Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 7 January 2013

Kurd û xapînokê Tirka

Rojev îroroj dîsa eve: qaşo „Mûzakere, li hevhatina Tirk û Kurdan û çekberdana PKKê....”

Eva kû Tirkan(ERDOGAN) ev rojev derxistin pêş, eva bi xwe, bixwere dîyardikê kû tekoşîna

netewa Kurd gihiştîya asteke bilind. Helbet hejayî kêfxweşîyêye û merov pê aram dibê!

Lê, merov vê nikarê ji xwe nepirsê: “Ne îde û ne dîlan, ev çi def û zirneye li kolan”?

Ma gelo çi hata guhertin kû rayadarên Tirkîyê ji helwesta qaşo şerê “tûnekirinê, ji modela Sirîlanka

Anîna zagonên sêdarê, şerê pisîkolojîk, qîrkirina sîyaseta legal(hişkire), bi hezaran girtî, operesyonê

leşkerî, gotinên ERDOGAN ên çirav” ûwd... hate güherîn? Merov dikarê van mînakan zêde bike...

Bi rastî: îro, ji do çi cûdeye? Erdogan bi çi awayî hat gûherîn? Kîjan cüre hata güherîn Hema di rojekêde helwesta tirkan û rayedarên dewletê, AKP û Erdogan qet nayên

gûherîn. Zihnîyete Erdogan û AKP nayên gûherîn, ne îdolojîk, ne zihnîyet û ne şexsîyete

Erdogan ji vêre amdeye. Dewleta Tirk herdem, ji banekî mezin li kurda nerî, pêwendîyên Tirk û

Kurdan herdem li ser asta “Beg û xulam“ hata avakirin. Û dewleta tirk hê vê diparêzê!

Ew qet kurdan (kû jê bê) qebûl nakê. Ne îro û ne sibe ev dewlet û ev zihnîyeta vê dewletê li dijî kurdan nayê gûherîn, eva ji minre zelala. Û ji xwe heger Erdogan bixwazê jî, ew nikanê vê pirsgi-

rêkê çareser bike. Ev pirsgirêka Kurdîstan; Erdogan û Tirkîyê derbasdikê, pirsgirêka Kurdîstan îro

pirsgirêkek navnetewîye, dewltên emperyal qet rê nadin Erdogan kû hespê xwe bibezîne.

Ji ber van sedeman bila kes xwe ne xapîne, mûzakere û li hevhatina tirk û kurdan tineye û zû bi zû

çênabê! Xeyalên aşîtîyê helbet bi gelê kurdre heye, lê xeyalên ji rastîyên dûr wê zerarek mezin bi

xwere bîne. Evya wê tekoşîna azadî bi dehsalan paşde bixîne û çareserîyê dûrbixînê. Pêwestîyek

mezin bi ramana rasyonal û reyalîst heye. Gelê kurd di demek dîrokîde derbasdibe, derfet û mecal

peydabûne, di qada navnetewîde wekî aktorekî rojhilata navîn tê dîtin. Ezmûnek mezin hem di qada

şer û hem qada sîyasîde peydabûye.Bi zelalkirina amûran, stratejîyek demdirêj,sebir, bi bingehîn û li ser pergalek demoqratîk: tekoşîna gele kurd gihije astek mezin, dikanê gelek rê û

rebazên nû bi weridînê. Ev fersend peydebûne. Gelo ev bawerî û moral bi tekoşîna azadîre heye?

Ger merov li BDPî yan godardikê ev qet nayê xuyakirin kû bi xwe bawerin, herdem dibêjin: “bila

hevdîtin werin kirin“ ji xwe van gotinan bayê serê Erdogan zedekir û sedemek ji wanbû kû, Erdogan hêdî di nava şovenîstîyêde di gevizê...

Erdogan û AKP çi dixwazin?

Em tev dizanin kû, kengî van bala aşîtîyê kirîye: terorek dewletê destpêkirîye, gurmegurme cendir-

me û polîsên tirkan ji kolanên Kurdîstanê tê. Girtin, kûştin û qîrkirina gelê kurd dikevê rojevê.

Em baş dizanin kû “Bihara hereban“ ne gihiştîye dawî. Ev bihar; bejî nebêjî wê bighije Tirkî û Îran.

Ew di dorêdene, lê çavdêr di bêjin “ dora Îrane“ Dewleta Tirk û desthilatdarîya wê dixwazinvê pêvajoyê qels bikin, leza wê kêm bikin û ger ji wan werê ji vê pêvajoyê bi kar derkevin, qet nebê,

bi zerarek biçûk pêvajo ji bo berjewendîyên xwe bi kar bînin. Ger şerek di navbere dewletên navnetewîde û Îran rû bide; Dewleta Tirkîyê ji bo vê kar û barê xwe dike. Ji bo vê yekê, pergala

fûzeyên patrîot ji dewletên hevalbendên NATO xwestin. Bi damezrandin û amadekirina vê pergalê xwest hinekî derdor û cîranê xwe pê bi tirsîne. Wexta min ev rêz di nivîsandin, nûçe dihatin li ser:

Ordîya tirkî, 20 herêmên kurdîstanê ji bo çûn hatina sifîlan ji 8.Çêle heta Nîsanê qedaxe kir.

Gelo ev havîna werê wê çi awerte bi xwere bîne?

Hemû amûr, pergal û enîyên li dijî kurdan ji bo desthilatdarîya Tirkîyê mûqadessin, bi erêni wan di

pejirînin û bi hemû hêza dewletê li wan xwedî derdikevin. Xapînok, derew, dîn, zagon,teror ûwd..

ji bo wan hemû amûrin ji bo bighijine armanca xwe.

Ji bo van sedeman ez bawerim kû ti mûzakere tûnene, dewlet dixwazê hinekî hevîyan di kurdande

peyda bikî, wan perçe bikî û destkeftinên rojava bi sînor û tasfîye bikî, hemû pirên di navbera xwe û kurdan de ne pelixîne, ji ber kû hilbijartin va nêzîk dibin.

Ji xwe çapemanîya Tirkî Erdogan bavê aşîtîyê îlankirin, aqilmendên Erdogan dest bi dîlana xwe kirin, ev jî helwestek din nîşan dide û manîdare

Lêêê, dîlana min qet li ber bilûre Erdogan û AKPê nayêêêê......

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.