Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 8 Juni 2015

DENGDAN-1

Îro, 7. Pûşper 2015, li Kurdistanî Bakur, Antolîa û Tirakya yê; Komara Tirk Hilbijartina namzetên Partlementoya xwe rêva dibe. Serîda HDP, partîyên weku Hak-Par û Huda-Par (Bi namzetên serbixwe) ji bi navê Kurdan di vê dengdanê da cîhyê xwe digirn û bona Parlementoya Tirkîya xwe amade dikin, daxwezîya wan ya hevbêş ewe ku, demokrasîyek rêk û pêk bête Tirkîya û Kud ji bikaribin solixê bigirin û bigehîjin mafen ya yên mîrovî. HDP gavek din pêşva diçe, dixweze Abdulah Öcalan „azad“ bike, gerîlayan ji şaxan daxîne, wan bê çek bike û nava jîyana sîvîlda întegre bike. HDP û Huda-Par li Kurdistana Bakur du perên sîyasi yên kompradorin, herdu ji konsepta Komara Tirkin, yêk bona Kurdên olparêz yên Îslam li ser bingehya Şerîata Îslamê tête rêvabirin, ya din li ser bingehya sosyalîzma netewî hun bêjin faşîzme tête meşandin. Hak-Par li ser bingeya reformîsten Kurdên Bakur yên kewnd derket hole dixweze bi gorîn û reforman Kurdên Bakur bigehîjîne mafên xwe. Li Bakurî Kurdistan mezin an piçuk komên sîyasî yên din jî hene: PAK, TEVGER, PDK-Bakur û YPK mîrov dikare li vir bîne serê zman.
Bona dengdanê ewe çend mehene komên sîyasî nava çalakîyandanê, dixwezin dengê xwe zede bikin û xwe bigehîjînin Parlementoya Tirkîyayê, bi hostatî piropaganda zeliqandina Kurdan bi Komara Tirkîyayê va tête kirin. Kesik napirse û nabêjê ma hun bigehîjin Parlementoya Tirkan, çi bikin?! Daxwezîyên we çiqas li ser bingehya rasteyetîyêne?!

Seranserî cîhanê dengdan têhgîştin û merteba koma gelan derdixîne hole, komên sîyasî dikarin bi dengdanê xwirtbun û bejna xwe bipîvin, dengdan di nava gelên dagirkirî da dikarê bona serbixweyetî û azadîyê bibe manevrayek, çan lêşker bona amadebuna şer carcaran manevrayên leşkerî dikin û di van manevranda xwirtbun û kemasîyên xwe dibinîn, di dengdananda jî partî û komên sîyasî yên curebucur ku li ser welatekî dagirkirî jîyana xwe didomînin dikarin rasteyetîya xwe bibînin û weku hêlîyeke(eynikê) dengdanê bona xwe bînin karanîn. Di parlementoya Komara Tirkda jimara „nonerên gel“ 550 kesin. Piranîya partî û komên sîyasî ku dengdanêda cîh digirin, av û adana xwe ji nijadparêzî û netewkarîyê digirin, eger min betê pirsîn, min dibêjim ew berhevdane komên sîyasî yên faşîst û kewneperezte, eger mîrov yêk û yêk wan eleg û bêjing bike; CHP partîya Atatürk ya kewnde; netewkare, nijadparêze û di nava gwiurxana Îttîat û Terakîyê da mezin buye,, katî xwe da faşîsten Alaman û Îtalyayê bi xwe ra weku mînak girtîye.. AKP, partîyeki nijadparêz û qartîpoze, rahmanên Şerîata Îslamê û netewkarîya Tirk bi hev diqelibîne xwe weku partîyekî modern dide dîyarkirin, koma dizên mezin di nava vê partîyêda rêxistîye. Armanca wan; di dawîyêda anîna Xîlafetek „modern“ û li ser bingehya Împaratorîya Osmanî ya kewnd sazkirina dewletekî mezin ya xwirt heye, ew pey xeyalên împeryalin. MHP, partîyekî ultra netewkar û nijadparêze heta sala 1980 Komara Tirk ew weku şurekî didan karanîn, Dewleta Tirk bi hezaran mîrovên dijdar, demokrat û mîrovperwer bi desdtên wan dan kuştin. DSP, partîyekî netewkar ya sosyalîste, di katî xwe da bi alîyê Bülen Ecevît va hatibu damezrandin, xwe weku partîyekî sosyal demokrat dibine, balam ji sosyal demokrasîyê gelek dure, ew partî xwe weku partîya mîrovên rast û dirust dibîne, bingehya xwe netewkarîya Atatürk digire. VP, li ser bingehya rahmanên çep, netewkar û sosyalîst ya Perînçek avabuye, pêşvigarê wan, Perînçek bi xwe ye, katî xwe da leşker û îstîqbarata Tirkîya ew bona kontrolkirina Bizutneweyî Çep amadekirî bu, si salên 1970 virda wî bi Bizutneweya Çep ya Tirkîyayê ra hostatî lehîst û wî Bizutneweya Çep hurûhewar kir.

Mîrov dikarê mînakan zede bike, min li vir tenya çend komên sîyasî yên Tirkîya bi kwirtî dan nasîn.
Ma li Tirkîya yê komek sîyasî ya mîrovperwer, aşitîxwez, peşkewtîxwez û demokrat tune? Heye. Daxawa hêz û organîzebuna wan tera % 1 dengan nakin, ew piçukin û bêgarijin, nikarin bere sîyasî ya Anatolîya û Tirakya yê bigorînin, ji ber vê; ne ji bi xwera, ne jî bi gelê Kurd ra dikarin bibin derman. Anataolîya û Tirakya yê piranîya gel din bin kewnepereztî, nijadpareztî, netewkarî û Şerîata Îslamê da dinale. Belengazî û nezanîn; gel bi komên serdestra dike alif, Komên serdest bi wan ra weku ku titikekê dileyzin. Heta Kurdistana Bakur ji Anatolîa û Tirakya yê veneqete û xwe serbixwe neke, bawer nakim ku gelên Anatolî ya û Tirakya yê çavên xwe vekin û bibin demokrat. Dagirkirîbuna Kurdistana Bakur, ji ber rizgarbuna gelên Anataolia û Tirakya yê astengek mezine, ji ber vê pewîste Komara Tirkîyayê bimire û bete ruxandin. Bona gorîn û reforman, Desturnama Komara Tirk îcaze nade, eger gor vê kate sazîyekî weku dewlet gor şert û mercen nû, xwe nûva rênexîne, dimire û diçe ser sergunê dîrokê.

Gor Desturnama Komara Tirk sê xalên Desturnamê nikarin bêtin gorandin tu hêzek nikarê bona gorandina van sê xalan daxwezînamekê formule bike û peşnîyarî parlementoyê bike. Gor van sê xalan Nonerên Gel nikarin Desturnama Komara Tirkîya bigorin, ew sê xal weku gotinên Xuda ne. Heta hezek dernekeve û wê Desturnamê necirîne û nebêje li ser parlementoyê hebuna tu hezekî nikare bibe, bona Desturnameyek nû mecal tune, ew rê di serîda hatîye girtin.

Li welatên demokratîk mezintirîn organ Parlementoyê, di ser Parlementoyê da ray û hikma gel heye, parlemento bi dengdana gel tête hilbijartin û ji we mezintir tu organek tune, hemwelatî îxtirama parlementoya xwe digirin, bi piranîya ji sisîyandudû parlemento dikare Desturnama Dewletê bigore. Di dîrokê da heta destpêka qurna rabirdu, monakir, padîşah û kiralan xwe weku nonerê Xuda yê vê cîhanê didîtin, gotin û daxwezîyên wan, weku gotin û daxwezîyên Xuda dihatin dîtin. Kesekî nidikarîya dijberîya wan bike, dijdar dihatin girtin û kuştin. Bi şorîşên gelan gelek welatê Ewropa û Asya Desturnameyên Monakir, Padîşah û Kiralan hatin cirandin, li ser bingehya komarbune desturname ji nuva hatin nîvîsandin. Dema Împaratorîya Osmanî belavbu Kemalê Selanîki û hevalên wî weku hevrûya Partîya Îttîat û Terakîyê derketin holê û Desturnama nû ya dewletê gor xwe nîvîsandin, Împaratorî, Padîşahtî û Xîlafet nedima, feqet wan nuva xwe dikirin cîhyê wan û dibun „Nonerên Xuda yên vê cîhanê“ û bingehya giştî ya vê Desturnamayê wusa datînandin:

„Beşa Yekhem

Bingehyên Giştî

I.Forma Dewletê

Xal 1- Dewleta Tirkîya yê Komarike.

II.Çibuna Komarê

Xal 2- Komara Tirkîya yê, pişthevdana netewî û bi bawerîya heqîyê, bona aramîya komê îxtirama xwe bi mafên mîrovanva tîne û Netewkarîya Atatürk ra girêdayî dimîne, çawa li ser pirensîbên bingehî di serîda hatîye gotin; dewletekî ser heqîyêye, laîqe, sosyalê û demokratîke.

III.Gişbuna dewletê, zmanê xwe yê fermî, ala wê, marşa wê ya netewî û peytexta wê

Xal 3 – Dewleta Tirkîya yê bi welat û netewa xwe yêke, nikarê bête kerîkirin. Zmanê xwe Tirkîye. Forma ala xwe çawa bi zagonê hatîye salixdan; alakî sor e û li ser hîvûsterk heye. Marşa xwe ya netewî „Marşa Îstîqlalê“ ye. Peytexta xwe Enqara (Ankara) ye.

IV.Hikmên ku nikarin bêtin gorîn

Xal 4-Desturnama Dewletê da Xala 1 ku; hikma forma Komarê tîne serê zman, xala 2 ku; hikma çibuna dewletê tîne serê zman û hikmên ku; bi xala 3 da hatine serê zman nikarin bêtin gorîn û bona gorîna wan tu daxwezînameyek nikare bête dayîn.“ (Ji Desturnama Komara Tirkîya yê)

Hun li vir çawa dibînin bi Xal a 4 ya Desturnameya Komara Tirkîyayê xalên ku nikarin bêtin gorîn hatine serê zman, va vatê: Zmanê dewletê yê fermî Tirkîye nikarê betê gorîn, Pirensîbên faşîst yên Atatürk ra girêdayîyê nikarê bête gorîn, al wê, marşa wê, peytexta we nikarin bêtin gorîn. Gor vê Desturnameyê tu parlementoyek û tu hêzek van xalan nikarê bigore û bifeşilîne. Je ber vê heta hêzek li ser bingehya mîrovperwerîyê dernekeve holê û vê desturnameyê necirîne nijadpareztên „Tirk“ li ser axa Tirakya, Anatolîa û Kurdistana Bakur hespê xwe bidin bezdan û diwaroj da jî serdestîya xwe berdewam bikin. Namzetên kû bi dengdanê weku nonerê gel tên hilbijartrin û ten Parlementoya Tirkîya yê sondekê dixin, hilbijartina wan wekû noner têrê noner bune nake, li paş sondxwerinê ew dikarin bibin nonerê gel û di parlementoyêda dikarin destpêkî karê xwe bikin.

Ew bi vê sondê „li ber netewa mezin ya Tirk li ser şeref û namûsa xwe soz didin ku; ew, hebun serbixweyetiya dewletê diparêzin, yektîya netewe û welat diparêzin û bê şertûnîvis serdestîya netewe xwedî derdikevin, şorîş û pirensîbên Atatürk ra girêdayî dimînin, serdestîya heqîyê diparêzin, di nava çarçova pişthevdana netewî û li ser bingehya heqîyê da ew bi xwe ra weku armanc digirin ku; herkes bikaribe mafên mîrovî û azadîyên bingehî îstîfadê bike, ew xizmeta desturnameya dewletê da dimînin û soza vê didin“

Ji ber vê min dibêjim bîrmekin, Palementoya Tirkîya yê ne ramusa dostane ne jî ava mistane ……….

Bîşar Norşîn

07.06.2015

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.