Weki tu jî dizanî ev nêzîkî 20 salin Kurdistana Başûr
azad bûye.. Di nava bîst salan de karbidestên Başûr dikaribûn gellek tişt bikirina..
Dikaribûn girûgiriftên serekî ên zimanvanî di nav van 20 salan de heta radeyekê çareserbikirina..
Derfeteke zêrînî bû û hêj jî ev pêvojaya berdewam dike... Karbidestên Başûr dikaribûn/dikarin seferberîyek giştî ji bo zimanê Kurdî û taybetî jî ji bo zaravê Bedînî rabigihênin.. Netewe bê ziman nabe... Ziman hîmê serekî ê netebûnê ye... Lê heta niha Kurmancîya jorê li Kurdistana Azad wekî sewî maye û hinek kesên nezan û navçegir jî li ser "edebîbûn" û "edebînebûna" zaravên Kurdî diaxivin û dinîsin... Bir rastî jî ji bo netewa Kurd ev tişta hanê cîyê şermezarîyê ye...
Gelê Kurd sedan salan li dijî neyarên Kurd zimanê xwe û zaravên xwe parast, lê îro bi navê Kurdayetîyê hinek Kurd radibin qala tiştên wisa dikin..
Birîna min nekol e!!!
Êvarbaş!!
Silav
Aso
Dubare
Kek Berwarto Êvarbaş,