[center][size=x-large][color=#990000][b]Çîroka Conî û Cimêmayê[/b][/color][/size][/center]
[center][img]http://img7.imageshack.us/img7/7595/conisinem.jpg[/img][/center]
Nivîskarê wê Bryan Guinness e û Celadet Alî Bedirxan ji fransî wergerandiye kurdî. Kitêba bi wêne di sala 1943yan de di nav Kitêbxana Hawarê de wek ku di rûpelê 2yan de tê gotin, ’ji vê kitêbê panzdeh niviştên hejmarkirî li ser kaxeza hulis hatine çap kirin.'
Em li jêr pêşgotina Celadet Alî Bedirxan diweşînin.
[b]Çîroka Conî û Cimêmayê[/b]
“Conî û Cimêma“ çîrokeke ingilîzî ye. Conî navê lawikekî, Cimêma navê keçikekê ye. Çîrokê biserhatiya wan gotiye.
Çîroka Conî û Cimêmayê dimîne çîrokên me ên kurdmancî yên ko hero ji me re dê û dapîrên me dibêjin. Bivê nevê di hin tiştan de ferqin dikevin ber çavan. Ew ferq, nemaze, ji awayên jiyîna me û ingilîzan a civakî tête der.
Ev çîrok Mr. Brayn Gînes “îro di ordiwa brîtanî de kepîtên“ nivîsandiye û ew ji dê û zarowên xwe re diyarî kiriye. Brayn Gînes, di diyarînama xwe de gotiye:
“Ji diya min re, ya ko ev çîrok ji min re, ji awayê ko min ew nivîsandiye çêtir qise dikir û ji Coneton û Dêzmûnd re, yên ko min ev çîrok ji bona wan nivîsandiye.“
Esilê çîrokê, yanî minhowa ingilîzî di sala 1936an de li Londrê gihaştiye çapê. Di wextê aşî û rahetiyê de.
Bû şer, dinya tevlî hev bû. Xawendê çîrokê nivîsevan Mr. Gînes bû zabit; hat welatên rohelatê nîzing û hevaltî bi zabitin Fransa aza re girêda.
Yekî ji wan zabitan (navê xwe ne xwest eşkere bike) çîroka her du zarokên ingilîzî wergerande fransiziyê û li Bêrûtê ew daye çap kirin.
Ev zabitê fransizî bi piraniya xwendevanên me î nas e, û dostekî me ye. Lê ji ber ko wî dil ne kiriye xwe li ber xelkê eşkere bike ez nikarim wî li hire bi nav bikim.
Zabitê fransizî jî wek xwediyê çîrokê tercima xwe pêşkêşî zarowên xwe kiriye û di rûpelê pêşîn de gotiye:
“Nîzingê sê sal in, ez ji zarowên xwe cida me. Min ev çîrok ya ko hevalekî min î ingilîzî ê ezîz nivîsandiye wergerande fransiziyê. Marselîn, Marî-An, Jan, Natalî û Franswa-Noêl gava vê bixwînin ewê çiqas kêfxweş bibin.“ F. R.
Heke min jî bidaya şopa xawend û wergerînende, diviya bû min jî kitêboka xwe ji Cemşîd û Sînemxanê re diyarî bikira.
Lê ji min re bi gelekî çêtir û xweştir e ko ez vê tercima Kurdmancî pêşkêşî zarowên xawend û wergerînendê bikim; yên ko îro ji bavên xwe dûr in.
Ji lewre ez vê kitêbê, bi hêviya ko rojkê berî rojkê Xwedê wan bigehîne bavên wan, ji Coneton, Dêzmûnd, Marselîn, Mari-An, Jan, Natalî û Franswa-Noêl re bi diyarî dikim.
Kes nizane, heye ko rojekê yek ji wan zarokan rabe, hînî kurdmanciyê bibe û vê kitêba ko bavê wî bi zimanê wî nivîsandiye û wî ew di zarotiya xwe de xwendiye, di zimanê me ê nefspiçûk de jî bixwîne.
[b]Celadet Alî Bedirxan[/b]
Conî û Cimêma
Bryan Guinness
Avesta/Hêlîn
Wergera ji fransî: Celadet Alî Bedirxan
ISBN: 978-9944-382-64-9
15x9.5, 96 rûpel,