Hevbendiya demokratika Kurdên Bakur, bi tundî êrêşa Dewleta tirk li ser
Başurê Kurdistanê şermizar diket. Bi vê êraşa huv leşkerê tirk cardin bi
cihanê didete diyarkirin ku projê perciqandina kurdan berdewame. Armanc ji
vê êreşê ne bes şerê li dijê PKK ê ye, lê armanc ew ku her tim gelê kurd bi
taybetî li başurê Kurdistanê tehdid bike. Bê guman bi tehdîdan û çalkiyên ne
însanî, çu alozî na êne çareserkirin. Em bangi Hukmeta tirk dikin ku vê
êrêşê rawestînin, lêşkerê xwe ji Kurdistanê vekêşin.
Çareseriya pirsa gelê kurd û aştiya herêmê û aştî li Tirkiye bes bi
naskirina mafên gelê kurd mumkun dube. Em bangi Dewleta tirk dikin ku dest
ji vê siyasetê berdet û ji bo çarseriya vê pirsê mafên siyasî, çandî, aborî
û civakî yên gelê kurd nasbiket.
Dr. Musa Kaval
Nunerê Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur