بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 3 February 2009

Bo Siyaseta Resmi ideolojiya dijê gelê Kurd, Dernekevin ser kolanan!

Kurdên Imralî , yanjî bi gotinekî din nukerên siyaseta resmî îdeolojiya dewletê, di roja mede têgeheştin ne wekî dema 80 Salaye, belko divî serdemê nûjen û teknolujîde hon jî dikarin liser kêşa azadî û serxwebûna Kurdistan fikiribikin.

Bîra xwe bikin! Derketina ser kolanan û şewitandina texsî û otubuzan agirê dijatiya Kurd geştirdike. Hon divê bizanin ev kiryarên ku hon bo Imralî û Qiyada Qendîl dikin ne xarên Kurdaye, belku ev kiryarên hon dikin bo berjewendiya dewletên talanker dibe xizmet.
Pêşî hertiştî ev kesên dinava kolanan de kiryarên xirabkarîdikin divê baş ramana vê helwesta xwe bizanin.

Ew kesê hon xwe jêre dikin kole tu têkiliya wî bi doz û serxwebûna Kurdistanê ve tuneye . Ew bixwe vê siyasetê, weko siyaseta Kck didit ajotin û beyankirin. Bi gotinekî din ev kiryaran ne bu başiya Kurdin , belko bo siyaseta reşkirinêye, bo paşdebirina doza rastiya gelê Kurdistan ê ye.

Ey gelê bi saslaha sal hatî tepeserkiri, çi li Bakûr û beşêndi yên Kurdistan
Kine biryarê didin we û van Kurdan berdidin nava kolanan û bo xatirê siyaseta xelet û nerast, zererê didin xelkên sîfîl? Tecrîtên direw û nerast hon têve xapandin!

Di Têkoşîna gelê Kurdistanê de, nimona General Mistefa Barzanî û şêwe û ajotina metodên wî ji xwere bikin nimone. Jiberko liser hemî dijwarî û talankariya rejîmên destbixwînde, tucaran rêyên ji derveyê ehlaqî bikar neanîn û musade jî neta dayîn. Ev cewhere vedigerêt bo ajotina siyaseta hap û rêbaza Mistefa Barzanî. Ev îro diroja mede buye cihê serbilindî û serferaziya têkoşîna xwezayî bo rizgariya Kurdistan.

Îro, ev helwesta vî beşê li pê Imralî û Kck diçin jibîrnekin dîrok dê vê tomarbike û neviyên we dê pê sernizm bibim. Hon divê bizanin xizmetkirin di çarçûva bejewendiya siyaseta dewletê de karkirin û parastina resmî îdeolojiya dewletê bi îxanetî dê bête tomarkirin.
Eger hon nexwazin vê siyaseta îxanet berdewambikin, zutirîn dem xwe ji Imralî û Kck´akemalist bidin paş.

Kck siyasetekî veşartî naajot, belku bi hemî layanve daxwaza siyaseta xwe û armanca xwe işteredikin. Ev işkerekirina siyaseta Kck(pkk) liser tv û malper û rojnamên wande bi rengekî zelal û têgeheştî tête wesandin.

Ev Kurdên Imrali dikarin vê siyaseta Imralî û Qendilê fêhmbikin gelo? Hon dikarin vê analizbikin ka ew direwker û xanînê doza Kurd çidibêjit û dixwazit? Eger hon bêjin em bo avakirina dewletekî Kurdistan vê dikin, serokê weyê dinava komîta generalên Tirkiyede çi dixwazit?

Bizanin ev ideolojî û startejiya siyaseta ku hon xizmetê dikin ka bixwînin: „Pêşiya 20 salan Mesûd Barzanî ji minre got were emê Kurdistanekî biçûk avabikin û duvrejî Kurdistana mezin avabikin. Lê me ev teklîfa wî qebulnekir. Nekarîn me tevlî vî planî bikin. Min ev plane qebulnekir. Jiber hindêye ez li Imralî“.[/b]
Gelo ev kesên jixwere Kurd dibêjin carekê runiştin û liser vê babetê fikirkirin gelo xwestina doza Kurd çiye û çawaye? Ji demê 10 salan heta îro hon çi fêhmdikin?

Ez dîsa dipirsim: Gelo hon cotyar, şivan, mamosta, abc xwend, Gundî û bi her rengên çivakê çawa Hon vê siyasetê fêhm nakin? Ne mumkune. Dîsa, yan hon bi zanabun vê piştgiriyê didin siyaseta ne siyaet dijê doza gelê Kurd, yanjî bo berjewendiya şexsên xwe hon xizmeta vê siyaseta direw û dijê Kurd diparêzin, yanjî hon vê her sêyan jî dizanin lê bêku hon bînin ser milên xwe, dinava xiyanetêde kardikin.
Îsmaîl Girikî
3.2.2009

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.