Li bajarê Kelarê gêncên ser bi Şîrketa Wişeyê (ya Newş
Pukmedia radigihîne ku berî çend rojan desteyek ji gencên ser bi Şîrketa Wişeyê (ya Newşîrwan Mistefa), li bajarê Kelarê,� piştî wan jî nivîskarekî din pirtûkên nivîskar û rojnameger Ferhad Pîrbal şewitandin. Wan sedema vî karê xwe jî vegerand wê çendê ku Doktor Ferhad Pîrbal bi berevajiya hizra siyasî ya wan, raûboçûna xwe derbiriye, dengê xwe daye Lîsteya Kurdistanî û ji xelkê re gotiye dengê xwe bidin wê lîsteyê.
Komîteya Bergiriya Rojnamenivîsên Kurdistanê jî di beyanameyekê de karê ku hatiye kirin şermezar kir û da zanîn ku şewitandina pirtûkên Ferhad Pîrbal tundûtûjtir û kevneperestir e ji şewitandina pirtûkên Selman Ruşdî çimkî Ferhad Pîrbal heman kiryara Ruşdî nekiriye û tawana wî tenê ew e ku di hilbijartinan de bi azadane nêrîna xwe derbiriye.
Di beyanameyê de tê gotin:“ Em karê ku hatiye kirin wek terorkirina pirtûk û çapemeniyê bi nav dikin, beşdarbûna nivîsarekî di vî karî de tawanekê ku hatiye kirin mezintir dike.“
Lanet olsun Kitap yakanlara