Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 10 March 2008

BÎRANÎNA DU ŞEHÎDÊN PDK-Bakûr

Remezanê Haşim 1933 -27.3. 1979 Hecî Sûphî Şık ...1982

29 min Salvegera Şehîdên rêya serxwebûna Kurdistan Remezanê Haşim û 26 nin Salvegera Şehîd Hecî Sûphî Şık, bi vê kurtde nivîsê dizxwazim wan camêr û mêrxazan bi bîrbînim
Remezanê Haşim li Girka Mihemê Emo (silopi) hatiye dinyayê. Hecî Sûphî Şık li Cizîra Botan hatiye dinyayê. Herdo jî xebatkarên mezin û neteweperestên yên PDK-Bakûr bun.

Şehhîd Remezanê Haşim 27.3.1979 de hate şehîd Kirin l igel Kurê xwe Sadun Haşim. Hecî Sûphî Şık 21.2.1982 de hate şehîd kirin.

Nemir Mistef BARZANÎ 11 Îlonê 19961 de Agirê azadiyê û ji xewê rarakirina gelê Kurd şoreşe Kurdistan despêkir. Mistefa Barzanî bê guman ne tinê ji 1961, belku di şoreşa Barzan de jî wî rolekî serokatî û rêveberî û rêzanî da ajotin. Herweha bo piştgirî û parastina komara Kurdistan dîsa Mistefa Barzanî bi dehhezaran xelkê xweve li hawara wê çû û mezintirîn û baştirîn rolê serkî dîsa Wî li sermilên xwe girt...

Gelê Kurd weko her gelên cîhanê xwedî ziman, ax, dîrok çand û xwezayîyên xwe ye. Bi hezaran Salin gelê Kurd liser axa xwe dijît lê weko girtiyan û mihaciran di jiyanekî bindestî de dinale! Dagirker û rejîmên xwînxwar bi metudên dijê insaniyetê herdem xwestine gelê Kurd ji jiyanê bidin rakirin. Di dîroka xwede gelê Kurd tucaran serî liber zalim û dijinanan ne çemandiye û naçemînin jî. Herdem dijminên Kurdan ji xwere dîvelank yanjî kiraciyên xwe firot kirîne û bi destên wan endamên gelê Kurd dayîne qetilkirin.

Şehîdkirina Remezanê Haşim liser destên xwefiroşan valehiyek pir û pir mezin xiste nava têkoşîn û xebata ajotina Partiyêde. Dijminên Kurdan cepheyekî herî mezin yê PDK-Bakûr ji Herêma Botan heta Colemêrg û Diyarbekirê bêtesîrkir. Ew mirovê bi qîmet û endamê Komîta Navendiyê Partiyê şehîdkirin. Ew valehî hêjî partiyê nekariye dagire. Heta îrojî ez welê dibînim ku, kesên ji xwere dibêjin kadirên rêveber(!)nekarîne bizanin û bibînin ka valehîya eniya/cepheyê herêma Botan-heta colemêrgê çikasê kûr û bibibgeh û hindakirinek mezin buye.

Mafê gelê Kurd ne mafekî minete ku ji hindeka bixwazin, belku mafê wiyê xwezayî û siyasî û hukûkiye. Bovê çendê piştî General Mistefa Barzanî 1958de vegera Kurdistan, demek pêşde li Rojavayê Kurdistan PDK(El partî1957) hate damezrandin. Bakûrê Kurdistan jixwe dinava jiyana şoreşêde li lêgerînekêdebun. Li Girkê (Silopi) Şehîd Remezanê Haşim di jiyê xwede hêjî xort û serxwe bi vê hişhayriya xebata şoreşa serxwebûna Kurdistan bi rêberiya Mistefa Barzanî kete nava jiyana xebata siyasî û azadiya Kurdistan.Remezanê Haşim li Girka Mihemê Emo(Silopî) ligel hingek havalên xwe dest bi harikariya şoreşê kirin hem madî û hemjî manewî texsîrî nekirin. 1963de îrtibat bîroya duwaroja avakirina PDK-Bakûr danîbun.

Mebesta sereke destekdayîn û piştevaniya şoreşa Nemir Mistefa Barzanîbu.Ev xizmeta birûmet û şerefekî gelik mezin jî pêktanî. Dilsozê welatê xwe bu. Giringiya şoreşa mezin ya rizgariya Kurdistan pêwîstî bi imkanyatên koordinasyonê û tiştan hebû. Bo ragihandin û tikiliyên dinavbera Parçên Kurdistanêde pêwîstiyek mezin kete pêşiya Şehîd Remezanê Haşim. Daxwazên şoreşê digihand hersê parçên Kurdistan. Desteka xizmetê pêşkêşê şoreşê dikir bi hijêkirinek mezin.

Şehîd Remezanê Haşim netinê endamê PDK-Bakur bo, belku rola serkêşiya biştevanî û kar û barên rêxistin û raçandinê de, xwidan rolek bê hesapbu. Wî dinava beşên Kurdistanêde koordinasyonekî bişeref û leheng û mêrxasane pêkdianî. Pêşmergên Barzaniyê Mezin pêwîstî bi çi hebane wî bê îhtîraz tîna bicih ligel daxwazên rêberê Kurdistan bigori şiyanên xwe. 12 Adarê 1971de, di dema cunta leşkeride, Remezanê Haşim hata girtin û kete zîndana Diyarbekir. Divê salêde bidehan endamê partî li Silopi hatin girtin û zîndanîkirn. Navenda Silopî ez dikarim bêjim weka navenda pira Kurdistan û Ewropa dihat qebulkirin. Rola xebata Şehîd Remezanê Haşim hêjî endamên Partiyê nekarîne bizanin ka çende giranbiha û bi qîmetbu.

1974 de didema 11 heyîv şoreşê jibona baştirîn û amadekirina berdewamiya - gurankarî di sîstema siyasî û xebatêde çêkirî, rolekî serke li herêma Silopi gerand bo geşkirina agirê şoreşa Kurdistan. Dîsa her dinava cerg û dilên çiyayên Kurdistanêde şoreşê despêkir. Kefxweşiyek mezin kete dilê wî welatperwerê mezin.

Di navbera parçên Kurdistanêde, geh destê wî diçû Rojavayê Kurdistan, geh irtibata bo desteka lojôstik diheheşt Rojhilatê Kurdistan, geh pêwîstiyên pêşmergeyên şoreşê bi edakekî bezin tîna bicih. wan bigorî îmkan û şiyanên xwe bicihtînan. Girêdana Remezanê Haşim bi Rojavayê Kurdistanê ve jî têkiliyekî xwurt hebû li gel PDK(El Partî).

Piştevaniya şoreşê weko erkekê mecbûr ji xwere kebulkirîbu. Işka Barzanî didilê xwede çandibû. Jiberku ew rêberekî gelik mezin bu. Di pêvajokêde rêzaniyekî Kurdewarî jixwere kire erkên jiyanê. Rêzaniya Partiya Demokrata Kurdistana Bakur ewbu ku, bi her awayi, bi gorî şiyanên xwe, madî û manewî piştevanên Şoreşa Kurdistan ya ku bi rêberî û serokatiya Mistefa Barzaniyê nemir bikin. Ev rêzaniya vê partiyê sedê sed biserket. Bo vê siyaseta partiyê rêxistin û partiyên Kurdan hemiyan dijatiya vê siyasetê dikirin li Bakurê Kurdistan heta 1995.

Sadun Haşim
Piştî bi resmî Partî 1965de hate damezrandin herweha Remezanê Haşim xebata xwe dinava Partiyêde berdewamî kir. Mesûd Barzanî serokê Kurdisistan di pirtuka xwede behsa xebat û rolê PDK dike bo piştgiriya şoreşa Gulana pêşketîxwaz.Belê rolê partiyê di şoresa Gulanêde jî berbiçav bû.

27.3.1979 de Roja înê destên reş û qirêj û gemartiyên dijê evîndariya Kurdistan ji terefên kesatiyên têkder û ajawegêr, bi bêbextî keminek danin ber mala wî û Remezanê Haşim Şehîd Kirin. Têkoşerê jêhatî endamê KAWA Birayê ezîz û xwşewîst Kurê wî Sedun Haşim jî di wê nijdevaniya dijminkarî û xwe firotîde şehîd ketin. Bi vê şehîdkirinê wan xwefiroşan xizmetekî mezin bo dijminên Doza rizgariya Kurdistan kirin. Zîrên çiyayê Cûdî û gir û palên Girkê xemla Heyîva Adarê ji xwe danîn û kete xemla xemginiyê, ji rewşa Newrozê û azadiyê ketin xemla hiznîbunê. Li Silopiya bo merasima pîroziyên wan ji herderên Kurdistanê dillsozên rêya xebata wi ya neteteweperepwer kombibun.Bi gorî wan qatilên kirêgirtî doza Gelê Kurd û azadiya Kurdistan bi şehîdbuna Zemezanê Haşîm û Sadun Haşim dê dawî lê were.Lê xwe dixapînin û doza Serxwebûna Kurdistan bi avdana bi hezaran şehîdên ezîz û pak, weko Şehîd Remezanê Haşim, Sadun Haşim,Hecî Sûphî Şık, Faîk Bucak, Şeîd Elçî û Mihemedê Begê hatine avdan.

Şehîd Remezanê Haşim û kurê weyê ezîz, hon tucara jibîra PDK-Bakûr û tevgera rizgariya Kurdistan naçin. Ez dikarim bêjim hon Sehîdên Şoreşa îlon-Gulana Mezin nin. Belê we Kurdînî dikir, belê we xizmeta pêşmergeyên Şoreşa Serokê rizgariya Kurdistan Mistefa Barzanî dikir. Belê we, ew sinurên sûnî perçiqandin û bi girêdana peywendiyan xizmet û piştgiriya birayên xwe bo mafê gelê Kurd û Kurdistan dixemilandin. Belê, ew destên dijê însanyetê û Kurdîniyê bişkên. Bo vê salvegerê ez we bi rêz û silavekî gem bi bir tinîm û cihên we biheşta dîrênbe

26 sal ser derbazbûna şehîdkirina HECÎ SÛPHÎ ŞIK re derbazdibin
Hecî Suphî li bajarê cizîra Botan ji dayaik bibu. Ew bajarê ku bisalan bibu bingeh û berxwedana mîrê botan û wekî ku têt zanîn Cizîra Botan bi salan bu navenda çand û huner û niştimanperweriya Kurdî.

Hecî Suphi li taxa kelehî yaku nêzîk koçka Mir Bedirxanbeg mezin û perwerde bibu. Hecî Suphî ji Malbatekî Arîstukrat bu. Dewlemend û xwidan milk û zevîbû. Ew dewlemendiya xwe ji bo doza Kurdistan û parti, partiya Başûrê Kurdistanê û biteybetî bo şoreşa Gulanê ku dibin serokatiya Barzaniyê Nemir de terxandikir. Wî Bi ahengiyekî mezin ligel Dost û Hevalbendê xweyê xwebatkar û Kurdperwer şehîd Remezanê Haşim re xebatdikir.

Hecî Suphî kesekî bêtirs û bê xofbu. Tirs bo wî qet nebu. Tenezûl bo dijminê dagirker û zulma Tirkî nedikir. Birastî jî mêrxazekî Kurdan yê bêtirsbu.Qîmetê doza gelê Kurd û partî li ser hertiştîre digirt.Wî tu caran nedixwest buyerekî negatîv liser doza Kurd bikeve.

Jibu vê çendê, demaku narkukî li Başêrê Kurdistanê carekadî despêkir, dema ku yekitî di herêmêde destbi çek belavbikirinê kirin, Hecî Suphî gelek mihawle kir ku şoreş nebe du serî. Çimkî wî tinê bawerî bi şoreşa Mistefa Barzanî yê nemir hebû û tucaran nedixwst dubendî bikeve nava şoreşê.Gelek bi dijwarî di çû ser vê meselê û heta gelik caran oturîta partiyê jî nedikarî pêşiya wî bigirin.

Bo vê çendê jî, ji nêzîkve agahdarê xebat û têkoşîna Şehîd Remezanê Haşim bu, hevkarên hevbûn û dostên qedîmbun. Bi tevî vêjî sozdarên rêya xebata azadiya Kurdistanê bun. Ew hersê teybetmendiyên xas li nik herduyan jî bebun. Merdî, mêrxazî û wefadarî. Dema Remezanê Haşim şehîd ketî ji destên xwefiroşên xizmetkarên dijminên Kurdan, Hecî Suphî zêde-zêde xemgînbu û kete nava hizrên kur û durde, jibona vê şehîdbunê bernameyek çêkir, lê serokatiya siyasiya partiyê ew iqnakir ku vê buyerê hewaleyê PDK Başûr bikin.

Dîsa weku têt zanîn piştî inkilaba Eskerî ya 12 Îlunê1980 de gelik Kurd hatin girtin û kuştin. Hecî Suphî Teslîmê dewleta dagirker û faşist nebu û ligel hinek havalên xwe rêya çiyayên Kurdistanê girtin.

21 Sibat 1982de bi nehênî serekê li mala xwe dide, hêzên dagirker û xwinrijên dewleta Tirk mala wan dorüpêçdikin. Dema hêzên talankerên dewletê ji wî dixwazin teslîm bibe, lê ew vê teslîmbûnê reddike û bi mêrxasî liberxweda. Ev qehremanê Kurd bi durişma bijît Kurd û bijît Kurdistan bi serbilindî şehîd ket. Xemginiyek mezin wê Rojê liser Cizîra Botan de hate xwarê. Ne tinê li Cizîra Botan, dinava heval dostên wî û Seranserên Kurdistanêde ev xemgînî belavbu.

Heşîdkirina van qehremanên PDK-Bakûr Remezanê Haşim û Hecî Sûhpî Şık valehiyekî mezin li ceperên partide çêkiriye, herweha netinê dinav partiyêde , belku dinava herêmêde jî ev valehî hêjî nehatiye dagirtin û ez bangî şivan û Gundiyên vê partiyê dikim li rêyên çareserî û dagirtina cihên ajotina xebata wan herdu qehremanên nemir bigirin,daku ew xebata wan bête berdewamkirin.

PDK –Bakûr piştî hate avakirin, ji destên dijminên gelê Kurd serokê partiyê Faîk Bucak Şêhîdkirin. Piştî Bucak Seîd Elçî hate cihê wî lê ne weko serok , weko sekreterê partî, Partiya çîna hejar û gundiyan geh Kurdên buyîn duvikên çepên dewletê adahdariya netewî dida wan û geh dinava xelkêde destbi hişarkirina doza rewaya gelê Kurd bu azadiya Kurdistan têkoşîn dida. Şehîd û fidakarên Kurdistan Seîd Elçî ,Mihemedê Begê , Remezanê Haşim û Hecî Sûphî Şık, hon herdem di dilên xemxwarên rêyaazadiya Kurdistanêde dimînin. Di Dîrka Kurdistanê de partiyekî weka PDK ku di demekê kurde ev serok û sekreter û endamên navendî yek li duv yekê şehîd ketin û bivê –nevê tesîrekî mezin li xebata pêşdebirina wêjî ket.
Bo vê bîranînê, bi vê kurte nivîsê ez rêz û hurmetên xwe bo şehîdên xebatkar digihînim û rêya xebat û têkoşeriya we jibo partiyê, bila bibe nimune û geşepêdana azadiya Kurdistanê. Ew Xebat û daxwaza we, ew raman û baweriyên we, PDK-Bakûr weko pêwîst, hêjî nekariye erkên netewiyên sermilên xwe bîne cih û kêmasiyekî mezine ku bi deste gulan hon dilgeş û hêvîjî nekiriye. Divê her kesekê xwe endamê vê partiyê dibîne û dizane hûr û kûr fikir bike, gelo berdewamiya xebata wan şêhîdên bihagiran, çiqasî vê partiyê bi qîmetekî mezin pêkaniye? Kêmasî û xemsarî ji kûderêye, hesabî ji xwe bipirsin û bi lezgînî li çareseriyê bigerin.
Silav bo şehîdên rêya azadiyê û serxwebûna Kurdistan.Silav bo Canê Serok BARZANÎ yê Nemir.Silav bo sagirdên wî Remezanê HAŞİM, Hecî Sûhpî ŞİK. Slav bo Faîk BUCAK,Seîd ELÇÎ, Mihemedê BEGÊ û bi hezaran şehîdên rêya Azadiya Kurdistan.
Bijî Kurd, Bijît Kurdistan
Îsmaîl Girikî
10. 03.2008

BÎRANÎNA DU ŞEHÎDÊN PDK-Bakûr Remezanê Haşim 1933 -27.3. 1979 Hecî Sûphî Şık ...1982 29 min Salvegera Şehîdên rêya serxwebûna Kurdistan Remezanê Haşim û 26 nin Salvegera Şehîd Hecî Sûphî Şık, bi vê kurtde nivîsê dizxwazim wan camêr û mêrxazan bi bîrbînim Remezanê Haşim li Girka Mihemê Emo (silopi) hatiye dinyayê. Hecî Sûphî Şık li Cizîra Botan hatiye dinyayê. Herdo jî xebatkarên mezin û neteweperestên yên PDK-Bakûr bun. Şehhîd Remezanê Haşim 27.3.1979 de hate şehîd Kirin l igel Kurê xwe Sadun Haşim. Hecî Sûphî Şık 21.2.1982 de hate şehîd kirin. Nemir Mistef BARZANÎ 11 Îlonê 19961 de Agirê azadiyê û ji xewê rarakirina gelê Kurd şoreşe Kurdistan despêkir. Mistefa Barzanî bê guman ne tinê ji 1961, belku di şoreşa Barzan de jî wî rolekî serokatî û rêveberî û rêzanî da ajotin. Herweha bo piştgirî û parastina komara Kurdistan dîsa Mistefa Barzanî bi dehhezaran xelkê xweve li hawara wê çû û mezintirîn û baştirîn rolê serkî dîsa Wî li sermilên xwe girt... Gelê Kurd weko her gelên cîhanê xwedî ziman, ax, dîrok çand û xwezayîyên xwe ye. Bi hezaran Salin gelê Kurd liser axa xwe dijît lê weko girtiyan û mihaciran di jiyanekî bindestî de dinale! Dagirker û rejîmên xwînxwar bi metudên dijê insaniyetê herdem xwestine gelê Kurd ji jiyanê bidin rakirin. Di dîroka xwede gelê Kurd tucaran serî liber zalim û dijinanan ne çemandiye û naçemînin jî. Herdem dijminên Kurdan ji xwere dîvelank yanjî kiraciyên xwe firot kirîne û bi destên wan endamên gelê Kurd dayîne qetilkirin. Şehîdkirina Remezanê Haşim liser destên xwefiroşan valehiyek pir û pir mezin xiste nava têkoşîn û xebata ajotina Partiyêde. Dijminên Kurdan cepheyekî herî mezin yê PDK-Bakûr ji Herêma Botan heta Colemêrg û Diyarbekirê bêtesîrkir. Ew mirovê bi qîmet û endamê Komîta Navendiyê Partiyê şehîdkirin. Ew valehî hêjî partiyê nekariye dagire. Heta îrojî ez welê dibînim ku, kesên ji xwere dibêjin kadirên rêveber(!)nekarîne bizanin û bibînin ka valehîya eniya/cepheyê herêma Botan-heta colemêrgê çikasê kûr û bibibgeh û hindakirinek mezin buye. Mafê gelê Kurd ne mafekî minete ku ji hindeka bixwazin, belku mafê wiyê xwezayî û siyasî û hukûkiye. Bovê çendê piştî General Mistefa Barzanî 1958de vegera Kurdistan, demek pêşde li Rojavayê Kurdistan PDK(El partî1957) hate damezrandin. Bakûrê Kurdistan jixwe dinava jiyana şoreşêde li lêgerînekêdebun. Li Girkê (Silopi) Şehîd Remezanê Haşim di jiyê xwede hêjî xort û serxwe bi vê hişhayriya xebata şoreşa serxwebûna Kurdistan bi rêberiya Mistefa Barzanî kete nava jiyana xebata siyasî û azadiya Kurdistan.Remezanê Haşim li Girka Mihemê Emo(Silopî) ligel hingek havalên xwe dest bi harikariya şoreşê kirin hem madî û hemjî manewî texsîrî nekirin. 1963de îrtibat bîroya duwaroja avakirina PDK-Bakûr danîbun. Mebesta sereke destekdayîn û piştevaniya şoreşa Nemir Mistefa Barzanîbu.Ev xizmeta birûmet û şerefekî gelik mezin jî pêktanî. Dilsozê welatê xwe bu. Giringiya şoreşa mezin ya rizgariya Kurdistan pêwîstî bi imkanyatên koordinasyonê û tiştan hebû. Bo ragihandin û tikiliyên dinavbera Parçên Kurdistanêde pêwîstiyek mezin kete pêşiya Şehîd Remezanê Haşim. Daxwazên şoreşê digihand hersê parçên Kurdistan. Desteka xizmetê pêşkêşê şoreşê dikir bi hijêkirinek mezin. Şehîd Remezanê Haşim netinê endamê PDK-Bakur bo, belku rola serkêşiya biştevanî û kar û barên rêxistin û raçandinê de, xwidan rolek bê hesapbu. Wî dinava beşên Kurdistanêde koordinasyonekî bişeref û leheng û mêrxasane pêkdianî. Pêşmergên Barzaniyê Mezin pêwîstî bi çi hebane wî bê îhtîraz tîna bicih ligel daxwazên rêberê Kurdistan bigori şiyanên xwe. 12 Adarê 1971de, di dema cunta leşkeride, Remezanê Haşim hata girtin û kete zîndana Diyarbekir. Divê salêde bidehan endamê partî li Silopi hatin girtin û zîndanîkirn. Navenda Silopî ez dikarim bêjim weka navenda pira Kurdistan û Ewropa dihat qebulkirin. Rola xebata Şehîd Remezanê Haşim hêjî endamên Partiyê nekarîne bizanin ka çende giranbiha û bi qîmetbu. 1974 de didema 11 heyîv şoreşê jibona baştirîn û amadekirina berdewamiya - gurankarî di sîstema siyasî û xebatêde çêkirî, rolekî serke li herêma Silopi gerand bo geşkirina agirê şoreşa Kurdistan. Dîsa her dinava cerg û dilên çiyayên Kurdistanêde şoreşê despêkir. Kefxweşiyek mezin kete dilê wî welatperwerê mezin. Di navbera parçên Kurdistanêde, geh destê wî diçû Rojavayê Kurdistan, geh irtibata bo desteka lojôstik diheheşt Rojhilatê Kurdistan, geh pêwîstiyên pêşmergeyên şoreşê bi edakekî bezin tîna bicih. wan bigorî îmkan û şiyanên xwe bicihtînan. Girêdana Remezanê Haşim bi Rojavayê Kurdistanê ve jî têkiliyekî xwurt hebû li gel PDK(El Partî). Piştevaniya şoreşê weko erkekê mecbûr ji xwere kebulkirîbu. Işka Barzanî didilê xwede çandibû. Jiberku ew rêberekî gelik mezin bu. Di pêvajokêde rêzaniyekî Kurdewarî jixwere kire erkên jiyanê. Rêzaniya Partiya Demokrata Kurdistana Bakur ewbu ku, bi her awayi, bi gorî şiyanên xwe, madî û manewî piştevanên Şoreşa Kurdistan ya ku bi rêberî û serokatiya Mistefa Barzaniyê nemir bikin. Ev rêzaniya vê partiyê sedê sed biserket. Bo vê siyaseta partiyê rêxistin û partiyên Kurdan hemiyan dijatiya vê siyasetê dikirin li Bakurê Kurdistan heta 1995. Sadun Haşim Piştî bi resmî Partî 1965de hate damezrandin herweha Remezanê Haşim xebata xwe dinava Partiyêde berdewamî kir. Mesûd Barzanî serokê Kurdisistan di pirtuka xwede behsa xebat û rolê PDK dike bo piştgiriya şoreşa Gulana pêşketîxwaz.Belê rolê partiyê di şoresa Gulanêde jî berbiçav bû. 27.3.1979 de Roja înê destên reş û qirêj û gemartiyên dijê evîndariya Kurdistan ji terefên kesatiyên têkder û ajawegêr, bi bêbextî keminek danin ber mala wî û Remezanê Haşim Şehîd Kirin. Têkoşerê jêhatî endamê KAWA Birayê ezîz û xwşewîst Kurê wî Sedun Haşim jî di wê nijdevaniya dijminkarî û xwe firotîde şehîd ketin. Bi vê şehîdkirinê wan xwefiroşan xizmetekî mezin bo dijminên Doza rizgariya Kurdistan kirin. Zîrên çiyayê Cûdî û gir û palên Girkê xemla Heyîva Adarê ji xwe danîn û kete xemla xemginiyê, ji rewşa Newrozê û azadiyê ketin xemla hiznîbunê. Li Silopiya bo merasima pîroziyên wan ji herderên Kurdistanê dillsozên rêya xebata wi ya neteteweperepwer kombibun.Bi gorî wan qatilên kirêgirtî doza Gelê Kurd û azadiya Kurdistan bi şehîdbuna Zemezanê Haşîm û Sadun Haşim dê dawî lê were.Lê xwe dixapînin û doza Serxwebûna Kurdistan bi avdana bi hezaran şehîdên ezîz û pak, weko Şehîd Remezanê Haşim, Sadun Haşim,Hecî Sûphî Şık, Faîk Bucak, Şeîd Elçî û Mihemedê Begê hatine avdan. Şehîd Remezanê Haşim û kurê weyê ezîz, hon tucara jibîra PDK-Bakûr û tevgera rizgariya Kurdistan naçin. Ez dikarim bêjim hon Sehîdên Şoreşa îlon-Gulana Mezin nin. Belê we Kurdînî dikir, belê we xizmeta pêşmergeyên Şoreşa Serokê rizgariya Kurdistan Mistefa Barzanî dikir. Belê we, ew sinurên sûnî perçiqandin û bi girêdana peywendiyan xizmet û piştgiriya birayên xwe bo mafê gelê Kurd û Kurdistan dixemilandin. Belê, ew destên dijê însanyetê û Kurdîniyê bişkên. Bo vê salvegerê ez we bi rêz û silavekî gem bi bir tinîm û cihên we biheşta dîrênbe 26 sal ser derbazbûna şehîdkirina HECÎ SÛPHÎ ŞIK re derbazdibin Hecî Suphî li bajarê cizîra Botan ji dayaik bibu. Ew bajarê ku bisalan bibu bingeh û berxwedana mîrê botan û wekî ku têt zanîn Cizîra Botan bi salan bu navenda çand û huner û niştimanperweriya Kurdî. Hecî Suphi li taxa kelehî yaku nêzîk koçka Mir Bedirxanbeg mezin û perwerde bibu. Hecî Suphî ji Malbatekî Arîstukrat bu. Dewlemend û xwidan milk û zevîbû. Ew dewlemendiya xwe ji bo doza Kurdistan û parti, partiya Başûrê Kurdistanê û biteybetî bo şoreşa Gulanê ku dibin serokatiya Barzaniyê Nemir de terxandikir. Wî Bi ahengiyekî mezin ligel Dost û Hevalbendê xweyê xwebatkar û Kurdperwer şehîd Remezanê Haşim re xebatdikir. Hecî Suphî kesekî bêtirs û bê xofbu. Tirs bo wî qet nebu. Tenezûl bo dijminê dagirker û zulma Tirkî nedikir. Birastî jî mêrxazekî Kurdan yê bêtirsbu.Qîmetê doza gelê Kurd û partî li ser hertiştîre digirt.Wî tu caran nedixwest buyerekî negatîv liser doza Kurd bikeve. Jibu vê çendê, demaku narkukî li Başêrê Kurdistanê carekadî despêkir, dema ku yekitî di herêmêde destbi çek belavbikirinê kirin, Hecî Suphî gelek mihawle kir ku şoreş nebe du serî. Çimkî wî tinê bawerî bi şoreşa Mistefa Barzanî yê nemir hebû û tucaran nedixwst dubendî bikeve nava şoreşê.Gelek bi dijwarî di çû ser vê meselê û heta gelik caran oturîta partiyê jî nedikarî pêşiya wî bigirin. Bo vê çendê jî, ji nêzîkve agahdarê xebat û têkoşîna Şehîd Remezanê Haşim bu, hevkarên hevbûn û dostên qedîmbun. Bi tevî vêjî sozdarên rêya xebata azadiya Kurdistanê bun. Ew hersê teybetmendiyên xas li nik herduyan jî bebun. Merdî, mêrxazî û wefadarî. Dema Remezanê Haşim şehîd ketî ji destên xwefiroşên xizmetkarên dijminên Kurdan, Hecî Suphî zêde-zêde xemgînbu û kete nava hizrên kur û durde, jibona vê şehîdbunê bernameyek çêkir, lê serokatiya siyasiya partiyê ew iqnakir ku vê buyerê hewaleyê PDK Başûr bikin. Dîsa weku têt zanîn piştî inkilaba Eskerî ya 12 Îlunê1980 de gelik Kurd hatin girtin û kuştin. Hecî Suphî Teslîmê dewleta dagirker û faşist nebu û ligel hinek havalên xwe rêya çiyayên Kurdistanê girtin. 21 Sibat 1982de bi nehênî serekê li mala xwe dide, hêzên dagirker û xwinrijên dewleta Tirk mala wan dorüpêçdikin. Dema hêzên talankerên dewletê ji wî dixwazin teslîm bibe, lê ew vê teslîmbûnê reddike û bi mêrxasî liberxweda. Ev qehremanê Kurd bi durişma bijît Kurd û bijît Kurdistan bi serbilindî şehîd ket. Xemginiyek mezin wê Rojê liser Cizîra Botan de hate xwarê. Ne tinê li Cizîra Botan, dinava heval dostên wî û Seranserên Kurdistanêde ev xemgînî belavbu. Heşîdkirina van qehremanên PDK-Bakûr Remezanê Haşim û Hecî Sûhpî Şık valehiyekî mezin li ceperên partide çêkiriye, herweha netinê dinav partiyêde , belku dinava herêmêde jî ev valehî hêjî nehatiye dagirtin û ez bangî şivan û Gundiyên vê partiyê dikim li rêyên çareserî û dagirtina cihên ajotina xebata wan herdu qehremanên nemir bigirin,daku ew xebata wan bête berdewamkirin. PDK –Bakûr piştî hate avakirin, ji destên dijminên gelê Kurd serokê partiyê Faîk Bucak Şêhîdkirin. Piştî Bucak Seîd Elçî hate cihê wî lê ne weko serok , weko sekreterê partî, Partiya çîna hejar û gundiyan geh Kurdên buyîn duvikên çepên dewletê adahdariya netewî dida wan û geh dinava xelkêde destbi hişarkirina doza rewaya gelê Kurd bu azadiya Kurdistan têkoşîn dida. Şehîd û fidakarên Kurdistan Seîd Elçî ,Mihemedê Begê , Remezanê Haşim û Hecî Sûphî Şık, hon herdem di dilên xemxwarên rêyaazadiya Kurdistanêde dimînin. Di Dîrka Kurdistanê de partiyekî weka PDK ku di demekê kurde ev serok û sekreter û endamên navendî yek li duv yekê şehîd ketin û bivê –nevê tesîrekî mezin li xebata pêşdebirina wêjî ket. Bo vê bîranînê, bi vê kurte nivîsê ez rêz û hurmetên xwe bo şehîdên xebatkar digihînim û rêya xebat û têkoşeriya we jibo partiyê, bila bibe nimune û geşepêdana azadiya Kurdistanê. Ew Xebat û daxwaza we, ew raman û baweriyên we, PDK-Bakûr weko pêwîst, hêjî nekariye erkên netewiyên sermilên xwe bîne cih û kêmasiyekî mezine ku bi deste gulan hon dilgeş û hêvîjî nekiriye. Divê her kesekê xwe endamê vê partiyê dibîne û dizane hûr û kûr fikir bike, gelo berdewamiya xebata wan şêhîdên bihagiran, çiqasî vê partiyê bi qîmetekî mezin pêkaniye? Kêmasî û xemsarî ji kûderêye, hesabî ji xwe bipirsin û bi lezgînî li çareseriyê bigerin. Silav bo şehîdên rêya azadiyê û serxwebûna Kurdistan.Silav bo Canê Serok BARZANÎ yê Nemir.Silav bo sagirdên wî Remezanê HAŞİM, Hecî Sûhpî ŞİK. Slav bo Faîk BUCAK,Seîd ELÇÎ, Mihemedê BEGÊ û bi hezaran şehîdên rêya Azadiya Kurdistan. Bijî Kurd, Bijît Kurdistan Îsmaîl Girikî 10. 03.2008

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.