[img]http://peyamner.com/filesbank/news/fullsize/060310112153.jpg[/img]
PNA – Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo bîranîna serhildana sala 1991 û hilbijartinên parliyamenta Iraqê, peyamek pêşkêşî gelê kurdistanê kir. Ev jî teksta ewê peyamê ye:
Evroj di xebata gelê me de rojeka pîroz e. Roja serhildana mezina behara sala 1991 e. Ew serhildana ku di dîroka xebata gelê me de badokek bû. Ew serhildana ku li beramber hemû sitem û zordarîya ku li gelê me hat kirin bersivek bû. Ew ji enfalan re bersivek bû, ji kîmyabarankirinê re bersivek bû û ji wêrankirina hezaran gundên kurdistanê re bersivek bû.
Di ewê rojê de giyanê tevayîyê, biratîyê û hevkarîyê kevt nava hemû maleka kurdistanê de. Ji ber evê yekê jî, me şiya ewê serkevtina mezin tomar bikin.
Di dîroka rizgarîxwaza gelê me de gelek şoreşên mezin û gelek serkirdeyên mezin û qehremanên zana çê bûne, belê mixabin di encam de herdem şoreşên me rastî şkestinê hatine, ji ber ku em ne yekrêz û teva bûne. Belê waneya serhildanê gelekî ji me re bi nirx bû, ku weha nîşan da, ku herdema em yekrêz bin û teva bin, ti hêz û ti diktatorek nikare rêya me ya ber bi azadîyê û serkevtinê ve bigirin.
Di heft rojan de seranserî kurdistanê hat rizgarkirin û du tîmên mezinên supayê Iraqê xwe radestî gelê kurdistanê û pêşmergeyên qehreman kirin. Di ewê rojê de gelê kurdistanê careka din tekez kir, ku bawerîya me bi lêborînê û jîyana bi hev re dihê. Ew leşkerên ku beşdarî di wêrankirina gundên me de kirin û beşdarî di enfalkirinê û kîmyabarankirinê de kirin, milletê me mêvandarîya wan kir û bi rêzek mezin rê da wan, ku vegerin nava xizm, mal û mirovên xwe. Evaya mezinî û kultura lêborînê ya gelê kurdistanê dide nîşandan.
Ez niha jî hêvîdar im, ku ew giyanê lêborînê û jîyana bi hev re û rûpelê ku ewê çaxê me vekir, dîsan vegerin nav me û em bi giyanê tevayîyê û biratîyê bi hev re kar bikin, da ku gelê me bextewertir, serfiraztir û serkevtîtir be.
Ez di evê rojê de pîrozbayîyê pêşkêşî yek bi yekên xwişk û birayên xwe yên nava kurdistanê û derveyî kurdistanê dikin û hêvîdar im, ku pêngavên ber bi serkevtinên bêtir ve berdewam bin.
Di ewê serdemê de rûpelek nû hat vekirin û bi gelek kesan weha bû, ku ev biryara serokatîya siyasîya Bereya Kurdistanî ne di cihê xwe de bû. Belê bi kiryar hat naskirin, ku ew biryara han hekîmane bû û ev ewledarî û hêminîya ku niha li herêma kurdistanê heye, yek ji egerên hebûna ewî giyanê lêborînê bû, ku evroj di nava gelê me de heye.
Xwişk û birayên rêzdar; dusibehê roja dengdanê ya ji parliyamenta Iraqa federal re ye. Ez daxwazê ji we hemûyan dikim, ku biçin dengên xwe bidin. Ji ber ku divê nûnerên me biçin Baxdadê. Hêza me di hevpeymanîya me de ye, belê ji bo ku hevpeymanîya me bi hêz be, divê nûnerên me li parliyamentê hebin û giranîya kurd jî lê hebe.
Min hêvî dikir, ku em hemû bi yek lîstê çûbana, belê ji evê yekê jî giringtir ew e, ku em hemû bi yek hilwestî biçin û ew peymana ku hemû partîyan ji gelê kurdistanê re dan, dema ku ez bi wan re rûniştim, gerek di bîra wan de be û xwe girêdayî ewê peymanê bibînin. Heger di nava me de bîr û nerînên cuda hebin, belê divê em li Baxdadê xwedî yek hilwestî bin.
Xwişk û birayên xweştivî; hûn azad in ku dengên xwe bidin kê. Deng bidin ewî kesê ku bi we weha ye ew dê baştir xizmeta we bike.
Hîna gelek li pêşîya me maye û hîna gelek kelem li ser rêya me ne. Hîna gelek kes hene ku dixwazin ev destkevtên bi rêya destûrê kevtine destê gelê kurdistanê de nehêlin an kêm bikin. Gelek maddeyên destûrî jî hene, ku gerek qanûn ji wan re hebin. Ji ber evê çendê, dema ku nûnerên me diçin parliyamenta Iraqê, divê li ber çavên wan be, ku divê ew şerrvanên baş bin û çekên wan destûr û qanûn be.
Em dê hevpeymanîyê jî bi ewan kesan re bikin, ewên ku dostên me ne û gelek tiştên me yên hevpişk hene, ku em û wan hevxebat bûne. Di serê hemûyê jî de, girêdana wan bi destûrê ve û bi taybetî jî bi maddeya 140 ve, wan dikin hevpeymanên me.
Ez bi taybetî jî daxwazê ji xwişk û birayên xweştivîyên bajêrê kerkûka xweştivî dikim, ku evroj derfet e, da ku hûn tekez bikin ku pênase û nasnameya kerkûkê kurdistanî ye. Ez daxwazê ji we dikim, ku hûn evê derfetê ji dest nedin. Herweha, ez daxwazê ji hemû pêşmerge, polîs û asayişkaran dikim, ku azadîyê û ewledarîyê ji hemû xelkên kurdistanê re berdest bikin.
Ez hêvîdar im, ku ev hilbijartin jî hilbijartineka pakij û azadane be û xelk azad be û dengdan jî azad be. Nabe ti kosp û kelem bikevin pêşîya ti lîst û alîyekî de. Hemû kes azad e çawa dengê xwe bide.
Di dawî de ez daxwaza serkevtina we dikim û her şad û serkevtî bin.
Roja serhildana mezina bihara sala 1991ê ye (Rizgarionline)