Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 3 November 2009

Mir Tahsin Saied Beg

Mîrê êzidiyan daxwaza penaberiyê ji hikûmeta Elmaniya kir

Mecîd Heso

Laliş.de/ Çavkaniyek bawerpêkirî da zanîn ku ji ber newekheviya siyasî û komelayetiya li herêma Kurdistanê divabera zorîne û hindikayîyên xelkê Kurdistanê de heyî, Mîrê êzidiyan Mîr Tehsîn Seid Beg daxwaza mafê penaberiyê ji hikûmeta Elman kiriye,

heman çavkanî piştrast kir ku li roja pêncşem rêkeftî 22.10.2009, mîr Tehsîn bi alîkariya wergerekî kurd ku bi eslê xwe ji êzidiyên bakûrê kurdistanê ye li navenda rojavayê herêma Dortmonda Elmanî bi fermî serlêdana bidestve anîna mafê penaberiya siyasî pêşkêşî rayedarên Elman kiriye, ev nûçeye ji hêla penaberên Kurd yên heman kempê ve hat piştrast kirin.

Ev çend roje di rojeva êzdiyên Eurupa de spekulasion li ser eger û encamên penaberiya mîr Tehsîn tên kirin.

Ji hêlek din ve li roja 26.10.2009 Mîr Tehsîn beg ji ciyê mana xwe ya li bajarê Hanover da zanîn ku wî di nameyek nivîsî de ji serokkomar û serokwezîrê Iraqê xwestiye ku wekhevî û biratiya di navbera gişt pêkhatiyên wî welatî de bi parêzin.

Duh mîrê êzidiyan ji malpera bahzani.net re dabû xuyakirin, Êzidi li gorey nifûsa xwe di helbijartinên perlemana Îraqê de, ku çaverê ye li 16.01.2010 bên li darxistin, wek mafekî bingehîn di kotayek destnîşnkirî de daxwaza pênc kursiyan dikin, mîr Tehsîn dixwaze ku ev yek bi aşkirayî di reşnivîsa qanûna helbijartinên Iraqê de bê destnişankirin.

Niha hewildanên rayedarên hikûmeta herêma kurdistanê di berdewamin da ku birêz mîrê êzidiyan razî bikin ku vê daxwaza xwe ya penaberiyê paş de vegerîne, ji ber ku ev pêngava wî dê serokayetiya herêmê têxe nava qeyraneke navxweyî.

Li gorî birêz mîrê êzidiyan dibêje, hejmara êzidiyan li îraqê ji 700 000 hawilatiyan zêdetire, ji bilî yek endamperleman di perlemana herêmê de ti nûnerên wan nedikabîneya nû ya hikûmeta herêmê û nedihikûmeta navendî ya Bexdayê de nînin, eve jî bê edaletî ye.

Mîr Tehsî beg li sala 1969án bi hewla wergerandina rejîma Bas bi darvekirinê hat ceza kirin, ev yek ew mecbûr kir ku 11 salan li Birtîtaniya weke penaber bijî, li destpêka salên 1980 di şerê qadisiya Sedam de rejîma Îraqê ji boy ku êzidiyan bi hêla xwe ve bikêşe û bişîne eskeriyê efû jêre derxist û mîr Tehsîn vegeriya îraqê.

Sala 1992án rejîma Îraqê bi siwîqasekê xwest wî ji nav bibin, di wê siwîqasê de bira û jinbira wî canê xwe ji dest den û ew bi giranî birîndar bû. Di bin fişara berxwedana êzidiyan de rejîma Îraqê mecbûr ma gav paş de avêtin.

Sala2003án de bo cara duyem hewla kujtina wî hat kirin û li sala 2007án de tundrewên Îslamîst, li ber çavê xelkê Kurdistanê koçka wî bi çendîn peristgehên êzidiyan ve li bajarê Êsifnê şewitandin.

Zêdey 70 salaye Mîr Tehsîn beg li ser kursiya mîrgeha şêxane, dostekî dêrîn yê pêşrewê kurd Mistefa Barzanî bû û yek ji dostên herî nêzîk yê Mam Cela û Kak Mesûd e.

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.