Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 10 February 2009

Zanist û Siyasetmedarê Kurd Prof. Kinyazê Brahîm:

Ji Asoyên Kurdistan'ê Ronahiyekî Tê Der

''Divê rewşenbîr di hemû qadên jiyanê yên wek civakî, sîyasî, wêjeyî, çandî û hwd. de muxalîfiya xwe ya ramanî nîşan bide. Lê belê muxalîfiya rewşenbîr divê bi şertê afirandinêriyê ve girêdayî be. Rewşenbîr tenê bi rexne na, bêtir jî bi afirandinê ve serbar e. Rexneya wî, di baştirînê de, di rastînê û di xweşiktirînê de veşarti ye. Ev çemka rewşenbîriyê dikare rewşenbîr di jîyana civakî ya layiq de bide rûniştandin.''

Hevpeyvîn: HEJARÊ ŞAMİL
Rûdaw (Almata)

-Rûdaw: Rêzdar Prof. Brahîm di çarîka yekem ya sedsala 21an de ne. Di vê pêvajoyê de cîhan geleki guherî. Pergala sosyalîst belav bû. Şerê sar bidawî bû. Lê pirsgirêka Kurd hîn jî li rastê disekine. Çima ev guherînên cîhanê bi giştî li ser pirsgirêka Kurd bandora xwe nake?

Kinyazê Brahîm - Piştî ku Yekîtîya Sovyêt'ê hilweşîya, eşkere bû ku rastîya Kurd a ku di bin sîya bîrdoziya bloka sosyalîst da reng girtibû bi pêvajoyê re wê rengê xwe biguhêre. Rewşa objektîf, rengê veguherîna cîhanê û faktorên konjûktûrel ev nîşan didan. Mercên sûbjektîf ên derveyîn û hundirîn tenê dikaribûn leza projeya veguherînê kêm bikin an jî zêde bikin. Bi konjûktûra navneteweyî ya piştî salên 1990'î re tevgerên azadiya Kurd fersend peyda kirin ku pratîk û pêvajoyên xwe yên pêşveçûnê bi rengekî kûr di ber çavan re derbas bikin. Ev fersendên çonayetîyê wek rêpîvanekê di wan pêvajoyên serûbinbûnê da rû didin. Kurd di karê xwe gihandina pêvajoyê da sist man, lê bê tevger jî neman.

-Rûdaw: Li gor we di kûrbûna nakokiyên navbera Kurdan de faktorên karîger çi bûn?

Kinyazê Brahîm - Cîhana du cemserî, ji alîyê bandora faktorên derveyîn va guncav bû ku bêahengîyekê biqewimîne di şûngehê sîyasî yê Kurd û nakokîyên navbera wan de. Yek jî, berevajîyê wek ku dihate payîn, Sovyet ku tu carî tevkarî nekirine ji bo çareserkirina pirsa Kurdî, çi projeyeke wan jî tunebû ji bo xwestekên azadiya sîyasî ku bi rengê serxwebûn, federasyon an jî otonomîyê dihatine formûlekirin.

Yekîtîya Sovyet'ê wek faktorê alîkar, di polîtîkayên Tirkiye, İran, İraq û Suriyê de nihêrtîye pirsa Kurdî. Faktora Kurd ji aliyê Sovyet'ê ve bi taybetî ji bo wan dewletan, bi giştî jî bandor û destwerdana li ser Rojhilata Navîn bû. Herwiha projeyeke Sovyet'ê tunebû ku Kurdan di Rojhilata Navîn da bîne rewşeke bandordar û statûkên heyî biguherîne.

-Rûdaw: Rolê bloka sosyalist di berdewamkirina statûkoya Rojhilata Navîn de çi bû?

Kinyazê Brahîm - ''Navenda vebûna cîhana Ereb, İraq'a dost ku li hember emperyalîzmê serî radikir'', “meyildarê sosyalîst, Suriya dijberê emperyalîzmê'', ''ji aliyê jêopolîtîk û aborî ve Îrana dost ku dijminê emperyalîzmê ye'' û ''tevî ku di eniya emperyalîst da ye Tirkiye ya bêxisar'' Sovyet nerihet nedikir, bi gotineke rasttir, li gor berjewendiyên rêveberên Moskovayê bû.

Bi taybetî piştî salên 70yî ew baweriya îdeologên sosyalîst ku digotin emê şoreşa sosyalîst li tevahiya cîhanê belav bikin rahejiyabû. Berevajî vê rewşa ku li Sovyet'ê dihate jîn, hêviyên Kurdan ji YKSS bi bingeh bûn. Bloka kapîtalîst ku Kurd bi rengekî bêbawerî nêzîkê wan dibûn, ji ber hevsengiya Sovyet'ê xwe nedidane ber ku li Rojhilata Navîn guhertineke rehdar pêk were.

Berevajiya vê jî rast e. Sovyeta ku cîhan bi kapîtalîstan re parve kiribûn, bêbeş bûn ji wê hewes û hêza xirabkariya hevsengiyê. Di dawîya salên 70î da YKSS destwerdana Afganistanê kir û tê da asê ma. Vê yekê hişt ku hemû hewesa Sovyet'ê ya belavbûnê bişikê. Ew gel û civatên ku li Rojhilata Navîn bi rêkên cuda têkoşîna xwe didan, hêza wan tunebû wê statûya ku li dijî gelan hatiye avakirin bişkînin.

-Rûdaw: Hilweşîna Sovyet'ê bandoreke çawa li ser tekoşîna rizgarîxwaz a Kurd çêkir?

Kinyazê Brahîm - Mixabîn, manewrayên ku Kurdan di navbera herdû sîsteman da ji neçarî neçarî pêk dianîn, ew nebirin encamên rehdar. Tenê dihişt ku rojên xwe bi têkoşînê felat bikin. Kurd di navbera sîstem û dewletan da erçiqandî mabûn û bûbûne mehkûm ku di navbera xwe da jî wê polîtîka kevneşopî ya şerê navxweyî bidomînin. Ew dewlet û hêzên mêtînger ên sereke ku di hundirê herdu sîstêman da cih digirtin, Kurd bi rengekî stemkar bi kar dianîn. Hilweşîna Sovyet'ê wê guherînên bingehîn anîbana ji bo Kurdan û ji bo çareserîya pirsa Kurd hinek fersend afirandiba.

Şerên navxweyî, wek rastiyekê encamên bêçareseriyê bûn. Navekî din ê xilasbûna şerê navxweyî, ber bi çareseriya pirsa Kurd ve çûyîn e. Bi hilweşîna Sovyet'ê re dihate dîtin ku dê pirsa Kurd bi vî an jî bi wî rengî bikeve rîya çareseriyê. Bi mantiqekî wiha divê neyê hizirandin ku li pêşiya pirsa Kurd astenga bingehîn Yekîtîya Sovtyetê ye. Mebest ewe ku sîstêma du cemser û asta nakokiya di navbera wan de, hiştibû ku ev pirs were halê bêçareseriyê.

-Rûdaw: Li gor we di pirsgirêkên ku di navbera Kurdan de hene, pêwiste rewşenbîr helwêstekî çawa nîşan bidin?

Kinyazê Brahîm - Zimanê rastiyan û yê hestan ji hev cuda ye. Dû Kurd li dijî hev dirajin çekan, ger Kurdê siyem nikaribe vê rewşê hêmin bike dibe şirîkê şer. Herwiha di vî şerî de em hemû tawanbar in. Dema bi awayekî rêxistinî jî Kurd li dijî hev dirajin çekan, ev trajediyeke neteweyî ye. Alî girtin, ne riya rast a jinavbirina trajediyê ye. Ger alî girtinek hebe; pêwiste li ser esasê yekîtî, bi hevre jiyan û aştiya navbera Kurdan be. Ê ku ji xwe re dibêje ez 'rewşenbîr' im ne mimkûne ji vê zêdetir helwêstekî din werbigire. Tevgereke ji vê cuda wek wêye ku ti bi agir nêzî benzînê bibê. Ramangêrên Kurd her wext tînin ziman ku sedema sereke ya vê karesata dîrokî, şerê navbera Kurdan bi xwe ye. Yek ji wayên ku vê rewşê baş tîne ziman jî Hezretî Ehmedê Xanî ye. Berî çarsed salî ev rastiya dîrokî wiha gotiye: ''Ger dê hebûya me îttîfaqek / Vêkra bikira me înqiyadek / Rom û Ereb û Ecem temamî / ji me re dikir xulamî''.

Ger em Xanî wek kesayetiyeke mezin ê Kurd dibînin, pêwiste em giringiyê bidin bîr û boçûnên wî. Hevnegirtina hêzên siyasî yên Kurd, bi taybetî şerên xwînavî; pêwiste hestê şermezariyê çêbike ne ku hestê alîgiriyê. Lê belê dinya tê guhertin. Pêwiste Kurd jî li gel guhertina dinyayê tevgerên xwe di ber çav re derbaskin. Hev gewixandina xwînavî ya navbera Kurdan ne qeder e. Bi baweriya min, wê gelê me şerê navxweyî di sedsala 20'an de bihêle û derbasî sedsala 21'an bibe!''

-Rûdaw: Birêz Profesor, hûn bawerîya xwe ya berî 11 salan diparêzin? Şerê navxweyî yê Kurdan, li paş ma? Gelo daxwaza mezin ya Ehmedê Xanî dikeve qonaxa pêkhatinê?

Kinyazê Brahîm - Bê guman diparêzim. Dilşa me. Vekolîna nîvenga sîyasî, civakî û aborî ya ku li Kurdistan'ê ava bûye, derfet dide ku em baştir karibin xwe bigihînin pêşbîniyên pêşerojê. Di panorama Kurdistan'ê de xetên hêvî diafirînin zêde ne. Parametrên hizra me tên guhertin. Em ji qonaxa belavkirinê digihên qonaxa avakirinê.

-Rûdaw: Hûn wek profesorekî ziman û wêje, ku hemû jîyana xwe daye ser riya dostaniya wêje û gelan, li gelşa têkiliya Kurd û sîyasetê çawa dinêrin?

Kinyazê Brahîm - Tevî ku Ehmedê Xanî û Cegerxwîn temsîlkarên bêhempa yên gîyana gelê Kurdin, ramana sîyasî ya Kurd anîne ziman, xistine sîstem û bi zimanekî lîrîk vegotine. Ma sîyaset ne ew hunerê parastina berjewendiyên wê civata ku tu xwemalê wî yî? Dibe ku Ehmedê Xanî sîyaseta pratîk nekiribe, lê belê di formulekirina ramana siyasî ya Kurd de, di sefandinê da xizmeteke bêhempa daye.

Cegerxwîn ew helbestvan e ku, bi jîrekatiya lîrîk û sîyasî girse rakirine ser piyan. Hunermendên me yên hemçerx di livandina dînamîkên civaka Kurd de bi qasî serokê rêxistinekê xizmet kirine. Têkiliya wêje û hunerê bi rengekî neyekser bi sîyasetê re heye. Kurdîtî berî hemî tiştekî têgeheke neteweyî, etnîkî û çandî ye. Lê belê wateya îroyîn a siyasî ya bêjeya ''Kurdîtî'' yê têgeha neteweyî, etnîkî û çandî derbas kiriye.

-Rûdaw: Kesayetiyeke wek we ku jîyana xwe daye rîya dostaniya gelan û derheqa dostaniya gelên Kurd û Azerî da berhem afirandine, li balefirgeha Stenbolê nehiştin ku bikeve hundir. Bi ''fermana wezîrê karê derve'' hûn hatine zivirandin bo Almatê. Divê ev yek çawa bê ravekirin?

Kinyazê Brahîm - Ez li balafirgeha navnetewî ya Stenbolê dame sekinandin û paşê hatime zivirandin. Ev bûyereke wisa ye ku ji her şiroveyê re vekirî ye. Welatekî ku dibêje ez demokrat im û pî dikole li ber deriyê Yekîtiya Ewrûpayê, bêyî ti sedem nîşan bide û helwestekî wiha nîşan bide, di serî da piştrast dike ku bi wan rêgezên ku pejirandiye re nakokîyeke rişt jîyan dike.

Ez ji hêla Dewleta Federe ya Kurdistan'ê ve hatibûm vexwendin, ku dê civîneke navneteweyî pêk bihata. Ji bo ku di ser Tirkiyê re derbasî Kurdistan'ê bibim çûbûm Stenbolê. Piştî ku demeke dirêj li wir hatime sekinandin, ji minra gotin ku dê min bizivirînin Almatê. Min ji wan memûran re got ''Ez zanyar im, ne terorîst im. Mafê we tune ye ku hûn min paşve bizivirînin''. Fermanberekî payebilind wiha got: ''Lê belê ferqa we kêm e. Mamoste, hûn jî bi pênûsa xwe cihêxwaziyê dikin!'' Ez hê jî nikarim fêm bikim ku çawa fermanberekî payebilind ê tirk dikare li hemwelatiyekî Qezaxistanê heqareteke wiha bike.

Tirkiye bi zivirandina min him zagonên xwe û him jî zagona mafê gerîna navneteweyî binpê kiriye. Ji sedemê vê bûyerê, ez amadekariya xwe dikim ku di dadgeha mafên mirovan a Ewrûpayê de li hember komara Tirkiyê dozê vekim.

Kinyazê Brahîm Mîrzoyêv kî ye?

Zanyarê rojhilatnas, Kurdnas, rexnegirê wêjeyê, wergêr, doktorê zanista fîlologiyê, profesor, akademîsyenê Akademiya Zanistên Dibistanên Bilind ên Navnetewî û Akademîya Zanistên Civakî ya Qezexistan’ê û Serokê Navenda Zimanên Cîhanê ya Zanîngeha Dewletê ya Almata û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistan'ê Kinyazê Brahîm Mîrzoyêv, di 1ê Gulana 1947an da li Ermenîstan’ê ji dayik bûye.

Kinyazê Brahîm (Mîrzoyêv) salên dirêj di Zanîngeha Dewleta Ermenîstan'ê da serokatiya beşê ziman û wêjeya Azerbaycan’ê kiriye. Di encama şerê navbera Azerî û Ermeniyan de di salên 90î de çûye Qazaxistan'ê. Di Zanîngeha bi navê Abayê ya Dewletê li Almatê Serokatiya Navenda Zimanên Cîhanê kiriye û bûye cîhgirê rektorê zanîngehê.

Di jêr serokatiya K. Mîrzoyêv de bi dehan filologa navê zanyariyê wergirtiye. Bûye rawêjkarê gelek monografiyên doktora.

K. Mîrzoyêv, li bajarên wek Parîs, Berlîn, Bruksel û yêd mayînda endamê desteyên zanistî yên Enstîtû û Zanîngehan e. Li bajarên wek Almatê, Moskva, Sankt-Petersburg, Tiflîs, Parîs, Berlîn, Amsterdam û Bruksel beşdarî konferansên zanistî û teorîk bûye.

K. Mîrzoyêv, bûye endamê yekîtiya nivîskarên YKSS, serokê beşa Azerbaycanê ya yekîtiya nivîskarên Ermenîstan'ê û redaktoriya kovara “Edebî Ermenîstan“ kiriye. Niha jî endamê Yekîtîya Nivîskarên Qezexistanê, Endamê Yekîtîya Rojnamevanên Qezexistan’ê û Serokê Nivîsîngeha PENa Kurd ya Qezexistan û Asya Navîn e. Her wiha rêdaktore kovara “Nûbar“e ku li Almatê dertê û nivîsên zimanê Kurdî, rûsî û qazaxî tê da peyda dibin.

Di 22ê cotmeha sala 1998'an da ji ber xizmeta xwe ya di warê fêrkarî û jîyana civakî da, ji hêla Komara Qazaxistan'ê ve xelata ''Rêzdariyê'' wergirtiye. Herwiha di 4'ê berfenbara 2006'an de jî xelata ''Xizmeta pêşveçûna zanistî ya Qezexistan'' wergirtiye.

K. Mîrzoyêv, di jîyana civakî û sîyasî ya Kurdên Sovêt û Qazaxistan'ê da xwedî roleke aktîf e. Endamê Parlementoya Kurdistan'ê ya li Sirgûnê ye. Dîsa di sala 1991'ê da bûye serokê Kurdên YKSS'yê. Her wiha cîhgirê serokê Yekîtiya Komeleyên Kurd ên Navneteweyî ye. Di 2002'an de bûye cîhgirê serokê Yekîtiya Komeleyên Kurd li Moskowa’yê. 28ê cotmeha 2003an serokatiya Yekîtiya Kurdên Qezexistan ''Berbang'' birêve biriye.

Sala 2006an ji bo polên 2-5 û 6-9an pitûka ''Zimanê Kurdî'' nivîsiye û ji aliyê Wezareta Perwerde û Zanistî ya Qezexistan ve hatiye pesend kirin ku wek pirtûkeke xwendingehê bê weşandin. Zimanên wek Kurdî, Azerî, Rûsî, Ermenî, Farsî, Tirkî, Qazaxî û Ozbekî dizane.

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.