Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 6 March 2008

Divê her kurdek Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî protesto bike...

Îbrahîm GUCLU

([email protected])

Diyar bû ku Serokkomarê Iraqa federal Celal Talabanî dê di 07. 03. 2008-an de bê seredaniya Tirkiyeyê. Tirkiyeyê ji bona ku Celal Talabanî kurd e, bi salan e ku naxwazin wî wek serokkomar dawet bikin û bi wî re rûnin. Ev helwesta helwesta dewletê û serokerkaniya Tirkiyeyê bû. Ev helwesta gelek aşkere li dijî kevneşopiyên dîplomasiyê û huqûqa cîran û hûqûqa navneteweyî bû. Lê Tirkiyeyê wek dijminê neteweya kurd ew helwesta xwe domand.

Komara Tirkiyeyê bi vê helwestê dijiminitiya xwe ya li hemberî hemû kurdan û Herêma Federe ya Kurdistanê nîşan dida, ev helwesta li dijî pêvajoya federbûna Kurdistanê û pêşketina Kurdistanê û her kurdekî bû.

Komara Tirkiyeyê di demeke gelek qrîtîk û qirêj de, dema ku li Herêma Federe ya Kurdistanê êrişên hawayî dom dikir, ji bona êrîş û dagirkeriya reşayî û bejayî biryar hatibû dayin, ev biryara xwe guhert û biryar da ku serokomarê Iraqê Celal Talabanî bê seredaniya Tirkiyeyê. Celal Talabanî di wan şertên dijwar û dagirkeriya Tirkiyeyê de jî li hemberî biryara Tirkiyeyê helwesteke hişk nîşan neda ku naye Tirkiyeyê. Bes wezîrê karên derve yê Iraqê Hîşyar Zebarî diyar kir ku di şertên ku operasyon û êrişa Tirkiyeyê ya leşkerî dom dike de, serokomarê Iraqê nikare seredaniya Tirkiyeyê bike. Diviya bû ku wek serokekî Kurdistanê Celal Talabanî, ev helwesta bi xurtî ji Tirkiyeyê û ji dinyayê re nîşan bida. Lê wî ev helwesta diyar nekir û li benda Tirkiyeyê ma ku ew careke din wî dawet bikin û ew biçe Tirkiyeyê.

Di encam de piştî ku bi helwesta DYA-yê ya suprîz, Tirkiye mecbûr bû ku leşkerên xwe ji Herêma Federe ya Kurdistanê vekişîne, hatina serokkomarê Iraqê Celal Talabanî dîsa hat rojevê û wî jî bi lezûbez biryar da ku bê seredaniya Tirkiyeyê.

Lê serokerkaniya Tirşkiyeyê piştî ku hêzên xwe yên leşkerî jî vekişand, gelek aşkere diyar kir ku li Herêma Federe ya Kurdistanê dê êrişên xwe dom bikin. Tê zanîn ku dom jî dikin. Duho (05. 0. 2008), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi xwe diyar kir ku helîkopterên Tirkiyeyê li Herêma Federe ya Kurdistanêêriş kirine.

Serdaniya serokkomarê Iraqê daweteke fermî ya serokkomarî jî nîne. Wek di dîplomasiyê de tê diyar kirin “rojeke xebatê“ ye. Lê dîsa ji serokomarê Iraqê û serokekî kurdan ji vê re gotiye “erê“.

Ji bona ku seredaniya Celal Talabanî ne seredaniyeke fermî ya serokomarî ye, di bername û protokolê de seredaniya mezelê Atatirk jî tune ye. Lê wusa xuya dike ku serokkomarê Iraqê û serokekî kurd Celal Talabanî ji derveyî edet û çanda dîplomasiyê daxwazkirî ye ku mezelê Atatirk ziyaret bike.

Ez hewce nabînim ku Atatirk ji bona neteweya kurd û her kurdekî tê çi wateyê dirêj îzah bikim. Her kurdek vê yekê baş dizane. Lê dema ku bi kurtî ez diyar bikim, ez dikarinm bibêjim ku Atatirk, qetil û celadê neteweya kurd e. Siyaseta înkarkirina neteweya kurd bi destê wî çêbû û serîhildanên Kurdistanê yên heta sala 1938-an jî bi destê wî bi zora leşkerî û bi komkujî û qetlîeman hatin temirandin.

Gelo Serokekî kurdan çawa dikare ji ber xwe ve daxwaz bike ku dê ziyareta mezelê Atatirk bike?.

Li cem vê yekê dê ziyareta partiyan kurdan jî qebûl neke.

Ez wek kurdekî, ji bona van sedeman û ev helwesta kevnedostê xwe serokkomarê Iraqê û serokê Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê Celal Talabanî rexne û protesto dikim. Pêşniyar dikim her kurdek jî vê helwestê nîşan bide.

Amed, 06. 3. 2008

Birèz Gùçlù. Gotin pir hèsaye kù mirov bivè lè bicìanìn jì ti$tekìdine. Hun xwe$ tìnìn ziman lè hun bixwe endamè HAKPAR è ne ù hun dixwazin herin Meclìsa Enqerè ù liser namusu $erefa xwe jibo mezinkirina $an ù $erefa Tùrk sond bixwìnin.Ger wisaye hun ù DTP dev ji vì karì berdin kù emjì birèz Talabanì pè$wazì nekin ù wì rexne bikin. Pi$tì hilbijartinèn li Tùrkìyè min bangì DTP yìya kir kù neçin li Meclìsa Tùrk wè sondè nexwìnin ù derkevin dervayè welat ezèjì pi$tgirìya wan bikim lè wan em godarì nekirin ù çun ew sond xwendin. Hun him bidizara dixwin ù himjì bixweyìyara lixwe dixin ev ti$t ewha nave.Bira DTP ji Meclìsè bik$e, bira dev ji demokratìk Konfederalìzmè bè berdan,bira dev ji demokratìk Cumhurìyetè bè berdan, bira dev ji demokratìk òzerklìke bè berdan bira dev ji federasìyonè bè berdan wè gavè ezèjì destè xwe bidim destè we ù li hemberè birèz Talabanì nerazìbuna xwe nì$andim. Birèz Talabanì her çikas serokè Yekìtìya Ni$timanì Kurdìstanvejì lè ìro serokè tevaya Iraqèye ù ew nikare wek serokè Kurdìstanè bitenè xwe nì$anbide. Lè belè ez garantì didim we kù birèz Talabanì ewè jibona $an ù $erefa Tùrk liser namusa xwe sond nexwìne. Meriv serokek xwe ewha biçuk naxìne ù dijminayetì bitenè ji xweyè xwera zirarè tìne. Mavìn Herrwìg

Brayê Birêz Mavin, Bi rastî jî devleta Tirk hertim dujkarî û nayartiya Kurd û Tevgera Azadîxwaza Kurdistan kir û her jî berdewam e.. Helwesta dewleta Tirk û hemû karbidestên wê ên sîyasî û eskerî li dij Kurd û bi taybetî jî li dijî destkevtên Kurd li başûrê Kurdistan ê jî pêşçavan e... Tirk Mam Celal bi "fermî" dawet nakin... Ji bo "kar" an jî "karê taybetî" davet dikin... Dîsan bi vî şiklî hewl didin beramberî milletê Kurd û serokên Kurdan sukayetîyÊ dikin... Di gotara xwe de Kek İbrahim qala "protestokirina" Mam Celalî dike... Ez ligel rêya wî de nînim... Nijatperestên Tirk jî ên derkevin li cadeya û Mam Celal protesto bikin... Armmanc cuda be jî Kurd nikarin tiştekî wisa bikin.. Lê pêwîst bû Mam Celal ev vexwendin li şûnda bixista... Heta rewş zelal dibû... Neyarên Kurdan li dijî Kurd her tiştî kartinin... Silavên germ Rojbîn

Kek Ibrahîm, Ez bixwe ne dîjî hatina seredanîya Mam celal im. Ev karek dîplomasî û sîyasetê yê. Li ser nasnama Kurdîyatî yê rast e. Dema ku nêyarên kurda li ser nasnama Kurda têkilîyê re amadebin ev serkevtine. Mam Celal li ser nasnama kurdîyê jî na yê. Bi navê komara Iraqê ye. Cîyê gengeshîyê ye. Ez protestoyê rast nabînim. Dem xwesh.

Kek Ibrahim Yazinin basligini görünce irkildim. Benim tanidigim Ibrahim Güclü bunlari yazamaz diye düsündüm.fakat ne yapalim Sürekli sok gecirmek realitemiz oldu.Ben tamamen tersi kürtlerin Talabaniye sahip cikmalarini ve ona destek vermelerinin dogru oldugunu düsünüyorum. Bunlarin basindada siz geliyorsunuz. Kisa bir süre önce size yönelen tehditleri, siz Mem Celale yöneltiyorsunuz. Hele kürtleri onu protestoya cagirmaniz kelimenin tam anlamiyla bir sorumsuzluk. Acaba bir yerlere mesajmi veriyorsunuz. Bakiniz Mem Celal canli yayinda Türk Cumhurbaskanini gölgede birakacak kadar usta bir siyasetci tablosu cizdi.Planda olmamasina ragmen anitkabiri ziyareti yine onun usta bir manevrasi. Hem siz Hak-PAR üyesisiniz ve partiniz Mem Celali Havaalaninda karsiladi.Sanirim yarin HAK-PAR dan istifa etmeniz gerekecek.Yada daha uygun davranarak bu yazinizi geri cekin.

Eger her kurt sayin Talabani yi protesto edecekse, önce iki defa dusunmeli! Makro duzeyde politika,devlet yönetme,gucler dengesi,Irakin kendi ic sorunlari ve ufukta görunen iran ,Turkiye ittifaki,Turk genel kurmayi ve imrali paslasmalari ABD nin iran histerisi ve butun bunlar acikliga kavusmadan Talabaniyi kinamak veya protesto etmek acaba gunu kurtarma adina bir cok seyden vazgecmek degilmidir. Dört bir yani kusatilmis guney Kurdistanin yasamasi icin hicmi taktik siyasetler yapilmiyacak? yoksa sayin Talabani hic diplomasi ve taktik siyaset bilmiyormu??. 1923 ten buyana ilk kez T.C kalbinde kurdistan dan bahs etmek Talabanin kendisini davet edenlerede protesto edecelerede verdigi bir mesaj olsa gerek. Dikkat edilirse Talabani yi ilk kinayanlar imrali icazetli "kurt" vekillerdi ve yine Talabani`yle görusmek istemeyenlerde Turk genel kurmayiydi bunlar birazda olsa Turkiyenin kendi ic sorunlarini guc dengesi denklemlerini anlatiyor. Böylesi karamasik iliskeler icinde kim kimi niye neden nicin kiniyor?. Devletler arasi iliskilerde dostluk veya ihanet yoktur. Sadece ve sadece cikar iliskileri vardir. Nedersiniz meseleye birazda sayin Talabaninin´oturdugu yerden bakalim Irak eski Irak degil dolayisiyla baskanlik koltuguda. Sunu kesinlikle diyebiliriz Talabanin koltugu yok; ama atesten bir gömlegi oldugu kesin.Kurdistani savunmak elbette bir görev ama el insaf hertarafi ser mihraklari tarafindan sarilmis Talabani cephe savasini cok boyutlu yapmak zorunda nasilki 1320 rakimli tepeye (kucukte olsa )Kurdistani tasidiysa, kendisini kinayanlarida bugun o ve arkadaslari tasiyor buda unutulmasin.

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.