Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 20 March 2008

DI HEVPEYVINA OLDAREKÎ ÊZDIYAN DE, MAHNE Û GIRINGIYA FEQÎRÊN ÊZDIYAN TÊNE NASKIRIN

Kemal TOLAN

Kemal Tolan : Rêzdar Feqîr Elî, weke ku ez ji Êzdiyatiyê fahm dikim, ji xeynî We çend dûnavên me Êzdiyan pêve, êdî kêm kes hene ku dikarin ji kevnarî û kuraya zargotina me Êzdiyan birastî xeber biden. Ji xwe gava ez bala xwe didime nava zargotina xwedîocaxên Êzdiyên di herêma Xaltiyan de, dibînim ku xizmeta binemala hinek pêşîmam û bi taybetî jî keda çend feqîrên dûnav û yên mîna We gelekî xwanê dike.

Vêca, berî ku ez hinek pirsên li ser naveroka baweriya Êzdiyatiyê bikim, ez dixwazim ku hûn bi kurtasî hinekî behsa kesayetiya xwe bikin û ji me re bibêjin, ka Feqîr Elî kengî ji dayîka xwe re buye, kengî, li cem kîjan seydayan û çewan dest bi vê xizmeta di nava civaka me de kiriye?

- Ez di payîza sala 1930 de ji bavê xwe Piçî ew jî kurê Feqîr Ûsiv e û dayîka xwe Xezal re, li gundê Hemdûna ku di herêma Misircê de ye çêbûme. Hingê sê bira û xuşkeke min hebûn e.

Gava temenê min bû deh sal û pêve, êdî min bi bavê xwe Feqîr Piçî re dest bi xizmeta gera nava civaka Êzdiyan de kir. Di vê demê de jî ilimdarên ku di nava civaka Êzdiyan de xizmet dikirin gelekî kêmbûn.

Tê bîramin rahmetiyê Feqîr Temê, Hisî, Heso, şêxekî Şerfedîna Şêx Nasir ku ji başûrê rojavayê Kurdistanê bû û Hesenê Takorî dihatine ba bavê min û fêrî ilmê Êzdiyatiyê dibun.

Lê min jî, ilmê xwe ji Xwedê jê raziyê bavê xwe Feqîr Piçî girtiye û ew jî ilmê xwe ji Qewal Kewê, yê ku ji Lalişê dihate nava me Êzdiyên Xaltiyan û welatê Serhedê de digeriya, girtiye. Tê bîramîn hingê di nava herêma Serhedê de dora 50.000 hezar Êzdî û zêdeyî 100 gundên Êzdiyan di nava herêma Xaltiyan de hebûn.

Ji xwe ancax Xwedê tenê pê dizana, bê ka hingê çiqas zahmetî û pirsgirêk me hebûn...........

Rêzdar Feqîr Elî, weke ku ez di sebeqeyeke „Qewlê Axretê“ de dibînim û dibêje:
„Feqira yeke çê kir,
Xwe ji xweşî û levzeta dinê kir
Li dinyayê ber bi axretê kir“
Gelo hûn dikarin ji me re bêjin, ka wateya vê sebeqê çiye?

- Belê, gava Feqîr anjî oldarekî Êzdî libas* hildigire ser xwe, ew hingê dibe hevalê axretê.

*Libas çî ye ?

- Em Êzdî ji Kulik, Xerqe, Meftûl(ji rîsê miyan çêdibe û meriv dixe stuyê xwe), Mihik- yanî kembera ku xadim pê ve dirûtine(hinek oldar jî dibêjinê : riste . Rengê rista her oldarekî/ê Êzdiyan ji hevûdinê cûde ne k.t. ) û ji gopalê ku ji dara kenêrê çêbuye re dibêjin, “libasên Şêx Adî“.

Gelo hûn dikarin ji me re bêjin, ka wateya gotina “feqîrê yek û dûnav“ di nava zargotina Êzdiyatiyê de çî ye?

- FEQÎRÊN DÛNAV yên ku mîna me ji binemala pîrê Ormexala ne. Ev pîr haveynê sirra koka pîrantiyê ne û gelekî kevnin. Li goriya zanîna min, haveynê pîrantiyê kilîma Xwedê ye. Tu ins û cins bê pîr çênebuye û tûne ye. Ji pîrantiyê îman, ol, aqubet û axret çêbuye. Lewma jî heta îro hêjî her kes dibêje, ev kes anjî tiştî bi pîr e.

Gava pîrên Ormexala bi kulik, sûret, xerqe û ilimdar bin Êzdî ji wan re dibêjin MEREBÎ.

Li goriya ku ez dizanim, binemala pîrên Ormexalan heta ku Şêx Adî ne hatiye Lalişê, ew merebiyê tevayiya Êzdîxanê bûne.

Seydayên min li ser peydabûna FEQÎRÊN YEKNAV yên ku mirîden weha digotin:

“Di wextekî de Îdrîsî Xeyas, Hebîbî Necar û Duhayî Qebûl bi rê yekê ve çûne. Gava li wan buye êvar û ew çûne ketine nava şikeftekê. Van di şikeftê de bidorê li hevûdinê nobet girtine. Dema Hebîbî Necar nobeta yekemîn digire, ew li ser darekî mîna beden, dest, ling û serî yekê mirovan dikole. Dûre hinga Îdrîsî Xeyas radibe nobetê û vî darê mîna merivekî hatî kolandin dibîne, ew jî libas lêdike. Di dawîyê de wexta Duhayî Qebûl radibe nobetê û vî darê mîna evdekî ku libas jî lê dibîne, ew jî bi berê xwe dide Xwedê û jê re duha dike ku ew rih(giyanê) berde nava vî qalibî. Rebil alemîn jî duha wî qebûl dike û rih dikeve nava bedena meriv. Evdên ku ji vî merivî zêde bûne, ew FEQÎRÊN YEKNAVÊN.“

Birêz Feqîr Elî, FEQÎRÊN DÛNAV tenê ji binemala pîrên Ormexalan dertên anjî ew dikarin ji hinek binemalên dûnavên Êzdiyan yên dinê jî derkevin?

- Di wî wextê ku Şêx Adî hatiye lalişê de, hingê hinek ji binemalên şêxantiyê jî xwe ji bona erkên FEQÎRÊN DÛNAV dane pêş. Şêx Adî dibêje şêxên ji binemal Şemsaniyê, Şêşims nûre û eger kevir bibine penîr jî hûn şêxên ji binemal Şemsaniyê ne nabine feqîr. Lê, şêxên ji binemala Şêxûbekir û Şêxîsin, ew dikarin bibine FEQÎRÊN DÛNAV û hingê libas li wan şêxan kiriye.

Belê , gava em bala xwe bidine ser van çend sebeqên „ Du´a Xerqa“ , di vir de jî li ser rola Feqîran weha dibêje:
„3- hûn xerqe hilînin
li pê feqîra bisînin
da feqîr bi serê xwe hilînin
feqîrî erkana ser deynin.

8- Feqîrî 99not u neh erkane
ewil îbadet û zimane
naskirin ser xitmê wane
ya Tawsî Melek! tu miraza me bikî li ber Kursiya rehmane

9- Feqîrî 99 not û neh erkanêt miqerimin
heke we bivê ji 99 not u neh erkana sêya bielimin
da hûn li dîwana mîr biwesilin.

10-Erkanek jê rastî
Padşa ji ba xwe veguhastî
bû mom u çirayê pêşiya wan veguhastî.

11-Erkanek jê nasîne
hinciyê rêya Xûdê heq bibîne
li dilî namînê, ne qehre, ne kîne
ya Tawsî Melek! tu hîvîya me bikî li dîwana Rebil Alemîne

12-Erkanek jê heyaye
Padsa ji ba xwe kir peydaye
pêsiya wan gûrî bu mom û çiraye
em miraza xwe dixwazîn ji Xudaye.“ Temamiya vê duhayê di : http://www.khaliljindy.com/diwa2.pdf ye.
Kemal Tolan: Belê rêzdar Feqîr Elî, weke ku We di van gotinên xwe de da xwanê, min jî di kitêba xwe ya bi navê Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê-Weşanên Perî 2006-, rûpel:163-165 de, li ser vî babetê nasîna FEQÎRÊN Êzdiyatiyê weha gotiye,“ di nava civat û meclisa rûhaniyên dînê Êzdî de, rola Feqîran jî mîna ya Qewal, Koçek, Fuqre, Pêşîmam, Mîr û hwd. Bilinde, Feqîr timî xizmetkar, şîretkar û rêvebirên civaka Êzdiyatiyê ne“.

Feqîr Elî : Raste, min jî kitaba te dît. Xwedê û Tawisî-Melek xizmeta te qebul bikin!
Kemal Tolan .
Oldenburg 19.03.08
Têbinî- Sersaxî:
Gava min ev hevpeyvîn di 12.03.08 de, li nav mala Xwedê jê razi Kalo yê Gulê de girte kamera xwe û şûn de Kalo yê Gulê di 14.03.2008 de û ji nişka ve çû ber dilovaniya Xwedê. Hêvîdarim Xwedê Kalo yê Gulê afû bike û bila serê neferên kulfet û dosten wî sax be !

Berdewama vê hevpeyvînê heye !

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.