بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Hevpeyvîn Ligel Birêz Kazim Budak Li ser Kongreya Neteweyî

1-Aso Zagrosî: Bi gelemperî hûn ji “Kongreya Neteweyî” çi têdigihîjin. Di derbarê tecrubeyên “Kongreya Neteweyî” ku li welatên din pêk hatine hûn dikarin ji me re çi bibêjin?

Kazim BUDAK:Kongra Netewî, ji nûnerên hemû sazî û civakî pêk tê û ji bona çareserkirina doza netewekê hewl dide. Kongra netewî temsila xebat, şahî, şîn û pîsîkolojîya gelê xwe dike, ango temsîla dil û mêjoyê gel dike. Di bingeha wê da cure cure partî, tevger û mirovên welatparêz hene û bona azadî û rizgarîya gelê xwe dixebitin, ev parlamentoya gelê bindeste. Kongre, li hin welatan bi konferans, konsey, enîya netewî tê navkirin.

Gelên bin dest bona ku bikare welatê xwe rizgar bike, azadî û aşitîyê pêk bîne divê hêzên xwe bikin yek.

Sedan salane ku gelê me li hember zilm û zordarîyê berxwedide, lê ji ber tûnebûna yekitîya me hîn jî ne gîhîştîye armanca xwe.

Welatê me di nava çar dewletên kolonyalîst da hatîye dabeşkirin û berxwedana gelê me bi alîkarîya wan dewletan ve hatîye fetisandin. Va dorpêça welatê me, rê nade ku hêzên perçekî ji hêzên perçê din re alîkar bin.

Ji xwe dewletên din jî bi ser navê pirensîbên mirovahî, edelet, demoqrasî û wekhevîyê bang bikin jî ev li gorî berjewendîyê xwe tevdigerin.

Îro doza kurdîstanê di platforma navnetewî da di xalên pêşinda nebe jî di rojevê da ye. Heke rêxistinên Kûrdî di nava xwe da sazîyek netewî sazkin û ew sazî bikare daxwazên gelê kurd bîne zman wê demê ew dikarin li rojevê navnetewî jî tesîr bikin.

Dewleta Federal a Kurdistan a Başûr di warê dîplomasî de dikare rolên aktîv bigire û bibe bingehekî netewî.

Gelên ku şerê azadî û netewî da serketine piranî enîyên freh û netewî pêk anîne, yekitîya xwe pêk anîne lewma serketine.

Tevgera kurd îro li hember pirsgirêkên herêmî, yên telvîhev bê enîyek netewî nikare raweste û polîtîka ke rast bimeşîne.

Tunebûna enîyek netewî xalekî herî nazik a tevgera kurd e. Sîwanek yekitîya netewî îro jî li ber tevgera kurd wek wazîfek di rojevê da ye.

Ji bona Kongra Netewî di pirtûkan da ji welatên Asya û Efrîqa gelek nimûne hene.Wek Partîya Kongrê a Netewî- li Hîndîstanê, FKÖ -Rêxistina Rizgarî ya Filistînê, ANC-Kongra Netewî Ya Afrîqa, li Cezayir ê FLN-Enîya Rizgarîya Netewî uyd. Lê her welatekî cure cure xisûsîyetê xwe hene. Rewşa tu welatekî li welatê me nayê.

Dijminên gelê kurd, dewletên ku Kûrdistan dabeşkirine, piştgirîya hevûdû dikin naxwazin ku tevgera kurd li tû parçekî serkeve.

Ji ber vê yekê di salên borî da (1992) wezîrên karênder yê tirk, faris û surî li Enqerê, li Şamê civîyan û dan xûya kirin ku “ew nahêlin dewletek Kurd li Bakûrê Iraq ê bê damezrandin.” Ew gotin ji bona dewletên kolonyalîst ne xerîb e.

Lê tiştê xerîb ew e ku hin dewlet (Rusya) û hin nîv dewlet wek Filistîn û Qibris, dixwazin ji bo armancên xwe bi pirsa kurd bilîzin.

Qibris ku bi hemû jimara xwe, Rum û Tirk bi hevra qandî şehîdên Kurdistanê nîn in, ji bo ku dilê dewleta tirk xweş bike Serokê Dewleta Qibris ê ya kevn Wasîllo bi qerta Kurd şantaj kir. Di peyveke xwe da li hember rewşa Makedonya derket û got: “her kî bixwaze û bibêje ez serbixwe me û ew ji alî dewletên din ve jî bê nasîn, wê demê halê dinê xirab dibe. Ev yek bê îmkane û dişibîne rewşa kurdên başûrê rojhilata Tirkîyê, ku sibê bibin dewlet û bêjin me nas bikin.”
Wasîllo dixwaze bi pirsa kurd tirkan bi tirsîne û li hember karanîna navê Makedonya derkevin. Qibris qasî deşta Dîyarbakir ê erazîyê xwe tûne xwedî dû dewlet e! Lê ji bo 40 mîlyon gelê kurd dewletê luxs dibîne.

Demekê pirsa Filistîn ê di cîyê Bismîllah ê da li ser û binê belavokê û nivîsên kurdî da cî digirt. Heger ku di axavtinêkê da an jî di belavokê da pirsa filistînê tunebûna ew yek dibû sedemê rexnê.

Îro jî gelê me bi sed hezeran li Amed ê, li Rûha yê, li Batmanê derdikeve kolanan û piştgirîya filistînê dike. Ji bona Filistîn ê û ji bona buyerek olî nîv mîlyon meriv kom dibe,lê çima wexta ku balafirên şer ji navenda Amed ê radibin terin koşekî Kurdistanê bombe dikin, dema ku bi dehan gerîlla têne şehîdkirin û dema ku 8000 î bêttir polîtîkvanên me bê sebep têne zîndankirin, çima dernakevin kolanan? Ma kurd ne misilman in? Me pirsa xwe qedand ma pirsa Filistîn? Musilmanî tenê ne bese, Tehran, Şam, Bexdad û Enqere jî misilman e.

Ez mereq dikim heta nuha tu rêxistinek Filistînî ji bona gelê kurd tu belavokek belav kirî ye?
Em ne li dijî azadîya gelê Filistîn in. Em nabêjin ku li hember buyer û guhartinên mintiqê û cîhanê dur bisekinin.

Aşkereye ku ew hemû li hev negatîv an jî pozîtîv tesîr dikin.

Lê çi heye ku divê em enerjî û xebata xwe lazime di sêrî da ji bona xwe, ne ji bo filistînê an ji bona yekî din karbînin.

Gelê ku xwe bi xwe bin dest be, çawa bindestîya gelekî din rast dibîne? Ji ber ku gelê Kurd derdê azadîyê baş dizane

Lê rêxistinên Filistînî ji bindestîya gelê kurd ra bêdeng dimînin.
Tevgera Filistînê her çiqas li alîye bindeste jî tevgera kûrd di enîya xwe da nabîne. Ew erebtîyê, şovenîzma erebîyê dikin.

Piştî 1980 li gel hêzên filistînî pêwendîyên kurdan çêbûn. Me di nêzde ew naskirin. Me dît ku ji bona wan xeynî pirsa filistînê tişteki din tune.

Me di qetlîama Helepçê de, di trajedîya kurdên Başûr da dî, ku Filistînî çiqas bê eleqebûn.
Hemû hêzên wan xwe ker kirin, çavên xwe girtin. Serde jî Yaser Arafat ji bona qetlîama Helepçê got ku “qontran bersiveke rind girt.”

Tevgerên Filistînî naxwazin têkilîyên xwe bi dewletan ra xirabkin.

Sebebek sereke jî di nava dagirkerin Kurdistan ê de dewletên ereb hene, Filistînî Kurdistan ê parçek ji axa wan dihesibînin.

Dijminê filistînîyan Îsraîl e. Lê gelek jî dostên wan hene. Lê kurd xwedî gelek neyar e. Serda jî Îsraîl ê nekin dijmin.

Lê mixabin Filistîn an jî Qibris yêkem nimune nîne.
Sovyet ê di pirsa kurd da tim li ba kolonyalîstên Kurdîstan ê, faris, ereb, û tirkan cîh girt û her wext ji sînorên heyî ra, sînorên dema Lenîn û M. Kemal ra hurmeta xwe da xûyakirin. Ev sînorên hanê ji bo wan pir miqades bûn û guhartina wan nedixwestin. Ev bawerîya kirîbûn mêjûyê destbirakên xwe jî.

Di jenosîda Helepçê da Pravda nivisî ku “tu belge tune ku Seddam li hember kurdan gaza kîmyewî karanîye.” di tirajedîya Kûrdên Başûr da di Yekgirtîya Milletan da nunerê Sowyet wek nunerê esil bê deng ma. Bê deng mana wan ji bo Seddam bû piştgirîyek mezin.
Dema şerê îtifaqê ya li hember Seddam hin generalên Rus gotin “ em zêde nikarin li hember şerê Iraq ê bê deng bisekinin, Seddam dostê me yê kevn e.”

Konsolosê Rusya Albert Çernîşev ji 17 Çîrîya Paşin 1992 an da ji masmedya re da zanîn ku “ biryarên ku serokên Kurdan û mixalefeta Iraqê girtine, Iraq ê ber bi parçebûnê dibe. Parastina yekitîya axa Iraq ê û yekbûna sîyasî pir girîng e. Tewrekî xirab-ters di mintiqê da wê bibe sedemê şerên gelek xedar”

Çima parçebûna Kurdistanê nabe “sedemê şerên xedar?” Albert di parastina yekitîya Sovyet da pir serket, vê carê jî yekitîya Iraq ê diparêze.

2-Aso Zagrosî: Di dîrokê de Kurdan “Kongreyên Netewî” pêk anîne? Ger pêk anîbin bo çi heta îro biserneketin?

Kazim BUDAK:Wek fikir tevgera kûrd li ser vê mijarê rawestîyaye û hewl dane û bi vê armancê hin xebat hatine kirin, li ji ber şertên welatê me ev yeka neçûye sêrî.
Kongreka Netewî, hêzên çar perçê kurdistanê bigire nava xwe nehatîye damezrandin an jî ez nizanim.

Heger kongreke netewî da kurdan bikarîya hêzên xwe bikirina yek statûya gelê me îro ne koletî bûna.
Wek tevgera Xoybûn 1927 an da li Kurdistan a Başûr ê Rojava hatîye damezrandin. 1978 an da di navbera Yekitî Nîştiman, Partî Demoqrat Kurdistan Îran, Partî Sosyalîst Kurdistan û Partî Demoqrat Pêşverû xebatek hate meşandin lê neçû sêrî.

Dîsa di dawîya sala 1990 da sê hêz û tevgerên Kurdistanî; Tevger, Enîya Iraq û PDK Îran hatin bahev û ji bona civandina Kongreke Netewî amade bikin kar kirin. Lê guhartin û şerê ABD li hemberî Iraqê ew xebat jî da sekinandin.

3-Aso Zagrosî: Li welatekî weka Kurdîstanê ku hatiye perçe kirin “Kongreya Neteweyî” tê çi wateyê? Rêxistinên siyasî yên Kurdan, bo bi destxistina mafên netewî ku hemû gelên cîhanê xwedî ne, amade ne ku di “Kongreya Neteweyî” de werin cem hev?

Kazim BUDAK:Kongreya netewî an jî konsey, xebat û karên nav welat û dervayî welat dikare plan û koordîne bike. Dikare li hember propaxanda neyar gel agahdar bike û li hember şerê psîkolojîk raweste.

Konsey dîsa dikare pirsgirêkên nava hêzên Kûrd bi rîya aşitî safî bike û pêşîyê li şerê birakujîyê bigre.

Xabatên hêzên kurd bi rîya masmedya bide nasandin, stratejî û taktîkên wê ra alîkar be.
Him ji ber statuya welatê me him ji, ji bona hin xebatên hevbeş ji sazîyeke netewî re zêttir pêwîstî heye .

Herçiqas gelê kurd yekitîya xwe pêk nanîye jî dewletên ku welatê me di nava xwe da parvekirine li hember tekoşîna gelê me bi gelek peymanên duqolî, pirqolî, vekirî û vêşartî yekitîya xwe çêkirine.

Dewletên ku welatê me di nava xwe da dagirtine di demek demborî da, ji hin tiştan re çavê xwe bigirin jî, dîtin ku doza kurd berbi serkevtinê tere, bi hevre pêşîyê lê digirin.
Çawa ku piştî 1975 an da bi Peyman a Cezayir ê Iraq û Îran bi hevre tevgera Başûr ê kurdistan ê têkbirin.

Dîsa, 1998 da Sûrî û Tirkîyê li hevkirin û serokê PKK Abdullah Ocalan û gelek qadroyên PKK ji Sûrî derxistin.

Çendî caran eskerê tirk bi îzna dewleta Iraq ê êrîş bir ser Kurdistan a Başûr.
Objektîv şertê xwe hene ku hêzên Kurd bêne ba hev, heger ku hin tiştên subjektîv nebe asteng.

4-Aso Zagrosî:Dema li welatên ku Kurdîstanê dagir kirine û partiyên Kurdên ku li perçên cudane têkiliyên nav wan bê nêrîn mirov çawa kare daxwazên Kurdên dinyayê bike programek?

Kazim BUDAK:Bona ku hawîr dor Kûrdistan bi dewletên dijmin ve hatîyê dorpêçkirinê hêzên welatparêz ji bona hin pêwîstîyan neçardibin welatekî dagirker re têkilî dayne, ew yeka derfet dide ku hin caran tevgera Kûrd ji rîya rast derkeve û bikeve bin tesîra dijmin.
Ji ber vê jî hin caran hêzên welatparêz şerê hevûdû dikin. Meriv nikare pişta xwe bide dewleteke dagirker û li hember dagerkerekî rehetî şer bike. Ji ber ku wan dewletan problemê kurd û Kurdistanê heye.

Hêzên Kurd dikarin bi dewletên dagirker re têkilî daynin û ji dijayetîya nav wan fêyde bibînin, lê divê têkilî ne stratejîk be, taktîk be.

Îro dewleta Federal a kûrdistan a Başûr piştgirî û bawerîke mezin dide tevgera her çar perçê Kûrdistan ê. Kurdistana Başûr dikare di navnetewî da nunertîya gelê kûrd bike û dengê wî bigîhîjîne cîhanê.

Tewgerên hemû perçên Kûrdistanê dikarin ji perçê azad piştgirî bigrin.

5-Aso Zagrosî: Ger şênber kirin pêwist be Kurdên Başûr ên ku bi Tirkiyeyê û Îranê re di nava pêwendiyên cidî yên ekonomîk û siyasî de ne, li ser pirsa xaka Kerkûk û Xaniqîn jî bi ‘Erebên Iraqê re xwedî problemên cidî ne, dê bo “Dawazên Neteweyî” yên Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdîstanê, karibin çi pêşniyar bikin?

Kazim BUDAK:Şert û derfetên her perçekî cuda ne. Her perçekî kûrdistan ê ji alî ekonomîk, polîtîk û têkilîyên navnetewî de hin taybetmendîyên xwe hene. Kevneşopîya sîyasî, dereca pêşketina organîzasyonên sîvîl de ferq hen e, divê ber bi çavan bên girtin.
Ji ber wê jî problemên her parçekî berê berê hezên wî parçeyî eleqeder dike. Divê hêzên her parçekî di nava xwe da enîyekê pêk bîne û berxwe bide. Kongra netewî hebe jî xebata her parçeyî piranî li ser milê hêzên wî parçeyî ye. Hêzên parçên din dikarin alî karî ya wan bikin. Hebûna yekitîyek usa, netewî di nava gelê Kûrd de fikir û ramanên hevpar xûrt dike. Gel bi yek netewîtîya xwe zêttir hîşyar dibe. Tevgerên her parçekî di xebat û tekoşîna xwe da rewşa gelê parçê din digirin berçavan.

6-Aso Zagrosî: Kurdên ‘Ereban, Kurdên Farisan û Kurdên Tirkan an jî pêwistî bi “Kongreya Neteweyî”ya ku sînorên van dewletan asas digre û di çarçoveya van sînoran de dixebite ku “Kêşeya Kurd” çareser bike heye? “Kongreke” wiha dê nifşên Kurdên dahatû nexe nava tengasiyê? Bi vî awayî dê vîna wan desteser neke.

Kazim BUDAK:Sînorê nava gelê me bi zorê hatine danîn, lê dil û mêjoyê gelê Kûrd yek e. Gelê me li ser axa xwe ye xwedî dîrok çanda xwe ye. Kûrd ê Kûrdistanê ye. Welat, ziman, dîrok û psîkolojîya gelê me miştêrek e. Helepçe di dilê her kûrdî kî da êşeke kûr e. Newroz roja şahî, berxwedanê û cejna gelê kûrd e. Berxwedana Seyît Riza, Şêx Seîd, Qadi Mihamed, Mistefa Baerzanî, Îhsan Nûrî Paşa dîroka hemû kûrdan e. Kesên ku di rîya welat da jîyana xwe dane şehîdê hemû kûrdan e. Kurdistan wek laşek e. Tilî li kevir kevî hemû laş pê diêşe. Ji ber ku hemû kûrd yek netewek e. Otorîteke netewî dikare pirsên usa çareser bike.

7-Aso Zagrosî: Dema em li nûçeyên di derbarê “Kongreya Neteweyî” de derketine dinêrin, bi piranî şêweyên tekoşîna li hember kolonyalîstan der tê pêş. Ger ji armancên siyasî bêtir di derbarê şêweyên tekoşînan de biryar bên sendin û têkevin meriyetê, ew dê nebin sedema şerên birakujî î nû?

Kazim BUDAK:Dek û dolavên dijminên me gelek in. Kurd jî bikarin, dîtin û fikrên xwe di sazîyek mişterek da kom bikin, dikarin, lîstikên wan vala derxinin, heger ku xebat ji alî merkezek hevbeş bê qontrolkirin. Xebatên parçekî zerarê nede xebata parçên din ê Kûrdistan ê. Di hemû xebat û biryararan da mafê Kûrd û Kûrdistan bê parastin. Armanc ew e ku Kongra Netewî bikare hêzên her çar parçan bike yek û di tekoşîna azadîya welat da rol bigire.

8-Aso Zagrosî: Çavdêriyek wek li Tirkiyeyê hin derdorên bi erênî nêzîkê “Kongreya Neteweyî ya Kurd” dibin heye. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Kazim BUDAK:Heger ku di pirsê da mebest terefên Kurd in, raste gelê Kûrd ji bona yekitîyek netewî him dilxwaze, him jî hewl dide.

Gelê me piştgirîya vê xebatê dike. Rîya serketinê, rîya rast yekitî û berxwedana hêzên welatparêz e.
Gelek tecrûbe û xebat nîşan dide ku serkevtin bi yekitîya gel dibe. Rejîmên kolonyalîst, ji hêla leşkerî, ekonomî û propaxende ve ji me zêttir in. Dîsa jî dewletên dagirker li hember tekoşîna kurdan îtîfaq çêdikin.

Ji bona ku daxwazên gelê kurd wek daxwazên netewî bêne pejirandin û mixatab girtin, lazime bi platformeke netewî û bi dengekî hevgîrtî ve ew daxwaz bêne pêşkeşkirin.

“ Heger ku kurdan hêza xwe bikirina yek û bizanina ku çi dixwazin dikarîyan pirsa xwe safî bikira.”

Di sala 1991 an da “Komîta Swêd a Mafên Mirovahî Ji Bo Gel ê Kurd” li Stockholm ê konferansek darxist.

Gelek kesên polîtîkvan, pispor û ronakbîr beşdarî konferansê bûn. Dîtin û dostanîyên xwe pêşkeşî gelê kurd kirin.

  • Ji bejderwanan yek jê, nivîskarê Îng. Mr. Davîd Mc Dowell bû. Di konferansê da li ser perspektîva pirsa netewa kurd a polîtîk axavitinek kir. Digot “ Heger ku kurdan hêza xwe bikirina yek û bizanina ku çi dixwazin dikarîyan pirsa xwe safî bikira. Îro jî ew çi dixwazin lazime biryara xwe bidin. Otonomî an kurdistaneke serbixwe dixwazin? (............) îro jî hîn ne zelal e.”
  • Hans Göran Frank parêzer û parlamenterê kevn a Swêd, got ku “ di nava dîtinên kurda de dijayetî heye. Otonomî an serxwebûn? Dikarin bêjin ku welatê me heye em dewlet û welatekî azad dixwazin. Cephekî kurdî çê bikin. Ewrupî jî bikarin we fêm bikin.”
  • Dîsa di wê konferansê da Profesor ê Norwecî Johan Galtung got ” bîra mekin kul li ruyê erdê 4000 netew heye, lê tenê 150 netewî dewleta xwe heye. (…)

kurd jî divê dewlet bûnê qet ji aqilê xwe dernexine. Dostên kurda nizanin ku kurd çi dixwazin ?”

9-Aso Zagrosî: Ger Kurdên Başûrê Kurdîstanê Serxwebûna Kurdîstanê ya ku Kerkûk Mûsil, Xaniqîn û Mendelî jî tê de ne îlan bikin û bi ‘Erebên Iraqê re şer bikin Kurdên perçê din bo “Serxwebûna Başûrê Kurdîstanê” li gor daxwaza Başûriyan serdemeke diyarkirî dê karibin beşdarbin? Bo vê amade ne?

Kazim BUDAK:Pirsgirêka kurd tenê bi pêvajoya pêşveçûna sazîya sîyasî û civakî a welatên kolonyalîst ve girêdayî ni ne. Ew bi pêvajoya sîyasî a mintiqê ve jî girêdayî ye û li gorî pêşketin û başketinan da tesîr dibîne.
Ji bona vê, îhtimala çareserîyek sîyasî parçekî welatê me bi dîyaloga hêzên kurd yên netewî ve girêdayî ye.
Tevgera kurd demek nêzik de dikare bi hindek rudan, kar û barên nu ve rû bi rû be.
Tevgera kurd îro li hember pirsgirêkên herêmî, yên telvîhev bê enîyek netewî nikare raweste û polîtîka ke rast bimeşîne.
Di cîyê ku her hêz li gorî giranîya xwe xebat û tevbigere, divê hêzên polîtîk û sivîl bêne ba hev, karên mezintir re xwe amade bikin.
Ji bona çareserkirina wan pirsan divê piştgirîya Hukimata Kurd a Federe bê xûrtkirin. Hemû sazî û tevgerên kurd ji bona xûrtkirin û paraztina Kûrdistan a Federal hewl bide. Ev senger ji bona hemû Kûrdistan ê him hêwîye him jî nimûnekî jîndare.

10-Aso Zagrosî: “Kongreya Neteweyî” ya partiyên siyasî an a hemî Kurdan e? Ger kongreke wiha bê pêk anîn amadekariya wê çawa dikare bê kirin? Kurdên li diyasporayê dikarin roleke çawa bi cih bînin?

Kazim BUDAK:Tunebûna enîyek netewî xalekî herî nazik a tevgera kurd e. Sîwanek yekitîya netewî îro jî li ber tevgera kurd wek wazîfek di rojevê da ye.
Ji bona pêkanîna kongreke netewî hemû hêzên sîyasî dezgehên kurdîstanî hewlbidin. Di destpêkê kar da ji çar perçan hêzên esasî bine bahev bingeh deynin, piştre partî û komelên din jî bikevine nav.

Platformek netewî de hemû partîyên sîyasî, sazîyên sîvîl û demoqrat, kesên xwedî tecrube û zanist bikarin bêne ba hev. Bi rîya platformek usa da kurd dikarin li hemû dewlemendîyên welatê xwe xwedî derkevin.

Ew kongre an jî sazî xebat û çalakîyan, li welat û li dervayî welat koordîne bike. Kirinên dijmin bi rîya mas-medya deşîfre û protesto bike.
Ev komîte, dikare pirsgirêkên nava hêzên kurd bi rîya dîyalog ê safî bike. Xebata kurdan bide nasandin, di stratejî û taktîkên xebatê de alîker be.

11-Aso Zagrosî: Bo vê hevpeyvîna kurt spas dikim. Di dervayê van pirsan de jî ger hûn bixwazin hin tiştan bibêjin fermo.

Kazim BUDAK:Zman û çand di paraztina yekitîya kûrd da rolek girîng dilîze. Ji ber vê yekê lazime em li zman û çanda xwe xwedî derkevin. Zman ku nasname gelan e ,divê di platformên navnetewî de û di jîyana rojane da zmanê kurdî bê karanîn. Jî bona vî karê te yê hêja, ez jî sipasî te dikim.

2012.05.15

Kazim BUDAK

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.