Skip to main content

YÊN LI BENDA GODOYAN…

Li riya serxwebun u azadî da, xebat u tekoşîna gelê, Kûrd bê mînak u bê hempeya. Xebata dehan sal, virankirin, qirkirin u talana dehan sal, kû ji alîyên dûjminên dagirker li dijî gelê Kûrd bê westan hatîye me?andin agiri azadî u serxwebun ji dilê vî gelê hêjar u xweragir u egîd dernexistîye.

Bê gûman pêvajo ya îro her çika mercên pir baş hanîye holê jî, em ne amadene, ji van mercan sud (qezenç ) bistînên. Ev nexwşîya me, îro peyda nebîye, Mamostayê mezin Ahmedê Xanê demê xwe ev nexwêşîya me pir xweş hanîye ziman “ Rehberek u Serokên me Hebuna“ .

Belê ev pirsgirêka xebata rizgarîya netewa Kûrd hêjî berdewame. Gawa mirov rewş u gûhertinên li ser rûyê Dûnyayê dinêre miro divê “ Sed heyf u mixabin “ kû em ji vê rewş u pêvajoya ba? nikarin li gor berjewendîyên gelê xwe bikar bînên.

Partî, rekxistin u rew?enbîran, dev ji xebat u tekoşîna netewa Kûrd a Bakurê Kurdistan berdane, divêjin va hatin godoyên me Serok u Rehberin Başurê Kurdistan, Serok u Rehberên Başurê Kurdistan jî dev ji berjewendîyên ev gelê hêjar berdane, ketine derdê berjewendîyên taybetî u hîzbî u yekîtîya Êraq`ê.

Hîç partîyek yan rewşenbirek kû vîjdanê gelên, bi çawek rastî pirsgirêkên Bakur u Başurê Kurdistan naynin ziman u rastî ji Gel vedişêrin. Li hember gel du Rutîyê dikin.

Demê Partî u rewşenbîrin Bakurê Kurdistan rastîya Başurê Kurdistan bînên ziman, ewê du rutîyên wan derkeve meydanê u berjewedîyên wan ê taybetî u jîyana wan xweşik u rind bikeve xeterîyê u asalaleta wan li erdê kaş bive.

Li alîyek bê zahmet, bê hêjarî jîyana xwe ya xweş bi domînên li ser mêzan qedehek awa behiştê ( şerab ) vexwen u li alîyê din jî gel bi GODO`ya bixabînên.

Ev rew? u pêvajoya xeyaletan u derevan pêvîste bi vî şeklî nedome, ( li Bakurê Kurdistan bi mîlyonan mirovên Kûrd li ber hebun u tunebunê li jîyanekî sext da dijîn ) pêvîste perda ( Maske ) sextekaran u derevcîya vere xwarê u rastî derkeve meydanê!

Ji bo vî, ji mera, ji bo pêvajoya serxwebun u azadîya Kûrd u Kurdistan, erkên herî girîng u mezin daye li ser pişta şoreşger u sosyalîstan. Çarenusa mîlyona Kûrdin bindest, hêjar u zahmetkêşan li destê me sosyalistan daye, lê mixabin em şexs u hêzên şoreşger-Sosyalist ketine şerma xweparastin...

Ji bo layanê çep u sosyalîstên Kurdistanî lêkolînekî nu rêkxistinek xurt pêvîste. Pêvistî u erkên herî giring, ji alîyek bê tirs u bê şerm raste rast li ser pirsgirêkên xwe ê rêkxistinî bisekinin u ji alîyên din li ser têklatîyên xwe ê civakê çava ji nu va avakin! Bisekinin u gengeşe bikin. Yên êrîş tîne ser şexsîyet u hêzin Sosyalist, dixwazin bêrêkxistinî li nav gel belav kin u Gelê Kûrd li dijî dijminê dagirker dewleta Tirk bêçek u lawaz ( qels, zayif ) bikin.

Pêvîste em şoreşger u sosyalîstên Kûrd, xwînmijan ji pişta xwe bavêjin rêkxistinek xurt u çalak awakin u bêjin GODO emin u GODO´yên din tune...

rojhatbadiki@hotmail.com

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.