Ji derveyên Beyanên di Malpera DPK-bakurde têne weşandin Partiyê girênadin
Kesên bi direw binavê PDK-bakûr beyanan diweşînin bermayên sosyalizm û kominizma ruxayinin. Dema vê partiyê têkoşîna Başûrê Kurdistan bi rêberiya Serokê Mezin Mistefa Barzanî diparast û destek didayê, her ev bermayên henebun ji Barzanîre digotin; Barzanî feodalin û murjowazîne, axaeşîrin û em divêbi rêya marksizmê û lenînizmê Kurdistan avabikin dij radiwestan.
Madem PM tu cîvîn pêk ne anîne û bi beyanekê diyarkirin , gelo ev bê rêziya du-sê kesên li Siwêd runiştîn çiye dijê PDK-Bakûr?
Netkurd û avesta û serwext bas dive bizanin û dizanin jî lê jiber ahbabiya dinava du kesande dijê PDK-bakûr beyanên nears didin wesandin. Bila raya gistî bizane ku beyanên di malpera PDK-Bakûrde têne weşandin Partya Demokrata Kurdistan- Bakûr girêdidin. Jibilî wan Ne Beyanên serwest,netkurd û avesta de têne wesandin Partiyê girênadin bila gelê Kurd û partiyên siyasî vê baş biazan.
Welê ez hasapdikim ku ez ji we tu kasê nasnakim. Hon hemî jî bo min xerîp û durin, bêhelwest û deng û zimanin, lê navê we liser Kurdistan diyare, lê mixabin hon ji têkoşeriyê re ne amade û nejî daxwazkarin.
Mirov bo jiyanekî serbilind dixwazit dinava civaka xwede bijît. Jiber ku jiyan misuger bibe pêwîstî bi tekosîna serxwebûna kurdistan heye. Bo vêjî raçandin û honadin pêwîste. Lê dema dor digehêt rêzanî û pêla civakî di berokên rêxistînîde, nexasim 2005 heta îro muselletên bê desthilat, hon dê kengê perda sernizmî û çav şoriyê liser xwe hilînin beramberê doza gelê xwe ya xwezayî dijê nehez û neyaran gelo?
Astenga herî bi nirx kesên jixwere cihan li Basûrê Kurdistan pêktin bixwene. Di van demên dawiyê de malperên dilxwede hindek ji wan dostên B.A bun beyan û nivîsên ne yên partî didin weşandin. Duvre jî pdk-bakur.com nivîsekî kurt nivîsand ; nexê MP tu civîn neçêkirîne. Avesta, netkurd û serwx. xizmetekî dijminkariya PDK-Bakûr dikim. Gelo Mesulê halê hazir yê malpera Partî daxwaz ji M.S.Uncu û dostê xwe dilbixwin kiriye ku ev nivîsên bo wan tên û hon dixweşîn eslê wan tuye kiriye gelo?
Dawiyê DPK-bakûr pêwîstî bi beyannameyekî ciddi û şêmber dijê vê helwesta reş û genî heye ku bo gelê Kurd û Kurdistan bide weşandin.
Gelo rêzanî ev cend bê qîmetbuye? Gelo rezaniya siyaseta PDK-bakûr cima hinde li hesabên kesên bêdeng tên? Misyona wan
generalên bê nefer, runistine li mala xwe, yanjî sersûrî û bêdengiyê dixwazin?
Siyaset ciye? Helwest çiye? xebata ciddi çiye? xwebêja partî çiye û erkên ehlakbûna parastina partiyekî siyasî ku di çarcûva têkosîna azadiya Kurdistan de didin ciye? Divê generalên bê nefer van averokirinan (bu kavramlarin) bi rengekî durmandurî bas lêkolînbikin û netîca dawî bo raya giştî ya gelê Kurd bilavbikin.
Ev hersê malperan bi zanabun xizmeta dijatiya PDK-bakûr dikin. Ew malperan dizan ku Partiyê tu civîn çênekirîne û tu komîtên bivê nijdevaniya tarî jî nehatine avakir. Ez dixwazim dîtinên xwe liser vê weşandina van hersê malperan derbibirim û wan bi tundî sehmizar dikim. Ji xwere dibêjin nivîskar yanjî rojnamevan, lê ne ehlakê rojnamegeriyê û nejî usulên nivîskariyê dixwazin bizanin! Bila gelê Kurd bizanit ku ev nivîsên divan hersê malper û forumande têne wesandin ne biryara PDK-Bakûre hindek du-sê kes dixwazin hêjî hijdevaniya demên borî bikarbînin dijê partiyê. Belê ev beyanên derketin ne beyanên partîne.
Îsmaîl GÎRÎKÎ
4.7.2009
Re: Netkurd, Serwest, û Avesta bizanabun xizmeta dijatiya PDK-B