Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 20 April 2008

[img]http://upload.wikimedia.org/wikipedia/ku/2/2b/IsmailBesikci.jpg[/img]

[b]Serborîya Kolîyeka Kitêban[/b]

Goran û Karîn, li Swêdê dimînin. Bi kitêban û arşîvkirinê re ji nêzîk ve mijûl dibin. Hewl didine xwe da ku Kitêbxaneya Kurdî ava bikin. “Sara Distribution“ navê vê “Kitêbxaneya Kurdî“ ye ku Goranî li sala 1987an ava kiriye û heta îro pêşde birîye.

Ji ber ku bi ktêban û kitêbxaneyan re mijul dibe lewre hevnasîna min û Goranî bi hêsanî çêbû. Carînan em bi rêya enternetê name ji hev re dişînin. Di sala 2007an de, bi rêya nameyekê Goranî ji min re got, “Kek Îsmaîl, hindek kitêbên zêde li gel min hene. Kitêb bi zimanê tirkî ne. Gelekê wan jî li Tirkîyê çap bûne. Ger tu bixwazî ez dikanim bikim kolîyekê û ji te re bişînim.“ Goran dizane ku bala min li ser kitêb û kovar û arşîvan e. Min dizanîbû ku ji welatên derve bo Tirkîyê şandina kolîyên kitêban gelek muşkile ye. Ji vê çendê min got “dê zehmet bibe“ û min nexwest. Lêbelê Goranî înad kir. Got, “Zehmetîya çi, kek Îsmaîl, ez ê tavilî bo te kolîyek kitêb bişînim, li nik min ji van kitêban gelek hene.“ Çend roj bi şûn de jî lîsteya kitêbên ku dê bişandanan ji min re şand. Hindek ji van kitêban ev in:

Bekir Özgen, Düşünce, Özgürlük, Laiklik
Julius Fowles, Darağacı Önünde
Abdülkadir Budak, İmzası Gül
Hıfzı Topuz, Konuklar Geçiyor
Ayhan Aktar, Kapitalizm, Az Gelişmişlik ve Türkiye'de Küçük Sanayi
İskender Özturanlı, Barış ve Özgürlük
Agathe Cristie, Doğu Ekspresinde Cinayet
Korkut Boratav, İktisat ve Siyaset Üzerine Aykırı Yazılar
Arif Baş, Köy Enstitüsü Yıllarımla Anılarım
Hraçya Koçar, Özlem
Erhan Bener, Bürokratlar - I
Vedat Günyol, Orman Işırsa, Ruhi Su'ya Saygı
Çağlar Keyder, Dünya Ekonomisi İçinde Türkiye (1923-1928)
Refik Durbaş, Menzil
Cemil Meriç, Bu Dünyanın Eşiğinde
Doğu Perinçek, Stalin'den Gorbaçov'a
Aziz Nesin, Nah Kalkınırız
Muammer Yaşar, Paşalar Politikası
...
Herwekî vana 80 tene kitêb. Di nav van kitêban de, kitêbên mîna İttihat-Terakki ve Kürtler ya Nacî Kutlayî, Aşiretten Ulusallığa Doğru Kürtler û Kürt Solu Tartışıyor yên Hesen Yildizî, Muhtasar Hayatım ya Ekrem Cemîlpaşayî, Mapusluk Yıllarım ya Medenî Ferhoyî, Ağrı Dağı'nı Taşımak ya Selahedîn Çelîkî, Devletsiz Ülkeden İzdüşümler ya Edîb Polatî û hîn gelekên din hebûn. Di lîsteyê de kitêbeka Îsmaîl Beşîkçî ya ku bo almanî hatîye wergerandin jî dixuye. Dîsa, du kitêbên almanî yên din jî hene. Goranî, di e-maila ku li roja 10 rêbendan 2008 de bo min şandibû de lîsteya kitêban bi vî awayî dîyar kiribû. Goranî dixwest ku ez navnîşanekê bidimê da ku bişîne vê navnîşana hanê. Min navnîşana weşanxaneya hevalekî xwe jê re şand.

Goranî e-maileka din jî şand ku têde dîyar dikir li roja 8ê sibata 2008an kolîya kitêban li Swêdê daye posteyê û digot “Piştî ku ev kolî bikeve destê te ez hîn kolîyên din jî ji te re bişînim.“ Ez ê bi kurtasî bala xwe bidim ser dîyardeyên derbareyê ji Swêdê bo Tirkîyê şandina kolîyeka kitêban de, ger xalên bingehîn yê vê prosesê aşkera bibin dê sûdewar be.

1.Di roja 19 sibat 2008 de “Kaxizê xeberdarkirina ji malên ku di gumrukê re derbas dibin“ ji PTT (Posta-Telefon-Telgiraf) kete destê min. Di vê kaxizê xeberdarkirinê de dihat dîyarkirin ku ji Swêdê kolîyek hatiye, giranîya kolîyê 14 kîlo û 500 gram e. Dihate xwestin ku divê ez di demeka kurt de biçim kolîyê bigrim.

2.Gumrukxane li pêşîya Yenimahalle, li kolana Eşref Bidlîs bû. Beşek ji Navenda Rêvebiriya Postayê bû. Ez roja 22ê sibatê çûm wir. Kolîyê li ber çavê min vekirin. Memûran got, “Em ê kitêban bişînin asayîşê bê hela kitêbên qedexebûyî di nav de hene yan na“. Gotin “Tu numreya telefona xwe bide me, em ê te xeberdar bikin.“ Min numreya telefona xwe da û ez ji wir derketim. Piştî ku ez ji wir vegerîyam min bo Goranî e-mailekê şand. Min bi kurtasî behsa serborîya wê rojê kir û min rica kir ku kolîyeka din neşîne. Min da zanîn ku di van beşên wisa de şopandina karekî wisa gelek zehmet e.

3.Du hefte paşê, Beşa Gumrukê ya Navenda Rêvebiriya Postayê li min gerîya. Da zanîn ku sextîkirina kitêban temam bûye. Ez rabûm çûm. Wezîfedaran bi min dan zanîn ku du kitêbên qedexebûyî di nav de ne, lê ew dikanin yên din bidine min. Gotin “faturayê îbraz bike, baca gumrukê bide, kolîya xwe bigre.“

Min hewl da xwe ku ez bibêjim kitêb tev dîyarî ne lewre faturaya wan nîn e lê wan got “We vî malî li ser navê weşanxaneya xwe ji şirketeka (kompany) Swêdê xwestiye, lewre divêtê fatura hebe, ger fatura nîn be, ji şîrketa Swêdê bixwazin.“ Min hewl da xwe ku ez bidin zanîn çi şîrketek yan jî weşanxaneya min nîn e, min navnîşana weşanxaneya hevalekî xwe nîşan daye. Wan derbareyê faturayê de înad kir. Gotin, “faturayê îbraz bike, baca gumrukê bide, kolîya xwe bigre...“

4.Min da zanîn ku ez nikanim fatura nîşan bidim û nikanim ji Swêdê jî bixwazim. Min got “Hingê kolîya kitêban bila bo Swêdê bête vegerandin.“

5.Gotin, “Em nikanin kolîyê bişînin bo Sêwêd, ji ber ku du kitêb jê kêm in. Ew li asayîşê ne. Em nikanin wan paşde bixwazin.“ Bona min rewşeka zehmet û cihê acizîyê bû. Bi qasî nîv saetekê ez li wir mam. Bi mudir şêwirîn, ji hinde wezîfedarên din pirsîn. Min got, “Ez va dizanim ku di encama sextîkirinê de du kitêb ji aliyê asayîşê ve hatine girtin, hingê di vê behsê de îmzayek jî dikane têr bike. Û bi vî awayî dê kolî paşde bête şandin.“ Bi alîkarîya hindek wezîfedaran li pişt ewraqeka malên gumrukê de îbareya “Du kitêb piştî sextîkirinê ji alîyê asayîşê bi hinceta ku qedexe ne dest li ser hatiye danîn.“ nivîsand û îmze kir.

Kolî dê bo Swêd ji Goran re bête şandin. Ez bi qasî saet û nîvekê li Beşa Gumrukê ya Navenda Rêvebiriya Postayê mam. Piştî ku min ew îmzeya ku behsa wê kir avête, ez ji wir derketim. Min bi kurtasî behsa van bûyeran bo Goranî kir.
6.Di roja 14 nîsan 2008 de min ji Goranî bersiv girt. Dida zanîn ku Kolî vegerîyaye bo Swêd, wan ji postexaneyê girtiye. Kolîyeka kitêban di maweya du mehan de li navbera Swêd û Tirkîya geştê kiriye.

* * *

Tiştê maqul ew bû ku kolîyê bidana min. Heke bêyî ku fatura bixwazin, bêyî ku behsa baca gumrukê bikin, kolîya kitêban bidana min dê ev nebûya karekî şaş. Çunke ev kitêb dîyarî bûn. Dê ev kitêb di kitêbxaneyeka taybet de bihata bicihkirin. Ne rast e ku meriv bona dîyarîyê fatura bixwaze. Ev karê gelek maqul ku wisa bi nebaşî hate encamdan, bona min bû sedemê xemgînîyê. Bona Tirkîyê jî, bêguman rewşeka ne baş bû. Kolîyê nedan min, lê ger meriv yekî têxînê navberê, di sazîyên wisa de, karên we yên şaş, xwestinên we yên şaş jî dikanin bi awayekî erînî bêne encamdam.

Tirkîye ne dewleteka demokratîk e. Digel viya dîsa jî dixwaze beşdarî Yektîya Ewropayê ku nirxên demokratîk têde serdest in bibe. Ji lewre, bona ku Yekîtîya Ewropayê wisa xwestiye, hinde pakêtên demokratîkbûnê amade dike. Ji ber ku ne ji dil, ji ber ku hişmnedî naguhere, lewre ev pakêt demokratîkbûyînê bi xwe re naynin. Demokratîkbûyîn jî, ne ew proses e ku bi rêya pakêtan pêk were. Demokratîkbûyîn, tenê dikane bi rêya ji binî ve guhertina hişmendîyê ya di nav qedemeyên dewlet û hukûmetê de, herwisa, di encama ji binî ve guhertina hişmendîyê ya di nav civakê de mumkin bibe. Ev jî, li Tirkîyeyê gelek zehmet e. Grîngtirîn sedemê demokratîze nebûnê jî ev e ku derbareyê Pirsa Kurd de hişmendîyeka demokratîk, hişmendiyeka tendurist nîn e. Di qedemeya rêvebirina Tirkîyê de ji ber ku îttîfaqa artêş-unîversîte-dadgehê ligel hev di bilindtirîn radeyê de xwedî şîyan û dîyarker e, lewre derbareyê Pirsa Kurd de hişmendîyeka demokratîk, hişmendîyeka maqul çênabe. Ev îttîfaq layengirê pelixandina pirsê ye, dixwaze koka kurdan bîne û wisa pirsê hel bike. Di prosesê de divêt meriv bala xwe bide ser polîtîkayên durû yên Ewropa û dewletên Ewropayê jî. Sazîyên mîna Yekîtîya Ewropayê, yên mîna Konseya Ewropayê, li ser navê “em li dijî terorê ne“ piştgirîyeka bêsînor didin terora dewletê, bi xweşbînî li zilma ku li ser kurdan tê meşandin temaşe dikin. Helbet dê kurd berevanîya mafên xwe yên ku ji kurdbûna wan çêdibin bikin, dê van mafên xwe bixwazin. Ger li welatekî daxwazên wisa bêne palaxtin, meriv nikane bibêje ku dê li vî welatî demokrasî çêbibe û pêşde here. [i](Wergêr: Roşan Lezgîn)[/i]

[b]Zarathustra News[/b]

[url=http://f28.parsimony.net/forum68059/messages/18196.htm]http://f28.parsi…]

[img]http://upload.wikimedia.org/wikipedia/ku/2/2b/IsmailBesikci.jpg[/img] [b]Bir Koli Kitabın Serüveni İsmail Beşikçi[/b] Goran ve Karin İsveç'te yaşıyorlar. Kitapla, arşivle yakından ilgileniyorlar. Kürt Kütüphanesi kurmaya çalışıyorlar. “Sara Distribution“, Goran'ın, 1987 de kurduğu, bugüne kadar geliştirdiği “Kürt Kitabevi“nin adıdır. Kitapla, kitaplıkla ilgilendikleri için, Goran'la tanışmamız kolay oldu. İnternet aracılığıyla zaman zaman haberleşiyoruz. 2007 sonlarındaki bir yazışmamızda, Goran bana, “İsmail Ağabey, bende fazla olan bazı kitaplar var. Türkçe kitaplar. Çoğu da Türkiye'de basılmış. Eğer istersen bu kitapları koli yapıp sana göndereyim“ dedi. Goran, kitapla, dergiyle, arşivle ilgili olduğumu biliyor. Yurt dışından Türkiye'ye kitap kolisi göndermenin çok zahmetli bir iş olduğunu biliyordum. Bu bakımdan, “zahmet olur“ diye karşı çıktım. Fakat Goran ısrar etti. “Zahmet olmaz, hemen bir koli kitap göndereyim İsmail ağabey, bende bu kitaplardan fazla var. “ dedi. Birkaç gün sonra da göndereceği kitapların listesini gönderdi.Bu kitaplardan bazıları şunlar: Bekir Özgen, Düşünce, Özgürlük, Laiklik; Julius Fowles, Darağacı Önünde; Abdülkadir Budak, İmzası Gül; Hıfzı Topuz, Konuklar Geçiyor; Ayhan Aktar, Kapitalizm, Az Gelişmişlik ve Türkiye'de küçük Sanayi; İskender Özturanlı, Barış ve Özgürlük; Agathe Cristie, Doğu Ekspresinde Cinayet; Korkut Boratav, İktisat ve Siyaset Üzerinde Aykırı Yazılar; Arif Baş, Köy Enstitüsü Yıllarımla Anılarım; Hraçya Koçar, Özlem; Erhan Bener, Bürokratlar I; Vedat Günyol, Orman Işırsa; Ruhi Su'ya Saygı; Çağlar Keyder, Dünya Ekonomisi İçinde Türkiye (1923-1928); Refik Durbaş, Menzil; Cemil Meriç, Bu Dünyanın Eşiğinde; Doğu Perinçek, Stalin'den Gorbaçov'a; Aziz Nesin, Nah Kalkınırız; Muammer Yaşar, Paşalar Politikası... Bunlar gibi 80'e yakın kitap. Bu kitaplar arasında, Naci Kutlay'ın, İttihat-Terakki ve Kürtler, Hasan Yıldız'ın, Aşiretten Ulusallığa Doğru Kürtler; Kürt Solu Tartışıyor; Ekrem Cemil Paşa'nın, Muhtasar Hayatım, Medeni Ferho'nun Mapusluk Yıllarım; Selahattin Çelik'in Ağrı Dağı'nı Taşımak, Edip Polat'ın, Devletsiz Ülkeden İzdüşümler... gibi kitapları da var. Listede, İsmail Beşikçi'ni, Almanca'ya çevrilen bir kitabı da görülüyor. Ayrıca iki Almanca kitap daha var. Listede birkaç tane de Kürtçe kitap var. Goran, 19 Ocak 2008' de gönderdiği e-postada, kitapların listesini bu şekilde belirtmişti. Goran bir adres vermemi, kolinin bu adrese gönderileceğini belirtiyordu. Bir arkadaşımın yayınevini adres olarak gösterdim. Goran, kitap kolisinin 8 Şubat 2008 de İsveç'te postaya verildiğini belirten bir e-posta daha gönderdi. “Bu koli eline geçince sana başka koliler de göndereceğim“ diyordu. İsveç'ten Türkiye'ye kitap kolisi göndermekle ilgili bu olgulara kısaca değinmeyi, süreci ana hatlarıyla dile getirmeyi yararlı görüyorum. 1.19 Şubat 20008'de, PTT'den, “Gümrüklü maddeler haber kağıdı“ aldım. Haber kağıdında, İsveç'ten bir koli geldiği, kolinin ağırlığının 14 kilo 500 gram olduğu belirtiliyordu. Koliyi kısa zamanda almam isteniyordu. 2.Gümrüklü maddeler, Yenimahalle girişinde, Eşref Bitlis Caddesi'ndeydi. Posta İşleme Merkezi'nin bir bölümüydü. 22 Şubat'ta buraya gittim. Koli benim huzurumda açıldı. Memurlar, “kitapları emniyete göndereceğiz, sakıncalı olup olmadıkları incelenecek“ dediler. “Telefonunuzu bırakın, neticeyi bildiririz.“ Telefon numarasını bıraktım, oradan ayrıldım. Orada ayrılınca Goran'a, bir e-posta gönderdim. Ogün olanları kısaca anlatarak, yeni bir koli daha göndermemesini rica ettim. Bu bölümlerde iş takip etmenin çok zor olduğunu belirtmeye çalıştım. 3.İki hafta kadar sonra, Posta İşleme Merkezi, Gümrüklü Maddeler bölümü beni aradı. İncelemeni yapıldığını söyledi. Gittim. Görevliler, iki kitabın yasak kapsamına girdiği için emniyet tarafından alındığını, geriye kalanların bana verilebileceğini söylediler. “Fatura ibraz edin, gümrük vergilerini ödeyin, koliyi alın“ dediler. Kitapların armağan olduğunu, bunun için fatura falan olmadığını anlatmaya çalıştım. “Bu malları İsveç'deki bir şirketten, yayıneviniz adına istemişsiniz, fatura olmalı, fatura yoksa, İsveç'deki şirketten isteyin“ dediler. Yayınevim, şirketim falan olmadığını, bir arkadaşımın yayınevini adres olarak gösterdiğimi anlatmaya çalıştım. Fatura konusunda ısrarlı oldular. “Faturayı ibraz edin, gümrük vergilerini ödeyin, koliyi alın...“ 4.Fatura gösteremeyeceğimi, İsveç'ten de isteyemeyeceğimi söyledim. “O zaman kitap kolisi İsveç'e geri gönderilsin“ dedim. 5.“Koliyi geri gönderemeyiz, çünkü içinden iki kitap eksik. Onlar emniyette. Onları geri isteyemeyiz“ dediler. Benim için çok zor sıkıntılı bir durumdu. Birbuçuk saate yakın bir süre orada kaldım. Müdürlere danıştılar, başka görevlilere sordular. “İki kitabın, inceleme sonunda emniyet tarafından alındığını biliyorum, bu konuda imza da olabilir. Böylece koli geri gönderilebilir“ dedim. Oradaki bazı görevlilerinde yardımıyla, gümrüklü maddeler evrakının birinin arkasına, “İki kitap, inceleme sonunda, yasak kapsamında görülerek emniyet tarafından alınmıştır“ ibaresini yazarak imzaladım. Koli, İsveç'e, Goran'a geri gönderilecek. Posta İşleme Merkezi'nde Gümrüklü Maddeler bölümünde birbuçuk saat kadar kaldım. Sözünü ettiğim imzadan sonra oradan ayrıldım. Olup bitenleri Goran'a kısaca bildirdim. 6.14 Nisan 2008 de, Goran'dan e-posta aldım. Kolinin İsveç'e geri geldiğini, postaneden aldıklarını söylüyor. Bir kitap kolisi, iki aya yakan bir süre, İsveç-Türkiye arasında seyahat etmiş oldu. xxx Bana kolinin verilmesi çok makul bir olaydı. Fatura istemeden, gümrük vergilerinden söz etmeden bir koli kitabın verilmesi yanlış bir iş olmazdı. Çünkü bu kitaplar armağandı. Kitaplar özel kütüphaneye konulacaktı. Armağan için fatura istemek doğru değildi. Bu çok makul işin olumlu sonuçlanmaması benim için bir hüzündür. Türkiye için ise şüphesiz olumsuz bir durumdur. Bana bu koli verilmedi, ama, araya bir kişi koyarsanız, bu gibi kurumlarda, yanlış işleriniz, yanlış istemleriniz bile olumlu sonuçlanabiliyor. Türkiye, demokratik bir devlet değil. Buna rağmen demokratik ilkelerin egemen olduğu Avrupa Birliği'ne katılmak istiyor. Bunun için, Avrupa istedi diye, bazı demokratikleşme paketleri hazırlıyor. Yürekten bir istek olmadığı için, zihniyet değişmediği için, bunlar da demokratikleşmeyi sağlayamıyor. Demokratikleşmeyse, paketlerle, gerçekleştirilecek bir süreç değildir. Demokratikleşme, köklü bir zihniyet değişikliğini devlet ve hükümet yönetim kademesinde ve toplumda, demokratik bir zihniyetin gelişimini gerekli kılar. Buysa, Türkiye'ye çok uzaktır. Demokratikleşememenin en önemli nedeni, Kürt sorunu konusunda demokratik bir zihniyete, sağlıklı bir zihniyete sahip olamamaktır. Türkiye'nin yönetim kademesinde birinci derecede belirleyici ve yönlendirici olan asker-üniversite-yargı ittifakı, Kürt sorunu konusunda demokratik bir zihniyete, sağlıklı bir zihniyete sahip değildir. Bu ittifak, sorunu, bastırmadan ve kök kazıyarak çözümden yanadır. Bu süreçte, Avrupa'nın, Avrupa devletlerinin iki yüzlü politikalarına da değinmek gerekir. Avrupa Birliği, Avrupa Konseyi gibi kurumlar, “teröre karşı çıkıyorum“ diye, devlet terörüne sınırsız destek vermekte, Kürtlere yapılan baskıları hoş karşılamaktadır. Kürtler, Kürt toplu olmaktan doğan haklarını elbette, isteyecekler, savunacaklardır. Öyle bir istemin baskı altında tutulduğu bir yerde demokrasi yeşeremez, gelişemez. [b]İsmail Beşikçi[/b] [url=http://www.kurdistan-post.com/Niviskar-op-viewarticle-artid-1354.html]http://www.kurdistan-post.com/Niviskar-op-viewarticle-artid-1354.html[/url]

Erhaniye xanım seni bir yerde gözüm ısırı ema nerde... he ya bursa civarında dexi meceraden teniyem... ennen nesıl selem söyle hani o de fena dexil ha o tombış eblen nasıl onlara selem söyle perdon bu evoket görüşmesi dexil yenlış enleşılmesın biz burda hekiketleri söylüyox bu pezer günü geliyem sexın aile meclisini toplamayı unutma gelmişken hepsini...

Saygıdeğer Rojda, Önce gösterdiğiniz hassasiyet için teşekkür ederim. Bahse konu terbiyesiz kişiyi durdurmak için ben de kendime göre bir takım yöntemler bulmuştum ama sizin açık ve net duruşunuzun daha etkili olduğu görülüyor. Elinizdeki bilgileri açıklamanız halinde hem foruma yönelen bu tür çirkin saldırılar önlenmiş olacak hem de özellikle şahsımı hedef aldığı her halinden belli olan ve sizin değindirmelerinizden sonra kim yada kimler olacağı hususu bence açıklık kazanan şahısların herkesçe tanınması ve hangi amaçla bur tür çirkinliklere başvurdukları ortaya çıkacaktır. İlgili şahısların günlerdir foruma yazdıklarını biriktiriyorum. Hukuki başvuruda bulunmama dayanak teşkil edecek yeterince belge oluştu. İlgili şahısların kim olduklarına dair bilgilerinizi paylaşmak istememdeki sebepleri bildiğinize ve talebimi anlayışla karşılayacağınıza inanıyorum. Yardımda bulunmanız ricasıyla size e-mail adresimi sunuyorum. Benimle yazışmakta çekinceleriniz varsa saygıyla karşılarım. Elinizdeki bilgileri forumun ilişki adresine yazarak Newroz Com ilgilisi arakadaşlarla paylaşma imkanınız da var. Saygılarımla. Kenan Fani Doğan [email protected]

Adi Epoci düştüğün yeri yakarsın Ne o sokak kabadayıları gibi yerde sürünüyorsunuz Şaşırmadım Kontra şefiniz yerde sürünüyor...

Ben hayatımın hiçbir döneminde apocu olmadım. Apoya Başkan Apo yada Serok Apo demedim. Apocu olanlara da hayatımın hiçbir döneminde senin yaptığın gibi "adi" diye saldırmadım. Beni kimin apocu olduğu ilgilendirmiyor. Apoculuğun kürtlere neye malolduğu ve daha da nelere mal olacağı beni ilgilendiriyor. Seninle farklılığımız bu.

Sevgili Solaxi, Bir yanlışlık olmuş olsa gerek. Bu bir kaç satırı Erhaniye hanım'a hitaben yazmıştım. O adi herif sayın solaxi başlığı altında seni tehdit etmişti. Bende ona cevaben o üç cümleyi yazmıştım. Demekki Forum çalışanları o adi herifin yazısını silince bizim üç satırlık yazıda sanki sana karşı yazılmış gibi oldu. Çok özür. Seni üzdümse afola.

TARIHIN MERTLIK VE INSANLIKLA DOLUDUR. SIZ GIBI TERTEMIZ INSANA BINLERCE ZUBUKLER YAKLASMAKTADIR. BU ZUBUKLERIN EN TEHLIKELISI GORAN DIR.HAYATIN HIC ALANINDA NE MERTE OLDU NEDE KURD OLDU.ONUNLA ILISKIYE GECIPTE KAYDIRILMIYAN BIR KISIYI GÖSTERIREN BENIM O ZAMAN GORAN DAN DAHA BUYUK ZUBUK OLDUGUMU KABUL EDECEGIM. BIR KURD

Madem Goran o kadar mert degil, niye Ismail Hoca gibi birisine atfen Gorani karalarken kendin kim oldugunu mertce acikca yazmiyorsun ? Senin yaptigina ne demeli o zaman? kendini anlat bakalim görelim senin o uzun endamini!

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.