بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

VEBÛNA ZAGROS TV Û PÊ?KETINÊN NÛ…

VEBÛNA ZAGROS TV Û PÊ?KETINÊN NÛ…

Dawîyê dawî de Zagros TV li ser satalayta Hotbirtê dest bi we?anê kir. Ev pê?veçûn bo cihana Kurd bi rastî jî zor girîng e. Cihe medya di roja me de gelek girînge vê girîngî bo Kurdistanîyan hîn zêdetire. Rew?a rojnamegerîya Kurdî li Kurdistana azad em dikarin bêjin gelek ba?e lê televîzyonvanîya Kurdî ne ewqas asteke bilinde ye .Heta bi %100 serbixwe bûna Kurdistan divê medyaya Kurdî gelek karên ku dewlet dike divê ser milên xwe bigre.

Di serî de diplomasî, pê?xistina çand, huner, muzîk, ziman hwd... a Kurdî. Divê bi dehan televiyonên Kurdan avabibe. Kurdistana Ba?ur de bo pê?ketine mediayaya Kurdî bingeh diruste. Û hêdî hedî jî dezgehên nû tên vekirin. Pi?tî serxwebuna Kurdistanê jî mediyaya kurdî felsefeya xwe divê avayekî neyinî neguherîne pê?ketin û dewlemend buna Kurdistan û çanda Kurdî û civaka Kurdî hewl bide.Bi wan re girêdayî rojnamegerîya Kurdî,kovargerîya Kurdî û we?anên Kurdî ên înteraktîf jî ewê pê?vebiçe.Li Kurdistana Azad de bingeh bo pê?ketinan diruste.Her roj derbarê pê?ketinek nû de nûçeyek tê.Nûçeya herî dawî ku -bo raya min gavekî girîng bû- biryara damezrandina xaneya destnivîsê Kurdî bû ku bo parastina destnivîsên Kurdî zor girînge û bo zimanê Kurdî pê?ketinek gelek girînge.

Vebûna Zagros TV pi?tî hilbijartina Br.Mesud BARZANÎ bo Serokatîya Dewleta Federe a Kurdistan û hin pê?ketinên din ku di siyaset,diplomasî û hin warên din de pêkhatiye, xelatek bû û keyfxwe?îya Neteweya Kurd ge?tir kir. Zagros TV di medyaya Kurdî de valahîyek tije dike. Lê ne bese .Li gel kêm bûna amûrên ragihandinê di serî de kêmbûna televîzyonên Kurdî, Medyaya Kurdî de kêmasîya herî mezin nebûna profesyonelbun e .Divê vê ke?e were çareser kirin. ZAGROS TV ji Kurdistana Ba?ur we?an dike. Ev yek gelekî girînge çunke divê medyaya Kurdî di axa xwe de pê?bikeve. Gelê Kurdistan li benda televîzyon, rojname, kovar, malper, radio bi gi?tî dezgehên nû ên medyayê ye. Em wisa hêvî dikin ku ZAGROS TV di xeta serxwebuna Kurdistan -NE TI?TEKÎ DIN- bime?e û berjewendiya bilind a gelê Kurd li ser her ti?tî bihesibîne. Gelê Kurd derdorên ku berovajî vê yekê tevdigerin bêguman bi avayekî tund mehkum bike.

Niha 7(Kurdistan TV,Kurdsat TV,Zagros TV,Rojava TV -tenê rojên înê we?an dike-,Me TV,Roj Tv û tevî Seher TV) TV û 8 radyoyên Kurdî ser satalaytê we?an dikin.Her wiha kêm-zêde tevahî 40 rojname(ji wana 2 heb rojaneye, li Kurdistana Azad we?an dikin û piranîya rojnameyên Kurdî li Kurdistana Azad we?an dikin),400-450 kovar(piranîya wan kovaran li Kurdistana Azad we?an dikin) û nêzî 40-45 portala dengûbas-nûçe ser înternetê we?an dikin. Li gel vê yekê Rojhilata Navîn 50 mîlyon kurd hene. Bi kêmanî 35 mîlyonê wan zimanê xwe gelekî bi hêsanî qise dikin.Zimanê Kurdî bi hezaran salê di wêjeyê de û bi avayekî nivîskî tê bi kar anîn.Kurdî li Kurdistana Azad ji dibistana serata bigre heta zaningehê de jî zimanê perwerdeyê ye.Kurd neteweyekî mezine her wiha armanca gelê Kurd jî ne bicuke.Ji ber wê 4-5 heb televizyona satalaytî bo neteweya Kurd gelek kême. Televîzyonên ku li Kurdistana Ba?ur we?ana herêmî dikin wek -GULAN TV,XAK TV,PERWERDE TV,TELEVÎZYONÎ GELÎ KURDISTAN,PUK TV,S TV,KCP TV,KTV...- divê xwe bikin ser satalytê.

ZAGROS TV li benda alikarîya Xalkê Kurde. Divê Gelê Kurd bi her avahî pi?tgirîya ZAGROS TV bike, televizyonvanîyek xurt medyayekî xurt a Kurdî ye. Ne ti?tekî hêsan û biçuke. Ji partiyekî, ji-SEROKEKÎ NE SEROK- hewcetire. Him ji Kurdisna Bakur, ba?ur rojhilat û hemû Kurdên cihanê bila pi?tgirî bidine hewldanên bi vî rengî. Televizyona ku tema?e dikin bila ne bo "XWEDAYEKÎ DEREWKER"
bo azad bûna ax û dahatû rumeta me we?an dike be.
Ez bi navê ?exsa xwe hemû pi?tgirîya xwe didim ZAGROS TV û ji niha ve mizgînîya televîzyon û radyoekî din ê bi Kurdî didim.Demekê nêzik de ewê malpera Zagros TV jî bikeve xizmeta neteweya Kurd.Her wiha pi?tî demekê Germîyan TV û hin televizyonên nû jî ser satalaytê bikevin xizmeta Neteweya Kurd.Û ji niha we dixwazim grubeke medyaya interaktif-kurdî ku ez pê?engîya vê xebatê dikim ser webê dest bi we?anê bike.
Serkeftin bo Zagros TV. Ser xêrê be.

FREKANSÊN ZAGROS TV (JI KURDISTANA AZAD)

Hotbird

frek.: 11727, Ver.: 27500

Serhad B.RÊNAS

B.KURDISTANÊ-AMED [email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.