Skip to main content

Anonymous (not verified)

Thu, 2008-07-31 19:56

Îro Civata Parêzgeha Kerkûkê civîneke awarte saz kir ku tê de endamên civatê daxwaz hate kirin ku bajarê Kerkûkê vegere ser herêma Kurdistanê.Ev daxwaz di yadaştekê de hate ragihandin ku îmzeyên 24 endamên Civatên Parêzgeha Kerkûkê li ser e û piştî civîna awarte di civîneke çapemeniyê de ji aliyê endamên civatê ve hate xwendin.Fermûn teksta vê yadaştê: Ji bo serokê civata parêzgeha Kerkûkê Babet, daxwaza vegerîna parêzgeha Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê Em wekû endamên Civata Parêzgeha Kerkûkê daxwaz dikin ku parêzgeha Kerkûkê vegere ser Herêma Kurdistana Iraqê. Em li gor madeya 2-yê ji birgeya 3-yê ya yasaya hijmara13-yê 2008 a rêvebirina teybet ji bo avakirina herêman, daxwaz ji we dikin ku , di demekê de ku eger hat û Hevpêmaniya Kurdistanê li ser pêkanîna qanûna hilbijartinên civatên parêzgehên Iraqê bi awayek ku guncan be digel destûra Iraqê, digel aliyên din ên nav Parlamentoya Iraqê li hev nekir, vê daxwaza me bigihînin Parlamentoya Kurdistana Iraqê. Digel rêzên me 24 endamên civata parêzgeha Kerkûkê

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.