Skip to main content

Anonymous (not verified)

Sat, 2010-03-20 14:55

Ez zarok bum, berxvanek hurik bum li ber birê berxan. Pîrika min ewa bi rumet, sibeh zû rabû û çolik û nan kir hebana min. Gote min; "Neroza te pîroz be! Berxê min" ez maç kirim û du cî şekirê navkaxizan kir ceba min. Min peyva Newrozê, ji pîrika xwe ya rêsen girt. Dema kû Newroz ronahîya xwe û di ronahîya xwe de tîna xwe dide min, pîrika min tê bîra min. Ez wê bi bîranîn dikim. Ew bû rêvebirê min. Dîroka kesayetîya min, bi peyvên xwe yê şîrîn ava kir destpêka jîyana min. Hinek jî di civaka me de; hebun û avabuna xwe bi serokan tînîn zimên. Ger kesayetî bi serê xwe be; ez bejim baş e, mixabin dîroka gelenperî be, ez ne tê de. Rehm li pîrikên Kurdperwer be ku wana fikr û raman anîbun ziman. Tede helwest, tede hezkirin, tede azadî, tede dilşewatî. Sibeh Newroz e û Newroz pîroz e! Newroz ziman e, Newroz jîyan e, Jîyan bê serokan dibe lê bê ziman nab e. Ziman ku wenda be serok namîne, serok ku bimre; ziman berdewam e. Newroz ziman e\ Newroz îzan e/ Newroz azadî ye/ bê azadî jîyan mirin e, koletîye, bindestîye. Her bîjît Newroz, her bîjît di Newrozê de Kurdperwerî.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.