Şikestin u Paşda Gav Avêtina Serkirdên Kurdistan-1
Rojhat Badikî
Ez baş dizanim ku, gotar u nivîsin li ser rewşa başurê Kurdistan tê nivisandin u rexneyên tê girtin wek gilî u gazinên beyhudene. Lê ev dil nasekine, nikare bê deng bimîne. Ev dil bi çavên xwe, biçareyê u berxedana Başurê Kurdistan u tevayî xelkê Kurdistan dît. Van çavan dît ku; çawa dê u bav, zarokên xwe ji bo Kurd u Kurdistan feda kirin u îro Kurdistan roj bi roj berbê şikestin diçe. Em nikarin bêdeng bisekinên, çavê me ne li talana Başurê Kurdistanêye u ne jî xulamtîyê ye. Me çawa do ji bo Xelkê Kurd u Kurdistan xebat kir, dev ji hemu kêf u xweşîya jîyanê berda, îro jî em amadene ji bo welatê xwe hemu jîyanê xwe feda bikin. Jiber ku em baş dizanin pêşketin u paşketinên Başurê Kurdistan tesîrên mezin li me dike. Rastî tal u jahrî be jî, pêwîste em li ba rastîyê bin. Dujmin u maşekin wan çi dibêjin bila bibêjin ji bo pêşeroja welat u xelkê xwe, emê li ba rastîyê bin....
Rastî, ewê rojak serbikeve
Sala 1991 u sala 2003 ji bo me hemu Kurdan hevîyên mezin bun lê mixabin sala 2008, li başurê Kurdistan, sala têkçun paşda gav havêtine . Destkeftîyên Xelkên Kurdistan roj bi roj biçuk dibe, desthilatdarîya Baxda an desthilatdarîya Ereban li ser herêmin Kurdistan roj bi roj zêde dibe.
Desthiladarên Kurdistan neçarin roj liduway roj Şikestin bixwon u paşda gav bavêjin. Lê Pêvîste ev nebe çarenusa Xelkê Kurdistane, ev nebe çarenusa jîyana me. Lê heta ev rewş ney guhertin, kar u xebatên deshilatdarên Başurê Kurdistan bê bername u plan be, şikestin u paşda gav havêtin ewê qederame be. Wek berêz Mam Celal digot, Serxebuna Kurdistan ewê ji mera bive vek xewnekî.
Niha jî bi belêya Serokkomarê Iraqê Berêz Mam Celal Talabanî, derxistina Pêşmergeyên Kurdistan li Eyaleta Dîyala paşekeşe herî mezine ji bo destkeftin Xelkê Kurdistan. Destpêka têkçuna desthilatdarên Kurdistan' ê îro destpê nekir, belki ji roja xerabuna rejima Beas destpêkir. Heta em vê rastîyê nizanibin, em nikarin bersîva pirsgirêkin îro bidin:
1- Desthilatdarên Başurê Kurdistan amade nebun ji bo ruxandina Saddam. Ji bo hemu dunya zelal bu ku ewê Rejima Saddam ji alîyê Emerîka were ruxandin. Li mixabin, desthiladarên Başurê Kurdistan ji kar u xebatên xwe u ji bo pêştî ruxandina Saddam bername u pragram amade nekirin. Ne planekî van A, yan planekî B hebu.
2- Rizgarkirina Kerkuk, bu bindestîya Kerkuk. Demê Pêşmergeyên YNK, pêş Pêşmergeyên PDK ket nav bajarê Kerkukê bu egera, nakokîyên herî mezin di navbera PDK u YNK. Serokê PDK berêz Kek Mesud Barzanî u ultîmatom da YNK kû di nav 24 seat, Pêşmergeyên xwo ji Kerkuk' e derxe;
a. Ev buyer bu destpêka nakokî di navbera YNK u PDK.
b. Ev nakokî u gengeşe, derfetên mezin da destê Emerîka u Erebên dagirker.
c- Ev buyer bu destpêka partîzanî li hemu deverên bindest. Li van devera berjevendîyên partîzanî ket pêşîya welatperwerî.
3- Pêştî ruxandina rejima Saddam, serkirdên Kurdistan, Heremên Kurdistan, wek, Kerkuk, Musul, Şengal, Mendelî...hwd hanîn ser miza geneşe ev xeletîyek dîrokî bu. Ereb bê hêz u bê desthilatdar bun, lê yek buhistek axa xwe geneşe nekirin. Lê mixabin, serkirdên Kurdistan ne bitenê axa Kurdistan belkî qedera nezîkî 2 milyon Kurd, havitên tarîyekî reş. Ev 3 sale yek bihustek axa Kurdistan rizgar nekirin, lê Akrê' ya azad, bindestkirin
4- Hilbijartina Mam Celal ji bo serokkomarê Iraq, rê li serxwebuna Kurdistan girt u rê ji bo Iraqbuna Kurdistan vekir. Mam Celal ku bu serokkomarê Iraq, bi taybetî li ser mesela Kerkuk siyatekî çevt meşand u xeletîyên mezin kir.....