Skip to main content

Neteweya Kurd OUT Hemwelatîyên esil-Kurd IN û Girtina I Güçlü

Kurdên Bakur hatine ber duriyanekê; wê wek miletekî an hemwelatîyên Tirk ên esil-Kurd tev bigerin ji nuha û pey ve? Hemû ?er û pevçûn, manîpulasyon û propaganda, înformasyon û desînformasyon, kampanya û dij-kampanya, hwd li gora vê tên kirin.

Dewleta Tirko ji vê xwe? haydar e û bi plan û program wek zanan tev digere ku di vê duriyanê de Kurdan ber bi rêya hemwelatîbûnê bidehfîne û ji rêya netewebûnê bidûr bixe. Li gora wê dizane ku divê kengî li kuderê bixe, û ku dem tê û keysê pê dibîne, bê dudilî lê dixe.

Li hemberî vê, bê guman divê Kurd jî tevgera xwe bilez ber bi netewebûnê dehf bidin. Lê di vir de dewletê avantajek bidest xistiye; tevgera siyasî ya Kurdên Bakur a herî xurt ji serî ve xistiye destê xwe û wê ji bo ku bi mejîyê Kurdan bilîze bikar tîne. Bi rêya serî bi vê tevgerê daye qebûlkirin ku Kurd divê doza netewebûnê nekin û wek hemwelatîyên esil-Kurd tev bigerin. Di vir de ji bilî hin nuansan û ku ew ê kengî çi gav bên avêtin, meriv di navbera wan de tu dijîtîyên xurt nabîne, qet nebe di alîyê teorîk de; perwerdekirina bingeha tevgerê li gora vê perspektîvê bê guman dem dixwaze û wê carina hin pirsgirêk jî derkevin.

Îcar li pê? vê hevkarîyê hin kelem hene, her çiqas ne bihêz bin, pi?tgirîyeke girîng a gel bo wan tunebe û an bêrêxistin an jî bêserûber û bela-wela bin jî, hin kesayetî, derûdor, rew?enbîr, hwd di vê duriyanê de hîn jî doza rêya netewebûnê dikin û hewl didin ku propaganda vê bikin, gel ji vê rêya duriyanê haydar bikin.

Birêz Îbrehîm Guçlu yek ji wan e û bi gelek hêncetan (wek gotûbêjên TV, axaftin û daxuyanîyên çapemenîyê, xebatên komelî (Kurd-Der), ên partîyî (Hak-Par), hwd her weha xebat û çalakîyên xwe yên berê diyar kiriye ku ew ji rêya netewebûna Kurdên Bakur dernakeve û wê di vê rêyê de têko?îna xwe ya demokratîk bidomîne. Ji lew re dewleta Tirk wî û kesên wek wî kelemên li ber xwe dibînin, ji ber ku helwestên wan diyar dikin ku ew doza Kurdan wek doza miletekî dibînin.

Divê meriv di vê çarçovê de li girtina birêz Îbrehîm Guçlu binêre û Kurdên neteweperwer bê dudilî li dijî girtina wî derkevin û doza rizgarkirina wî bikin. Di vir de îro ew e, sibe bê guman wê kesekî din be, Dewleta Tirk wê tucarî ji van kes û derdûdorên lijorgotî re teqsîr neke. Ji ber vê yekê, ji bo pi?tgirîya kek Îbrehîm ne pêwîst e ku meriv ji derdora wî ya siyasî be, dibe ku di warê siyaset û rêxistinan de cûdatîyên meriv hebin, lê ev duriyan tûj e û zêde fitlekan ranake, divê Kurdên neteweperwer, Kurdên ku doza Kurdên Bakur wek dozeke neteweyî, dozeke millî dibînin, di vê çarçovê de zelal bin û dudilîyan nekin. Ez jî di vê çarçovê de pi?tgirîya xwe bo birêz Îbrehîm Guçlu diyar dikim, banga berdana wî dikim û Dewleta Tirk ji bo vê kirinê ?ermezar dikim.

Rojan

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.