Direkt zum Inhalt

Li ser xwepîsandan û konferansên Lozanê..

24‘ê vê mehê, ango roja yeksemê Kurd û Tirk her yek ji wan ji bo berjewendîyan xwe dicin Lozanê....

Tirk û dewleta wan dixwazin û hewl didin ji bo berdewambûna desthilat û berjewendîyên xwe, ji bo nehîstina netewa Kurd û welatê Kurdistanê...

Wan ev 82 salin welatê me kirin deryaya xwînê, hemû tawanên li dij mirov, mafên mirov, peymanên navnetewî bi cihanîn... Dagirkerên Tirk wekî hêzeke tawanbar ditirse ku, desthilatê xwe winda bike... û bête dadgekirin..

Ji bo parastin û berdewambûna Peymana Lozanê ew li Lozanê komdibin û xwepîsandanan dardixin..

Kurd jî lidijî vê peymanê tawanên dewleta Tirk dicin Lozanê û xwepîsanekê sazdikin...

Tirk û Kurd wekî du hêzên cewaz, xwedanê berjewendîyên cuda tên hemberî hevdu.. Ev gavake erêni ye.... Kurdan baskir ev derfet karanîn û ceka Tirkan zivirand dijî wan...

Li Lozanê hekî û neheqî, roj û sev, hêzên azadîxwaz û hêzên kevneperest, hêzên ku bûn hedefa tevkustarê û hêzên ku tevkustar cihbicih kirin, ango Kurd û Tirk tên beramberî hevdu...

Raya gistî û hêzên azadîxwaz û demokratîk ên suîsra pistgirîya kurdan dikin.. Ji ber ku Kurd li Lozanê hatibûn bîrakirin.. Ji ber ku Kurd gelekî bindest û ji alîyê Tirkîyê ve hatiye qirkirin...

Du hêz, yek xwînxwar û xwînmêj e... ya din jî azadîxwaz û mirovhez û mirovdost e...

Nokerên Tirkan jî vala namînin ... Alîgirên Kongra Gel jî bi awayekî eskere rûyê xwe res nîsandan û calakîyên Allience des Kurdes wekî „provokasyon“ nîsan didin... Ji ber ku, Kurdên dilsoz dijî kemalîstên kevn û nû derdikevin.. Ji ber ku Kurdên welatevîn peymana Lozanê nasnakin û dek û dolavên kemalîstan vala derdixin.. Kongra Gel vê yekê wekî provokasyon nîsandide û bi navê xwedanê xwe qisedike...

Kurt û Kurmancî xwepîsandanâ Lozanê du tist biavayekî zelal dîsan nîsan da... Du senger hene: Yek ya hêzên welatparêz û Kurdevîna ne.. Ya din jî ya dewleta Tirk û nokerên wan e...

24‘ê vê mehê em Lozanê bin... Sengera me jî dîyar e....

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.