Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 21 March 2011

Rastirîn û kewntirîn sersal Newroz pîrozbe!

Di dîrokê gelek salnahme derketine holê, hinek ji wan îrojî tên şuxulandin. Sala

Kurdan û hinek gelên Aryan 21 Adara salnama mîladî destpêdike. Di 21 Adarê

rojek taybetîyê. Taybetîyê ber ku; direjîya şev û rojê yêk dibe, dar û berên ku

di mehên zivistanê da mîtina avê ji erdê danê rewestandin, carek din destpêkî

mîtina avê ji erdê dikin. Heyvanên kuvî ku di zivistanê da dikevin xewek kur,

hedî hedî ki xewê şîyar dibin, teyr xwendina xwe digorin bi kefxweşî destpêkî

xwendina xwe dikin, erd germ dibe bona zîldana tovan xwe amadê dike. Xwîna

mîrova jî zêdetirîn kehl dibî hormonên kefxweşîyê bedena wan da hiltên, kal û

pîr bi borandina salek din kefxweş dibin, pincarên tezê hedî hêdî tên ser masê

û xonçan, berfbelek ji binê erdê serî radikin û erdê dixemilînin, bi vî şiklî

baharêk nû destpêdike. Roja Nu; Newroz, destpêka saleyê, nîşeta kehlbun û

germbuneyê, nişeta serketin û zindîbuneyê, nişeta; ji sarî, tengasî, birçitî,

gemarî û tiralîyê rizgarbunêye. Di dîroka meda qe tu rojêkê ewqas pîrozî weku

Newrozê cîh negirtîye.

Bi emilandina agir, mîrovetî bu du bêş, yenku agir girtin bin kontrola xwe

paraztin û şuxulandin û yên ku hetanê kewnda man û ew gava dîrokî neavitin. Bi

vî avayî komên bi agir û komên bê agir derketin holê. Di nava pavejoyda agir bu

ruhmeta hinek koman, Koma Kurd ji wan yêk bu. Wan li ser axa xwe agir bi hostatî

paraztin û gîhandin zarokên xwe. Agir ew ji sermayê, tarîyê û hovitîyê paraztin.

Wan agir, agir jî wan parazt. Wan dît ku agir parçekî Nureyê, Xweda bi Nura xwe

wan diparêzê. Bi patin, kehlkirin, helandin û şewitandinê mîrovetîyê hingavêkî

gelek mezin avit, bi ava kehl xwe şuştin û pakirinê; jîyanekî pak(hîjen) bi

xwera anî, bi helandinê; metal yêk bi yêk ketin bin lepên mîrovan wan hecatên

metal afirandin, bi patinê kuz, dîz, cêr û kupan gelek pêşvaçun, bi helandin û

destxistina metalan wan şorêşek gelek mezin kirin û zedetirîn pêşva hatin. Bi

ser salên patî bi nîvîsê û livînên şerandî peşveçuna xwe gîhiştin tiltilek mezin

Bi vî avayî Nur û pîrozkirina destpêka salê bi hev qelibîyan, vê roja taybet da

dadana mirmêlîgên mezin bu tore. Li derodra mirmelîgên mezinda govend girtin,

helperkîn û stran gotin bu parekî vê rojê, patina xwerinen taybet, dayîna dîyarî

û xelatan, çavberdana qîz û xortan, sozdan û biryargirtin bona destgirtîbune

nişêtên vê rojêne.

Ber ku; heqî û neheqî, xirabî û qencî, sar û germ, mirin û jîyan, ronahî û tarî,

serketin û binketin, mayîn û neman, şev û roj her tim nava pevçunek bê

rawestandanê; mîrov her tim nizanin kû çi bê serê wan. Bi 21 Adarê bi destpêka

zindîbunek nu her alîva bi serketinê xwe pêşva tîne. Ji ber vê heviya hemu jîndaran

di vê rojêda mezin dibe, taybetî jî ya mîrovan. Kurdan taybetîya vê rojê hezaran

sal berîpêş ji xwera dozîtîne û ew roj kirine destpêka salnama xwe. Ew roj xwera

kirine cejn û roja azadbune. Newroz her alîva zindîbun û azadbune, li

seranserî dinyayê qe tu cejnek weku Newroz ê zindîbun û azadbune nayîne serê

zman. Newroz azadbune, zindîbune û Nura Xweda agir xwedî derketine.

Li Îranê hinek Fars bi zanîn an jî bê zanîn Newrozê weku roja ruxandina dara

Meda alîye  Împarator Korêş va jî pîroz dikin. Çawa tête zannîn Korêş dara 
Astyages ruxandi bu û dara Persa  di dîrokêda yêkhemcar avakiribu. Pîrozkirina Newrozê û ruxandina dara Meda du tiştên cudane. Pîrozkirina Newrozê ji ruxandina Meda kewntire. Tiştek dîyare ku Newroz roja zindîbun, xweşî, serketin û azadbuneye.Vê rojê da ne tenê mîrov, hemu heywan û darûber zindîtir dibin û  jîyanek nu va xwe dizeliqînin. Ji ber vê pîrozkirina Newrozê bona gelê me ji hezaran sal virda buye ferz. Newroz pîroz be! Baştirîn Newroz di bin stara Kurdistanek serbixwe bêtin pîrozkirin. Hemu rojên we weku roja Newrozê bin, azadî, serketin û xweşî ji bo we………
 
Bîşar Norşîn
 
20.03.2011
 

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.