Li Şengalê 7 Kurdên Ezdî Hatin Kuştin
Îro danê sibê li Herema Şengalê di encama êrişekî de 7 Kurdên Ezdî hatin kuştin. Li gor çavkaniyên polîsê Şengalê li Bajarokê Yarmukê di êrîşê de 4 mêr û 3 jin hatin qetilkirin.
Polîs dibêje di êrişê de çek hatine hatine bikaranîn. Li gor polîsê Şengalê di derbarê bûyerê de lêkolîn didomin û heta niha wek kiryar kes nehatiye girtin û nayê zanîn ku ev.eriş ji alî kê ve, bi çi mebestê hatiye kirin. Bajarê Şengalê bi Wilayeta Mûsilê ve girêdayî ye û li dervayê rêvebiriya Hukûmeta Herema Kurdistanê de ye.
Heta niha li heremê bi taybetî li dijî Kurdên Ezdî gelek êriş tên kirin. Di erişekê ku sala borî de qewimî ji 5 sedî zedetir kes hatibûn kuştin û bi sedan kes jî brîndar bûbûn.
Foto: Karlos Zurutuza
Şengal (Rudaw)
avestakurd