Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 18 March 2010

[b]Pergaleke Nuh a Dinyê û Nebûna Zemîneke Netewî li Bakurê Kurdistanê[/b]

[b]Rewşa Bakurê Kurdistanê[/b]
Heke em ji vir derbasî Bakur bibin, yek ji dersên ku Kurdên Bakur ji van pêşveçûnan hîn bibin ew e ku 1) Tirkîye jî nema dikane wek berê li ser înkara Kurdan sîyasetê bike û vê rewşê bidomîne; 2) Bivê nevê Tirkîye yê ji bo Kurdên Bakur hin guhertinan çêke, dike jî. Lê belê divê tucarî neyê jibîrkirin ku Tirkîye yekane dewlet e ku Kurd ji binî ve înkar kirine; ne tenê di nav sînorê xwe yê sîyasî de, li seranserî dinyê ji bo bêstatu hiştina wan xebat kiriye; di nav sînorên xwe yên sîyasî de jî li dijî Kurdan çi sipî çi sor hemû awayên qirkirinê (jenosîd) bi kar anîne. Ev dewlet bêyî ku di zîhnîyet û mentalîta wê ya hîmî de guhertin pêk werin, hewl dide ku ji dinyê re (bêtir jî ji DYA û Yekîtîya Ewropayê re) bibêje va ye min pirsgirêkên Kurdên xwe çareser kirin. Bi vî awayî li hundir û li derve derfetên li ber Kurdan pûç bike, wan dîsa bê hevalbend û piştgir û her wisa bê statu bihêle.

Li gora hesabê Komara Tirkîyê, Kurd ê li Tirkîyê hebin, lê belê hebo hebo, lib bi lib, yan jî perakende; bi hev re, bi komelî wê dîsa tunebin; wê dîsa nikanibin bibin netew, xwedî xak, xwedî mafên hevpar; pêvajoya asîmîlasyon û pişavtinê dê ji berê bileztir bidome. Tiştên ku Kurdan di pêvajoyên berxwedan û têkoşînan de ji xwe di pratîkê de bidest xistine, an jî dewlet di bicîhkirina wan de bi ser neketiye, ew ê bibêjin, em destûrê didin ku Kurd ewana bikin; wek mînak guhdarîkirina muzîka Kurdî, di qadên nefermî (ne resmî) de pev re axaftina bi Kurdî û kanaleke satelît a bi Kurdî ya di bin kontrola dewletê de. Evana gişt ji xwe Kurdan di pratîkê de bi îmkanên xwe pêk anîne; 10-15 kanalên wan ên TV hene, ji xwe yên ku dikanin (ku ne hejmarek mezin e) bi Kurdî dipeyivin û muzîk jî hîn ji dema Ozal ve di pratîkê de serbest bûye. Ji vê pêngava leylanî û revrevkî re gotin AÇILIM, anku vebûn an vedan; berê ’Açilim'a Kurd bû, dûre ew jî guherandin kirin a netewî, piştre ya demokratîk; ji ber ku hebûna peyva Kurd ji bo navê proje yan sazîyan rast nedihat dîtin; ji ber ku ew dixwazin ku Kurd wek ku heye xuya bike, lê heta ku dibe tunebe.

Bê guman bi meriv ecêb nayê ku Tirkîye bi vî awayê xapînok, di destekî de gêzerên naylon, di destê din de jî kelepçe, bi projeyeke di naveroka xwe de Kurdkuj, lê di xemla xwe de Kurdhez, nêzîkî vê pêvajoyê dibe. Ji ber ku Tirkîye yê tucarî xwe bi xwe nexwaze û hewl nede ku bi awayekî rewa pirsgirêka xwe ya Kurd û Kurdistanê çareser bike û destê dostanî dirêjî Kurdan bike. Ev yek li dijî sîyaseta hîmî ya afirandina Komara Tirkîyê ye. Çawa me li jor got ku DYA ji bo Îraqê formulasyona 18 wîlayetan tercîh dikir, lê rawestana Kurdên Başûr bi awayekî din bû û vî awayê din ê netew û xaka netew ferqeke mezin di nêzîkbûna DYA de pêk anî; divê em bi vî çavî li sekin, pozîsyon û helwesta Kurdên Bakur jî binêrin. Ka sekin, helwest û pozîsyona wan bi wî rengî ye ku di nêzîkbûna Tirkîyê û hevalbendên potansîyel an muhtemel ên Kurdan de, heta hevalbendên Tirkîyê bi xwe de jî, ferqekê pêk bînin? Sîyasetmedar, rewşenbîr, xwenda, kesayetî û kadro, partî û rêxistinên Kurdên Bakur ên ku potansîyela heşê hevbeş, aqilê mişterek pêk tînin, ê bikanibin di nav xwe de li ser pozîsyonekê li hev bikin û ji wê pozîsyonê ve ji bo dozkirinê maf û statuyan zelal bikin, wan li Tirkîyê û dinyê ferz bikin; bêjin, ’abc'ya çareserîya pirsgirêkê ji bo me ev e?

Mixabin, Bakur ji Başûr cuda ye û di nav xeter û rîskê de ye ku nikanibe pozîsyoneke netewî bisitîne, nikanibe helwesteke netewî pêk bîne. Sedem, berpirsî û hwd ên vê rewşê li alîyekî, di vê rewşa hanê de ji şiûr, refleks, nirxên netewî, ji sazî û rêxistinên netewî yên rûniştî û ji alîyê gel ve pejirandî bêpar mane û nikanin perspektîvên netewî pêşde bixin. Ev rewş dike ku ew li hemberî her awa êrîşên li ser çand, ziman û welatê xwe bê parastin bimînin, heta nikanibin navê xwe jî biparêzin; ev êrîş digihêjin armancên xwe, asîmîlasyon bi hemû hêman û unsûrên xwe ve tovên xwe bera nav wan dide, êdî dibe oto yan xwe bi xwe; serokatîya tevgera ku hejmareke mezin a Kurdên Bakur di van 20+ salên dawî de daye pê, xeteke wisa dide pêş ku ji bo Kurdan antî-netew, lê ji bo Tirkan pro-netew e û bi vê xetê heş û bîra alîgirên xwe ji alîyê netewî ve felc dike, ji bo pêkhatina rewşa jihevketinê dibe alîkar. Kurdên netewperwer an xwedî nasnameya Kurd ên li dervê vê tevgerê jî şiûr, refleks, nirxên netewî û hwd xisûsîyetên wan ên netewperwerîyê têrê nakin ku di vî warî de bigihêjin hev û helwesteke netewî ya hevpar bisitînin; berjewendî û pêdivêyên netewî bidin pêşîya hemû tiştên din ên şexsî, komikî, herêmî, eşîrî, zaravî, mezhebî û hwd.

Ev rewşa malkambax dike ku Komara Tirkîyê (KT) têkeve nav wan hesaban ku di dema dirêj de Kurdan weha asîmîle bike ku careke din nikanibe wek milet, wek netew tev bigere û di dema kurt de jî wisa bide xuyakirin ku va ye hinek mafan dide (ên takekesî) û bi vî awayî xwe li gora dîzaynên YE-DYA adapte dike. KT wisa dihesibîne ku bi vê stratejîyê wê bikanibe pêla guhertinan a ku bi ser wê de tê, bê qeza û bela derbas bike; bi ser de jî Kurdên Bakur ne wek netew, lê wek hebo hebo, lib bi lib hemwelatîyên Tirk ên esil-Kurd, di nav pêvajoya avabûna pergaleke nuh de tescîl bike, bineqişîne.

Divê û girîng e ku meriv di vê çarçovê de nêzîkî gengeşîyên mafên takekesî-komelî (îndîvîdûal-kolektîv) bibe, bi zelalî bibîne û dîyar bike ku pergala nuh û aktorên sereke yên di nav hewldana dîzayna wê de, dê Kurdên Bakur wek netewekê, yan wek takekesên Kurd ên hemwelatîyên Tirkîyê, ew jî nebû wek komek an hinek komên gelêrî, di nav dîzaynên nuh de bicîh bikin.

Kurdên Bakur bi xwe dixwazin çawa bên dîtin û tescîlkirin? Bi rastî heke mafên takekesî têrê dikin, wê gavê zêde pêwîstî tuneye ku ji bo bidestxistina wan, mirov xwe biêşîne, aciz bike. Pêvajo ji xwe bi wê hêlê ve diherike û zû yan dereng wê pêk werin. Pêk hatin û nehatina wan jî zêde ferqekê çênake, ji ber ku têrê nakin ku Kurdên Bakur wek netew an gelekî xwedî xak, xwedî dîrok, çand û nirx hebûna xwe bidomînin.

Lê heke Kurdên Bakur dibêjin, na statuqo û pergalên dinyê zû bi zû naguherin, ku carekê tên bicîhkirin, dikanin bi deh salan bajon, divê em vê carê doza xwe ya wek netewekî xwedî xak û dîrok bi dinyê bidin qebûlkirin û nehêlin ku ew careke din me wek gelekî bê statu bidin tescîlkirin, wê gavê jî divê wek netew tev bigerin, wek netew şiûr, sazî û tevgeran pêk bînin û wek netew daxwazên xwe yên mînîmûm, bi gotina moda, xetên xwe yên sor bi gelemperî bi dinyê, bi taybetî bi aktorên sereke yên li pişt lêgerîna pergaleke nuh bidin zanîn.

Divê Kurdên Bakur mijara welat (Kurdistan) jî di vê çarçovê de fahm bikin û pêk bînin. Di dewranên nûjen de yên ku nikanibin bibin netew, nikanibin sekineke netewî raber bikin, fiîlen xwedî welat bin jî, tucarî nikanin vê xwedîtîya xwe bi awayekî fermî bidin tescîlkirin.

Heta ku ev yek bi zelalî neyê dîtin, li ser vê zemîna netewî helwestên gelemperî neyên sitendin, mijarên wek beşên Kurdistanê, yekbûna wan û ku Bakur ê bibe wendayîya Kurdistanê yan na, nayên fahmkirin. Li ser vê zemînê taktîk, stratejî û perspektîvên netewî dikanin bên pêkanîn û di dema dirêj de be bên realîzekirin; ji xeyalkirinê wê de gav bên avêtin. Tenê li ser vê zemînê mumkin e ku Kurdên Bakur ji feq, dahfik, manîpulasyon û halusînasyonên Tirkîyeyîbûn, nasnameya jêr-jor re, nebin qurbanî; tenê li ser vê zemînê Kurdên Bakur dikanin ji her tewre pevketin û cîhêbûnên ji ber cudatîyên îdeolojî û bawerîyan, ên eşîrî, zaravayî û hwd dûr bimînin; îmkanê bibînin ku wan li gel aîdîyetên wan ên xweser di nav çarçoveke fireh de bihewînin.

Heke Kurdên Bakur dixwazin îxtiras, xirs, xwedbînî (egoîzm) û xwenavendîya (egosentrîzm) xwe ya takekesî, derdorî, komikî, malbatî, eşîrî, herêmî, rêxistinî û hwd bidin alîyekî û gişt bi hev re li gel pirrengî, pirdengî û cîhêrengîyên xwe biherikin bo çemê mezin ê netewa Kurd, welatê Kurdistanê, dayika qedîm, yekane dergûşa ku dikane wan li gel pirrengî, pirdengî û cîhêrengîyên wan bihewîne; yekane zemîn ev e; bêyî vê zemînê nabe, çênabe; bila tukes xwe jî, me jî nexapîne; rêyên din ên ku çi ji alîyê rastê ve, çi ji alîyê çepê ve, çi jî ji alîyê ruhanî ve vê rasteqînîyê piştguh dikin, hemû ber bi wendabûnê ve, ber bi hemwelatîyên Tirk ên esil-Kurd bûnê ve diçin. Heke em tiştekî jê birûmettir û çêtir dixwazin, divê em rojek berî rojekê li ser zemîneke netewî, bi helwestên netewî bigihêjin hev.

Baran Rizgar
London - Sibat 2010

[url=http://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadiya-kurdistane/zemna-ne…]»Tevaya Nivîsê Bixwînin[/url]

Çavkanî:
[url=http://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadiya-kurdistane/]http://…]
[url=http://www.baranrizgar.co.cc]http://www.baranrizgar.co.cc[/url]

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.