بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

KÛRD Û HUNERA ŞANOYÊ –2-

Di para yekem ya vê gotarê de me ronahî xiste ser çawaniya hatine rojeva hunera ?anoyê. Me bas kir ku çawa komek diyarok, sinc û tîtalên civakî bûne hîmên hunera ?anoyê.

Di vê be?a gotarê de em bala we diki?înin ser çawaniya navnana vê hunerê û ?irove kirina wê. Xwezayî ye ku her neteweyek yan komek ji mirovan ku bi hev re dijîn, ji bo her diyarok û kevne?opiyeke taybet bi xwe navekî ?iyaw û jêhatî hildibijêrin. Lê mixabin gelê Kurd tevî vê çendê ku hîmdar û çêkerê vê hunerê hatiye nasîn, hêj nekariye hunera xwe bi Kurdî navdêr bike. Vê çendê jî du sedemên bingehîn hene:

1- Yûnaniyan xwe kûk û binetara vê hunerê ji Kurdan girtiye û bi hin guhartinan ev bi ?êwazekî nûjen ya îroyîn derxistine û navek jê re danîne.

2- Kurdan ji ber tune bûna deshilateke xweser ya siyasî nema bikaribin guhartinên lezgîn û rojîn di civaka xwe de pêk bînin, ev jî ji ber vê çendê bû ku her gav êrî?ên dujminan li pey wan de bûn ku vê çendê Kurd dixistine qonaxa berxwedaniyê û di rastî de jî berxwedan girîngtir bû.

Kurd heta destpêka sedsala 20\'an ?ano bi awayekî nûjen û Rojavayî nedîtibûn û bo cara yekem Mehviyê Helbestvan (Huner) di dawiya sedsala 19\'an de wisa pesna ?anoyê dike!
Dunya Tiyatro ye, meweste tiya biro
kê mayewe ke nebûbê tiya tiro

Mehvî deqa navê biyanî bi kar dibe (Teatre), ku ev nave jî di çanda Kurdan û di zargotinên Kurdî de rengekî neqenc bi xwe ve digire û wateya rastîn ya vê diguhire. Di çanda Kurdî de Tiyatro bi wateya wan Jinên bedkar û cihên ku ev tê de di?uxilin, tê bikar anîn. (Bar, kilobên ?evan û…).

Di destpêka sedsala 20\'an û pê de zaraveyên din yên pêwendîdar bi hunera ?anoyê wekî: \"Piyes\", \"Diram\" û \"Tiyatr\" di rojname û belavokan de reng dan. Hin caran \"Nimayî?\" û \"Temsîl\" jî hatiye bikar anîn, lê ew ji zimanên Farsî û Erebî ve hatine nava zimanê Kurdî, gelek caran jî ji zargotina \"Misreh\"ê mifah hatiye wergirtin ku bingeha wê jî ji Erebî hatiye.

Bo cara yekemîn di nîviya sedsala 20\'an de helbestvanê nûxwez yê Kurd Ebdula Goran peyva ?ano li ?ûna Nimayî?, Mesreh, Temsîl û Tiyatro bikar aniye ku ev jî ji nijadekî Îtaliyayî ya bi navê \"?ên No\" hatiye wergirtin.

Lê bi desttêwerdan û guhartinan bi terzên xwe yê îroyîn derketiye û bi kincê Kurdî xemiliye. Herçiqas ?ano peyvekî bi kûk Kurdî nine, lê di dema îro de ?iyavtirîn û bêtirîn nav ji bo vê hunerê ye. Peyva \"Scene\", \"?ênê\" yan \"?ên No\" peyvekî Îtalî ye ku di Firansî û Îngilîzî de bûye, \"Sen\" û di Farsî de jî \"Siên\" tê bi kar anîn.

Bi her awayî niha peyva ?ano bi rindî cihê xwe girtiye û pa?girên wekî name, kar, gerî, nivîs, ger û hwd … lê zêde dibin û peyvên wekî: ?anoname, ?anokar, ?anogerî, ?anonivîs û ?anoger çê dibin.

[email protected]

Ji Rojnama PDK-iran, Agirî hatîye vergirtin

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.