Skip to main content

ZANA XANÊ (not verified)

Tue, 2008-10-21 01:00

[center][size=x-large][color=#CC0000][b]TEQEZ BÛ KU AV LI SER MARSÊ (MERÎXÊ) HEYE[/b][/color][/size][/center] [center] [img]http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/7/76/Mars_Hubble.jpg/250px-Mars_Hubble.jpg [/img][/center] Aleta ji nav hevderxistin kîmawî ya ku bi firgeroka amerîkî ya alî re ye, ya ku bi navê fonêksê tê naskirin, ku berî mehekê li kumka bakur a Merîxê (Marsê)danî bû, da xuyakirin ku av di bin xaka wê deverê de heye. Destê alî yê fonêksê kulmek qûm ji binê pênç santîmetran rahişti bûyê û fehs kiribû û li hebûna avê rast hati bû. Bê gûman di cara bê de, wê vekolîn bibe, ka gelo jîndarî di dema anha de yan di dema bûrî de, li ser Merîxê peyda bûye yan na? Tevî ku pirr tişt nîşana hebûna jiyanê didin xuyakirin,lê ta nuha jî tiştekî wilo berçav wek peydabûna baktêrya ne hatiye ber çavan. Berî çend rokî, fonêksê barandina berfê li ser Merîxê dîti bû, lewra zanyaran karê mabûna wê dirêj kirin û dibêjin: berdewambûna karê vê firgeroka ezmanî, wê di mehên zivistana Marsê de, têkeve nava tirsê de û dibe ku ni karibe xwe li hevber sarbûna wê bêhtir ragire. http://tw.youtube.com/watch?v=5UmRx4dEdRI

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.