Skip to main content

Şehîd,axa me rehber,dît

Serokatiya rêzdar Kak Mesûd Barzanî li Kurdistana fidiral û dimokratîk de li hemû azadîxazê kurd û cihanê pîroz be,paşî salê dûr û dirêj,arezûya mezine gelê me hat dîtin,heyva 14ê bin evra derket û mala me rûnahîya xwe da cihanê, rûnahiya çiraya taze li hemû malê kurdan re pîroztir.

Şehîd, axa me rehber,dît
Gelik mesrûr û keyfîne

Rehînê xwîna şîrîne
Lema ev renge, rengîne

Hemû zarûkê kurdistan
Li şehr û gund û şaxistan

Bi armanca te keyxoşin
Ku avata te bû hingî

Te bo vê can beden der kir
Li nav xwînê de razayî

Heta roja ko can cismê te kirneder
Nigehban bûy li axa xwe

Şehîdê milk û mala me
Kesanê ku bi hîva bûn

Bibînin rojekî rojîn
Li axa kurd û Kurdistan

Bi bayek nerm ala me
Li ser malan biket reqsê

Dorişma me cehanî bit
Bi kurdan bêje mebrûkon

Enan û Bûş û şahê din
Li dinyayê bi şahê me

Mobarek bayîyek gotin
Devê her nakesan sotin

Hemî kom bûn li Hewlêrê
Li mala parlimana me

Dibin mêvan dibin mêvan
Mobarek kin serokê me

Serokê karvanê arezûya kurd û Kurdistan
Mibarek ser mibarek bit

Serê me ser weten her roj vekî ser sal û salê nû mibarek bit
Gelo îro li te Bexda û Tehran û Sitenbolê mobarek bit

Dema ala me ser şehrê Mehabadê direxşan bû
Û Qazî pêşevayê me

Tu zarû bûy û çavê te bi alê bû
Nikarî dûrî armanca şehîda bî

Tu ser binçîneyek pakî
Tu nesla Mostefayê babê kurdayî

Mibarek bit li te tacê şehê kurda
Li kurdan tu mibark bî

Tu bûyî canişînê Şêx Obeydillahê şemzîna
Û babe xwe û Qazî, Şêx Seîd Pîran

Qezaqistan û Qefqazê heta devra sipî behrê
Bite şadin,eva dengek mezin bo te

Bira,Kake, te dengê xort û lavê me
Kire mêze li cejnê deş

Li ceşna tac û textê me
Mehabadê û şehrê din

Li Binxetê û Amêdê
Evanê ku Herîmê pîçekê dûr bûn

Bi darê pasebana bûn kebabek din
Ser û pişt û teniştê genc û levê me

Ku bo beşdar cejnê bûn?!
Ku bo beşdar cejnê bûn?!

Meger tu bûyî pêxember Medînê da
Ku kafir Mekkê da bukjin mosilmana?!

Eve cara evil nîne
Ku ceşna me dibe jehrek

Û tên kuştin û tên girtin
Li keyf û şahî û ceşna

Li qernê irtibatatê
Bi bêdengî,diçin hebsê

Nikarin bidne nîşanê
Birîna xwe

şikandin dest û pê û ser
Sero,ez bêjme kê îro?

Evanê ku bidarê zolmê êxistim
Li bajêran tek û tenha

Meger harî mi ket
Dengê girîna dayika xemxar

Bi mezlûmî
Û pir rondik

Me nîne resma firmêskê
Kû nîşanê cehanê din

Evan istêrê rijyayî
Bi destê korê bêaqil

Li kîj taxê cihanê de miriv ceşna xwe mehrûmin?!
Li tazî,şîna mehrûmin

Şehîdê me li ser erdê
Nikarin bikne bin axê

Gunehkarin eger bêjin mibarek bit
Eger miryê me mir, bêjin serit xweş be?!

Emê te her mobarek kin
Mibarek rê û resmê te

Me hay û hoyî rêka xwe
Feravan dîtine lavo

Misala kelbi la yelhes
Û yelhes her vekî yêkin

Li keçkê xwînê natirsin
Li birsî bûnê napirsin

Sokana kiştîyê bigre
Bibe aramişa sahil

Bira,lavo
Hemû kurdan bi yek çavî bike mêze

Mibarek bit
Te ew peymaneya işqê

Li te textê kîyanî bibte mimbarek
Serok Mesûd, dilê kurda bite rone

Bila her va bimînit ew
Omîda van tu xweştir ke

Nehêle çilmisin gul vê gulistanê
Nehêle dengê bilbil bibte xamû?î

Civane gul herîma me
Li van bilbil mobarek bit

Kilîda baxê pir gul dane destê te
Emanet destê şahê me mobarek bit

Yeqînen ez dizanim mîr vaqif bû
Ku dê şêvra mezin bo xwe miheya ket

Li zanayê ku teqdîrê
Bi koncê dûr havêtin

Tifaq û yekdilî,yekcar pîroze,mibarek bit
Seyid bavirke Mîrê me,bi tiblê kirye ew gostîl

Seyid Feysel Moctevî
Senendec 2005-06-17
Helbest : Nû
[email protected]

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.