Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 10 July 2011

Agehdariyên li ser hebûna Êzdiyên li Xoresanê û tevaya Îranê

Amedekar Kemal Tolan :

Pirs û bersiven bi rêzdar Prof. Dr. Ahmet Taşğın re

Rêzad Prof. Dr. Ahmet Taşğın di nameyeke xwe ya ku di 20.02, 2008 de ji min ra şandiye weha dibêje;
„ Di serê vê meha Sibata 2008 an de, ji bo ku ez bersiva van pirsên, ka Êzdiyên li Iranê hebûn li kîjan herêman diman û ka ew bikur ve çûne lêkolîn bikim çûme Îran`ê .

Min li unîversîtêta Tahran`ê û bi taybetî jî li çend lêkolînên ku di derheqê niştecîhên Kirmanşah, Sehne de hebûn rihêntin. Lê, ez ne gihîştime tû encameke baş û hinek lêkolînvanên bajarê Kirmanşah`ê jî di nav axaftinên hevdîtinên min yên bi wan re tekuz kirin ku Êzdî niha li herêma Kirmanşah`ê tûnin.“

Dûre rêzdar Prof. Dr. Ahmet Taşğın ev pirsên ka Êzdiyên li Iranê hebûn li kîjan herêman diman û ka ew bikur ve çûne ji min ra jî şandin.

Min jî di 02.03.08 de bi kurtasî bersivên Prof. Dr. Ahmet Taşğın bi zimanê tirkî û li goriya Êzdînasîna xwe weha da:

Prof. û Dr.ê` hêja ,
ez cardinê jî dibêjim, metîngehkaran bawerî û welatê me bi zilma xwe dagirkirine, ewan timî kesayeta me ya fizîkî, dîrok, dokument, delîl û çavkaniyên me tûne kirine. Tiştên me yên ku nikaribûne veşêrin jî, ji bo kesayetî û desthilatdariya xwe guhastine. Ewan dîrok û bawerî li goriya desthilatdarî û berjiwendiyên xwe dane kifşkirin. Ji xwe ji ber van derew û kêmasiyên wan in ku ol û gelên li rojhilata navîn heyî hew hevûdinê nasndikin û em jihevûdinê nefret dikin(acisin)…….

Vêca ezê niha bersivên pirsen we jî li goriya zanîna xwe û bi kurtasî weha bidim:

Prof. û Dr. `ê rêzdar !

Bi dîtina min, Êzdî hîna gelekî beriya wextê ku Zerduşt bive pêxeber jî li Îranê hebûne. Jixwe di gelek dokumentan de jî xwanê dibe ku Zerdeşt Pêxember ji dê û bavekî Êzdî û li derdora bajarê Urmiy`ê hatiye dinyayê.

Di zargotina me Êzdiyan de jî xwanê dibe ku, bapîrên me Êzdiyan di nav împaratoriya Medan de li dijî desthilatdarên asurî, farsî û hwd. gelekî berxwedan kirine. Vêca, niha zêdeyî Xwedê pêve kes hewdikare bibêje, ka kîjan hukumdar, padîşah, mîr, beg, axa, şêx û hwd. buye desthilatdarê herêma Tebrîz`ê û ka çend ji wan jî Êzdî bûne ?

Di nav zargotina me Êzdiyan de tê gotin ku, “Mîr Birahîmê Adema” mîrekî herêma Xorasan`ê buye û ew jî di wexta Şêx Adî de hatiye Lalişa nûranî.

Dîsa ez dizanim yek ji herema ku Êzdiyan Tawisên xwe lê digerandin jê jî herêma bajarê Tebrîz`ê buye û bawerdikim ku hingê bi hindikayî 360 gundê Êzdiyan li vê herêmê hebûne.



Pirs û bersiven bi birayê Şoreş Reşî re

Şoreş keko,
eger wextê te hebe û tû karibî ji min hinekî qala cîh, êl û êşîrên Êzdiyan yên di nava kurdên Xorasanê û tevaya Îranê de hebûn anjî hene bikî û ji min re bi taybeti bişînî kêfa minê wê dîsa gelekî bê.

- Mamostê, li Xorasanê niha tenê Åzîîa hene, yani seranserî Xorasanê ji Şîîan bêtir min kes nedîne. Lê, hinek êl hene ku heta dema dereng wek Êzidî mane û jiyanê. Yek ji wana jî êla Hewêdî ye. Hewêdî li nava Xorasanê bela dijîn. Hinek ji wan min li bajarê Bojnûrdê li gundê Kasimabad ê dîtin. Lê mezinên wan jî niha xwe wek Şîîa dibînin, yanî Êzdatî ne li bîra wan e. Lê ew kesên xandawan û zana dizanin ku ew heta dereng Êzidî bûne. Ji vê êlê beşa herî mezinê li Hindistanê bajarê Nû Delhîyê ne bi qasî min bihîstî ew hîna jî Êzidîne. Lê, min tenê bihîstiyê û neçûmê cem wan. Ew na di dema Nadir Åzah de çûnê wir. Bi wan re bereber êla Hemzikî jî çûyê û ew jî Êzidî ne. Nufûsa wan bi qasî min bihîstî 50 000 kese. dibê ku ew serhêjmara kevn be û niha hina jî zêde bin. Yanî piranîya êlên Êzidî li Hindistanê mane. Ew ji bo ku li ser navê Åzah bacê kombikin çûne.

Kurdên Xorasanê dibêjin: " Em berê di ola Îsmaîlî de bûnî" ew yeka ji alî mezinên Kurdên Anadolê vê jî dihatê ziman. Yanê ew giredayî Şîî tîya radikal bûnê û gor bawerîya wan tu tekîlîya wan bi islame û îmam Elî re nîne... Ew niqte gelek giringe û ew jî dide xûyakirin ku ew ji kanîya Zerdeştî belav dibin. Li ser we gelek ispat jî hene...

Wekî berê jî min nivîsî Kurdên li Belûcîstanê Êzidî ne û ew giredayî êla Zerikî ne. Heta dibêjin navênda wane. Zerikî li gelek cîhan hene: Yên li Sewas+Qoçgirîyê hîna jî sibe li ber rojê dia dikin û cîhên roê lêxistî maç-paç dikin. Li dora Îmranli ye wan deran yanî... Yên li Polatli ye gundê Zirqan (15 km ji Poltliyê û nêzikî Sakarya) xwe wek sunnî nişan didin. Bê guman ew ji ber tirsa ye.

Lê, bi gîştî ew êl û Kurdana berê hemî Êzdî ne. Gelek îşaretên vê yekê hene. Li cem wan roj pîrozê, agir pîrozê...Lê di roja îro de ew bi piranî bune sunnî û Şîîa. Ji bo wê jî Êzdatî û Zerdeştîye nizanin. Lê dema tu civaka wan kur analîz diki û çavderekî baş dibîne ku ew di pratîkê de hîna jî giredayî ola xwe kevnin. Wek mînak : Pîrka min çerm-postê mara dikirê bin Şîr û digot:"Bereketa tekevê!". Bavê min digot:" Tu caran li hember rojê mîz mekin!" hîna jî em dibêjin: "Bi vî arî-agirî be!" "Bi vê rojê-roê be!" Çanda "Ocax" li cem me gelek girîng û berbi çavê...

Birê Şoreş, dibe ku wateya navê “Xorrî” anjî “Horrî” ji baweriya hebûna horî û cin perestiyê zêde bûbe, anjî li gor dîtina We çi têkiliya navê “Xorrî” anjî “Horrî” û horî - cin perestiyê bihevûdinê re heye?

- Mamostê TOLAN, gelek lêkolîner li ser navê Xorasanê yek dengin ku tê wata ”cîhê rojê”. Bi dîtina min, ew cîh û roj ne tenê di watayeka cografik yan jî dîrokîyê. Di vê peyv û watê de; rola dîn, Zerdêştîyê û pîrozbûna rojê heye. Gelek îşaret hene ku Zerdeşt Pêxember li wir jîyayê. Navê Xorrî bi dîtina min tê wata kesên di rîya roje de ye. Xor di Kurdî te rojê. Rî jî rîyê. Xorrî di hema demê de nave Zenda Kurdayê. Bi taybet jî Kurmanca. Li ser peyva “Horî-cin perestîye” jî ez gelek caran fikirîm. Lê min bersîveka baş hîna jî nedîtîyê. Di nava Kurdên Xorasan û Anadola Navîn de horî tê wata mirov (bi taybetî jî jin) ên xweşik, çeleng û bedew. Wek mînak, dibejin: Ewê mîna horîkê bedewê, fodilê, xweşikê! Giredana xwe Xorrî û Xorasanê jî li vir derdikevê. Gor bawerîya wan mirovên di rîyê rojê de xirab nabin û mirovê xweşik û rindin! Gereg di vir de pevendîyek hebe…Lê ”cin” li cem me tirs û xofê temsil dike; yanê jîndarê ne xweşik û ne fodil…

Birê Şoreş, li goriya dîtina te, dibe ku girêdaneke baweriya bi ava “Kaniya Miradan”, ya ku “li herêma Xoresanê di kontara çiyayên Hezar Mecîdê “ de ye û ya baweriya bi Dara Miradan ku vêga hêjî li herêma Kurdisatan a azad de û di nava parizgeha Liliş`ê de ji bo me Êzdiyan gelekî pîroz e bi hevûdinê re hebe?

- Mamoste Hêja, bi dîtina min giredanek heye! Yanê di roja îro de jihev ne hayadarin lê bele di labîranta dîrokê de herdû raman û nav ji ola Zerdeştî tên. Agahîya min li ser Dara Miradan nîne. Lê ya li Xorasanê, gor mezinen wir: ”Di demên pir bere de xelk ji Hindistan, Afganistan, Îran,Kurdistanê dihatine wir û festîvalen mezine pêktanîne. Ji bo çi? Heta xelke digot wana cilên spî lixwe dikirine…Dîsa gor agahîyên dîrokî Pêxemberek li wir jîyayê û hîn jî ew cîha pîroz tê dîtin…Xelkê teyî cem pexembere pîroz di hema demê de li miradê xwe digere…Dîsa gor lêkolînê min kirinî gereg xelkê me yî li dora Lalîş yan jî xwedî bawerîya Êzdatî jî navênd Xorasanê hatiyê. Dibê kanîya vî navî ji hema bîr bawerîyê derketibê. Kurdên Xorasanê û yên li Anadolê jî bere Êzdî bûn. Beşek ji kurdên Xorasanê(Hevêdî) li Hindistanê ne hîna jî Êzdî ne. Kurdên Zerikî yê li dora Belûcîstanê hîn jî Zerdeştî-Êzdî ne… Dîsa Zerikîyên îro li Qocgîrî hîna jî li ber rojê dia dikin…

Birayê Delal, niha dikarim weqes tiştan binîvîsîm. Hevîdarim hebek bê jî alîkariya te kiribe.

Kekê te Şoreş.

Gelek spas keko , rêz û silav - Kemal TolanAgehdariyên li ser hebûna Êzdiyên li Xoresanê û tevaya Îranê

Amedekar Kemal Tolan :

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.