Kerkûk mijareke bi rastî bi sitirî ye, mijara Qûdsê (Jerûsalem) ji bo Îsraîl û Ereban û dinya Îslamê çawa be, ew jî wisa ye. Ez şexsen difikirim ku divê rêyeke lihevkirinê hebe. Herêmên din ên Kurdistanê ji alîyê petrolê ve dewlemend in, lewra heke em ji alîyê ekonomîk ve lê binêrin, heke rêyeke lihevkirinê hebe, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir naêşe. Di dema borî de, şerekî dem-dirêj li dora vê pirsgirêkê zîz bû û xuya ye ku Kurd ji bo şerekî din pir bi îhtiyat in...
Gelê Îsraîl bi piranî li hemberî gelê Kurd bi sempatî ye. Hikûmeta Îsraîl ji bo vê mijarê ne xwedîyê sîyaseteke zelal û rûniştî ye. Ya ideal ew e ku divê di navbera têkilîyên wê yên bi Tirkîyê re û yên bi Kurdan re de qet nakokî tunebin. Ji ber ku wek teorîk, wek ku Tirkîye di navbera têkilîyên xwe yên bi Îsraîl re û yên bi Filîstînîyan re de qet nakokîyekê nabîne, eynî qayde dikane ji bo têkilîyên di navbera Îsraîl, Tirkîye û Kurdan de jî derbas bibe. Lê belê di jîyana rasteqîn de ev rastîya malûm derbas nabe. Îsraîl nikane di navbera Kurdan û Tirkîyê de roleke aştî çêkirinê bilîze, ji ber ku Anqere vê yekê wek mijareke navxweyî (hundirîn) dibîne. Bi tevayî, heke Îsraîl mecbûr bimîne ku di navbera berjewendîyên (menfe'et) xwe yên stratejîk û fikarên mirovîn de tercîhekê bike, muhtemelen ew ê ya yekemîn tercîh bike...
[url=http://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadikurdistan/aktuel/li-ser-pirsen-kurdan-hevpeyvin-bi-prof-ofra-bengio-ya-akademisyena-israili-re]»tevaya hevpeyvînê[/url]
[center][img]http://www.kurdishglobe.net/servlet/GetArticleImageServlet?id=4F8A9079FAD9F17CF007A233972CCBA1[/img][/center]
[b]OFRA BENGIO[/b]: li Navenda Moshe Dayan a Lêkolînên Rojhilata Navîn û Afrîkayê Erkdara Bilind a Lêkolînan, Profesora Departmenta Dîrokê ya Rojhilata Navîn li Zanîngeha Tel Avîvê. Qada Pisporîyê: Dîroka Hemdem a Rojhilata Navîn, Sîyasetên Hemdem û Nûjen ên Iraqê, û Zimanê Erebî.
[url=http://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadikurdistan/aktuel/li-ser-pirsen-kurdan-hevpeyvin-bi-prof-ofra-bengio-ya-akademisyena-israili-re]»tevaya hevpeyvînê[/url]
Hevpeyvîn: Prof. Ofra Bengioya, Pispora Rojhilata Navîn a Îsraî