Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 15 February 2009

DTP Silipi û komîta wê divê baş bizanin û jibîr nekin ku Öcalan û Pkk dinava îxanetêde dimeşin û ev miting û xwepêşandanên dikin jî bo berjewendiya dijminan zêde piştgiriye û di rêyekî dijminkarîde kardikin. Xwe girêdan bi Imralîve, xwe dirêdane bi dijmin re, divê hon holê bizanin.

DTP û rêveberiya Silopi civaka Silopi bo katilê Kurdan û divelankê dewletê û dijminê Kurd û Kurdistan pkk=Öcalan her hefte dertêxin kolanan û rismin dijminê Kurd Öcalan jixwere dikin xebat!

DTP Silopi şermê ji xwe bikin, xizmeta dijminde berjewendiya şexsê we dê rojekê di dîroka Silopiyade bibe şehmizarî bo we û bo pêşeroja zarokên we. Zarokên we dê hingê nefretê ji we bikin vê jibîr nekin.
Bi daxwazên qiyadiya kemalist pkkê û dijê daxwazên netewî, parastin bo Imralî, divê herkesekê di Silopi´yade dijî bizane ku ev dijê Kurd û Kurdistane hon derdikevin ser kolanan.

Gelê Silopi divê hon ji paşeroja xwe hesabî bizanin û nekevin xebatên bo daxwazên dijminên Kurdan de.
Silopi û gelê silopi di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de xwedî rolê berçav û xebatgêr buye.

Di dema Şoreşa Babê mezin Rêberê gelê Kurd û Kurdistan Mistefa Barzanî agirê şoreşa Îlona mezin1961 dadayî, Silopiya divê şoreşêde û herweha di şoreşa Gulana pêşketîxazde xwedî rolekê erênî û fedakarbuye. Vê divê hon bînin ber çavên xwe.
Ey gelê Silopi´ya Xebata wê dîroka xwe ya dilsoz, têkoşer û Kurdperwer nekin qorbanê kemalîst PKKê. Kemalîst pkk dijminê Kurde. Ew dijê dewleta Kurdistanin. Her destketiyên gelê Kurd ew astengin. Öcalan Li îmralî dinava keyfêdeye û kilîla Kuştina Kurdan ji wêderê didin karkirin. Hon divê vê başbizanin. Komîta DTP sedê sed bi Imralîve girêdayîye û we dikin qorbanê siyasetekî vale.

Rêveberên DTP Silopiya hon baş dizanin ku ev Imralî û Pkk û Qendîl dijê Kurdistanin. Lê çi mafê we heye hon vê kesperestiya menfîeta sexsî têxin mejiyên wî xelkê hejarde?

Xwe givaştin bi pkk û Imralîve, jibîrnekin ev ne xebate bo gelê Kurd, berovajî xizmete bo siyaseta astengdanîna daxwazên Kurd de. Dîsa divê hon rûnin û ji xwe bipirsin gelo hon çidikin?

Ev deh salin bi siyasetekî direw û çavgirêdayî hon buyine duvikên Imralî.
Komplo direwe. Öcalan dibêjit ev koplo liser Türkiye hatiye kirin. Gelo hon fêhmdikin manavê çiye? Ezê harî we bikim. „Yanî dewletên dinyayê dixwestin Kurdistan avabikin û Pkk û Öcalan dijê vê avajkirina Kurdistan siyasetdikirin,dibun dibun asteng jiber vêçende wan Emerika û Israil ev komplo liser Tirkiye danîn.“ Madem Mesele evçend işkere û zelale gelo ne heyfe ji were hon rismê dijminê Kurd û direwlerê Kurdkuj Öcalan jixweredin senem? Deşta Silopi ya divê nebe hêlîna dijminên wekî pkk ya kemalîst. Dubare jixwe pipirsin û vegirin ser eslê xweyê berê. 29.3.2009 de di hilbijartina herêmiyande, ango ya şaredariyande, dengên xwejî nedin Dtp jiberku ew deng diçin direkt bo Imralî û dijminatiya liser Kurd zêdedikin! Jiwere hên herî dilsoz û Kurdperwer kîne dengên xwe bidin wan.

Îsmaîl Girikî
15.2.2009

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.