Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 13 January 2010

Em zarok bûn, kêxwes bûn. Dema ku sersala me li gund dihat pîroz kirin.
Ji dû mêran yek dibû jin. Kincê jinan li xwe dikir. Chav û birîye xwe digirt û direqîsî.
Li cem wî jî mêrê wî. Bi rû, û kincê wî jî lîme lîme. Turê parsê li pista wî û mal bi mal digerîyan tesediq kom dikirin.
Em zarok jî du wan diket mal bi mal digerîyan.
Me ji wî kalêre kalê gaxanê digot.
Kal û jina xwe wek parsek di berfa zivistanê de ji xwere digerîyan; rûn, hirî, toraq, pere, ard, hima chî bi dest wana biketiya digirtin û kom dikirin.
Dure jî tishtê ku kom kirîbun difrotin dikirin pere kû shevek ji mere dîlan6e saz bikin.
Def û zûrnecî danîn di gom û tewleyande me ji xwere shevên dirêj de dîlan digerand.
Pîrozkirina sersala me jî wisa bi dawî dihat.
GAXAN jî doh bû.

Iroj jî ez li ser Gaxanê bi kurtî dinivîsînim.

Sal bi sal xwezil bi sala par û perar.
Nuha edî herkesek bûye 'hewal'...xwede rast neyne. Dê bu 'hewal'. Rastîya vî peyvê jî heval e.
'hewal'peyvek xwînîye. Ez vî peyve tu car bi kar naynim. Chima kû xwînîye.
17 hezar xwîna kurda di vî peyvêde wenda bû. Bi vî xwînêve Gaxan jî wenda bu.
Sersal û mersal jî nema. Yek tishtek ma; rabe 'serok', rune 'serok'.
'Serok jî tu car mirad nebîne'. Nifira dayika min bu.
Sal wenda dem wenda.
Edet, dirok, ziman...wenda. Kemal jî buye benishtê devê serok.
Murid jî deng nakin. Ew ji dibejîn; 'seyx chi bizane wî dibêje.'
Sal wenda, helwest wenda, doz wenda...
De bash e. Rêwî di rêya xwede...
Dema we xwesh û Gaxana min pîroz be....

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.