بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Serokê Îraqê ji bo vekê?ana hêzên Amerîkî çi dem dîyar nekir

Serokê Îraqê Celal Telebanî dibêje ew dê dem dîyar neke ji bo vekê?ana hêzên Welatên Yekgirtî ji Îraqê.

Pi?tî axaftina îro Sê?em bi serok Bush re li Sera Sipî birêz Telebanî got hebûna hêzên le?kerî yên navnetewî û yên Amerîka li Îraqê ji bo pê?xistina demokrasîyê gelek girîng e.

Birêz Bush jî got Welatên Yekgirtî dev ji alîkarîya Îraqê bernade heta ku Îraq terorîstan ji welêt derxe û di nav welatên demokratîk de cîhê xwe bigre.

Birêz Telebanî her wisa gazî hevsînorên Îraqê kir ku ew jî tevlî ?errê dijî terorîzmê bibin ku serok Telebanî wan terorîstan wek dijminên gelê Ereb û Misliman anî zimên.

Wî her wisa got destûrnameya nû ya Îraqê di rojhelata navîn de destûrnameya herî ba? e. Birêz Bush pîrozbahî li serok Telebanî kir ji bo bernivîsa destûrnama Îraqê. Ew bernivîs wê meha bê têkeve ber dengdana Îraqîyan.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.