Direkt zum Inhalt

PEYAMA ALLIENCE DES KURDES, JI BO PEYMANA LOZAN

PEYAMA ALLIENCE DES KURDES, JI BO PEYMANA LOZAN

Bi pêsengîya Allience Des Kurdes u bi pistgirîya hêz u rekxiravên her car percên Kurdistan li li Lozan, 24. 7. 2005 xwepêsandan li dijî peymana Lozan pêk hat. Peyam u axaftina destpêkirina xwepêsandan ji alîyê nunerê Allience des Kurdes Rojhat Badikî hat xwendin u mes dest pêkir. Peyama ji alîyê Rojhat Badikî hat xwendin:

Xwesk u Birayên Hêja!

Îro salvegera 82. salîya Peymana Lozane. Pês 82 sal lê vî bajarê, bajarê Lozan, dewletên dagirker u dewletên emperyal li ser bingehê koletî u percekirina gelê K^rd u Kurdistan bi navê Peymana Lozan ya înkarîya gelê Kûrd, îmza kirin. Pês 82 sal dewletên Emperyal u Sosyalist bê kû gûh bidin gelên bindest u gelê Kûrd kû mafên ên netewî biparêzên, besdarî jenosîda îttîhak-î terrakî u Kemalistan bun. Helwest u biryarên dewletên Emperyal dewle^ten Sosyalist tawanbarîyek mêzine di dîroka mirovayeti da.Pistgirîya wan ji bo dewletên nîjadperestên dagirker, li hember gelên bindest, li hember gelê Kûrd sucdarî u tawanbarîye.

Xwesk u Birayên Hêja!

Pês 82 sal demê li Lozan, peymana Lozan hat îmze kirin mirovek an Kûrdek kû mafên Kûrd biparêzên u li dijî peymana Lozan dengê xwe bilinde, li vêderê amade nebu. Lê îro, bi hezaran Kûrd li dijî peymana Lozan dengê xwe bilind dikin. Dewletên dagirker, bi dagirkirdin u percekirina Kurdistan, kêf u sahî kirin. Ew difikirîn kû gelê Kûrd carek din nikare rabe ser pê.

Xwes u Birayên Hêja!

Gelê Kûrd li car alîyê Kurdistan bi qehremanîyek pir mezên, li dijî peymana Lozan serîhilda, peymana Lozan nasnekir u nepejirand. Gelê Kûrd di serê serhildan u berxwedana azadi u serxwebuna Kurdistan talan bu, welatê vî seranser hat sewêtandin, wêran bu, dest, zozan, cîya bajarê Kurdistan bu gola xwîna gelê Kûrd.

Lê berhemê serê azadî u serxwebuna gelê Kûrd sala 1991 li Basurê Kurdistan hat holê. Peymana Lozan li sala 1991 li derwazey Raperîn, li Ranya terk lê ket, bi hilbijartinên gistî 1992 Basurê Kurdistan u damezrandina Parlamentoya Kurdistan, avakirina Hikumeta Herêma Kurdistan peymana Lozan helwesîya. Gelê Kûrd ji hemu diyayêra îlan kir kû mesruîyeta Lozan nemaye.

Berêzan

Têkcuna redima fasîya Beas u Seddam, tirs u xof kirîye dilê dijminên gelê Kûrd, Tirs u xof ketîye nav devleta Tirkîye, Îran u Surîye. Dewletên dagirker ji bo sazî u destkeftîyên gelê Kûrd têkbixin, bi hemu derfetên xwe alîkarî didin teröristan u bi barbarî, bi hovîtî li dijî gelê Kûrd ma mele dikin. Nîjadperest u fasistên nasyonalîst li dijî Kûrd bi rêk dixin.

Dewleta Tirk u nîjadperestên tirk bi tirsa helwesandina peymana Lozan, bi ru u destên xwe ên kirêj mes u konferans li dardixin. Dixwazên Peymana Lozan zindî bikin. Em partî u rêkxistin, cîn u tebakayên gelê Kûrd li videro îlan dikin: Peymana Lozan, kû li ser dabeskirina Kurdistan u li ser koletîya gelê Kûrd hatîye avakirin mesruîyeta vî nemaye u helwesîyaye.

- Em dibêjin; Bimre Peymana Lozan.

- Mirin ji bo dijminên gelê Kûrd u Kurdistan

- Bijî Kurdistan serbixwe yekbuyî u demokratîk

Rojhat Badikî
Allience Des Kurdes

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.