Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 14 March 2008

Platforma Kurdên li Bakurê Almanya bi hevditînekî dîplomatikî ya mezin ,bi Konsulosê Amerika li Hamburg, bi Ms. Karen E. Johnson , Ms. Genevieve Libonati û Mr. Michail Budig rê hevditinek pêk anin.
Jî sala 2001 de tekilîyê Platforma Kurdên li Hamburg û Plattforma Bakurê Almanya bi havayekî dostanê û germi bi Konsulosê Amerika ye li Hamburg henê.Gelek caran ziyerên di alî pêk aninê. Vê care jî li ser daxwaza konsulosê nû ya Hamburg xanima Ms. Johnson hevditinek pêk hat.

Li sêr navê Plattforma Kurdên li Bakurê Almanya : Birêz M.Ali Yildirim, Şeref Akgül, Mehmet Atmaca, Yousif Jangir, Rijar Sorani, Sertap Menc û Derya Yildirim pêk hati bu.

Xanima Karin Johnson ji 19 Saliya xwede dest bi karriyera Diplomatîye li cêm Wezareta Amerika ye dervê destpekiriyê .Xanima Ms. Johnson li gelek welatan wek konsulosê Amerika kar kiriyê. Minak: Stuttgart, München,Kabul, Seoul, Wien ,Bon û Berlin wek konsulos kar kiriyê. Wekîdin jî gelek cara di wezareta dervê û di wezareta paraztina Amerika de karkiriye. Disa wekîdin di UN de li ser navê Dewleta Amerika di gelek komsiyonada karkiriyê.

Hevditina me bi Ms. Johnson rê, em dikarin bejin hevditinekî gelek qedir bilind bu. Ji ber ku me li ser gelek babeta nirine xwe anin ziman. Li ser rewşa her çarperçê Kurdistanê û kurdên li Ewrupa û Almanya ji di nava babeta medê bu.Bi teybetî li ser êrîşên dewleta Tirk yên Kurdistana başur hêjayên mijara me bun.
Bi gelemperî hevitinekî dîplomatikî gelek hêja û bi serketî bu. Jî ali her du aliyan jî daxwaza hevditinê waha û karê bi hevrê di peşêrojedê hat kirin.
Em hevidarên edî kurdê me li Ewrupa dest bi karên diplomatî û lobî bikin.Em baverin bi wan kara em di karin gelek dostên kurdan çêhkin û mesela kurdan ya bi heq bidin qebulkirin.

B. Tirêj

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.