Direkt zum Inhalt

KWİRO ÎSO TU NAXWEZÎ BİBÎ MEBUS?

Kwiro Îso tu li ku mayî, ew sê heftenê hevîya teme, min çend cara bi telafunê tera zingil lêda, çend cara tera xeber rêkir deng ji te derneket.

Xalo xêre?

Xêre kwiro xêre, min dixwest ji te pirs bikim, tu naxwezî bibî mebus?

Xalo ez çan bibim mebus, ma mebusbun ewqas asane, min hîna emrê xweda qe tu car Enqara nedîtîyê, yen ku dibin mebus xwedî pere û pulin, pişta wan axayê wan hene, pişta wan kekê wan hene, pişta wan partî hene. Ma tu henekê xwe li min dikî, cara cara perê cotek sol û şalekî ezê zor dibînim. Ma tenê dengbêjîyê kî buye mebus?

Îso ka gwihê xwe bide min, ez dizanim ez çi dibêjim, min sedê xwe zuda borî, kî hat kî çu, ma min kî nasnekir, çend hukumat hatin çend çun, mebusên komarê yêk yêk ten ber çavên min, hemu Serokvezîrên Tirkîya û Serokkomar li ber çavên minin. Ez dizanim ez çi dibêjim, hîna hêşên min serê minin.

Xalo tu dizanî tenê bona daxwezîname dayînê çend hezar lîra dixwezin, ewqas pere du salan da destê min nakeve. Tenê bona daxwezîname dayînê hefthezarheftsedûsîûçar lîra dixwezin, çend roja berî pêş ew xeber rojnamên Tirkîyêda der çu.

Îso ma tu kwirê dîya xwe ninî, tu tenê bibê êrê per û pul tê peydakirin, eger tu ewqas rojnaman dixwînî, gerê te xebera Müslüm Çali jî bixwendîya, mefeyî xwe hostayê înşaatane di nava Enqarê ji karton masayek vekirîyê, bona daxwezînama mebusîyê pars dike, du rojanda şeş lîra berhevkirîyê, bi pênce qurişî pênce qurişî dixweze perê daxwezînama mebusîyê berhevke. Ma kesek tera nabêje here parske. Parskirin qe tu car nebîye panava me, cîranên me pars dikirin, wanra yê me digoton Pars, dema dara me bi komployekê ruxandin, navê Împaratorîya xwe danîn Pars, kirin Împaratorîya Parsan, ew nav heta ruxandina Riza Pehllewî jî wusa ma. Him parskirin, him jî Împaratorîya Parskeran ji me durbe. Du tene gayên min hene, gayê Mard û yê Beş her du jî qelew û xwirtin, ma du hezar Lîra nakin, her du jî qurbana te. Sehezarûpencsed jî perê min yê giredayî heye, min dîya tera xeber da ew jî zer û bazinên xwe amade dike, ma çend sed jî dikarin ji berika te derkevin, hezkarên te jî gelekein, dema bibîzîn Îso dixweze bibe mebus her alîva tera piştîvanî bê, tu dizanî xelkê Elîhê, yê Kercewsê, Heskîf, Qubîn, Hazo û Qabîlcewzê te çiqas hezdike, hezkarê bavê te jî gelekin, ew Pêşmêrê Şervanên Kurd Mahsum Korkmaz ku dijî dagirkera bi jîyana xwê xwe fedakir, şagirdê bavê tebu, destê wî da mezin bu, welatperwerî, şoreşgerî û Kurdperwerî Hemu jî wî fêrbu, qezîya min pere nekir, çun dijî dewletê şerîrakirin, xwestin Kurdistanê Yêk û Serbixwe bikin, min nikarîya aqil bikim serê wan, feqet her du jî pakbun, weku çilka zêr bun, min emrê xwe da kem mîrov dîtin kû; ewqas zana û fîlozof bun, wan bîleyîlezîm serê erdê binê erdê dizanîyan, dijî dewletê li ku derê tiştek dibu tilya wan her tim navda bu. Di nava xelkê Elîhyê da naha jî ew her kesî zêdetirîn tên hezikirin. Îso tu tenê bibê erê, ka tu bibînî tu çawa biçî Enqerê, bilêyîlezîm tu bibî gwila parlementoyê, hemu serî devê te kin.

Xalo tu çawa wusa dibejî, ne Tirkîya min Tirkîyê, ne jî min emrê xwe da qe tu car Elîh yê derketime, m a xencî min di nava Kurdan da kesek nema ez Tirkîyek reşbelek biçim parlementoyê?

Îso ka gwihyê xwe bide min, berî 1980 li vir stranek dihat gotin, Batmana Batmanê leb lê Gulê, leb lê Gulê, lêê lê, Petrola Kurdanê, en gewerê sîng sedefê, çav belekê canê. Petrol qe tu car nebu ya Kurdan, feqet bi vê stranê wan kiribu ya Kurdan, Hozanek hebu vera digotin Şîar, dengê wî çandî yê te xweş bu, wî va strana gelek baş distirîya, Şîar mefekî mezin bu, ew bi xwe şagirdê sîyasetmedarê Kurd Ferît Uzun bu, bawerim hozanîya Ferît Uzun jî hebu, hinekan digot ew wan stranan dinîvîse û dide Hozan Şîar. Ew hemu bun dîrok, hatin û çun, wan gwih bida min sed cara hatibun hilbijartin û çubun Parlementoya Tirkîyayê, cîhyê xebatê. Naha tu gwih bidê min, aqil bigirê serê xwe, vê cara xelk bo te bistire bejê: Batmane Batmanê, meskenê Şêr û Egîdanê, Îso yê Batmanê, Îsoyê Şêre, dengê meye, gwihla meye, îro li vire sibê li Enqarêye, emrê te dirêj be Îso, tu her bijî Îso...

Xalo parlementoya Tirkanda ne Kudî, Tirkî tête axaftin, ma ez vê Tirkîya bibim Parlement, ma Enqara Kercewsê, Qubînê, Hazoye an jî Heskîfe?

Kwiro di parlementoya Tirkanda kî nehat kî ne çu. Ji xelkê Vanê êla Burkîya Kinyasek hebu, gor bîranîna min ew Ezdîyên Urizîstanê bun, dereng bibun misliman, Kînyas destpêka qurna rabirdî hatibu dinê, Tiflîsê ketibu îmtîxana Dibistana Lêşkerîyê ya Serbazîyê, li Kîevê Lîseya Leşkerî , li Bakuyê Dibistana Ceng ya Bilind serkevtî kuta kiribu, bibu serbazê Çarê Urizîstanê, serhevbinhevbuna Şorişa Oktobirêda ew û êla wan dijî şorişê derketîbun, Mîrê wan Mîr Bedir Beg dema Urizîstanê Lenîn û hevalên wî şorişa karker û gundîyan darxistibun,hatibu kuştin, ji ser vê buyerê ew revîya bun, hatibun Kurdistan ketibun bin bandura Tirkîyayê, dihat gotin ku wan 250-300 sal berîpêş ji navçeya Amedê barkirine çune derdora Qersê û dura jî çune Ermenîstan û Ezerbaycanê. Dema ew hatibûn Tirkîyayê wan paşnava Kartal girtîbu. Burkîyan ji derdora Vanê Kinyas şandin Enqarê kirin mebus, partîya Sileman Demîrel da ew 15 sal ma mebus, dura emrê wî berku gelek bu, bu serokê hun bêjin Rêvebirê Parlementoya Tirkîyayê. Tirkîya Kînyasê bejndirêj jî kem bu, serîda wî Tirkî hîç nedizanîya ewqas lay Sileman Demîrel ma, ferî Zmanê Tirkî bu, Sleman Demîrel ewqas wî hezdikir çend roja ew neditîya dîn dibu. Dura Kinyas Tirkîya xwe ya rêşbelek ewqas pêşva bir, li ser goça êla xwe bîstûdu rupel bi zmanê Tirkî pirtukçek nivîsî, dilê wî da nivîsandina çil rupelan hebu, berku ew di nava koma mîrovên xirab dabu û wan binva dijminatîya Kurdan dikirin, Melaykeya Xêrê, îcazê neda wî, li paş bîstûdu rupelan penusa wî şidirand û destê wî girêda . Dema Kînyasê Burkî ew pirtukçe derxist, neteweperest Alparslan Türkeş bu heyranê pirtukçeya wî, Sleman Demîrel hefteyê carê ew pirtukçe dixwend, berku wî di wê pitukçeyêda keda xwe didît û dilê xwe da, xwe weku mamosteyê zmanê Tirkî yê Kînyasê Burkî didît, mîrovkî weku Kinyasê Burkî ra mamoste bun nedibuya nesîbê herkesî, alîyê kulturva ew ji Kinyasê Burkî gelek jêrtir bu, rojekê rojan Nazmîyê Xanê ji Sleman pirsîbu, gotu bu ma pirtuk neman tu hefteyê carê vê pirtukçê dixwînî, Sleman gotubu va pirtukçe ne pirtukçeyêk normalê, kur hatîyê fikirîn û dur hatîyê ditîn, mera derê Rojhilata Naverest, ya Ezerbaycanê û Komarên Tirk yên Sovyetê vedike, teda gelek tişt veşartînê, Kekê Kînyas hunera xwe ya şeş zmana virda berhevkirîyê, pirtuk hene hezaran rupelin tera tiştekî nakin, bîrdibin diçin, va pirtukça ew kas kur û giranê heta mîrovetî hebe ew jî hebe. Li ser vê bersivê, Nazmîye Xanê tiştek negotubu.

Îso tu dibejî Tirkî, dev ji Kinyasê mê yê rahmetî berde, rahma Xweda li vî be, ez tera behsa tiştekî din bikim.
Nizanim tu êla Spikîyan çi qas nasî. Ew eşîrek mezinin ji Dîgorê bigre heta Qerekosê ewin. Dutax her tim bin bandura wanda bu, berî şerê alemê yê yekê hinek ji wan bun misliman, yê din Ezdîtîya paraztin. Dema sînorê Sovyetê û ya Tirkîyayê dihat kişan, yên ku Êzdîyetîya xwe diparaztin derbazî hela Sovyetê dibun, li vê derê pêşva çun, hinekî jî wan li gel Antrantik Paşayê Ermen dîjî brayên xwe yê Misliman şerkirîbun, serdarê ela Spikîyan Abdülmecîd Beg bi şêrvanên xwe li derdora Agrîyê û Digorê mecal nedabu wan. Ji wan yên ku di bin dara Sovyetê da man gelek pêşva çun, tu nizanî feqet te bîhstîye, Radyoya Erîvanê ya Beşa Kurdî her tim behsa wan dikir, gor zanîna min Qanadê Kurdo û Casimê Celîl ji vê êlê bun, dura zarokên wan yên weku Eskerê Boyik, Odîxanê Celîl, Celîle Celil, Cemîla Celîl derketin, ji wan dehan zana, fîlozof û nîvîskarên nav û deng derketin. Tişteki min tera qal bikira va nebu, ez naha bem vê helê û behsa Spîkîyên vê helê û taybetîjî behsa Xalis Begê Spikî bikim. Xalis Begê Spikî kwirê Abdulmecîd Begê Spikî bu, di nava Spikîyanda wan ra mala Serxwîn dihat gotin. Abdülmecîdê Spikî navçeya xwe dijî leşkerên Urizîstanê û Qolên Taşnakan bi can fedakarî paraztibu, Sultanê Osmanî vêra payebilindekî leşkerî rêkiribu, vera digotin Mîralay, destpêka şerda Paşayê Tirkan, Kazim Kara Bekîr serî nava devê wî dikir û yarmetî ji Simkoyê Şikakî dixwest ber wan digerîya. Deman wan karê xwe paşxist Kazim Bekîrê Reş, Abdulmecîdbeg û Simkoyê Şikakî, sergerde îlan dikir. Dura Xweda belayek mezin da Kazim Bekîrê Reş ew û Kemalê Selanîki hevûdudiketin, Kemalê Selanîki bi komployekî dixwest wi li Symîrnayê mahkeme bike û darvake, ew bi niqirekî ji darvakirinê xilasdibu, dura dihat Stemolê, her tim bin çavên Kemalîstan da dima, li Stembolê navçeya Erenköy xanîyeki wî hebu, sî salî zedetir li vir binçavkiri ma, nîvîs û pirtukên wî qedaxe bun. Naha dixwezim dev ji Kazim Bekirê Reş berdim bê mê mesela Xalîs Begê Spikî

Abdulmecîd Begê Spikî di şerê dijî leşkerê Uriz û Taşnakanda birîndar diket, ji êla wî hezaran mîrov dihatin kuştin, dura Komara Tirkîya pişta xwe wanra dizivirîya û dijminatî dikir. Abukmecîdê Spikî digot: “di jîyana minda xetaya min ya mezin ew bu ku, min bawerîya xwe Tirkan anî û bîr kir ku bextê wan her tim reşe”. Dema li ser biryara Xoybunê di bin serdarîya Îhsan Nurî Paşada li derdora Çîyayê Agrîyê Komara Kurd a Agrîyê dihat îlankirin, Spîkîyan din bin serdarîya Xalis Begê Spikî da dîrok nuda dinîvîsandin, ji şerkarên azadîyê, 150 desteyan serî nava devê Xalis Begê Spikî dikirin, dema wî digot “Hilbe Agrî, hilbe” erd û ezman digîhiştin hev, Agrîye piçuk li ber Agrîyê mezin xwe ditewand, Agrîyê mezin jî xwe li ber doza azadixwezen Kurd ditewand. Di nava şerda Xalîs Begê Spikî hezarûçilûyêk jendirmê Tirk kuştibu. Xofa Kurdan ewqas mezin bu , tenya bi Alayek Kurd wan carcara se mehan zedetirîn banîyek diparaztin, xof ne tenê ketîbu ser Tirka, ketibu ser Ermen, Uriz û Êzerîya jî, tirsa wan ewbu ku; Komara Kurd ya Agrîyê rojekê sînorê xwe bigehîjînê Kurdistana Sor ya Sovyetê û gel wê yêk be, gor bîranina min du tilîyên Xalîs Begê Spikî di şerda dipekîyan ew dibu Qazî, di dîroka mîrovetiyêda weku Xalis Begê Spikî kem şervan hebun, dema ew hespa xwe spî ya çînçînî sîyar dibi erda Melehesen, Qerekoy, Mîrzê,Bexdo û Cemalwerdiyê di bin wî da dilerzîya, Deşta Serhade wî ra teng û kwirt dibu, firîşteyên şevê jî nedigîştin wî. Çuyîn û hatin bona bajarê Xoyê û binê xetê bo wî dibu lîhîstik. Biryarên Xoybune, di tur û heybeyên wî da digîştin Agrîyê, Ala Kurdistanê wî anîbu Agrîyê, çawa Xoybunê biryar girtî bu; kwirên Şahîn Axa, Bozan û Mistefa biavitana ser Rihayê, kwirên Îbraîm Paşa biavitana ser Weranşarê, kwirên Cemîl Paşa biavitana ser Merdînê, Haco Axa û Celadet Bedîrxan biavitana ser Nisebîn û Midyatê, Komara Agrîyê dikarîya piçek nefes bigire, mixabin ji ber vê sedemê anjî wê sedemê ew ledanana mezin nebu, serê xetê ew xîret pêşva neçun û wan li Komara Tirkan nedan, tenê Celadet Bedîrxan û yên derdora wî avitin ser çend gordînên piçuk, yê din dev ji bajaran berdê neavitin ser gordînekê jî. Komara Agrîyê di nava agirê Tirka, Ecem û Urizanda ma, merxasî û canfedakarîyê tera Tirka nekir, Komara Agrîyê hate hilşandin, Xalis Begê Spikî li ber Komara Tirka melis nebu, ew li navçeya xwe ma, wî dikarîya li gel şervanên Celalî derbazî Rojhilatî Kurdistan be, ma ew û Broyê Hezkî kem hevra mabun, ne pevçuna wan nejî dostanîya wan xilas dibu, di Komara Kurd ya Agrîyê da, Broyê Heskî, yêk ji mezintirîn serdarên lêşkerî yê Kurd bu, ew 1931 da dijî dagirkerên Îranê di şerda ket, li paş şerê duem yê alemê elçî û sîyasetmedarên Tirk hatin ber Xalis Begê Spikî gerîn, wan ew bona xwe telîkeyek mezin diditîn, Îhsan Nurî Paşa li Tehranê cîvar bibu bi dengdanekê Şerkarên Azadîyê dikarîyan carek din bicivîn û ala azadîyê hildin. Kemalê Selanîkî di jîyana xwe da sê tîşta ditirsîya, yêk jina wî Latîfê Xanim bu, ji wê gelek ditirsîya dema ew mir sektora wî heta roja mirina wê, ew malekêda sicin kirin û kesekira nedan nîşan, eger wê biaxifîya berdek ser berdekî din nedima, du; ji mişka ditirsîya dema mişkek didît nidizanîya xwe kuda vêşere û kuda bazde, sê; ji Îhsan Nurî Paşa ditirsîya, wî îhsan Nurî Paşa di jîyana xwe da çend çara dîtibu, li ber bejna wî, ew gelek piçuk diket, weku vejîna bruskekê jî wî ditirsîya, bo Îhsan Nurî Paşa digot, “him Kurde, him aqile, him jî hêrse, dema ew hêrs tê; destên xwe dikarî çîyaye kî ji cîhyê xwe bilivînî”.

Di şerê Agrîyê da leşkerên Tirk her roj li ber şervanên Kurd şikest dixwerin, serbazekî wan yê xwirt û pehlewan hebu, naha navê wî nayê ser zmanê min, Îsan Nurî Paşara xeberek rêkir, gote: were felan cîh ez te gulaşê bigirin, dema ez bin ketim tu serketî; em hemu daxwezîyên we bîhnin cîh, ez li ser şerefa xwe soz didim we, dema ez serketim tu binketi, hun mecburin dijî me, dev ji şer berdin û daxwezîyên me bîhnin cîh, pewîste berî gulaşgirtinê tu jî ser şerefa xwe soz bidî. Îhsan Nurî Paşa, bersiva wî da û gote: peşnîyara te ser serê min, feqet tu serbazekî, dema ez gulaş bigirim ne jî tera, ez tenya serdarê wera dikarim gulaş bigirim, eger hun li paş teklîfa xwene xeberê rêkin bila Atatürkê we ji Enqarê be cîhyê ku hun dibên em gulaş bigirin, kî ku serket. Serbazê Tirk ew xeber gîhand Enqarê, xeber çu gwihyê Kemalê Selanîkî, wî xwe da kerrîyê û heta nezîka çend mehan xew neket çavên wî, ew ji xwerinê bu û nexweş ket, ji mirinê filitî ji ber vê xofek mezin di zikê sîyasetmedarên Tirk da hebu, wan dixwestin Xalis Begê Spikî bikşînin nava sîyaseta Tirkîyayê û wî ji Kurdistan durxînin. Bi partîya Adnan Mendres ew serketin, Xalis Begê Spikî weku mebus hate nava Parlementoya Tirkîyayê, her tim ba wî tercuman hebun, berku wi Tirkî kem dizanîya û zef kem fahmnedikir. Tirkî nezanîna wî da problem tunebu, tenyê daxwezîyak Tirkan hebu; ew ji Kurdistan derkeve.

Te, dîroka Tirkîyê da xwendiyê Adnan Mendres û Partîya wî ya Demokratan, heta 1960 li ser darê man. Xalis Begê Spikî jî mebus ma, dura nava Perê Kemalê Selanîkî û Perê Mendres da pozberîyen mezin peydabun, Kemalîstan dîtin ku, bi rîya sîyasetê ya normalva tera Perê Mendires nakin, wan binva leşkerîyê tizkirin û berdan ser wan. Dara Adnan Mendres bêbextî 27 Gulan 1960 hate ruxandin ew û hevalên wî hatin girtin. Li gel Mendres û Xalis Begê Spikî 590 kesên din hatin girtin. Xalis Begê Spikî zmanê Dadigehya (Mehkema) Tirka zede fahmnedikir. Dema dora wî hat parezkerê dewletê dur û dirêj axifî dura hakîmê (Rusipîyê) leşkerî biryar xwend, Xalîs Begê Spikî zedê fahmnekirîbu, li wê Kurdekî Tirkî dizanîya pirskirîbu, gotubu kwiro ew segbaba çi dibêje? Kurdê li wê, lê zivirandîbu û gotubu: wî biryara darvakrina te xwend, ewê te îxdambikin. Xalîs Begê Spikî gotubu, ka vî segbabî pirske, sedema biryara darvakirina min çîye? Kurdêki tercumanî girtibu serxwe, ji hakîm sedema biryara darvakirinê pirsî, vera gotin ku wî bona gorandina makazogona Tirkîya gel Adnan Mendres û hevalên wî, di Parlementoya Tirkîyêda tilî rakirîye. Bersiva Xalis Begê Spikî çi bu zanî?

Çi bu Xalo?

Xalis Begê Spikî, paşnava wî kiribun “Öztürk” henekê xwe kirin û gote: vî segbabîra bejê min bona paraztina Komara Kurd ya Agrîyê dehan jendirmên we kuştin we nikarîya biryara darvakirina min bidin, ma bona gorandina zagonekê min tilî rakirîye hun ji ber vê, biryara darvakiraina min didin? Aha.. ez li ber çavên we, wê tilîyê li vir dişkînim. Wî gotina xwe rastî kir û tilîya xwe rabu ber çavên hemuyan şikand, li ser vê hakîmê leşkerî yê Tirk bîrva çu û kursîda ket, aga ji serê wî nema, ava sar anîn avitin ruyên wî, mecbur man mahkeme dan rawestan. Gwînê Adnan Mendresê Rahmetî, yê Fahtî Rüştü Zorlû û Hasan Polatkan bibu kirec, Celal Bayar berê xwestibu berxwede gotubu ez vê mehkema nasnakim, dema derheqa wî da glîname hatibu xwendin tirsîya bu û binê xwe şilkiribu. Xwedê kesekî nekê refşekî wusa, xofa mirinê sare, çokên mîrov dilerzîne. Gelekan tirsa mirinê girtibu, av nedigîhişt gwîzikên Xalîs Begê Spikî, wî henekên xwe dikirin, berê bona darvakirina wî biryar dan, dura dema Adnan Mendres û du hevalên wî hatin darvakirin, Kemalîstan şopata xwe girtin û biryara darvakirnê bona Xalis Begê Sipikî û hinekan rakirin, nezîka deh salan ew zindanên Tirkîyê da girtî ma dura hate berdan. Vana tiştana tu cîhekî da nehatin nîvîsandin, tenê ez tera dibêjim, çi hat serê ruspîyê lêşkerî yê Tirk? Li paş vê mahkemê, her tim tilî şikandina Xallis Begê Spikî dihat ber çavên wî û ew bîrva diçu, rihnas nema ew lê gerîya derdê xwera derman nedît û rojekî bi destê xwe jiyana xwe girt. Xalis Beg dema hate berdan girtîxanêda ferî Tikî bibu, dikarîya Tirkî biaxife û sohpet bike, li pey xwe malbendik mezin hişt, zmanê min têra salixdana wî nake, zilên Çemê Mîrzê, qerên Çîyayên Qertewînê, kulîlk û gwînîyên Deşta Serhadê batana zman tera têr behsa wî û hespa wîyî spî ya çînçînî bikirana. Xweda rahma xwe lêke.. Weku wî kem azâdîxwez û şêrvan hebun.

Xalo min xwe avtîyê bextê tê, ez emrê xweda ji Elîhyê derenketime der, Kercews, Heskîf, Qubîn, Hazo û Qabîlcewzê jî weku xewnen çavan dizanim, çuyîn û hatina min li wan deran yêkbuye, bona dêngbêjîyê banmikirine, dema dawet û şahîyê wan xilas bune taf zivirîmê Elîhyê, Elîh-Batman bo min dinyayê, kwirê mamê min çend cara xwest ez biçim Emerîkayê lay wî gote li wê jî Kurd hene û gelek jî te hezbikin û îxtirama te bigirin û tu hezar car jî li vir baştir bijî, min gel xanima xwe sohpet kir heta me ji Sosinê jî pirsî, dilê min da bersiv na bu, serîda min fikra xwe negot, Xanima min gote em li vira bune û li vir bimirin, ez naçim cîhyekî, Sosinê piştgirîya dîya xwe kir, eger Memo jî pîçek zman buyê û bikarîya bişteqilîya sedarsed ew jî dijî vê pêşnîyarê derdiket, dema wan biryara xwe gotin û min jî got heta roja dawîyê emê ser axa bav û kalên xwe biminin. Mîrov li ser rîçala xwe û ser axa xwe xwirte, tu dizanî min bavê çiqas hezdikir, te hosînama wî jî bîstîye, dema ez dikevim tengasîyê her tim wê hosînamê dixwinim û xwe ji xwe dipirsim, dibêjim ka bersiva vê mişqulê jî heye? Li ser daweta kwirmamê min, min hosînamabavê xwe carek din xwend, çi dibêjî dizanî; dibê tu car axa xwe mefiroşin û ji vir meçin, herin weku mevan bigerin feqet dîsa bizivirin vir. Dayîka min Xweda kirîbu ew daweta bona Emrîkayê nebîhstîbu, dema xeber çu gwihê wê ji minra şerkir, weku zarokekî pênc salî min miamele dit, çend rojan ji min sil ma, dura ez bergerîyam sergerîyam min mabeyna xwe gel wê başkir. Naha tu minra dbêjî bibe mebus here Enqerê, min Enqera nedîtîyê Enqerayê jî ez, ez çan bibim mebus biçim Parlementoya Tirkîyê, bê partî, bê kek û bê eşîr, polîtîka û dengbêjî tu tiştê cudanê, ez û Tirkîya, ez û Enqera, ez û polîtika, nedîtin û nezanîya min çawa li hevbên?

Îso te berê got Tirkîya min ne Tirkîyê ez nikarim, naha jî dibêjî min Enqera neditîyê ji ber vê ez nikarim. Tu jî weku bavê xwe serî hişkî bavê tê serê erdê binê erdê dizanîya, Încîl, Tevrat û Quran hemu xitim kiribu, Feqîyê Teyra xitim kiribû, kêm pirtuk hebun ji destê wî filitî bun, secera we heta bîstûyêk bavan şunda dibir, zmanê Farsan û Ereban weku wan diaxifîya, li vê derê mebûsî ji hemuyan zedetir heqe wî bu, wî her tim serî hişkî kir tu car bona mebusîyê nebu namzet û nebu endamê partîyekî Tirkîyayê, qezîya min bikira naha navê wî li ser çend dibistanan danîbuna, navê wî li ser caddan danîbuna, ma xirab dibu, naha ew tune, xelk te hezdike, dema navê bavê te dibehîzin hemu derî ji tera heta serê piştê vedibin, hîna tu dibêjî min Enqara nedîtîye falan bêvan....

Te navê Rihayê bîhstîyê, dîyarê Pîxamberan, mekana Ebrahîm, Tirkan navê Rihayê dura danîn Urfa, salên dawîyê da jî kirin Şanlî Urfa, te dema got min Enqera neditîyê, Enqerayê jî ez, min xwexwera gote xalîser ma bona mebusîyê tu mecburî serîda Enqarê bibînî, an jî Enqarê te bibînî? Li paş şerê alemê yê yekê berku Dewleta Osmanî û hevkarên wan binketin, dewletên weku Îngilîzîstanê û Fransayê, Îtalyan jî girtin lay xwe û welatên ku bin hukumranîya Sultanê Osmanî da bun mabeyna xwe da parvakirin, bêrazîbuna gelên wan welatan, ew welat girtin bin bandura xwe, Mezopotamîya û parê mezin yê Kurdistana Başur keti n para Îngilîzîstanê, Surîyê û parekî piçuk yê Kurdistanê û Xatay ketin para Fransayê. Êşîrên Ereban yên Mezopotamîa jêrin demek kwirt de di gel Împarotorîya Îngilîzîstanê bun hevkar, Kurdan bandura Îngilîzîstanê red kirin, din bin serdarîya Şex Mahmudê Berzencîl da berxwedan, Şex Mahmud Padîşahîya xwe bona Kurdistanê bangkir û keti nava berxwedanek mezin, bajarê Slemenanî bu peytexta Kurdan, di vê berxwedanê da yêk leşkerê Osmanî tunebu, Tirkan û serbazên wan berxwe nedan, Kemalê Selanîki binva Major Noel ra xeber rêkir xwest li gel wî bibe îtîfaq, Noel serbazê Îngilîzistanê bu, di vê katê da Fransayê Surîyê û Xatay kir bin bandura xwe, gor vê planê Riha jî keti para wan, Kurdên me li vir hêz bun, tenê din serdarîya Mahmud Paşayê Millî da nezîka sê hezar sûwarîyê Kurdan hebun, ew serdarê Millîyan bu, Millî bi xwe komekî gelek mezin bu, ew bi hevra sedûpenceûçar êşîrbun û derdora Wêranşarê cîhwar bun, Dewleta Osmanî her tim jî wan ditirsîya, dema Şex Ubeydullah dijî Îran û Osmanîya rabibu û Navenda Kurdistanê heta Tebrîzê girtbu destê xwe, bavê Mahmud Paşayê Millî Îbrahîm Paşa bi can û dil nava sehildanêda cîhyê xwe girtîbû . Rihayê xencî Millîyan êşîrên Kurd yên din jî hebun; Îzolyan ji vana yêk bun, di bin serdarîya Bozanê Zulfîkar ew yêk kulm bun. Eşîra Îzolan jî gelek mezin bu, alîkî va digehîştin Moxindî û Depê, alîyê din va dihatin Meletîyê û li vir heta Rihayê belav dibun. Dîroka Kurdistanda nav û deng bun, dema peytexta Şadîya dibirin Xorasanê pîlekî wan jî diçu Xorasanê. Li gel Îzolî û Millîya, êşira Şexan di bin serdarîya Omer Beg da, ya Badilîya, di bin serdarîya Saîd Beg da bona paraztin û rizgarkirina Rihayê xwe amade dikirin. Dema Îngiliz hatibun vê derê nexastibun mişquleyên wan li gel Kurdan derkevin, Kurd li vir hêz bun leşkerî Osmanî kesek li vir nemabu mîrovên Tirkan yêki weku Alî Riza dura paşnava wî dibu Ursavaş û Alî Sahîp Bey li vir bona karê îstîqbaratê mabun, di bin kontrola wan tu lêşkerik tunebu. Gor hevhatina Îngiliz, Îtalyan û Fransizan Riha ketibu para Fransayê, ji ber vê 30 Cotmeh 1919, lêşkerê Fransayê keti nava Rihayê û navênda Rihayê girti destê xwe, Kurd hatina wan nerazîbun, Fransizan hinek Erebên Xaçparêz, Ermen û Aşur girtibun lay xwe, kem Kurd jî nava wanda hebun. Kurd çawa Kurdistana Başur hatina Îngilîzan nerazîbun, li vir jî bi hatina Fransizan nerazîbun, gelekan Serdarê Êşîra Millîyan weku Dewletserokê Kurd yê diwaroj didîtîn. Kurdan çend cara serokleşkerê Fransizra xeber rêkirin û derketina wan ji Rihayê xwestin, Fransiz razînebun, ji ber vê derdora Rihayê girtin û derketina Fransizan ji Rihayê xwestin, bona derketinê wan 24 seat midet dan Fransizan, Fransiz û hevkarên wan mecbur man ji Rihayê derketin, xaçparêzên bajêr bona jîyan, malûmilk û diwaroja xwe garantî dixwestin. Millîyan di tartela Ermenanda hezaran Ermen rizgarkiribun û nedabun destên Tirkan, berku wan gel Fransizan îtîfaq kiribun, tirsa wan hebu, Kurdan soz dan wan feqet dema Fransiz rakişîyan mabeyna wan û Kurdanda şerekî dijwar qewimî, ji herdu alîyan gelek mîrov şerda ketin. Li Rihayê Tirkan û lêşkerê wan yêk fîşek neavitin, berku ew li wê nemabun, li Enqarayê wan binva dijî Kurdan hedîhedî li gel Îngilîz û Fransizan îtîfaqek duristkirin û dizî soz û garantîya feşilandina Xîlafêtê, dayîna welatên bin hukumranîya Împaratorîya Osmanî dan, wanra digotin li gel me bibin îtifaq Kurd him dijî me him dijî we hêz û hersin, him bibin bela serê we him bibin bela serê me. Kurdan Fransiz ji derdora Rihayê û Dîlokê avitin, Tirkan li Fransizanra îtifaq çekirin. Dema li Enqerayê Meclîsa yêkhem dicivandin çi kirin tu dizanî?

Çi kirin Xalo?

Weku leblebîyan postên mebusîyê belavkirin, Riha ket para kê tu dizanî? Na xalo ez çawa bizanim hîna ez nehatibum dinê, hun dizanîn zanîna min li ser dîrokê ewqas kwur nînê. Dema Meclîsa Yêkhem ya Komara Tirkîya civîya mîrovên curebicur hebun, Kurd, Tirk, Laz û ji miletên din mîrov hebun, tayfeyek ji wan nav xwe da organîze bu, hevaltîya wan kewnd bu û ew bi can û dil bi hevra giredayî bun, tu komek weku wan bi hevra nedimeşîya dema delagasyonek bona Lozanê dihat amadekirin, piranîya delegasyonê ji vê komê bu, di nava vê komê da yê herî aktîv Kemalê Selanîkî (dura vera gotin Atatürk), Dr. Riza (dura xwera gote Riza Nur), kwirê Nacî Ahmed Aga (dura xwera got Yayah Kemal Beyatli) bun. Îsmetê Kerr (dura vera gotin Îsmet Înönü) nîvdili vê komêra hereket dikir. Ew kom ji mefeyên “badayî” bu, ango ew wermêr bun, hinakan wanra digotain “koma mêrjina” gotinek wusa heqarete bo jina, ji berwê rengdara wermêrî cîhyê xwe hatibu gotin. Di nava wanda mirovên xulamparêz, ango pederast jî hebun, Zîya Gökalp (navê wî yê rastî Mehmet Zîya bu) ji, ji wan yêk bu, rasthevtina wan di 1909 li Selanîkî Kongira Hizba Îttîatî Terakî da bibu. Zîya Gökalp weku nonerê Amedê çuwu liwê, berku wî ji xwe fedî dikir û kirinên xwe qe tu car xwe jî razî nebu, carekê bi riwêlekê fîşegik berdabu serê xwe û xwestibu xwe bikuje, serneketibu dura li Stembolê sala 1924 di Nexweşxana Frnasizanda serê xwe şid dîwêr xist û xwe kuşt, vê buyerê kem kes dizanin.

Ango Xalo tu dibejî ew Koma Kemalê Selanîkî, Ahmed Aga û Dr. Riza koma tomiran bu? Na, tomiretî tiştekî dine, mîrovekî tomire nê jine ne jî mêre, ew ne dixwin ne jî vedixwin, weku melaîkan dijin. Wermêr weku merekî dîyar dikin feqet hîsên wan jî mertîyê durin, piranîya wan zef aqil û zanane. Dr. Riza xwe hemîyan aqiltir didît, ji ber vê paşnava “Nur” girt, mesaja wî ew bu ku yê din bê Nura wî nikarin bimêşin, Kemalê Selanîkî jî xwe kir bavê hemu Tirkan û xwera “Atatürk” da gotin, ji ber vê mabeyna Dr. Riza û Kemalê Selanîkîda pevçunek mezin derket, Dr. Riza xwe xwera digot; tu xwe dikê bavê Tirka, feqet bîrmeke tu bavê wan jî bî, tu nura min dijî, bê nura min tu nikarî rojekî bijî. Dr. Riza di seroketîya delegasyona Lozanê da bu, wî dîtku jîyana wî ketîye tehlîkê weku Mehmet Akîf (dura xwera gotibu Mehmet Akif Ersoy)revî çu Misirê, li paş mirina Kemalê Selanîkî zivrî Stembolê. Ez naha qezîya xwe binim ser mebusîyê, mebus alîyê gel va nehatin hilbijartin, Koma Wêrmeran postên mebusyê mabeyna xwe da parvakirin û tesbît kirin, dema Yayah Kemal Beyatli, nîvîskar û hozan pirsîn, gote min dixwezim bibim mebusê Rihayê, Ahmed Agayê Üskübî di jîyana xwe da ji Enqarayê wertir pêşva neçubu, ne Kurdistan ne jî Bajarê Rihayê dîtîbu. Baverim wî jîyana xwe da derheqa Rihayê, gelê wê, xwerin û panavên wê gelek tişt bîhîstîbu, ji ber vê dixwest bibe mebusê Rihayê. Bi vî şiklî Koma Wermêran mebusîya Yayah Kemal Beyatli bona Rihayê qebul dikirin. Dema Beyatli bu mebusê Rihayê qe tu car fedî nekir, xwe nepirsî û negot tu Rihayê nasnakê û heta vê katê te ji bona Rihayê te tilîya xwe nelivandîye. Qezîyek me Kurdan heye, tete gotin ku; “kî dike kî dixwe”. Xelkê Rihayê bê Tirkan Fransîz û hêzên wan ji Rihayê derxistin, navçe aram kirin, Yayah Kemal Beyatlî jî bu mebusê Rihayê û heqê mebusîyê ji dewletê wergirt. Herê Xweda kî dike kî dixwe?!!

Tu bi xwe xelkê virî û kem kes weku tê Elîhyê nasdikin, dîsa jî rabuyî min ra dibêjî Xalo min hîna jîyana xwe da Enqere nedîtîye, Enqerêjî ez nedîtîme ez çawa bimim mebus û biçim Parlementoya Tirkîyayê. Îso êqilê xwe bigir serê xwe ma Yayah Kemal Beyatlî di jîyana xwe da Riha dîtîbu bu yêkhemîn mebusê Rihayê? Wî dehan salan meaşa mebusîyê girt.

Xalo, ez xulam, min xwe avitîye bextê te, ez te naxwezim bişkînim, min tera gote Tirkîya min ne Tirkîye, te rîya min girt, dura min got Enqarayê ez, min Enqara nedîtîye, disa ez ji destê te nefilitîyam. Dema te minra teklîfa mebusiyê kir jîyana minda hinek buyer weku fîlmekê ber çavên minda hatin û çun, kaosek weku zilmata tarî keti serê min, min neda dîyarkirin, feqet hindik mabu laşê min çawa tanketî bilerze û ez bihecicim. Min nedixwest ez xwe aşîkar bikim, feqet te hemu rê li min girtin, ez mecburim derdê xwe ji tera bêjim.

Kwiro Îso derdê te çibî? Di nava koma meda ji te zindîtir, ji te zîrektir, ji te mîrovtir kesek heyê, serê ke biêşe yekhemcar Îso narevîyê, perê kê tunebe nayê cem Îso, ma tu heta naha sedan dawet û şahîyanda bê pul û pere amade nebuy, rojên înîyan heta tu neyî mizgeftê mele destpêkî nimêjê nake, dev ji xelkê berde, ew mamur, polîs û leşkerên hatinê Elîhyê heyrana te û denge te ninin, heta te zewaca xwe nekiribu, li ser te çend dayîkan bona zavatîyê şerkirin, tu diketî xewna çend qîzên azad, heta çavên jinan jî li ser te nebun?! Tu naha rabuyî dibêjî derdê min heye!

Xalo ne wusayê eger tu îcaze bidi ez dixwezim weda verşim derdê xwe wera bêjim. Dema hez heşt salî bum hîna ez li gund bum, tu gundê me, çemê me, çîya û banîyên me baş nasî, tu Elîyê Mîrzê jî baş nasî, li ber çêm zevîyên Elîyê Mîrze hebun, axa wî gelek bu, di gundê meda baştirîn cîh destê wî dabun, li zevîyên ber çem wî her sal zebeş diajotin, dema zebeş mezin dibun hundirê wan sor dibun ez Bego diçun dizîya zebêşan, me çi dikir, tu dizanî Xalo? Bego ji min xwirttir bu, wî ez kulan dikirim, bi vî şiklî em diçun nava zevîya Elîyê Mîrzê, Bego zebeşek çavê xwera dibirrîya û ber wî disekîni, dura li ser çokan rudinişt, ez xwerî jêr dibum, lingên min erdê nediketin, min destên xwe dirêj dikirin û zebeş dibizdan û radikir, dura Bego li ser çokên xwe radibu û hedî hedî jî zevîyê derdiket, me dizanîya kîjan rojan Elîyê Mîrzê li ber zevîya xwe disekînî kîjan rojan ne li wê ye. Zebeş her hefte kem dibun, Elîyê Mîrzê dîndibu, wî dizanîya ku; ew karê zarokane, rojekê roja bi destura dê û bavan, Elîyê Mîrzê evarî li paş dawîhatin qursa Quranê hemu zarok û cîwan dan cîvan, ji çenteyê xwe yê cawî Quranik derxist, gote ez dixwezim hun bikevin rêzê û destê xwe Quranê xînîn û bêjin min dîzîya zebêşên te nekirîye, dema hun derewa bikin, dura çi tê serê we hun dizanin, zarok ketin rêzê û sond xwerin, kwirikek hebû navê wî Hesen bu, îmana Hesen zef bu, carcara ew zikirê diket û xayz diçu, ew li ber Bego bu, daxwezîya min ew bu ku; Hesen dîsa zikirê bikeve, xayz biçe û hemî komî derdora serê wî bin û dora sondxwerina me qet neyê, mixabin Hesen zikirê neket, dema dora Bego hat, Bego dengê xwe gorî, bi zarotîyê derxist û weku mezinekî gote, Mamê Elî ez destên xwe didim ser Quranê û sond dixwim ku; destên min qe tu car zebêşen te nebizdandine û nejî ruçikandine, eger min destên xwe zebeşên te jêkirine, ew destên min di berda qut bin. Dema bona sond xwerinê dora min hat, minjî weku Bego dengê xwe gorî û wusa sonda xwer: Mamê Elî ew herdu lingên min tu car zevîyate nekitine, ez deste xwe li ser quranê didim û son dixwim ku; lingên min tu car zevîyate neketine. Hemu zarokan sond xwerin, Mamê Elî dest vala û perîşan rabu û çu. Sond min û ya Bego jî cîh bu. Bona sond xwerinê tenya qîzik û dotên gund mabun, wan jî tiştekî wusa nedikirin. Dortira salê Elîyê Mîrzê dev ji zebêşan berda tenya genim û ceh ajot. Me jî dev jî dizîtîyê berda, dema em mezin bun ez û Bego bi xelatek mezin çun lay Mam Elî û me jê borîn û helalî xwest, ew kenîya û gote way li min van salên dawîyê da min tiştekî wusa jî bibîhstîya. Dizîyamê mabeynî me û wî da ma, qe tu cîhyekî behsa dizîya min û Bego nekir, feqet ez dîsa jî şermezarim, me çan zerar da mîrovekî weku mam Elî?

Xalo te nedizanîya min ji tera got, naha tu jî dizanî ku min zaroktîya xwe da dizî kirîye, ez ne mîrovekî pîr û pakim. Ma tenê dizitîbuya, tu Mamê min yê mezin jî nasî, Cemşîdo dixwest qîza xwe Sosinê bide min, min qebul nekir, berê Sosin ji min silbu gote kwirmamê min çawa min naxwezî, ji mintiqa me kem dot hebun weku Sosinê serxwe bun, çavên wê wekû xezelekê mezin bun, birîyên we weku hîvek nu bun, dema ew dikenîya sîûdu dudanên we dîyardikirin, ew hemu jî weku mircanên spî bun û dibirîqîyan, qîzan vera digotin Sosina devken, min nedixwest ez Sosinê ra zewaca xwe bikim, min ew weku xwîçka xwe didît û wusa jî jê hezdikir, bavêmin kiribû serê me, di mabeyna zaroken xwîç û branda zewac tiştekî ne başe, eger mabeyna wanda zewac hebe, şundamayîna wê komê dide dîyarkirin, pewîste Kurd ji hetanê kewnd derkevin û çavên xwe vekin, xaçparêza sêsed sal berîbeş di mabeyna zarokên xwîçk û branda zewac qedaxe kiribun, bavê min hosînama xwe da ji dur û dirêj nîvîsîbu: ku em gel dotên mam, xal, xaltî û metên xwe zewac nekin, ku em gel pisên mam, xaltî, xal û metên xwe zewac nekin. Min jî wusa kir Sosînê dura çavên xwe vekirin û nezewacxwestina min gel we normal dît, Mamê min Cemşîdo ji min sil bu, digot ma Pîxamberan dotên mam, met, xal û xaltîyên xwe girtine tu weku bavê xwe modeyên teze derdixînî? Wî jî digot pewîste Kurdistan serbixwe û yêkbe. Tu dizanî Sosinê çu mêrkir, xwera mêrekî spehî û pehlevan dit, ez jî daweta wanda sê roja sitirîyam û min wanra govend girt, naha jî Xweda şukir şeş zarokên wan hene, çend salan şunda min jî zewaca xwe kir û zarokên min jî bun, ez pîreka xwe jî gelek hezdikim, ez îxtirama we digirim, ew jî qeder û îxtîrama min digîrî, bav û kalên mê çi gotibun: “jin bixweze mîrov dike vezîr eger nexweze dike rezîl”. Xweda şukur heta neha tu rezîlîyeki me nebuye, vezîrîyêjî bi navê Xweda bî ku, ez naxwezim.

Xalo, Cemşîdo ji min gelek hezdikir, carekê dema ez hîna çarzdêh salî bum, cîhekî gelek xirab da girtim, wî tu cîheki behsa wê buyerê nekir, wî sakek li ser wê buyerê xist û ew veşart, dema xwest Sosoinê bide min, min zanî ku Cemşîdo qusura min zuda efkirîye û çavên xwe damilandinê. Rojekê rojan ez li gel dayîk û bavê xwe çumê gund, havîn bu, bêder radikirin, karê mala mamê min jî gelek bu, tu dizanî her tim çend hesp û kerên wan hebun. Bavê min li wê hem hiştin û çu gundekî din, nizanim bona çi, digotin ewe çend rojîn hevalê wî hevîya wîne. Pîyê evarê pevîst bu mamê min hemu hesp û kerên xwe barke, hesp û ker çun ji olkan azad kirin û anîn, mankera boz wanda bibu, hefsar û werisê xwe li gel olka qutayî şunda hiştibu. Cemşîdo min ra got: Îso pewîste heta şev nebe em kerê bibînin, ez berê xwe didim Gaza Tirşokan tu jî berê xwe bide Zevîya Kortê, emê li ser Kanîya Zîyaretê hevdubibînîn, ka ji me kî, zu kera boz bibîne, Xalo ez seranserî mergan çum, tu bejî çil deqe, ez bêjim seatûnîv, Zevîya Korteda cîhyekî talde heye li wê dereng havînê jî gîya hîna hêşine, berku ew der pîçek avzenge, kanîya zîyaretê jî, ji li wê zede dur nine, min mankera mamê xwe li zevîya korte, wî cîhyê avzengda dit, ker serî berda diçerîya, dema ez dîtim qe cîhyê xwe nelivîya, serê xwe ji erdê ranekir û çêre xwerina xwe berdewam kir, paşîya mankerê pîçek jor berpîşt bu, mankerê serê xwe dabu berê jêr û kefxweş diçerîya, kerêki wusa bêdeng çawa hefser ser xweda kiri bu heta vir hatibu, paşîya kerê jorva dihat bermin, nizanim çi bu, çan hezar kes bikevin bin çengên min û binojin min û bêjin, mankerê ji para hemezke, min serî derdora xwe kir, xencî min û mankerê kesek tune bu, cîh cîhyekî talde bu, ew cîha durva jî xwîya nedikir û keseki ez nedîtim, min û mamê xwe jî li ser kanîya Ziyaretê hevûdu bidîta, min manker para hemezkir, çawa bu ez nizanim, dema mankerê dev ji çêre xwerinê berda, peyên xwe yên paşin vekirin û serî rakirî ber min sekinîya, min zanîya ku ez li mankerê ketime, ax Xalo çi bu zanî? Di vê katêda mamê min Cemşîdo hat, ez dîtim, min wusa kir ku ez kerêra çuçu dibejim û mankerê dajom, feqet Cemşîdo ez serda girtîbum, min xwe xwera got erdê biqeliş ez nava tekevim, Cemşîdo tu tiştek negot û durket, min kera boz da ber xwe û ez çum mal, li wê derê ez dizî gîryam û min dîya xwe ra gote em bizivirîn bajer, em hevîya bavê min nesekînin, dîya min nizanî bo çi ez dixwezim bizivirim, Cemşîdo kesekîra tiştek negotubu, jînmamê min ber min digerîya ser min digerîya berku ez li wê biminim, feqîre, wê wusa dîzanîya ku; wê an jî zarokên wê dijî me qusurek kirine, ji ber vê ez dixwezim zu biçim mal. Dortira rojê min kir dayîka min kir em şunda zivirîn bajêr. Bavê min deh rojên din şunda hate gîhişt me, çawa dîyar dikir Cemşîdo wî ra jî tiştek negotubu. Heta sê mehan ez di serhevbinhevbunek mezin da jîyam, min nidikarîya ez xew bikim, ez xwerinê jî dureketibum, min çend cara xwest xwe bikujim, min dizî duh cara çeka bavê xwe ji cîhyê veşartî derxist, xwest xwe bikujim, çend cara min dîtîbu bavê min çeka xwe çawa tijî dike û fîşegê dide ber devê luleye, destê min diçu ser tetik, feqet min nidikarîya ez bikşînim, xofek diket ser min dura heş û aqil dihatin serê min, min çek bê deng şunda dikir cîhyê wê. Hefte derbazbun, meh derbazbun min hedî hedî ew buyer bîrkir, dema mamê min Cemşîdo jî hat mala me çu û min ra qe tu car derheqat wê buyerêda tiştek negot, min zanî ku mamê min ji min hezdike û min diparêze, ji ber vê min ji wî gelek hezkir, her tim îxtîrama wî girt, dema wî xwest Sosinê bide min, min zanî ku, wî zuda sak li ser vê buyerê xistîye. Mixabin wî fahmnekir ku; ez bo çi li gel weku dotek Sosinê naxwezim zewaca xwe bikim, sedan Xort li pê Sosinê bun û dixwestin wêra zewaca xwe bikin, Sosin rastî weku horîmelek bu, kem qîz hebun weku Sosinê spehî û narîn.

Xalo berî zewaca xwe min destgirtîya xwe ra li ser dizîya xwe û ser vê buyera ku min bi çardeh salî serê xwe pêçabu qezîkir. Destgirtîyamin zor kenîyabu û serî da gelek henekên xwe min kiririn. Di got: min mêrek dixwest jî cara ewil heta cara dawîye bibe mirê min, naha min mêrek dît ez jê hezdikim weku runîya çawên xwe, mixabin ew cara ewil kerê ra buye mer, heta cara dawîyê ji min ra bimîne mêr ew jî ne xirawe, Xweda bike heta cara dawîyê min ra mêr bimîne. Henekên wê heta çend salan berdewam kirin, dura dît ku ez bêzar û bê xal dibim, dev jî wan henekan berda. Berî zewaca me wê jî turê xwe vala kir, turê wê da ne dizî hebu nejî xirebîyek weku ya min? Li ser zu hershatina xwe, li ser bexîlî û çavreşîya xwe min ra xeber da.

Naha tu dizanî derdê min çîye? Aha ez hatim hilbijartin û wekû mebus ji Elîhyê çum Enqerê, tu dizanî rojnemavên Tirk çawa dikolin, karê wan yê yêkhem çi bê? Bên gel malbeta min biaxifin, hevpeyvînan bikin, ben cem dayîka min, biçin lay Cemşîdo, şansê min dura biçin lay Elîyê Mîrze, ew bêjin Îso ji zaroktîya xwe heta naha melaykebu! Mamê Elî bêje, ha...... we got Îso, Îso ha, ew destê meda mezin bu, ma wî û Bego kem dizîya zebeşê min kirin, berê bu dengbêj naha jî ji vir rabuye buye mebus, buye norê gel, Îsoyê diz buye mebus ango ew me bi parêze û li Enqarayê bibe dengê me, çi deng, çi deng! Dura ben lay mamê min Cemşîdo, ew wan ra bêje, we got Îso, ha ew brazîyê min, merê kerê, min çend cara di paş kerêda girt hun dizanin! Bê namusî hîna pizezek bu pey keran diçu, naha buye mebus, hatîyê Enqarê, Xweda jînê Enqarê û yê Parlementoyê jê biparêze. Îso ha, mebus Îso... Li Enqarê ew bibe dengê me ha! Pewîste hemu jinên Enqerê şev û roj der û rojingên xwe bigirin. Bi vî şikli tişteku çend kesan dizanîya hemu dinya bibeîze. Nonerê Kurd Îso, dengê Elîhyê berî mebusîya xwe dizî kirîyê, di paş mankerê da alîyê mamê xwe yê heq da hatîye girtin.... Li ser xeberên wusa pewîste ez xwe bikujim, sibe dusibe ez zarokên xwe ra çi bêjim? Ez Xelkê Ehlîyê ra çi bêjim, ji vir bi şahî û dîlan biçim Enqerê û wî alîva rezîl bim û bem Elîhyê. Ma Xalo hiç wusa dibe, ma bavê min gora xweda cîhyê xwe nalive?

Ax Îso ax, ez çawa aqil bikim serê te?

Te kirin û rehetîya mebusan bizanîya, te tama partlementoyê carek bigirta, te weku parlementerekî cil û bergên xwe her roj bigorîya, te pasaporta xwe ya sor bikira berikê xwe û ew welat yê minê va weleta yê teye bigerîyayî, te bi partî û şahîyên Enqerêda çavên xwe venekirîya, hemşerîyên te di derdora teda bibuna perwane, hemu mitaît û sermayedarên Elîhyê bana lay te û ber te bigerîyana, li ku derê mabeyna êşîranda pozberîyek derketa bona aramkirinê batana ba te, te dayîka xwera xidam û xizmetkar bigirta, zarokên te biçuna kreş û kolejan, berberê te her roj gwîzan desta hevîya rîh kwirkirina te bisekinîya, dûkkan û magazayên Enqerê ji sedansî heta sedanpencî tera bihayê xwe erzankirana, lokanta û restoranten Enqerê û Elîhyê derên xwe tera vekirina û ji perê te negirtana, hunermend, artîs û dengbêjên Kurd û Tirk derdora te bizivirîyana, bona derketina qanunekê partî grubên sîyasî yê din her tim binva pera bidana te, dehhezar Lîra meaşa mebusîyê her mehyî batana ser hesabê te, min didît te mesbusî dixwest an na?!

Ma yêku Enqarayê mebusîn pîr û pakin, sofî, hecî, pîr û ewlîyanê, dema tu zarok buyî çend tişt hatine serê te, dizî û doxinsistî te zaroktîya xwe da kirîyê, diz û doxinsistên ku na Parlementoya Tirkîyê da weku mebus endamin, tu wan ra çi dibejî, nizanim te navê Halît Kahraman bîhstîyê?

Na Xalo,

Halît Kahraman ji xelkê Ahmedê bu, xwe xwedî îman û oldar dida nasîn, 1973 bu nonerê partîya Necmettîn Erbakan û dengdanêda bu mebus çu Enqarê li wê mezin bu, eleqatên xwe li gel Necmettîn pêşva birin heta 1977 di Parlementoya Tirkîyê da weku mebus ma, 1977 Bizuteweyê Pêşkevtîxwez li Ahmedê berzbu, Hâlît Kahraman nuva nikarîya bete hilbijartin, li ser salixdana Necmettîn Erbakan destpêkî esrar û toz firotinê kir, him ku, tu dizanî, cîhye ku Necmettîn Erbakan danîşgah xwendibu, li Alamanyayê bajarê Duîsburgê, Erbakan hemu elaqatên xwe yê vir dabun wî, ew alîyê polîse Alamanyayêva hate girtin ceza girt, Necmettîn Erbakan deşîfre kir, li Tirkîyayê derhaqa wanda hate gilîkirin, bona Dadigeh vekirinê îcaze derneket, Komara Tirkîya sak li ser vê buyerê xist, nexwest tiştên din aşîkar bin. Xuya dikir ku Necmettin Erbakan ew karana dida kirin.

Îso tu Temoyê Ezîz nasdikê, di tapuyê da kar dike, xwe feqîrê, feqet nexweşîkyek wî heye, dema mefeyekî dike serê xwe seranserî Tirkîyayê çi li ser navê wî mefeyî qeydkirîye ji koçanan derdixîne, karekî wusa berê mimkun nebu, pewîstbu mîrov bajar bajar weku Evdalekî bigerî û bikevî nava koçanên kewnd û tapuyan bigerî, naha ew kara pewîst nîne, tu dikarî ser înternetê hemu înformasîyonan bigirî, Temo nexweşe bîleyîlezîm ew dizanî li ser navê Putîn an jî Barak Obama, çi qeydkirî heye, Temoyê Ezîz rojekê hate mala me û kenîya, gote Xalo min xwe feqîr dizanîya mixabin tu ji min feqîrtirî, min gote bo çi Temo, ma Elîhyê ji min zengintir kî heyê, ka mehlezeke rojê çend mîrov tên mala min û diçin, rojê çend cara mala minda sofre tê durîstkirin û tête rakirin, ka mehlezeke salê çend kes tên mala min û pirtukan ji min qerz digirin, ka şunda bifikirê sale çend devrêş, dengbêj, fîlozof û polîtvîkan tên mala min, ma ez feqîrim, ne kesekî din? Min berdewam kir û Temo ra got; ka mehlezekê salê çend kes diçin mala valîyê Elihyê, an jî salê çend kes diçin mala Nejdet Atalay, a naha Nejdet girtîyê heftekîda çend kes diçin wî zîyareta dikin?!

Temo ji minra vegerand û got: ne wusa Xalo, ne wusa, min meraq kir , min xwest bizanim li ser navê te çiqas axa qeydkirî heye, heta tapuyê Osmanîya bin serhevbinhev kirin, min qe tu bostek ax li ser navê te qeydkirî nedît, min xwe ji hemuyan feqîrtir dizanîya berku ser navê min tenya malek û bostenekî piçuk heye, min dît ku ser navê te qe tu tiştek tune, ji ber wê min gote Xalo tu ji min jî feqîrtir buyî, qisurê meze meqe. Feqet Xalo ez bona tiştekî hatim ba te, ew çend rojin kurmek ketibu mejûyê min û dinojîya min, min axa qeydkirî ya Necmettîn Erbakan û ya braye wî Kemalettîn Erbakan derxist holê.

Min wî ra got: kwirô Temo ji axa Necmettîn û Kemalettîn tera çi, çi dikevî berikê te? Temo dîsa bersiva min da: ne wusa Xalo, çend mehan berîpêş nîvîskarekî Tirk nîvîsîbu û gotubu di diroka Tirkîyê da politikvanekî weku Necmettin Erbakan, pîr û pak, rast û dirust nehatîye û neçuye, ji ber wê min meraq kir, min got ka lekolînek piçuk bikim, seranserî Tirkîyayê, çi li ser navê wî qeydkirî heye? Bi navê Xweda bala min jî kişand û min jî xwe ranegirt û ji wî pirsî, Temo çi derket holê?

Tenê bajarê Sînopê 21 parçê ax, bajarê Balikkesîr Altinolukê cîhyeki heyşthezar çarsedûçil quadratmetro daristana zeytunê, cîhyekî çarhezar çarsedûheyştê quadratmetro daristana zeytunê, cîhyêk hezarûsedûheyşte quadratmetro darsitana zeytune, bajarê Îzmît Bahçecîkê cîhyekî axakî duhezarsedûçil quadtratmetro, cîhyekî axekî sedûsîûdu quadratmetro, li bajarê Enqarê, Çayyoluyê axekî hefsed quatratmetro, dîsa Çayyoluyê axakî şeşsedûpenceûyek quadtratmetro, li Enqara Kazanê axekî pencsedûnod quadratmetro, derket hole.

Temo lekolîna xwe kwur kiribu, heta brayê Necmettîn Erbakan çubu, min ra got: Xalo va tiştek nîne, li ser navê brayê Necmettîn Erbakan, Kemalettîn Erbakan mîlyonan qauadratmetro ax derket hole.

Li nave Kemalettîn Erbakan tenya Stenbolê çil parçe ax derket holê. Tenya Kartal Samandrayê axek çarmîlyon şeşsedûşeşthezar û heftsedûheyştêûheft quadtratmetro, dîsa vê mintiqê daristanek bi sîhezarûheftê quadratmetro, Stembol Sultanbeylîyê bist parçe ax, Stembol Kartal Samandirayê navîdarê şeş paçe axan, temamîya wan pencsedhezar quadtratmetroyê, dîsa Stembol Kartal Samandrayê navîdarê heft parçe axane, temamîyan wan sedûbîstûşêşhezarûçarsedûdu quadtratmetroye.

Îso van înformasîonana Temo dan min, ez dizanim ku Temo tîştekî sedarsed nizane , derheqa wî tiştîva naaxife. Tu naha hatî minra behsa dizîye dikî. Naha tu bawer dikê Necmettîn Erbakan û brayê wî Kemalettîn ew axana ked xwîya enîya xwe girtine, hey tobe! Necmettin ji binra kişand û kiri turê brayê xwe, dora wî ya mirinênehata, wî gav bi gav hemu axa Anatolîayê ser xwe tapu bikira, nizanim ew qas ax wê dinyayê tera xapandina Dergawanê Bihiştê Ridvan dike, an na?!!

Îso ez bawerim tu nizanî dizîya rastî çîye, naha ez tera çend tîştendin bêjim, ew te emrê xwe da qe tu cîhekî nebîhstine, rind gwihdarîke durajî taf bîrke û qe cîhyekî ser van tiştan xeber mede ne serê xwe bike belayê ne jî yê min. Min ji tera behsa Sileman Demîrel kiribu, mamostê Kînyasê Birukî, navê wî yê rastî Samî Sileman Gündoğduye, kwirê Hacî Yahyaye, berî damezrandina Komara Tirkîya malbenda wanra digotin Malbenda Dolaksizoğluyan. Mamoste Kinyasê Birukî Silamên jîyana xwe da carekî buyê cîhgirê Serokvezîrê Komara Tirkîya, heft cara buye Serokvezîrê Komara Tirkîya, carekê jî buyê Serokkomarê Komara Tirkîya. Mefekî gelek mihume, wî li gel çend sîyasetmedaran mora xwe li dîroka Komara Tirkîya xistîye, ji 1945 virda aktîve, dema li Stembolê li danîşgahyê xwendewan bu di nava qomîtakê da ew hate tenzîmkirin, ew qomîte di nava dewletêda û nava sivîlanda hêz bu. Bedîûzeman Saîdê Kurdîku, xwe hiluyê(qertalê) Kudistanê didît ji hebuna vê qomîtê agadar bibu, feqet nedizanîya ew kîne û rastî çi dikin, tîşte kû wî dizanîya; sicinkirina wî û qedexekirina nîvîsên wî bun, zanyarê mezin Bedîûzeman Saîdê Kurdî ku; xwe felezof, pisporê Ola Îslamê û ji mezinan mezintir bu, dema 4 ÇileyêPêşin 1945, Stembolê sotandin(şewitandin) û tarûmakirina Tan Gazetesî yê pêkdihat; digot ku va refleksa cîwanên misliman dijî komunîzmêye û îndîrekt ew dipehsand.

Ne dizanya ku; yênku bêtera bêteran tînin serê wî û yen kû Tan Gazetesîyê bi çavsorî weku segên har serhevbinhev dikin, eynî mîrovin, wî nidizanyakû ew Qomîta Zindiqan ku wî dinanî serêzman wan karan dikê.

Îso tu dizanî mefekî weku Bedîûzeman Saîdê Kurd, di vê katê da gelek nizm difirîya ewqas dadiket jêrê ku, nijadpereztên Tirk ku, Ola Îslamê xwera kiribun maske, xwe diavitin ser pişta wî û li wî sîyar dibun, dema ew carektin radibu bilind difirdya, ew qas çavên wî girtî bibun û çermê wî ewqas stur bibu ku, wî nedizanîya hinek li pişta wî sîyar bune. Yên ku pişta wî sîyar bibun, endamê “Qomîta Zindiqan” bun. Dema ew diçu nava dîlovanîya Xwedê, wan ew ji tirbabî derdixistin û meytê wî wanda dikirin. Îro jî ew nijadperezt hîna ser pişta wînê, “Hiluyê Kurdistan” naha wê dinê ji destê wan çi dikşîne nizanim? Rehma Xweda lê be.....

Di nava sotandina Tan Gazetesîyê da mîrovên weku Sileman Demîrel, Necmettin Erbakan, Îlhan Selçuk, Orhan Bîrgît û Turgut Özal hebun. Di nava salanda vana yêk bi yêk hevûdudiketin, ji hevra dibun dijmin, hevûdu dikuştin, mîrovekî weku Îlhan Selçuk di Cuhmuhîyet gazetesîyêda dibu rojnemavan û rêvebirê qezetê. Sileman Demîrel di nava sîyasetê da aktif dima alîkî va berikê brayên xwe û xismên xwe tijî dikir, alîyê din va karê xwe yê qîrêj dida mêşan, karê “Qomîta Zinidiqan” yê jêrzemînî li ser pişta wî bu, wî alîkîva ji tîcareta toz û esrarê parekî mezin ji bo xwe û derdora xwe digirt alîyê dinva Komara Tirkîyayê destê xwe da dikir titik. Dema li Bakurî Kurdistan Bizutneweyî Welatparêz berzdibu û dagirkerî diket tengasîyek mezin, di nava kadroyên kurd û Tirk yê “Qomîta Zindiqan” dubendîyek mezin derdiket û ew hevra dibun dijmin, Sleman Demîrel, demek kwirt da piranîya kadiriên “Qomita Zindiqan” digirt bin kontrola xwe û destpêka kuştina hevkarên xwe yên Kurd ê kewnd dikir. Behçet Cantürk ku xwe ji xelkê Rîçikê (Lîceyê) bu di vê katê da çavsorî dihat kuştun, dehan Kurd weku Behçet Cantürk bêbextî dihatin kuştin, yêk ji destê wan difilitîya û xwe diavit Ewropa, ew jî, ji xelkê Rîçikê Hüseyîn Baybaşîn bu, Hüseyîn Baybaşîn ji destên Sleman Demîrel baş filitîya bu. Wî yêkhemcar derheqa Sleman Demîrel û dizîya wî înformasyonên gelek balkeş bona reya gelemperî didan, ew ji ber bararên direvîya mixabin diket nava tirîyê (xilorê /zîpikan), ji ber vê, wî nikarîya Sleman Demîrel derxîne Dadigehyekî Navnetewî, parezkerên dewleta Tirk xwe dan kerrîyê, rojnamevanên Tirk û medîya wan xwe dan kerrîyê, nexwesit li ser kirinên Sleman Demîrel bisekinin. Tîcareta toz û esrarê alîkîva wî bona talankirin û dervakirina dewletê û bankayan ji brazî û “lawên” ku wî pesîra xwe va hilanîbun, rê vedikir, xwe “pak” dihişt û hemu karê kîrêj navê wan dida kirin, du brazîyê wî hene, navê herduyan jî Murat Yayah Demîrel e. Yêk ji wan kwirê Haci Alî Demîrel e, yê din jî kwirê Şevket Demirel ê. Mabeyna herdu brazyanda 18 sal ferq heye, dizîya herî mezin kwirê Şevket Demîrel ra dida kirin, Tirkîya tera wan nedikir, ew bi nameyek dizî rêy Ezerbaycanê dikir, bona rêvekirine, bi navê Komara Tirkîya jî Heyder Alîyev alîkarî dixwest. Brazîyê Sleman bi destur û alîkarîya mamê xwe bankayên weku Egebank, Interbank dervadikir û dida îflazkirin, Fona Sîgortayê dişêland. Mîrovekî weku Cavît Çağlar ku, Sleman Demîrel weku kwir û brazîyê xwe dihesiband ji 1967-1980, dibu xwudanê 30 şerîkeyan, di bin kontrola wî da 16 hezar kaker kardikirin, perê dewletê û yê bankayan wî ra dihat pêşkêşkirin. Ew bi xwe di rasteyetîyê da ne ji xelkê Anatolîya bu, ji Yunanîstanê hatibu û ji xelkê Gümülcîne bu. Cavît Çağlar ku, Sleman Demîrel çawa pesîra xwe va hilanî bu di sala 1991 dibu vezîrê dewletê û îndirekt dibu berpirsîyarê Zîraat Bankasiyê. Dema ew dibu mebus û durajî dibu vezîrê dewletê 399 mîlyar tenya li Zîraat Bankasîyê qerzê(denê) wî hebu, karê yêkhem ku wî dikir; revebirê Zîraat Bankasîyê ban lay xwe dikir û dixwest qerzê xwe nede. Wî ew qerz dadixist 174 mîlyaran û ew jî bona çar salan bê faîz giredayî paran dikir. Dizî di resmîyetê da dihat kirin û kesekî tiştek nedikir, berku dar di destê dizê mezin Sleman Demîrel û gruba wî da bu. Li Anatolîya yê û Qibrîsê kuderê bankayek erzan dihat firotin û durajî dihat îflazkirin, tilîya wan navda bu. Perê toz û esrarê têra wan nedikir, wan gav bi gav dewlet binva dikolîyan û alîyê aborîyê va didan ruxandin, qerzên ku wan di bin garantîya Komara Tirkîya ji bankayên mezin yên navnetewî digirtin û dura qerz dikirin ser pişta Komara Tirkîya bê sînor bun. Vana hemu endamê “Qomîta Zindiqan” bun. Du tene brazî herdujî Yayah Murat, bra Haci Alî Demîrel, bra Şevket Demîrel, Kamuran Çötük û Cavît Çağlar ku Sleman weku kwir û brazyên xwe dihesiband û xism Ali Şener û jinên wan hemu endamê vê grubê bun.

Îso tu hatî naha ji minra behsa dizîyê dikê û dibê ku min zaroktîya xwe da zebeş dizîne falan û bêvan... Bawerim te emrê xwe da dizîtîya rastî nebîhstîbu, mîrov buye vezîr, serokvezîr û serokkomar dizîtîyê dike, weku rovîyekî xwe şunda digire û yê din dide pêş, ew mîrovên ku dide pêş carê brayê wîyê, carê buka wîyê, carê zavayê, carê brazîye anjî mîrovekê weku Cavît Çağlar ku, çawa pesîra xwe va hilanîbeye. Ma di parlementoyêda tenê dizê hosta bune ser çavan?! Di Parlemetoya Tirkîyê da ma kî tune ku; kuştdar, serxwoş, xwewardê , xwe firoş, mazoşîst û evîndarên parlementoyê!

Di sala 1978 da Gurgumê “Qomîta Zindiqan” komkujîyêk mezin li dijî mîrovên Kurd yê Elevî darxist. Aktörê komkujîyê endamen MHP bun, bombekirina sînemayêkê organîze kirin, ew buyer kirin sedema komkujîyê, bi çavsorî û xwînxwerî tarteleyek rêxistin. Di nava komkujîyê da navek pêkdihat Ökkeş Kengel, wî rolekî mezin dilehîst, wusa dîyardikir ku tartele alîye wi va bi piştgirîya dewlete hatibu rêxistin, di tartelê da gor jimarên “resmi” sedûyazdeh” kes, gor jimarên neresmî sedan kal, pîr, xort, qîz, zaf û zeç hatin kuştin. Revebirê tartelê Ökkeş Kengel li paş 1980 paşnavê xwe gorî kir Şendîller û di nava rêfen Mîllîyetcî Çalişma Partîsîyê da weku mebus keti nava Parlementoya Tirkîyê, li wê jî bu endamê Qomîta Lêkolîne ya Mafên Mîrovan”, rêvebirê tarteleyê li Gurgumê dibu Mebus û durajî dibu endamê Qomita Mafên Mîrovan. Bona tartelê jî digot ku; di nava yê kuştîda şeş mîrovên nesunetkirî derketinê, dîyare ku ew tartelê alîyê hezên tarî yê ejnebî va hatîyê kirin, wî îndîrekt kuştina yê nesunetkirî caîz didît, berpirsîyarîya mezin diavit ser Garbîs Altinoğlu, ew alîyê Dadigehyên Komara Tirkîyava hatibu beratkirin.

Te Denîz Baykal nasdikir, serokê kewnd yê CHP. Denîz Baykalê ku; nebîya Elîfa Îwê, Zelala şeş salî dînkiribu.
Zelal li ber televîzyonî ranedibu, wê ne tene bernameyên zarokan, bernameyên din jî dinerî, dema xeber dihatin xwendin li ber televîzyonê da dibu mum, dê û bavên wê nidikarîyan ber wê bigirin. Dawîyê da ji Denîz Baykal zef tirsîyabu, dema Denîz Bakal didît, ditirsîya, dilerzîya û bazdida diçu oda din, her car li ser dîtîna Denîz Baykal heftekî nedikarîya xew bikê, dê û bavên wê tiştek jê fahmnekiri bun, serî da ewqas serneketin, dura dîtin ku her roj problema Zelalê mezin dibe, Zelalê ra runiştin û gwihyê xwe dan wê, we digot Denîz Baykal şutî ejderhakîye, birîyên wî yê badayî, didanên wî, gep, enî û porê wî mîna weku ejderhakîne, digot çavên wî rind binerîn ejderha bi xwe ye. Dê û bavê Zelalê man nava heyîrîyê da, ew jî li ber televîzyonê sekinîyan û dema Denîz Baykal derket bi çavên Zelalê rind lê nêrîn, rastî ew ejderha çubu, dema wî çavên xwe zur dikirin, birîyên xwe yê badayî radikirin û dadixistin jêrê, dema wî bona dijdarên xwe dengbilind laf û gef dixwerin, qîlên xwe beş dikirin û gepên xwe dilerzandin û şutî silka sor gwînê xwe sor dikir, mîna ejdarhekî dibu, wê rojê şunda wan mala xwe da televîzyon rakirin û berkû ew tirs Zelalê va nezeliqe, ew birin lay Rihnasekî, Xwedê kir Yaşar Büyükanit û fermandarîya Giştî ya Leşkerîya Tirkîya ew weku pul xerckirin û Kemalê Serîvarik anînin serê CHP, di wê rojê virda Denîz Baykal jî edî zef dernakevî televîzyona Tirkîyayê û televîzyon carek din zivirîya mala Elîfa Îwê, Zelalê jî gor berê bi alîkarîya Rihnasekî ew tirsa ji ser xwe avit. Min bo çi ji tera behsa Denîz Baykal kir? Mesele ne mesela ejderhatîyêye. Denîz Baykal jî endamê “Qomîta Zindiqanê”, ji xelkê Antalyayê, nijadperezt û netewekare, salan virda gel xanimek din radibu û rudinişt, pîreka wî Olcay Baykal Xanim , dayîka du zorokan, alîyê wî va dihat xapandin, ew karmend û mebusê CHP Xanim Nesrîn Baytok ra radibu û rudinişt, Nesrîn Baytok berê seroktîya karê nîvîsê yê Denîz Baykal girtibu ser xwe, dura bona doxinsistîyê Denîz Baykal ra rê vedikir û alîkarîya wî di nava refên CHP da dibu mebus, doxinsistîyê wê, we ra rîya mebusîyê vedikir. Gelek mîrov bi xwîya enîya xwe û zîrekîya xwe dibun mebus, Nesrîn Xanim jî bi doxinsistîya xwe diçu parlementoyê, ew xwe jî mêrkirî bu. Dura tu didzanî çi hat serê wan, dema dinya derheqa wanda bi vîdeoyekê xwedî agadar bu, Denîz Baykal gote ewê ku di vîdeoyêda li min çu ye ne ezim, ew xanima ji ne Nesrîn Xanime, ew hemu xelefîyê û fotomontajê, ber ku xwe pak bide dîyarkirin, çu dîmenên paşîya xwe da girtin û ew dîmenena da pisporan, mefeyî mecbur ma xwe tazî şilf bike û dîmenê paşîya xwe bidê girtin, Nesrîn Xanimê jî tazî şilf dîmenê xwe da pisporan an neda ez nizanim, “pisporan” gotin ew vîdeoya fotomontaje teda xelefîyên mezin hene, bi vî şiklî xwestin rexbeta Komara Tirkîyayê û CHP, xilas bikin, çiqas ku nebu, CHP partîya Kemal Atatürk bu, Denîz Baykal jî salan virda endamê “Qomîta Zindiqan” bu. Feqet rastîyetê xwe weku rojê dabu dîyarkirin, Denîz Baykal mecbur ma ji rêvebirî û seroketîya CHP rakişîya. “Qomîta Zindiqa” Kemalê Serîvarik anîn kirin serokê CHP. Berku bona diwaroj bona xapandina gelê Anatolîa û Tirkîyayê ji baştirîn alternatîf tunebu. Kemalê Serîvarik, Kurd bu (dura digote ez Turkmen im), Elewî bu, çep bu, xwe sosîal demokrat û Gandî dida nasîn, Xweda hemu nişetên “baş” li vî kabrayî hebun: Kurd biborin Turkmen, Elewî, Gandî û Sosîal Demokrat.

Îso alîyê doxinsistîyê va ne tene Denîz Baykal nav û dengê, Husen Çelîk, vezîrê Perwerdekirinê yê kewnd, endamê partîya Erdoğan yê AKP ji wî şunda nîne. Husen Çelîk ji Wanê xelkê Xawesorê yê, rîçala wî ji Betlîsê te, gelek zanaye, dehan zedetirîn xwedî pirtuke, alîyê zanyarîyeva lekolînan hezdike, alîyê din va heyranê arkeolojî û wenekêşîyêye (şewekarîyêye). Li ku derê arkeologekê anjî wenekêşekê dibîne doxinsistdibe. Denîz Baykal girtin vîdeoyê û dinya alêmê nîşan dan, ez hevîdarim ew tiştekî wusa neyê serê Husên Çelîkê me jî, dura ew Wanîyan ra taybetî ji xelkê Xawesorê ra çi bêjî ez nizanim. Xwedîyê sê zarokan, mebusê Parlementoya Tirkîyê, zana û nîviskar, mamostê û misliman, pisporê ol û lîteratur, aqildar û heyranê Recep Erdoğan, doxinsist, di nava koma paderşaxîyan da mêr, him jî tam mêr, Husen Çelîk.

Îso nizanim naha aqil ket serê te an naha, naha te fahmkir dizî û doxinsistîya rastî çîye? Di zaroktîyêda dîzîtîya te ya zebêşan û doxinsistîya te li paş kerrê tiştek nîne. Qe gor tu zagonekêda zarok bo van tiştan ceza nagirin. Di komên modernda zedetirîn ceza, bona zarokên wusa, alîyê dewletê va kontrol û perwerdekirina wane. Feqet bona mezinan him gor zagonen modern him jî gor Şerîata Îslamê cezayên mezin hene. Gor şerîatê destê dizan tête birrîn, dîsa gor şerîatê yenku zîna dikin bi cezayê recimê tên kuştin, şahît mecburin berdên yêkhem bavêjin. Gor Îbnî Abas Rasûlullah (s.a.v.) gotîye ku; mîrovên ku heywanekî ketine û heywanekîra bune, pewiste li gel wî heywanî bêne kuştin. Ew hemu cazana ne bona zarokanin, tenya bona mezin û mîrovên têjgîhştîne. Xwedê kirîya li Tirkîyayê Şerîata Îslamê nayê karanîn, batana karanîn her heftê li Enqarê Meydana Tandoğanê mebusekî Tirk li gel jinekê dihat recmkirin. An jî her hefteyî li Mizgefta Kocatepê destê mebusekî dihat birrîn. Ka mehlezeke Denîz Baykal li gel Xanim Nesrîn Baytok, li Meyadana Tandoğanê tête recimkirin. Cezayê xwe çîye zîna! Husên Çelîk li gel Dilêşa xwe li Wanê tê recimkirin. Cezayê wan çîye? Dîsa zîna. Xweda kirîyê Husenê me ji gelê Wanêye û Dersimê dure, ji Dersimê buna wî ji desten zarokên Dersîmî yen harda çi bikişandana, dema hatibuya Dersimê, domanan bi hevra biqirîyana û bigotana “Huso Huso doxin sisto, serî koto, kwi... ruto, me çikir te li me werkir, te roja me weku şev kir, ma heq bu, te va tişta kir”. Xwedê kesekî nede destên domanên Dersimî yên har, Husen Çelîkê me jî!(?) Ew bi vîdeoyê girtinê jî newertirîne.

Binêrê Îsoyê Delal, tu carê biçî Parlementoyê bibî dêngê me nexweşî û êşên mê bînî serê zman, da qet tu quwet te ji li wê nikare durnaxînê, gelê Elîhyê, te her tim bide serserê xwe û hilbijêrê. Ahmet Türk, ji xelkê Merdînê, zarokê Qesrî Qanco, merxas û egît, nasê Mezopotamîayeye, li paş kuştina brayê wî yê mezin Abdürrahim Türk, ewe çend salin xizmet gelê xwe û Parlemtoya Tirkîyê daye, Tu jî dikarî Ahmet Türk xwe ra weku mînak bigirî. Gel Ahmet Türk hezdike, ew jî gelê xwe hezdike. Ew ji 1974 virda aktîf nava sîyasetê dayê, gelek senger û badîre derbazkirine, hatîye girtin, weku sîyasetmedarê Kurd îşkence û ledan dîtîyê, melis nebuye. Li paş 1980 alîyê dara leşkeriva dihat girtin li gel hezaran Kurdên din dihat sicinkirin, her roj wî û sîyasetmedarêm Kurd yên nav û deng îşkence dihat kirin, gor zanînamin li ser daxwezîya serbazekî Tirk ew li ber sêsed eskeran dihat tazîkirin û serbazê Tirk diqîrîya û digot, nava we da kesek heye vî mebusê Kurd kevî.

Ahmet Türk rojên wusa jî dîtin, dema parlementar û sîyasetmedarê Kurd yê kewnd Nuredîn Yilmaz dihat berdan, karmendên dewlet jê dipirsîn, digotin Nuredîn tu çawa difikirî, Nuredîn Yilmaz digotê: “ dema we ez girtim û sicinkirim, ez dostê vê dewletê bum, min ji vê dewletê hezdikir, naha ez tem berdan, ez ji vir weku dijminê vê dewletê derdikevim û ez jîyana xwe ya diwaroj da dijminê vê dewletê jî bimînim”. Nuredîn Yilmaz wusa jî ma, feqet Ahmet Türk ji Gandî jî mezintir derket Dewleta Tirk bexşîya dîsa weku sîyasetmedar û mebusê Kurd zivirîya Parlementoya Tirkîya, parezkarên dewletê rehetî nedan wî her tim derheqa wî da dadihgeh vekirin, ew dan dadihgeh, mîrovên sîvîl yên nijadparêz tizkirin û berdan ser wî, bivîla wî şikandin, tehdît kirin, Ahmet Türk merxasî berxweda, stuyê xwe qe tu car xwer nekir.

Dewletik te tazî şilf dike, dewletik dixweze lêşker tekevin, dewletik her roj deheqa te da dadihgehyan vedike, dewletik mîrovên sîvîl tizdike û alîkarîya jendirme û polîsên xwe wan berdide ser te, dewletik bîvila te dişkîne û dixweze gwîh tera bide xwerin. Dîsa jî tu ranabî û tev li gelê xwe raperînekê darnaxînî, dîsa jî tu çekekê nagirî destê xwe û seroktîya berxwedanekî çekdarî nakî, dîsa jî tu naxwezî Tirkîya parçe be, dîsa jî tu naxwezî Kurd xweserî biryara dewlet bune bidin! Ka bêje di diroka mîrovetîyê da kî ewqas xwedî sebr buye, ki ewqas xwedî tolerans buye? Gandî? Xweda ez Gandî baş nasim ew jî wusa nebu! Li paş ewqas kirin û buyerên qîrej, Ahmet Türk, dîsa ji nava çarçova Parlementoyê da çaresekirinê digere.

Îso Can, bila derheqa mamê te Cemşîdo û Elîyê Mîrzê jî şik û qisaweta te tunebe, Cemşîdo û Elîyê Mîrzê têgîştîhne, her du jî te hezdikin, Cemşîdo weku dilê xwe te hezdike, qet tu car dijî tejî nebuyê, ma nava Kurdan da ji brazî û xwerzîyan şîrintir çi heyê? Eger tu biryara xwe bidî û bibê erê ezê gel wan herduyan jî biaxifim, yarmetîyê ji wan bixwezim, ew jî bên bona hilbijartina tê pîçek bixebitin, Êlîyê Mîrzê bêje ez nikarim, kalim zede teqata min tune, ezê vera bêjim; ma ez sedî zuda borîme teqeta min heyê ya te tune. Dema ew bibehîzîn Îso biryara xwe daye bibe mebus, di vê dengdanêda nonerîya te serê wan bilind bíke, esasî mebusya mezin heqe bavê te bu, naha wî aqilê xwe zuda Parlementoya Komara Tirkîya girtibu destên xwe, gwih neda min gote Kurdistan Sebrbixwe û yêk be, Kurdistan rind serbixwe û yêk bu, ax, ax.... ew cîwanêki wî perwerde kiribun çun bê mane jîyana xwe ji destdan, naha hinek ji wan mebus bun, valî bun, profesor û mamoste bun, hemujî bê manê çun, ma cîhyekê meşe heye, mîrov agir bi destan digirê?! Wan hemuyan jî, agir destan girtin û bê mane ketin bin barekî giran, feqet dîsa jî dibem min jîyana xwe da şutî wan eqil kem mîrov dîtîn, bavê te kem pirtuk hebun nexwendî bu, digote pewîste bona Kurdistanek azad em naha tovê xwe bireşînin, demek bê, qe tu quwetek li ber zayîna Kurdistanek Serbixwe nikare bisekine, herê Xwedê mefeyî wusa digot, rahma Xweda lê be.....

Îso, qet tu car bîrmeke! Kal û pîr kewan, cîwan tîrin, bê kewan, tîr nagîhîje cîhyê xwe. Ez dixwezim bi destura te li gel dayîka te, Cemşîdo û Elîyê Mîrzê bibim kewana te.

Xalo dema tu wusa dixwezî, dema bîr û bawerîya te bona mebusîyê li min heyê, dema tu bawerdikî ez dikarim bin vî karî serbilind derdikevim, ez xulam, ez bona xizmeta wê û ya gelê Elîhyê amade me, hun bêjin rabe ez rabim, hun bêjin bimir ezê bimirim, hun bêjin êdî bese xwe ji mebusîyê rakişim, dema bîryara rakişandina we ji bo min hat; ne Enqarê, eze Bihiştê jî bim xwe rakişînim. Sibe hun dikarîn dengbilin bêjin Îso, bilbilê Elîhyê bona mebusîyê nonere, namzete, ewê bibe dengê me hemuyan.

Xwerzî, Brazî tu kwirê dê û bavê xwe yî, min dizanî tu dumayîkêda bibê erê, her bijî Îso, he bijî dengê me, runya gel, kwire jinxwes û merxwesan!

Îso qurbana runya çavê te yê reşbelek, dawîyê da daxwezîyak min ji te heyê, tu dizanî kem an zede dengbêj baş vedixwin, ez dixwezim behsa meşrube û alkolê bikim, ez xwe davêm bextê te, niqirê alkolê baş bizan qe tu carekê serxwoş mebe, bila kesek nebêje dengê Elîhyê serxwoş buye. Vê şîreta bo çi dikim, ji Dersimê, cîhyê şeran, mebusek çuyê Enqarê, salê 301 rojan serxwoşe, heşen wî her tim serê wî ninin, eger bîraminda baş mayê xelkê Qizilklîsêyê, ji gundê Rêmezan e, Komara Tirkîya navê gundê wî kirîyê “Ramazan Köyü”, cîhyekî gelek xweş e. Navê wî mebusî Kamer Genç e. Kurd wî ra Qemo dibêjin. Bavê wî Elîyê rahmetî rêbir, serokkol Qemê Por gelek hezdikir, dema tartela Dersimê destpêkir, Qemê Por dev jî rêbirîyê berda bu û gel mefeyên xwe li çîyayên Dersimê, destpêkî berxwedanek mezin kiribu, wî li gel mefeyên xwe seranserî beranberî dijî neheqan şerekî mezin dabu. Ji ber vê çerya (qehremanîya) wî Dersimê gelekan navên lawen xwe Qemo (Kamer) danîn. Elîhyê rahmetî ji navê lawê(kwirê) xwe Qemo danî, dura ew bu “Kamer Genç”. Elîhyê rahmetî ji eşîrek mezin bu, feqet xwe neçar bu, gor zanîna min ew Aryan bun, yek ji kewntirîn eşîrek kurd bun, Heredot jî behsa vê eşîra kurd dikir, berku wan di dîroka mîrovetîyêda yekhemcar agir(adir) karanîbun û paraztibun wan ra gotubun Aryan, ew agir parezkerbun, bi agir karanîne wan di dîroka mîrovetiyêda hingavekî mezin avitibun û mabeyna xwe û komên din da sînorek danîbun sînorê bi ar û sînorê bê arîyê. Kamer Genç ji eşîrek wusa dihat. Berku bavê wî Elîhyê Rahmetî ji ber neçarîyê ew weku xwendewanê maldibistanê (leylî) dawu xwenndin, ew ji gundîtîyê dureketîbu feqet nikarîyabu bibe bajarî ji. Ango him ji derê him ji mizgeftê bibu. Sigum û qilafetekî nu derketibu holê; ne bajarî ne gundî, karekterekî qartîpoz. Berku Kamer Genç dibastanekî wêku Enderûna Osmanî (Maldibistan) da xwendîbu, mêjuyê wî hatibu şuştin. Di bin “syndroma bizina gwir xwînkirî” da dinalîya.

Xalo biborê, syndroma bizina gwir xwînkirî çîyê?

Syndroma bizina gwir xwînkrî, kurdan hezaran sal berîpêş dozîtîne, ew syndrom li paş salên 70 yê qurna rabirdî, weku “Syndroma Swedê”keti nava lîteratura psîkologên Ewropayî. Ew çîye? Dema gwirek keti nava kerîyê pêz û bizinek an mîyek birîndar kir û xwest wê bixwe, şivanê pêz agadar dibe, dar, mertal, şur û riwêlan ser gwir dikeve, gwir pezê birîndarkirî berdidê û bazdidê, dixweze canê xwe rizgar bike, bizina an mîya ku wî birîndar kirîye, wî ra dibî heval û nava vê şokê da gel wî bezdide, gwir û pez yêkdibin û hevra bezdidin û dixwezin ji şivan durkevin, eger şivan nekarê wan je hevûdu veqetînê, mixabin ew peza diçe û bi pêyên xwe gwir ra dibê xwerin. Kurdan vê syndromê ra gotina; syndroma bizina gwir xwînkirî.

Kamer Genç mixabin di bin vê sndromê da mezin bu, heta naha tam çar dewra bu mebus, careke Parlementoya Tirkîyê da Cihgirîya Seroketîya û Rêvebirîya Parlementoya Tirkîya kir. Kamer Genç berku bin syndroma bizina gwir xwînkirî dinalîya, dibu heyranê Atatürk û Îsmetê Kerr û gav bi gav dibu hevalê alkolê.Tiştekî balkêş li vir tera bînim serê zman, dema Kamer Genç xwendina xwe qedandibu bi şîvekî serketî çubu ji bavê Mamostê Sevîm Xanê bona zewacê destur xwestibu? Bavê Sevîm Xanê ew pîçek dabu qezîkirin û kenandin û dura nota xwe dabu wî.

Xalo bavê Sevîm Xanê çi gotî bu:

Gotubu “wendo mordem nebîyo, her mendo” ango “xwendîye mîrov nebuye, ker maye” Bavê Sevîm Xanê, bona zewaca wan destur nedabu, wî ew taf baş naskirîbu, dura Sevîm Xanê dijdarîya bavê xwe kirîbu û ji zorê ji bavê xwe bona mêrkirinê destur girtîbu, dema hefte, meh û sal debazbibun û zarok bibun, Sevîm Xanê heq dabu bavê xwe, feqet dereng.... Wê destê wî da çi kişand Xwedê dizanî?! Kamer Genç weku heyranê Atatürk û Îsmetê Kerr, mala xweda portreyên wan her sal zede dikir, Sevîm Xanimê alîkîva kem dikir wî zede dikir, dura heşên wî serî neman û nedizanîya mala wîda çend portreyên wan hene. Problema wî ya herî mezin li ser Cadde û kolonên Enqarê bu, Kamer Genç xencî Anitkabîrê (Gora Atatürke) li Enqarê di her cîh da dimîzt, Sevim Xanimê gelek fedî dikir, feqat bêçare... Wî dixwest bibe endamê “Qomîta Zindiqan”, “Qomîta Zindiqan” bona endametîyê destur nedidan wî, berku wan baş dizanyan ku, Kamer Genç Aryane û rojek bê bibe bela serê wan, ji ber wê her roj serxwoştîya wî zede dibu, mixabin Kamer Genç bi xwe nidizanîya ew Aryane, dema Kemalê Serîvarik bona endametîya “Qomîta Zindiqan” dihat qebulkirin, alîkî va ew bona hemwelatîyê xwe şadibu, alîyê dinva bona xwe pozxîn dibu û diket serhevbinhevbunek mezin, Xweda alîkarîa wî bikê, Mamostê Sevîm Xan jî zede ji destên wî nekişîne. Îso, ez qurban, ji alkol û meşrubê dur bisekine, bila her tim heşên te li serên te bin, weku Kamer Genç, ji salê 301 rojan serxwoş mekeve.

Şîretên te ser çavên min Xalo, ezê tu dilopek meşrup û alkol negirim serê zmanê xwe.

Dortira rojê:

Xalo ez vê şeva nerazîyam, xew neket çavên min, ez dur û dirêj ser biryargirtina xwe bona mebusîyê sekînim, min bona serîdana nonertîyê hemu şert û merc xwendin. Li ser kar û barê mebusan, li ser heq û karên wan min gelek înformasyon berhevkirin, beri hilbijartine, li paş hilbijartinê û di cîvîna yekhem ya parlementoy ewê çi bikin min hemu xwendin, her tişt ser çavên min, li paş hilbijartinê, di cîvîna yekhem ya parlementoyê da pewîste mîrov sond bixwe, li ser şerefa xwe, ez nikarim vê sonda bixim.

Îso, ma hemu mebus vê sonda naxwin, çi ferqa te ji wan heye, xwîna te ji ya wan sortire?

Xalo mesele li ser şerefamin weku mebusekî rast û dirust sondxwerin buya min ew sonda bixwerîya, min ser Zend Avest, Misefa Reş, Tevrat, Încîl û Qurana Pîroz jî ew sonda bixwera, problem nebu, sondê da, tu ne tenya li şerefa sond dixwî, taybetî li ser “şorişên” Atatürk, li ser paraztina wan û Komara Tirkîya sond dixwî, tu bi şerefa sozekî didî netewa Tirk û dikevî xizmeta wan, eger weku mebus bona karê rêk û pêk son xwerin buna min jî ew sonda bixwerîya, mixabin wusa nîne, sondê da dibêjî “şorişên Atatürk va giredayî dimînim, li ber netewa Tirk a mezin sond dixwim”. Bo min ew sond bona mebusbuna min pozberîyek mezine. Dema min ew sonda dît, ez hecicîm min çu hosînama bavê xwe derxist û carek din xwend, bavê min digot: Atatürk û hevalên wî Komara Tirkan li ser helandin û tunekirina Kurdan avakirine, hebuna Komara Tirkîya, tunekirina Kurdanê, Prensîbên Atatürk serîda heta binî li dijî Kurdan hatine serê zman, wan meparêzin weku çarê xwera mekin derman, parezkerên wan û dewleta wan dur bisekinin hun bi vî şiklî dikarin hebuna xwe diwarojda garantî bikin.

Îso dema te ew sonda xwer tu mecburî wan tiştan bikî? Xalo ez Kurdim, tu dizanî berê li welatên Ereb milet bona garantîyê soza Kurdan ji hevdixwast, dema Kurdekî soz dida ew bo wî heta roja mirinê dibu nirx, dibu zagon. Ez dixwezim ji vê panavêra girêdayî bimînim, dema min ew sonda xwer, ez mecburim di jîyana xwe da vê sondêra giredayî bimînim, ez weku mebus ne diçim wê parlementoyê nejî vê sondê dixwim.

Xalo tu dizanî ez çawa te hezdikim û îxtirama te digirim, vî alîva zorê mede min, dema min ew sonda dît min xwe xwe ra got bi navê Xweda, Rasûlullah (s.a.v.) jiqebra xwe rabe, Gawz jî gora xwe serî hilde , Şex Saîdê Pîran jî bê ez vê sonda naxwim û qet tu car hîleyî şerîyê jî nakim û vê sonda naxwim, demma ez dibim mebus ez dikarim sozê bona karê pak bidim, dikarim sozê bidim ku ez xizmeta gelê xweda ma, zerarekê nadim tu kesî, welatê xwe hezdikim û heta roja mirinê gelê xwe û mîrovetîyêra giredayî diminîm. Sondek bona van kirinan ser çavan...

Xalo di navê selîkeyên bavê min da selîkek heye, ya Eyşana Elî, li ser vê selîkê klamek heyê, dibe ku;

“wele te nagirim, bîlle te nastînim
derdê hewîyê welle nakişînim
dayê ez nagirim bavo nastînim
derdê hewîyê welle nakişînim
jinê wî dido ye, çavê wî birçî ye
li malê pevçûye wele nastînim
dayê nastînim lo, bavo nastînim
jinê wî çar e, bi dost û yar e
Eyşan im, nastînim, bîlle nastînim.”

Naha dema ez hatim lay te, min dilê xwe da ji Eyşana Elî borîn xwet û xwe avit bextê wê û min ew strana wê pîçek gorî, tu dizanî min çawa gorî Xalo?

Welle ez naxwim, bîllê ez naxwim
Vê sonda qet tu car naxwim
Dayê ez nakşînim, babo ez nakşînim
Derdê Tirka qe tu car nakşînim
Ji wanra şîrîne ji mehra jehre
Qet tu car ez vê sonda nikarim bixwim
Sondeki puçe, bê dîn û bê îmane
Kurdan ra ferman, Tirkanra xwîne
Xalo ez naxwim, bîlle ez naxwim
Erd û ezman yêk be ez vê sonda dîsa naxwim.

Erê Xalo ez vê sonda nikarim bixwim, bawerim Parlementoya Tirkîya, di vê katê da cîhyê, xapandîyan, sosrete, diz, poşe, teres û serxwoşane, ne cîyê meye, bla ew cîhyê xwe bisekinin sond û parlementoya wan jî bla wanra bimîne.

Tenya Xweda alîkarîya yê xapandî bike û wan ji li wê derxîne!

Bîşar Norşîn
10.06.2011

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.