ku karê sîyasî bimesîne.

Wek berê, kar berdewame.

Ev chend rojin ku li Êwrupê jî xwazîyek di derheqê Lozanê de heye.Lê bê waxt jî merov nikare ku bilive.Cima sîyset a me kurda wîsaye?Di tengasîyêde dilive,sedem cîye?Careserî cawa tê dozkirin?

Merov dikare gelek sawalan ji xwe bike,lê ku bê bersiv ma ,wî waxtê di pist a qelsta jî hêvî namîne u diskê.

Cima ku pist qelsbe, bar nayê hilgirtin.Qudim diskê u hêvî ji wenda dibe.

Ez naxwazim kurd hêvîya xwe wenda bikin.Bê hêvî nabe.Rastîya merov ku zelalbe pirs u bersiv jî xwe dide ber.Rews a ku nuha em tedenîn ne pir bi dile.Her kurd di vî warêde wek hev difikirin.Wek em bêjîn tew ba tunne ku dar bilivin.Germ u tîn a havînê xwe daye ser.Ya star.

Carek din ji bo sîyasetmedarên kurdra dikarim ji dêla silavek germre bêjîm...

YA STAR...

Ji partîyan sixwe min dev berdaye u tu xwazîyek min jî nemaye...

Welatek bindest u 30 sal malweranî...dura ji bi navên xweyên delal hina henîn..

Ji boyê cî henîn...ez bixwe nizanim.Dibe kû insanên delal bersivek bidin.

Em bune qet qet.Ruhê me jî qet qetîye. Ne nanê garis u ne jî weris .

Xwedê jî rast nayne u hêvîya me jî êdî maye li ser sêl germ a germ.

Gelo li ser enîya te jî hinek xwîdan kom buye a na?Zozan tê bîr a te...!!!.

Pismamê delal Xalit te dighot"Heta ku pozê merova nesewîte, merov nabe mêr."

Ez bawer dikim ji bo sewîtandin a poz,di germa havînêde zozan tê bîr a me.

U hinek din jî germ lazime.Mal a me xira buye u aqilê me jî wenda buye.

Carek din YA STAAAAAAR...!!!!

Cuyîna nivîsa we

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.