Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 12 March 2008

[img]http://tbn0.google.com/images?q=tbn:X6U9a90b1j9o6M:http://www.yeniozgur…]

Rêveçûna li ser şopa Serok Mistefa Kemal'ê li Dûmlûpinar'ê

[i]Öcalan'ın Barış Ninnileri:[/i] [b]'DE LORÎ LORÎ! XELKÊ ME LORÎ! WELAT BIDIN TIRK, ÇI BIKIN BI AZADÎ?'[/b]

XAPO dibêje:

[b]De lorî lorî!
Xelkê me lorî!
Welat bidin tirk,
Çi bikin b'azadî? [/b]

Tirk jî cîran e
Em tev bira ne
Çima serxwebûn?
Ji bo çi azadî?

Ger kurdî qedexe be
L'mala xwe bipeyve
Mistefa Kemal e,
Ew stûna navendî
Xerca dîwêr e,
Wî em bi hev girê dan
Goşt û neynûk e,
Qet ji hev na qete

Min jî wek tev kurdan
Kemêl şaş fam kiriye
Ew e qeder e
Demokratê xas e
Ne dîktator e

Em şer na xwazin
Em aştîxwaz in
Gerîlla!
Çekê xwe berdin
Dakevin j'ser çiyan
Bê merc û şertan
Werin bibin
Teslîmê edaleta tirkan

Bila Xwedê,
Pardon! Bila dewleta Tirk
Min efû bike gidî!
Em tev jî xulam
Taybetmend ez serok Xapo
Amadeyê xizmetê me,
Canfeda me
Ji bo Tirkiyê
Ez çi bikim bi wî xelkî
Ku qet jî şiyar na bin
Mane her razayî

Ji kurda ji tirka
Ez dibêjim tirk hişyar in
Werin ez bi tenê
B'derdê van kurdan dizanim.

Kurd ji tevaya xelkê dunyayê
Tenê hez ji we tirkan dikin
Hûn lêxin jî û bikujin jî
Kurd qet ji we
Cuda na bin

Hûn rast dibêjin
Kurd paşketî ne
Kurd gemar in
Pirr neçar û stûxwar in

Lê divê hûn tirk
Î roj pirr hişyar bin
Li bin pozê we
Bi destê Amerîka û Îsraîlê
Kurd dibin dewlet li Iraqê
Eman rê û mecal ne din vê!

Min kir ne kir
Kurd şiyar na bin
Loma ez nuha
Dîl û bendewar im

Ez têkoşerê pirr granbuha
Kurd ez firotim badilhewa

Ji lewra ye ku kurdan
Xwe sûtandin j'bo xelkê biyanî
Lê qet ne hatin
Ser rêça serxwebûn û azadî

Dayika min jî tirk e
Û bi Xwedê qet li nik min
Eşqa kurdîtiyê jî nîn e

Ez pirr li ber dikevim
Ku min neh canê din nîn e
Ku ez gorî bikim ji Kemalî re
Ku çawa çavê min vekir
Ku mejiyê min geş kir
Û ji nav destê van kurdan
Wisan serbest û azad kir

* * *

[b]KURDO dibêje:[/b]

[b]Ta xelkê kurd,
Wisan çavgirtî
Û razayî be
Qet na bîne
Rastiyan
Azadiyan[/b]

Her diçin li pey
Şêxê Keran
Haşa ji xelk
Em dibin ker
Şêx jî
Abdullah Ocalan

Xelk î roj
Qet na bîne
Ku ne Apo ye,
Lê welleh-billeh XAPO ye
Welat firot
Kurd gişt da bi kuştin
Koçberkirin
Yan jî bi girtin
Heşt hezar gund da wêrankirin
Ta bajaran kavil û rûxankirin
Cizîr, Şirnex, Licê
Li ber çavan in
Her dem xwe parast tenê
Û xwe da jiyandin
Ne hişt nirx û hêjayiyan
Li nav me kurdan
Kir pirr çêr û sixêfan
L'ser berxwedêrên zindanan
Û pêşmerge û gerîllayên
Leheng û qehreman
Navê afreta cefakar a kurd
Xirab kir bi kir û gotinan

Bi xweşbêjiya xwe
Li nav 'dadgehên' tirkan
Rêz ne girt li yadgariya pîroz
A şehîdên Kurdistan
Li şûna ku serbilind be
Riya sernizmiyê şopand
Doza lêborînê kir
Ji wan dayikên
Leşkerên kujek ên tirkan
Çi pûte û îhtîmamek
Ne da bi şehîdên me kurdan

Got gava ez bimirim
Min bi wê alê bipêçin:
Ala cumhûriyeta tirkan
Ne ala kurd û Kurdistan

Sibe derdixin ji 'zindanê'
Ew zû dibe eskerê
Deccal û Mistefa Kemalan
Û berdidin bi ser canê
Xakê pîroz ê Kurdistanê
Ku dîsan bi tirkan
Bide rakirin
Ferman li ser ferman
Fermana kurdan

Pirr heyf û guneh e
Ku xelkê kurd
Ta nuha ni kare
Vê bêbextiyê
Vê xwefiroşiyê
Bibîne û mehkûm bike
Lê roj nêzîk e
Ji ber ku
Dawiya derewan nîn e
Î roj yan sibe
Derew diderkevine
Li meydan e

Loma hûn gerîllayên qehreman
Yên li serê çiyayên Kurdistan
Baş guh bidin van gotinan
Tevlî wan serok û rêberan
Ên mîna şêr û şepal û pilingan
Qet ne dakevin ji serên çiyan
Ew serokê ku guh ne da van gotinan
Ku her diherin li pey vî Ocelan
Bêjine wan ku ew ne şoreşger in
Ne têkoşer û ne dilêr in
Ne kurd û ne kurdperwer in
Ji destê wan çi kar na yêt
Loma hildibijêrin ev riya rehet
Li pey wî serokê xwe yê teslîmiyetçî diherin
Loma ew ê Kurdistan bi Anqerê biguherin
Bihêlin bila cehennembin û herin
Li Anqere dîsan l'Gençlîk Parkî'yan
Vexwin 'çaya tirk ji semaweran'
Mixabin ev e qible û armanca wan
Ji bo vê ye dikêşin hesreta şev û rojan

Bijî hûn gerîlla û rêberên li serê çiyan!
Hêviya me hûn in
Hûn bijîn!
Hilweşînin van bêbextiyan!

11.3.2008

[b]Anonym[/b]

Ji boyî ko têkilê me bi hevra hebê, hûn kanin bersiva min bidin. Malpêrê we pîroz dikim, lê pêwîste dewlemend bikin! Du Helbest Dîyarî Newroz dikim. Ey Cîhan û Jîna min! Ey cîhan û jîna min Serî hilde gelê min Ji ezmanda were jêr Bistîn Kurdistana min Tu giha û bihişta min Her der çem û gaza min Rûvî û çeqel hatin me Duxwun xwîna te û min! Ger em bidin dil û can Herin dijmin bi mêran! Feqîr sîng bidin gurlan Ko rizgarbê Kurdistan! Feqîr Ehmed ---------------------- Ey hevalno! Ey hevalno bê derewî! Eme bikin karê xwe şert û şûrtê vî welatî Em bînin pêş çavên xwe Gelê bin dest pirr perîşan Tev hatin pişt hêza me Boyî azadî, boyî rizgarî Bûn nemirên gelê xwe! Dil û mal, çek û hêz dan Keç, bûk û tev xortên me Dest dane hev çûn serê çîyan Ew bûn şoreşgerên me Bi xwastek bûn, paşva neçûn Qehremanên gelê me Ew qepsûna dilê dijmin Gêrîlan bû jîna me Feqîr Ehmed

Ez nabêm çi bikin azadî û dibêm serbixwebûn! Mîrovekî ko welatê xwe tunebê, wekî ser zibilgo`ye. Her kes pêlêdikin û bi serda dimîzin! Welatê min xwîn da min,jîn da min û ez anîm cîhanê! Kesên ji boyî rizgarîya dayîka xwe Kurdistan ra xebatê dikin,îro nikanê di mala xwe da rûnê! Rûniştin ne arê Kurdên welatxwaze! Karê ew kesên wekî dijminan sîyasetên Kurdan rêxne dikin! Ne tenê Axa, Beg,Hevpar, Nokêr û xwayînên Kurd in! Pirrî nivîskarên Kurd jî di rewşên wa seadndane! Bê kesayet jîyan mirin pirr û pirr jê çêtire! EY NETEW! Ey netewa bindest û pirr bar giran, Werin bigrin destên hev wekî biran, her kes darê hîvê, sitêrkê û deran Em mane bin dest, şerpeze û talan! Cîhanê da carek tev rabin ser xwe, Bi zanistî ko bikin kar û barê xwe, Bidin hev destan, piştan dil û can, Dijminan zorê derxînin, ji warê xwe! Wekî morîyan bikin, xebat û lebat, Hemberî dijminan, bibin hêz û lat, Tevger da enî, tektîk û pêşva çîn! Ko rizgar kin ji destê dijmin welat! Ko tu nekî tektî, enî û yek destûr, Bin destê dijmin da bibî tar û hûr! Her kes werê li ser te û bidê dar! Nema tu netewî û nema tu bikî kar! Tu mayê şerpeze bin dest û reben, Ne mal heye, hêz tunene û ne dûzen! Rabin ser xwe, li cîhanê bidin deng! Bi têkoşîn yan tunebûn û yan hebûn! Ey Feqîr`no rabin rista xwe çêkin! Ala rengîn bi ser xwe da li bakin! Di cîhan da tu jî heyî yek netew! Fîze, Firok û komara xwe peydakin! Feqîr Ehmed. Silavên dil germ. Feqîr Ehmed.

Ji malpêra Newroz ra! Hinek Malpêrên Kurdî`da Dibên navdarên Kurd! Ejî di alîyakîda erê dibêjim. Lê pirr û pirr xetere! Mîrov dibêjin kesên ko mêranî pêra tunebê, nukanê herê gêrdegê! Dîsa dibêjin jîyana bê rûmetî, mirin pirr jê bi rûmetî çêtire! Ez pirr nizam edebîyetê nizanim, xwe biguvişim û ji we hevalên hêja ra bibêjim û naxwazim jî serî li we bikim kundir! Gotinek di nav Kurdanda heye, dibên ko tu çûyî hecê, vî diravî bidim te ji alî min da jî hecê tuwaf bike! Va tişzên ko gelê me dibêin çiqasa rastîya xwe heye! Di va gotinan da rastî bi qansî pozî derzîyakê têda nê xewûnandin! Em rewûşenbîr û sîyasetên mejî gelê xwe dixapînin! Ji Qoçgêrî heta îro bi çewûtîyên nivîskar û sîyasetan Kurd, rizgarî bi destê xwe nexistine! Bi zanebûn Rastîyan bi gelê xwe bidî fêrkirin! Axan, began, Şêxan, Dedan, Pîran,hevparên dijminan, bi rindî û xerabî`yê wana bi gelê xwe bidî zanîn! Dîroka gelê Kurd bi xwînê hatê nivîsandine û pêwîste mîrovên Kurd vayê bipejirînin! Alîyê duduyan da jî mîrov îmdadê ji dijminên xwe nêpayîn! Gelê Kurd pêwîste ji dîroka xwe ko bi xwînê hatî nivîsandin zana bibê! Ko zana bibê yê gelê Kurd, ji boyî hatinê zarokên xwe dest bi xebateke bi rûmet bikê. Ji dost û dijminên xwe zana bibê. ko zana bibê, ew kesên ko min li jor gotî bihayê wan bi meteligekî ji cem namînê! Ew kesana nikanin idî werin nav gelê Kurd û gelê me rayên xwe nadin wana! Ewna jî nikanin nokêrê ji dijminên me ra bikin! Wê demê gelê Kurd kanê hêdan, hêdan gavên mezin û bilind, ji bo rizgarîya xwe bavêjê! Tu netewan welatê xwe bernedane û ji bo welatê xwe, li hemberî dijminên şerê mirin û mayînê dane, rizgarîya xwe bidest xistine! Bê xwûn rijandin, Bê xwîn rijandin hîn du cîhanê da tu netew û kes rizgar nebûne! Ji Tirko xwastin mafî, wekî mîrov dibê dijmin min mekuje! Tirko bi mîlyonan komkujî bi ser Kurdan da anîne û tînê! Bi kîjan destûrê Tirk û Kurd birayê hevin. Bi kîjan qanûnê dijmin dibê birayê hev! Di alîyakî da ronekbîrên Kurd jî sûcê xwe pirr û pirren! kesên wekî Şêx Saaîde Nûrsî (Şêx Saaîdê Kurdî) nav lê dikin. Va mîrova di sala 1876 da hatê cîhanêye. di bîst salîya xwe da ketê nav artêşa Osmanlî û paşva jî Artêşa Tirko îdare kirêye! Qoçgêrî,Zîlan, Şêx saaîd, Şêx Mehmûdê Berzancî,Agirê, Muhabat, Mele Mustefa û pirr berxwedan û serhildan li Kurdistanê çê bûn! Dîsa Li Qahîrê, Şamê, Bexdad,Tehtan, Noyîdelî, Moskow, Leningirat, Berlîn, Wîyana, Parês, Atîna, London û bi dehan Bajarên wekî vana Kover û rojnameyên Kurdî derdiketin! Va em sî,çel sal bû li ser kesên wekî Saaîdê Kurdî dixebitine. Vî mîrovî tu caran di berxwedan û serhildaneke Kurd da cûh negirtê û nê xewûnandine! Dîsa Di nav tu kover û rojnaman da jî nexebitê û tim ji bo Tirkitê li hemberî Kurdan şerekî bê dawî dayêye! Pêwîste va tîpana di nav gelda werin teşîr kirin! Bi rîyake dîn ne pêwîste ko Kurdistan rizgarbê! Gelê Kurd sê, çar hezar km ji welatê xwe dur ketêye, ew kesên dibêjin me doza gelê Kurd hildayê ser milên, li civînan, li semîneran, di malên û bi zarokên xwe ra bi zimanê Tirko dengdikin û dibêjin hevalo tu tind bi Tirkî nizanî, xwe hindikî çêbıke! Feqîr Ehmed.

JAR, MEST Û PERÎŞAN! Xortek birçî û bê war! Hustu li ber her kes xar Belengaz, tehzî û pêxas Xizanî li piştê bû bar! Bi kuva diçê rê nanî! Kul û derd bi xwe ra anî Mêjî û hişên xwe neman Jîjan di bîra xwe anî! Pirr bi kul û tev birîn! xwîn û kêmê dida bîn Gundîyan rûçik lê bada Hêsrê çavan kir girîn! Jar û mest tev perîşan! Goştî hestîyan diweşîyan Feqîr bigre destan tev Ko em bikin serhildan! 06.09.2009 ---------------------- BI WAR Û BI JÎN DIBIM! Bilind û rind çav reşa min Bejina te mêjî bir ji min! Ew bejin û balava delal Bi dil rabî werî cem min Tu werî eze jîn bibim Bi hêz û bi mêjî bibim Evîna xweş bi min û te Ez bi war û azad dibim! Tu nêyî eze dîn bibim! Bê hêz û bê huner dibim ji ber evîna tê delal Bê jîn û pirr nûxweş dibim! Feqîr im heza min ji te Gel duxwê şîrê berên te Azad bibim werim ser te Te bikim teca serê xwe! 22.11.2009 Silav û rêz. Feqîr Ehmed.

NEWZOZ PÎROZ BÊ! Newroz bû ser sala me Herin destên alên xwe Pîroz bikim bav û dê Bila maçkin çavên we Bankinpirr hogirên xwe Agir dadin li nav xwe Cîhan bikin keske sor! Pîroz kin ser sala xwe! Em def û zirnê lêxînin Govendê bi hev xînin Dîlana keç û xortan Newroza xwe pîroz kin! Newzoz bikin roja sor Das û balyoz bidin dor Ger dijminan derxînin Ala rengîn hildin jor! Pîroz dikim cejina we Hev re rabin gelê me Hûn ji hevdi hez bikin Feqîr Ehmed gorî we! Feqîr Ehmed.

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.