Kurdistanî - SEROKATÎYA HERÊMA KURDISTANÊ DAXWAZ KIR KU EW HERSÊ GEŞTEVANÊN ALMANIYAYÎ BIHÊN AZADKIRIN 12-Jul-08 [17:50]
PNA – Serokatîya herêma kurdistanê daxwaz kir, ku divê zû bi zû ew hersê geştevanên Almaniyayî yên revandî bihên azadkirin. Ev hersê geştevanên Almaniyayî jî berî çend rojan li bakurê kurdistanê hatin revandin. Serokatîya herêma kurdistanê evroj daxuyannameyek belav kir û danek jê gihijtiye ajansa PNA û tê de hatiye, ku serokatîya herêma kurdistanê revandina ewan hersê geştevanên Almaniyayî bi dijwarî riswa dike. Daxuyannameya serokatîya herêma kurdistanê da zanîn, ku ev karê han ziyanê digihîne doza kurd.
Di beşekî evê daxuyannameya herêma kurdistanê de hatiye, ku ev karê han ziyanên mezin digihîne doza kurd û gerek ew geştevanên Almaniyayî yekser bihên berdan.
Berî çend rojan ew hersê geştevanên Almaniyayî li devereka çiyayîya bakurê kurdistanê hatin revandin û hukûmeta Turkiye jî dibêje, ku ewên ew revandine çekdarên PKK ne.
Hukûmeta Almaniya jî daxwaz kiriye, ku divê ew hersê geştevan zû û yekser bihên azadkirin.
SEROKATÎYA HERÊMA KURDISTANÊ DAXWAZ KIR KU EW HERSÊ GEŞTEVANÊN A