Direkt zum Inhalt

Nameya Seyîd Riza ya ji bo Neteweyên Yekbûyî

Hewlêr (Rûdaw) – Di nameya pêşengê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza ya ku sala 1937an ji bingehê Neteweyên Yekbûyî, Komeleya Gelan re şandî û Komîsyona Daxwaznameyan a parlamentoya Tirkiyê gihiştiyê de tê gotin ku di komkujiya Dêrsimê de ‘Gaza mirovan dixeniqîne’ hatiye bikaranîn

Xebatên arşîvê yên komîsyona jêr a Dêrsimê ya di bin banê Komîsyona Daxwaznameyan a Meclisa Tirkiyê de hatî avakirin berdewam dike û derket holê ku pêşengê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza serlêdana Komeleya Gelan a ku bingehê Neteweyên Yekbûyî (NY) ye kiriye.

Seyîd Riza di wê nameyê de balê dikişîne ser wê yekê ku di komkujiya Dêrsimê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn, daxwaza piştgiriyê dike û xwe wekî ‘Serfermandarê Dêrsimê’ dide naskirin. Di nava belgeyên ku komîsyona jêr a Dêrsimê bi dest xistine de, nameya Seyîd Riza ji bo hikûmeta Brîtanya nivîsandî û nameya şikayîtê ya ji NY’î (Komeleya Gelan) re şandî jî cih digre.

Di nameya Seyîd Riza ya ku 30ê Tîrmeha 1937an a bi manşêta ‘Ji Komeleya Gelan re’ şandî de wiha tê gotin: “Li dijî me firokeyên bombebaranê, bombeyên agir û gaza mirovan dixeniqîne hatin bikaranîn. Balefirên şer ên Tirkiyê li dijî baweriya me, gundan bombebaran dikin, agir berdidinê, zarok û jinên bê parastin di kujin. Bi vî awayî hikûmeta Tirkiyê dixwaze tolhildana binketina xwe li tevayî Kurdistanê bi îşkencekirinê hilîne. Girtîgeh ji Kurdan tejî bûne. Ronakbîr tên gulebarkirin û darvekirin. 3 milyon kurdên li ser xaka xwe, dixwazin di nava aştî û azadiyê de bijîn, dixwazin nejad, ziman, paşeroj, çand û şaristaniya xwe biparêzin.”
Kesên berpirsyar divê hemû jî lêborînê bixwazin

Komeleya Dêrsimiyên li paytexta Tirkiyê Enqereyê, duh (05.05.2012) bi boneya salvegera komkujiya Dêrsimê li pêşiya Dergehê Dîkmen ê parlamentoya Tirkiyê çalakiyeke şermezariyê lidarxistin. Grûba ku destûr nehat dayîn daxuyaniya çapemeniyê bidin, piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyî, ber bi Akay Kavşagi ve meşiyan. Li vê derê bi navê komeleyê, serokê komeleyê axivî û got: “Her kesê ku berpirsyartiya wî di komkujiya Dêrsimê de heyîn, divê lêborînê bixwazin.

http://www.rudaw.net/kurmanci/nuce/12958.html

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.