Rom (Tirk) dagirkeriyê dikin lê mêtîngeriyê nizanin. Rom xirabkirin, talan, înkar û temirandinê dizanin lê çêkirin û jiyandinê nizanin. Piştî şikestina Osmaniyan û damezrandina Brîtaniyan a sazûmaniya nû, Komara Tirkiyeyê, têkiliyên me û Romiyan jî tevlîhev bû.
Navê pêwendiya me, ne dikare rasterast mêtînger-mêtingeh be, ne serdest-bindest be, ne jî binavkirina wê hêsan e. Wekî Îsmaîl Beşîkçî gotibû "ji mêtîngehiyê nizmtir" e.
Di vê nivîsara xwe de dixwazim behsa misyonerên Tirkan ên di nava întelîjansiya me de ne bikim. Di nava xebatên alfabe, standardkirina zaraveyan, wêje, çapemenî û zanistiyê de, bi zanîn an nezanîn gelek misyoner hene.
Ew bi awayê hevalbendiyê tevdigerin, binê xebatan vala dikin, bi kedê dilîzîn û armancan pûç derdixin. Berê hemî xebatên Kurdan didin berjewendiyên Dewleta Romê.
Bifirikirin komekê zimanzanên Kurd li hev civiyane, dixwazin qet nebe li ser standardkirina devokên zaraveyekê bixebitin. Wekî hemî neteweyan û zimanan çawa xebat li ser zimanên xwe kirine, ew jî dixwazin wisa bikin.
Te hew dît, yek du hatin û tevlî wan bûn û nehîştin ev kom ti gavekê bavêje yan gavekê berbiçav bavêje. Heya niha xebatên me Kurdan ên întellektûelî wisa meşiyaye.
Bifikirin li zanîngehên Tirkan, xwendevanên Kurd hewla daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî dikin. Te hew dît berekê hat ket nava wan û sloganên qedexekirî avêtin ku polîs êrîşê bîne ser wan û doza wan terorîze bike.
Yan ew ê dê babetekê din bixin nava vê xebata meşrû û çalakiyan ji rê derînin. Bo mînak bêjin "dawî li tecrîta girava Kanarîan a serokê me lê ye! Bijî zikoyê xwarziyê Tîmûrleng ê Amarayê!".
Bifikirin dê rojnamevanekê Kurd rêça bûyereke gelek girîng dîtiye, gav bi gav lê dikole û aşkera dike. Te dît ji nişkave gerînendeyê giştî yan yekê giregir bêje "heval dev jê berde filan nûçe bêhtir balkêş e!".
[b]Hin taybetiyên hevpar ên mîsyonerên Tirkan ên di nava întelîjansiya me de ne[/b]
- Xwe wekî welatparêz didin nîşandan
- Hin caran ji hemî kesan bêhtir xwe didin xebatan
- Nakokiyê bi hevpariyên, hevhatinên bêhtir konsensûs bo wan hene re dikin
- Bi sîstematîk bi qalîteya xebatan dilîzin
- Ji kêmasî û şaşiyên endaman sûdê werdigirin
- Xeyb û fesadiyê dikin, dikevin polemîkan
- Ketin astengiyê kan û agahiyên nerast belav dikin
- Ketin astengiyê destdirêjiya kesayetiyan dikin
- Ketin astengiyê hewla gef, gilîkirin û reşkirinan dikin
[b]
Hin armancên wan ên sereke û bingehîn[/b]
- Pêşîlêgirtina lihevgermbûna Kurdan
- Pêşîlêgirtina bi hemî cureyî yekîtiyên Kurdan
- Pûçkirina hewlên Kurdan ên pêşîlêgirtina assîmîlasyonê
- Pêşîlêgirtina standardkirina ziman û zaraveyên Kurdî
- Veqetandina Kurmanc û Zazayan
- Pêşîlêgirtina xebatên yekkirina alfabeya Kurdî
- Astengkirina damezrandina sazî û dezgehên Kurdan ên neteweyî
- Astengkirina pêşketinên Kurdan (ji tenduristiyê heya aboriyê)
[b]
Hin ji rêbazên wan[/b]
- Xwebicihkirina di nava partiyên Kurdan de
- Destberdana nava sazî û komeleyên Kurdan
- Bikaranîna ziravane ya rojnameyên Kurdan
- Bikaranîna derfetên Cyber ên Kurdan (forûm, malper, ensîklopediyên Cyber hwd)
- Şibandina nirx û asoyên Kurdan bi Tirkan ve (gelek girîng e, Kurd divê li ser viya gelek bisekinin)
Ez naxwazim bayê paranoyayê gurr bikim, lewra ti sedema ku em bawerî bi argûmantên îrrealîst bînin nîne. Ez nabêjim ev mîsyoneran hemî xwedî nasnameyên sîxuriyê ne, rasterast bi saziyên îstîxbaratan re dixebitin. Na xêr.
Pirraniya van kesan xwedî îdeolojî û kesayetiyên "nîvrêyî" ne. Yan ji kevneşopiya Çepa Tirk tên, an kemalîst in (bo mînak Apocî), yan ji kevneşopiya Tirk-Îslamê tên. Ango îdeolojiya wan û baweriya wan a Kurdewariyê ne temam e, kamil nebûye û ji şaşiyan pêk tê.
[b]Mînakek rojane[/b]
Enstîtuyekê, lîsteyeka navên ajalan amadekiriye. Bi mehan, salan li ser xebat kiriye, hemî variyantên bilêvkirinên devokan berhev kiriye. Ji bikaranînan a herî rast, gramatîkî bijartiye û wekî lîste dixwaze biweşîne.
Te hew dît li Stenbolê li bêvan kovarê lîsteyekê din hate weşandin ku bilêvkirinên Tirkîzebûyî bijartiye. Ango dixwazin zimanê Kurdî bipêşnekeve, standardîze nebe, qels bimîne û Tirkîze bibe.
[b]Çend pirs[/b]
- Çima konnferans, kongre yan civînên karên neteweyî nayên lidarxistin?
- Çima partiyên Kurdan xwe ji xebatên konkret ên neteweyî dûr digirin?
- Çima saziyeke neteweyî ya li ser zimanê Kurdî xebatê dike nîne û çima ti hewleka partiyên me nebûne/nabin?
- Çima li Başûrê Kurdistanê Kurmancî bû birayê damariyê, birayê sêwî?
- Çima li Başûrê Kurdistanê alfabeya Erebî bû fermî?
- Çima ji nişkave bûyera par qewîmîbû ya polîsên Romê li ber kamerayan milên zarokên Kurdan dişkênandin hate jibîrkirin?
- Çima kongreyeka me ya millî (ya rastîn) nîne û nabe?
- Çima her malperekê Kurdan Kurdî bi awayekê cuda dinivîsîne?
- Çima pirraniya malperên Bakuriyan bi Tirkî ne?
- Çima zimanê serhildana dawî ya Apociyan pûç derxistin, Tirkî bû/ye?
- Çima TRT 6 bi zimanê "yapmîşkir-etmîşkir" weşanê dike?
- Çima qet kes behsa girtina nav û paşnavên Kurdî nake yan xebatekê wiha yê partiyên Kurdan nîne?
Hêvî dikim em Bakurî werin ser rojev û derdên xwe yên rastîn. Bes e êdî Ergenekon, lewra Komara Tirkiyeyê bi xwe Ergenekon e û niha xwe paqij dertîne. Derdên me gelek in. Rojevên me cuda ne.
Ji me re aborî, nasnameya neteweyî, zimanê zikmakî, ewleyî, plansazî, perwerdehî, tenduristî, kewandina birînên sih salên dawiyê, şûnvevegera gundan, belavkirina çeteyên cerdevanan, aşitî, bidawîkirina şerên xapanok û qirêj hwd pêwîst in.
Hûn li kû ne partîno, rewşenbîrno, zimannasno, malperno...?
8'ê reşemiyê 2009
Êlxan Penaber