Skip to main content

Rizgarî Online ji nû ve dest bi weşana xwe kir!

Mêvanên Brêz ya Rizgarî Online yê

Kurdistanîyên Hêja,

Herçewa ku we jî ji hinek nûçeyên medyayên tirkan tê derxistîye, eva demekî dirêje dewleta Komara Tirkîyeyê, ji weşanên Malperên Kurdan yên bê QEDEXE û bê SÎNOR ne rehet bibû û ditirsîya.. Dîsa eva demeke medyaya tirkan didan xuyan, ku hem berpirsên hikûmeta Tirkîyeyê û hem jî yên Genelkurmaya wan li dij Medyaya Kurd, nerehetîya xwe dîyar dikirin û planên xwe paraztinê dikirin. Qet şik têde tune, ku sebeba nerehetîya wan ya esasî, weşanên Înternetê ya Kurdan ya, ku li dij dezînformasîyon û manupûlasîyona medyaya Îkîtêllî û Îmralî ye. Xeyn ji weşanên TV’an; Civata Kurd ku heta niha bi sansur, qedexe, ceza û çavtirsandinê derûdorê wî hatibû girtinê, mirov dikare bêje, ku xeyn ji îdeolojîya dewletên dagirker, cara yekeme ku bi rêya Înternetê bi weşanên Malperên Kurd, gihîştine îmkanên agahdarî û fêrbûnên rast, fireh û taze.

Ev destkeft ne tenê li Bakûrê Kurdistan, li seranserê Kurdistan tê bikarhanîn.
Komara Tirkîyeyê baş dizane ku heta di serê civaka Kurd de HEGEMONYEYA ÎDEOLOJÎK bi dest nexe, nikare HEGEMONYEYA DAGIRKERÎYÊ bidomîne. Ji ber, ku di cepha şerê îdeolojîk de zû û bi metirsîyên kêm û her roj berfirehtir dibe û di şikandina hegamonya îdeolojîk ya dagirkeran de rolekî sereke dileyîze, dihate zanîn, ku dê KT êrîşên kontra bibe ser Medyaya Kurd ya Înternetê.
Herçewa, ku hûn jî dizanin, di destpêkê de rîşên, ku ji alîyê KT ve dihatin bi awayekî ecemî û lokal destpêkir. Çiqasa tesîra Malperên Kurd zêde bûn, ew qasa êrîşên wan jî zêde bûn. Her çen di vî pêvajoyî de hinek êrîş hatin ser Malperên Kurd jî, tesîra Malperên Kurd her roj mezintir dibû. Eva, ne bes ji bo civaka Kurd wiha bû, her wiha ji bo lîberalên Tirk û hinek ajansan ra jî bû serkanîya nûçe û zanyarîyên rast. Bi van pêşveçûnan re, êrîşên li ser Malperên Kurd jî bi awayekî sîstematîk, bi plan û profesyonelî pêşve diçû.
Êrîşên li ser Malpera me û hinek malperên Kurd, ku alîyê KT ve bi planê rûxandinê piştê demekî weşana me di 11.12.2004 de ji alîyê şirketa HOSTING ku em bi wê ve girêdayî bûn hat rawestandin. AWAYÊ rawestandina weşana me û SEBEBÊN ku DÎYAR DIKIN, dide dîyar kirin ku di navbeyna dewleta Tirkîyeyê û şirketa HOSTÎNG ku me ji wan xizmeta weşandinê kirîbû de HEVKARÎ hebu. Wek, ku me li jor jî îfade kirîye, armanc û sebebên êrîşan kifşin..
Mixabin, ew ewlekarîyên teknîkî li dijî êrîsan ku me hilgirtibun têrê weshanekî bi ewlekar nekir. Dema êrîsên dawî ya meha car destpêkirin, di heman demê de me bi rêya serverekî din û her wisa bi malperekî ku me wek cîgir li destê xwe da amade kiribu, xiste wesanê. Ew maler ji malperê berê zuttir wedibu. Lê êris gelek dijwar bu. Mirov dikare bêje êris ji alîyê hezeran komputuran ve destpêkiribu û servera ku me nu kirê kiribu dijî van êrîsan têrê nekir. Helbet hêdî webuna malperê û her wisa wenda buyîna hin arsivên malperê de kêmasîyên me yên teknîkî jî hebun...
Ji sebebên êrîsên dawî em mecbûr man me wesana malperê rawestand. Li gor agahîyên webmastera me ya berê, malpera me li nav navenda êrîsan de bu. Hêj jî ji bakurê Kurdistanaê û ji Tirkîyê têketina malpera me qedeye ye. Mêvanên malperê û besdarvanên Foruma Gengesîyê nikarin bikevine li malper û forumê. Helbet hin rê yên ku me li jêr destnîsankîrîye, mirov dikare bi van rêyan bi kar bîne û li dij qedexekirina Komara Tirkîyê bikeve malperê..Her wisa dijî êrîsên KT serlêdana me yên hiquqî berdewam e. Divê raya gistî ya Kurdistanê li dij van êrîsan bêdeng nemînin û hiquqnasên Kurd divê di wî warî de harîkarîya me bikin..

Di encamê de;
Me ne xwest ku li dijî van êrîsên dijwar de wek bi rêya malperekî hêsan berdewamî wesana xwe bikin. Ji bona wî jî me xwest ku hazîrî û lêkolînekî berfireh biken û pasê ji nû ve berdewamî wesana xwe biken..Servera ku me kirê kirî li dijî êrîsan de zêdettir ewlekar, zêdettir berfireh e û her wisa ji gelek malperan zuttir wedibe. Li ser dizayna malperê de jî me hin guhertinên nû ku him ji ceribandinên xwe yên berê bi dest xistibu û him jî hin pêsnîyarên dost û hevalan kiribun, me anî li ber caw. Karên teknîkî yên nû hêj jî berdewamin û li pêserojê de jî wê berdewam bikin. Ji boyî mêvanên malperê re armanca me ew e ku, ji hîn malperekî ewlekar, hîn xwes xuya bike û zu webe ..Em hêvîdarin mêvanên malperê wê carê wê ji malperê begem bikin Helbet em tika dikin hun mêvanên malperê, wekî her tim li gel pêsnîyarên xwe bi me ra bun, pêsnîyar û rexnên xwe kêm nekin..
Em spasiya xwe ew dost û hevalên dikin.
.Ji dema ku malpera me hatîye girtin vir de em sipasîyên xwe pêşkêşê wan Kurdistanîyên ku van rojên teng da, ku çi bi têlefon û çi bi e-Maîl û çi yên, ku di forumê de bi nivîs piştgirî û dostanîya xwe kêm ne kirin, dikin.
Bi hêvîya Kurdistanekî Azad..
Li ser navê kedkarên malperê
Edîtora Rizgarî Online
Mustafa SARICA
Mail: [email protected]

RIZGARÎ ONLINE adresi: www.rizgari.com û www.rizgari.org

Navnîşana Foruma Gengeşîyê : http://f24.parsimony.net/forum58919/index.htm

LI DIJ QDEXEKIRINA MALPERÊ HUN LI ÇAWA DIKARIN BIKEVIN LI MALPERÊ?

Ewe demekê dûr û drêje êrish û qedexekirin li ser him malper û him jî foruma me da heye. Li Tirkîyê û Kurdistana Bakur ji alîyê dewleta Tirk filte danîne li ser forum û malperê. Ji bona wî jî gellek welatperwerên Kurd nikarin bikevin li forum û malperê.

Li dij van astengîyan hun dikarin bi rêyên/navnîshanên ku me li jêr nîshan dane ve bikevin li malper û li forumê..
http://webwarper.net/ww/~GZ/http://www.rizgari.org
http://proxify.com/p/011110A0000110/ http://www.rizgari.org
http://anonymouse.ws/cgi-bin/anon-www.cgi/ http://www.rizgari.org
Li dîsa hun dikarin ji ber valahîya di van navnîshana http:// ê “www.rizgari.org an jî www.rizgari.com ” binivîsin.û bikevine li malperê Ew tedbîra hanê hun dikarin navnîshana forumê jî binivîsin û bikevinê..

Ew navnîshanên ku me li jêr nîshanî we dane, hun dikarin vana qeyîdê Favorits(Navnîsnên ku zêde tên bi kar anîn) ê bikin. Her tim hun dikarin bi harîkarîya van rêyan ve bikevine forum (an jî malperê)
http://proxify.com/
http://webwarper.net/
http://anonymouse.ws/
Lê dîsa heke hûn nikaribin bikevin li serûpela li malper û li forumê, hun dikarin bi rêya motorên lêgerînan wek di besha Google ê ya “free anonymizer” an jî “free web proxy” ve navnîshana forum an jî malperê binivîsin û bikevinê..
Em hêvidarin hunê biserbikevin..

Navnîshana malperê: www.rizgari.com û www.rizgari.org
Navnîshana Foruma Gengeshîyê: http://f24.parsimony.net/forum58919/index.htm
Qedexekar ne we û ne jî me nikarin bidin sekinandin!

Bi hêvîya Kurdistanekî Azad..

Li ser navê kedkarên malperê
Edîtora Rizgarî Online
Mustafa SARICA
Mail: [email protected]
Tebîni: Bi kerema xwe van navnîşanên li jorî (LI DIJ QDEXEKIRINA MALPERÊ) ji heval û dostên xwe ra jî bişeynin..

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.