Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 18 February 2013

Min helbestek li ser Sakînê nivîsîbû û li vir weşand
Gelo we çima ne weşand?!!!

Ji kerema xwe vê helbesta min bişînin ser vê e-maîlê:
[email protected]

(Ji ber ku min li ciyekî din ew qeyd nekiribû!)

Spas

Min fêm nekir çima hun wilo dikin? Hun helbesta min naweşînin lê giliya min diweşînin....?!!! Ma ev çawa dibe? Min ji we qet tiştik fêm nekir welle u bille! Ka çima hûn helbesta min naşînin ji min re? Weka min ji we re gotibû, min ev helbest li cem xwe qeyd nekiribu! De îcar hûn zanin. Hûn çawa dikin bi qîyma dilê we ye..  Ê nizanibin jî dibêjin qey hûn qezetecî ne. Bi serê min we, hûn hîna nizanin x..rê xwu û xiyar ji hev cihê bikin...!?? De hema hûn çilo dikin çawa dikin hûn zanin

Roj bas birêz Sermet, mixabin gotara we neketîye arsiva me de. Ji kerema xwe re heke carek din hûn dikaribin berhev bikin, beguman emê bi weshînin. Wekî din ti sedem ninin ku em ne weshênin. slav û rêz Rêvebirtî 

Spas ji bo bersivdanê heta ku ez wê helbesta xwe dîsan berhev bikim ew ê hinekî zeman bigre Loma ji kérema xwe we ew hotmail'a min ji ser malperê rakiriba ji serî de spas û hew...

BÊBEXTIYA LI VÊ QÎZA LEHENG A KURDISTANÊ EFÛ NAKIM! Sakîna me Çawa Te wisa bêxwedî ji gura re hiştin? Gureqehpên boz ên kujek û devbixwîn.. Çima? Ji ber ku hevalên wê pê re xayin bûn, loma Hevalek wê, ji xwe navê wî Xapo ye Ew ji serî de pê re xayin bû Lê Sakîne bêçare bû Çima? Ji ber ku jin bû Jina bindest a civata bindest bû Carekê ji Selîm Çurukkaya re gotibû: Tu peya yî û dikarî birevî Lê ez jinekî ji vê civata stûşikestî Çawa birevim û bi ku de herim? Ma jin dikarin bi serê xwe ji Libnanê birevin? Herê, herê, hevala dilsoz, reben û bêçare Herê hevala delal û bêxwedîmayî Çawa Te hiştin li ber gulleyên gureqehpên tirkan Çawa hevalên Te yên bêbext vê bi Te kirin!? Ew hevalê Te yê ku ji xwe nav li ser e: Xapo Ew li nav çavê Te meyizand û ji Te re got: Napolyon (min) frensayiyan (kurdan) kir ajan. Anku ez jî wek dixwazim va ye we dikim kole ji bo tirkan Ji ber bêkesbûnê, ji ber bêxwedîbûnê Te ne dikarî bersiva vî xayinî bidî Rewşa jin li civata bindest pir dijwar e Li Beqaayê ji xwe hezaran car dijwartir e Bêxwedîmana jin li civata bindest wisa ye Hevala me ya delal û çeleng Herê ez pir baş ji Te têdigehim, herê Belku Te ji me hemûyan baştir û zelaltir Xapo dinasî Lê ji ber ku Tu jin bûyî û li nav PKKê bûyî! loma Tu ne karî Dengê xwe bilind bikî Lê Te xwast ku Bi kurdekî wêrek û serbilind Bi Mihemed Sener re dengê xwe bilindkî Loma Te xwe bi wî re kir yek Ku hêza Xapo bişkînî Lê mixabin ku dengê Te û wî Zû hat birandin Belê hat birandin Keça nebez, keça me kurdan Wek xelkê xwe belengaz û perîşan Sakîne Te tif li ruyê serbir û celladên tirko kir Wan jî bi pir xedarî her du pêsîrên Te jê kir Te rûmeta jina kurd her bilind hilgirt Lê yekî xwedêr û newêrek ê wek Xapo Xwedê jî û qûl jî pir baş dizane ku Ew bû yê ku fermana mirina Te bi destê xwe îmze kir Ax bêbextî ax Xwezila Te qet ew xapînokê Xapo nas ne kira Ew wek li mala li Beqaayê, Li nav ruyê Te got: Tevaya gelê Kurdistanê xapand!? Temaşa bike ku çawa gelekan li pey xwe digerîne Û ew bi xwe jî li pey dêlegurên Asenaciyan digere Xapo bûye lîstikê li nav destê wan Çawa bixwazin bi wî dilîzîn Ew na bêje na Xwe daye destê wan Çim? Ji ber ku kesekî xwedêr e Loma xwe dide Heger ew jî li nav zindana Diyarbekrê ba Ew zindana ku li ser ruyê erdê teka wê nîn e Te bi zelalî ew nas kiriba Li ew roja mêran ku Kêm mêr wek Te dikaribûn li ber xwe bidin Ax çi feyde, çi feyde Ku Te wisa bêxwedî hiştin Van bêbextên ku ji wan re dibêjin hevalên Te Ax hevalên Te ax Heger mirov bibêje ku mirovatî Li çi derekî dunyayê Wek li Zindana Diyarbekrê ne giriyaye Û Heger mirov bibêje ku mirovatî Li çi derekî dunyayê Wek li Zindana Diyarbekrê li ber xwe ne daye Hingê mirov rastiyeke dîrokî dihêne ser zimên Tu keça delal a kurdan Sakîne Yek ji wan serkêşên leheneg ên vê berxwedana kurd û kurdistanî bûyî Yek ji wan serkêşên leheneg ên vê berxwedana mirohiyê bûyî li nav vê zindana dirindetî û wehşetê Ew hevalê Te yê ku cara yekê bi Te re Xwedê gravî ji bo azadkirina Kurdistanê ket nav Yekemîn civîna we ya li Tûzlûçayirê li Anqerê Ku paşê wisa Xapo derket.. Belê (X)po derket, Xapo derket. Ez îroj li qada dîrokê Li ruyê wî li hemû bêbextên wek wî: Tifffî dikim: tif-tif-tif li we bêbextan be! Hezar tif li sinc û qilafetê we be! Hezar tif li komara we ya demokratîk be! Ku ne tiştekî ye ji bilî xapandin û binpêkirina Doza rewa û bi şeref a Netewa Kurd û Kurdistanê! Bimre komara Tirkiya dest bi xwûn! Bimre payendeyên wê yên li nav me! Kemalîstên wek Xapo û hemû hevalên wî! Sakîne Tu li nav cerg, dil û kezeba me dijî Tu li nav dilê me dijî Tu qet namir î Tu nemir î Hey qîza ELÎŞÊR û Zerîfê Serbilind û serbilind î S-Baran

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.