Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 13 December 2010

KUŞTİNA SERDARÊN KAWA Û ALÎGARÊN WAN Jİ EZMANÊN ME PANZDEH STERK HATİN RUÇİKANDIN, EW ÎROJÎ BÎRNEBUNE

Dîrokêda buyerên gîtî hene, pewîste mîrov wan gîtan baş fahmbike. Bi Peymana Lozanê li ser axa me kişandina sînorên nû û nûva parvakirina Kurdistan, diroka me da gîtek bu, Li Sovyetê 1929 da feşilandina Komara Kurdistan a Sor bona me gîtek bu, ruxandina Komara Kurd a Mehabadê dîroka meda disa gîtek bu.

12 Çileya Pêşin 1980, bi destên Fermandarîya Giştî a Leşkerên Tirkîya û nokerên wan, bi çavdamilandina Baasîyên Surîyê dijî serdarên Tevgera KAWA komkujîyek namerd hate darxistin. Li gel serdarên Tevgera KAWA û aligarên wan, du gwilên Kurdistan Kawa Kerîm û Ferhat Kerîm bi çavsorî hatin kuştin. Dagirkeran bi vê komkujîyê ji ezmanên me 15 Sterk ruçikandin. Wan vê buyerê dan dîyarkirin ku ew zagonnenasin, ji mîrovetîye durin û xwînxwirin.

Bi vê komkujîye çi derket holê:

1-Dagirkeran sînorên ku li ser Kurdistan kişandibun xwe nasnedikirin, dema dilê wan dixwest, wan ew sînor pandikirin û derbazî alîye din dibun. Xwe gor sînorên dagirkeran orgenîzekirina hinek Kurdên me xetayek mezin bu, çan Xoybune serîda xwe organîze kirubu, çan Partî Demokratî Kurdistan serîda bona hemu Kurdistan hatibu damezrandin, ji Kurdanra organîzasyonik bona seranserî Kurdistan pewîst bu. Ew rasteyetî îro ji xwe diparezî. Di nava sînorên dewletên dagirkerda sincinkirina me û pînekirina parçekî Kurdistanê dewletên weku Tirkîya , Surîya, İraq û Îranê, me dike nava hezazên nu. Gelên Kurdistan pewîste bona yekitî û serbixweyetîya Kurdistanê xwe rêxîne. Bi şikleki din diwaroja Kurdistan nikare bete garantîkirin.

2-Ji sugurdên dagirker heq xwestin û parlemena wan xwera navnîşana çareserkirinê dîtin, bêaqiltîyek mezine. Diroka mîrovetîyêda kesik nikare dagirkerekî demokrat weku numune bide nîşan. Ji dagirkeran demokrat nabe, yen ku îro li Anatolîya û Trakyayê weku ronakbir û mîrovperver derketinê holê û qala mafên gelê Kurd dikin, dixwezin bi şîvekî “modern” jîyana dewleta xwe jirêj bikin û hebuna dewleta xwe di diwarojda jî garantî bikin,di rastîyetîyêda ew demokrat ninin. Hun nikarîn yekî ji wan bona serbixweyetî û yekitîya Kurdistan weku numune bidin. Ewen ku îro li ser meydana nîvîskarîyê bejna xwe nîşand didin û wekû mîrovperver, mafparêz, demokrat û bi eqlaq xwe nîşan didin, 12 Çileya Pêşin 1980 dajî mezin û tehgîhiştî bun. Wan wî warî da çikir? Wan wî warî da çi gotin? Ka bila yêk ji wan bêjê, di vî warîda min ew kara kir. Ew du jî mêşên derdora qwînên dagirkeran bun îro jî dîsa ew mêşin.

3-Demokratên Anatolîya, Trakya û Surîyê dijî vê komkujîyê mixabin tiştek negotin, çend salan şunda, dereng çend nîvîsên kwirt li ser vê buyerê xeber dan. Li ser doza serdarên Tevgera KAWA tu tiştek nenîvîsandin. Li vir pewîste şoreşgerê mezin Yilmaz Güney bete bîranîn, vî derheqa kuştina serdarên KAWA û alîgarên wan êşa xwe her alîva anî serê zman, wî digot. “ eger jîyana min destur bide, eze vê namerdîya dagirkerên Tirk bikim ser fîlimêkê û jinxwesî û merxwesîya serdarên KAWA bînim serê zman, ez êşa gelê xwe bînîm ber çavên gelên dinyayê”. Mixabin Yilmaz Güney ji nava me zu goçkir............

4-Komkujî li Enqarê hate rêxistin, di bin seroketiya Fermandarîya Giştî a Jendirmeyên Tirkîya bi destê Cem Ersever, komandoyên Tirk û hinek nokerên hate kirin. Plan ew bu kû, rîya azadîya Kurdistan serîda bête girtin û kontrola şerê çekdarî li dijî Dewleta Tirk bikeve bin kontrola wan. Bi vî şiklî rê Partîya Kemalîstên Kurdistanê ra hatê vekirin. Dagirkeran bi vê partîyê berxwedana çekdarî girtin bin kontrola xwe, alîkîva Tevgera KAWA hêdî hêdi fetisandin, alîyê din va Partîya Karkerên Kurdistan weku kwilerekê ji hundirva xwerin. Xwerzîyê xwe Fişok kirin bela serê Partîya Karkerên Kurdistan. Ew rasteyetî îro bi dokumentan zedetirîn derketîyê holê.

5-Xencî Yekitî Niştîmanî Kurdistan grubên sîyasî yên Kurdistan dijî vê Komkujîyê bêdeng man, mixabin di wî katî da hinekan piçuktîyek mezin kirin, şoreşgerî û demokrat bun li alîkî xanendanî û çavhedarîya gelê mejî girtin bin lingên xwe û xeberên nerast nava gelda belavkirin. Ew komkuji anîn pozberîyên serdar û dijdarên Tevgera KAWA giredan, li ber kirinên dagirkeran xwe kerr, lal û kwir kirin. Pewîst bu sîyasetmedarên Kurd hemu ji hevra dijî vê komkijîyê dengê xwe bilindbikin. Buyerên wusada ferqa grup, tevger û partîyên Kurd namîne, berku dijminati dijî hemu Kurdan tê kirin..

6-Li ber vê komkujîye, xencî medya Swedê dinya kerr, kwîr û lal bu. Kesekî nedixwest li gel dagirkeran xwe xirab bike. Di vî warî da me hemu medya dinyayê agadar kir, dewletên ku xwe sosyalîst dihesibandin me agadarkirin. Dengek ji wan derneket, wan bi bêdengîya xwe alîkarîya dagirkerên Kurdistan kirin. Menfaatên aborî yên wan ji berî mafên mîrovetîyê dihatin.

7-Tevgerên Kurd qwietên xwe yêkbikira û seranserî dinyayê li dijî vê komkujîya derbiketa, komkujîyên nû ewqas asan li Kurdistan nedihatin rêxistin, dagirkeran hespên xwe ewqas asan nidikarîyan bidin bezdan, bi vî şiklî li ber Komkijîya Halepçê jî dihat girtin û komkujîyan li ser axa Kurdistanê sernedigirt.

Îro bona hemû gelên Kurdistan Navendek pewîstê, ku ew Nawend li seranserî dinyayê mafê xelkê Kurdistan biparêzê. Bê ferq hemu grup, tevger û partîyên Kurdistan xwedî derkeve. Îro komên weku Kosovaran bun dewlet, netewekî weku Alaman nuva yekitîya xwe serxist, dubeşîya xwe ji holê rakir, dagirkerên Tirk ji bona Bakurî Kibrisê serbixweyetî dixwezin , piçuktirîn êl û ezbet ji dev dewletbunê bernadin. Mîlyonan Kurd li ser axa xwe bê dewlet, ne tenê fehdîbuna Kurdayê, ew fehdîbuna mîrovetîyêye. Pewîste Kurd axa mirinê ji ser xwe bavejin û ala serbixweyetîye hildin jor, bi vî şiklî daxwezîya Exmedê Xanê, Sex Saîde Pîran, Seyîd Rizayê Dersîmî , Pêşeva Qazî Muhammed û Serdarên KAWA kû Qamîşlîyê hatin kuştin, cîhbe.

Bîrmekin yên ku dawîyêda dikenin baş dikenin, gelê Kurd hîna nekenîyayê, emê dawîyêda wusa bikenên ji sînorên dagirkeran parçeyek nemîne, al û alametên wan bêtên cirandin, tîrêjên nura Xwedê bî ala Kurdistan

Seranserî welatê me bixemilînın...Bi bîranîna Serdarên KAWA û alîgarên wan, ala Kurdistan hildin jor....

Bîşar Norşîn

12.12.2010

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.